|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Ha ji we re zirkerekî Tirk, Kazim Mîrþan!
S.Mîroglû-16/09/07-Yabo
heyra bi xwedê car caran hemdem.com çavên xwe berdide qoltixa Lotikxanê jî.
Nizanim ji kîjan qula
çavê çapemeniyê dirxistin ev mesela Kazim Mirþan e çi ye. Go ez rabim ser xwe
ezê îspat û çespat bikim ku tayê nizanim kudera wî jî kurd e, îcar tirr nemaye
di qûnê de, radibe dibêje hemû cîhan tirk e. Hela ji xwe re li vê qebhetê jî
binêrin go dibêje dîroka tirkan berî niha bi 18 hezar salan dest pê dike. Ey bi
99 navê xwedê dikim, di vê rojiya remezanê de dîroka we naçe heta berî niha bi
18 metroyan.
Hela ji xwe re li qebheta zîtirko binêrin go dibêje nivîs cara yekem ji aliyê
tirkan ve hatiye nivîsîn. Tew ew jî ne bes, bi ser heqê xwe de dibêje hemû
alfabeyên cîhanê jî alfabeyên tirkan e kuro. Erê law madem hûn ev gayê xwedê
bûn, çima çêleka cîhanê her roj di ser we de ye?
Ma ne heq e lo
mirov bipirse?
De îcar qebheta mezîn jî ew e go dibêje dema di sala 1071'ê de tirk hatine
Enedoliyê, çi bibînin baþ e? Hew go dîtine weeeey Enedolî bi tirkî diaxive. Hema
milet çûne pêþiya wan û gotine "xoþ geldiniz." De îcar tirkiyek wisa paqij û
fesîh jî axivîne, go belî ye hema 7000 sal in bi nivîs, helbest, çîrok û nizanim
bûye edeb ul edeb.
Erê lo ez serê we neêþînim, hema ji xwe re li rêza derewên vî kafirbavî
binihêrin û têr bikenin. Hew bikenin haaa.
Orjînala nûçeyê li jêr e:
Hemû cîhan tirk e. Fermo têr bikenin!
Navê wî Kazim Mirþan e. Wisa pê mekenin û derbas mebin, Kongreya Xebatên Efrîka
Bakur û Asya ya Navnetewî (ICANAS) jî vê heftiyê xelat daye wî. Bi evqas ziman
dizane: Almanî, rûsî, îngilîzî, tatarî, ozbekî, bþþkurtî, tarançî, kaþkarî,
kazaxî, kirgizî, azerî, tumenî, yewnanî, latînî, îtalyanî, kûçkanî, kerîkî û
qantirkî
Cara yekem wî nivîsên dîrokê yên "etruskî" xwendiye. Zêrên ku ji wî ketine jî
wiha dikarin bêne rêzkirin.
* Dîroka tirkan berî Îsa bi 16.000 salan dest pê dike.
* Nivîs cara yekem berî Îsa bi 16.000 salan ji aliyê tirkan ve hate îcadkirin.
* Hemû alfabeyên cîhanê di eslê xwe de ji ber alfabeya tirkan hati ye derxistin.
* Kurdî ji pêþ-tirkî gotinan werdigire û ev gotin xistiye nav erebî û farisî jî.
* Li Enetoliyê jî nivîsên dîrokê (yên tablet) ên pêþ-tirkî hene.
* Alfabeyên latînî, yewnanî, fenîkî û krîlî ji pêþ-tirkî hatine çêkirin.
* Etrusk medeniyeta li ser xweliya Roma derketiye holê û tirk in. Cara yekem jî
nivîsên Etruskê wî xwendiye.
* Etruskî tirkî ye.
* Li Skandinavya û Ewropa bi qasî 5000 nivîsên kevin (tablet) ên tirkî hene.
* Tirk û elman eqrebe ne.
* Pîramît hene ku 2000 salan berî pîramîtên Misrê hatine çêkirin û ji aliyê
tirkan ve hatine çêkirin.
* Tirkan berî çîniyan li ser kaxezê bi firçeyê dinivîsandin.
* Tirk berî sala 1071'ê hatine Enetoliyê.
* Japon û çîn berî Îsa bi 4000 sal ji Navîna Asya çûne, ji çanda kevin a tirkan
e.
* Tirk berî Îsa bi 7000 sal hatine Enetoliyê.
* Dema Oguz (tirk) hatine Enetoliyê (1071) dîtine ku jixwe Enetolî bi tirkî
diaxive.
Recep Tayyip Erdogan beþdarî civîna xelatê bû
Kazim Mirþan, Þukru Elçin, Muazzez Ilmiye Çýg, Ihsan Dogramaci, Suleyman Kazmaz,
Oktay Aslanapa, Halil Inalcik, Zeynep Korkmaz, Hamza Eroglu, Etem Ruhi Ungor,
Bozkurt Guvenç û Kemal Baytaþ xelat wergirtin. Xelatên Kazmaz û Aslanapa bi
destê Erdogan hatin dayin. Hemdem.com