Hay ji kelefên xwe hebin

Dr.Mihyedîn-11/04/08- Qelewbûn bûye bela serê insanetîyê. Bi taybet jinên ku raserî qelewbûnê tên zûtir berê xwe didin axretê, zarokên xwe sêwî û mêrê xwe jî çavlider dihêlin.

 Li gora lêkolîna ku li Los Angelasa Emerîkayê çêbûye, derketiye holê ku jinên qelew û bi taybet jî jinên ku ji kelef û kulîmekên xwe qelew in, zûtir dimrin. Bez û tewaþê ku li derûdora kelefên jinê kom dibin, giranîyek mezin didin ser beden û îskeleta jinê û jinê ji hal de dixin.

 Îcar heyran, Kurdino, hay ji jinên xwe û qelewbûna wan hebin babam! Heger hûn naxwazin ku jinên we zû bimrin û zarokên we li ber dîwaran sêwî bimînin, nehêlin jinên we zêde xwarinên bi tewaþ (rûn) bixwin û binepixin. Heger zêde qelew bûn û bûn wek wan balonên ku li ezmana difirin, wan masaj bikin, bifirkînin û xwe li ser zikê wan li erdê xin.

Wan wek gundorê ser banê xênî virde wêde bigindirînin heta go bibin wek manken û modelên bedew.

De serketin yabo, hûn bi a me dikin yan nakin bi tehtilerda we kiriye û hûn sax!