|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Silavek ji Hazeel xanim
Rozê-07/11/07- London-Lotikvana navdar û bedew a Brîtanî Keeley Hazeel bi nameyek vekirî rexne li me girt û gazindên xwe ji me re nivîsand. Hazeel xanim di nameya xwe de dibêje:" Ez bi dilgermî malpera we diþopînim. Bi rêya hinek dostên xwe ez Kurdî fêr dibim û Lotikxane jî dibe alîkarê min. Lê ez dibînim hûn zêde cîh didin lîztikvan û lotikvanên wek Angelîna Jolîe, Pamela Anderson û yên wek wan. Lê rojekê tenê jî ez nehatime bîra we û we negotiye de ka em hinekî reklama Hazeel xanim jî bikin.
Ji ber vê jî ez dilþikestî me, bi guman û mitale me. Va ez çend wêneyên xwe ji we re diþînim. Heger we vê carê weþandin ji xwe ezê dîsa vegerim ser sêhra berê û Lotikxanê biþopînim. Na heger we vê carê jî ez ji bîr kirim û lotikek li min xist, ezê jî li çara serê xwe binerim" filan û bêvan.
Birastî me jî nexwest em dilê Hazeel xanimê ji xwe bihêlin. Hema te nerî xanimê bû bûka me û bi yekî Kurd re zewicî, ma kî zane!
De kerem bikin li bedewcanê binerin heyran..








