|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
KOMKARê lotikek navnetewî avêt

Cemþîdê Komkarcî-21/06/07-Bochum-
Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR, bi deng û reng, bi cil û bergên Kurdî û bi ruhek Kurdewarî beþdarî Festivala Navnetewî ya Kemnadê bû. Festivala Kemnadê 2 salan carek tê lidarxistin û îsal 19. ya festivalê bû. Festival, li Elmanyê, bajarê Bochumê, di navbera 15-17 Heziranê da hat lidarxistin û di nav sê rojan de bi deh hezaran mêvan festival zîyaret kirin. Divê bê gotin, ku KOMKAR ji sala 1979´an û vir de beþdarî festivalê dibe û yek ji kevintirîn beþdarvanê festivalê ye. Werhasiî kelam, KOMKARê di festîvalê de lotikên Kurdewarî avêtin derûdorê û Ala Rengîn pêl bi pêl bilind kir.
Þaredariyên bajarên Bochum, Hattingen û Ennepe-Ruhr-Kreiss, vê festivalê bi hev ra amade dikin. Berpirsiyarên festivalê armanca xwe weha eþkere dikin: „Entegrasyona gelên ne Elman bi civata Elman ra û nêzîktir hevdu naskirin û pejirandina gel û hûrgelên, ku li derdorên van sê bajaran dijîn.“
Di festivala îsalîn da rêxistinên Spanî, Yûnanî, Kurd, Tirk, Wietnamî, Sudanî, Filistînî û hwd. bi taybetmendiyên xwe (xwarin, vexwarin, mûzîk, dans) qesra Kemnadê, ku þahî di nav da hatibû amade kirin, xemilandin.
Her weha, îsal beþa Kurdî ya Radyoya WDR „Bernama Kurdî“ jî 20 saliya xwe, bi beþdarên Festivala Kemnadê va pîroz kir. Ji ber vê sedemê, mirov dikare bêje, di bernama festivalê da giraniya kultura Kurdî balkêþ bû.
Di beþa kulturî ya festivalê da hunermendên Kurd; „Koma Çar Newa, Koma Nemrûd, Aras, Aynur“ bernamên balkêþ pêþkêþî temaþevanan kirin û ew jî bi çepik û eleqeyeke balkêþ xweþbîniya xwe eþkere kirin. Ji xeynî hunermendên Kurdî, yên Ukranî, Norweccî , Yûnanî, Bulgarî, Makedonî, Sûdanî, Wietnamî jî, bi stran û dansên xwe tev li bernama festivalê ya kulturî bûn.
KOMKAR, di nava Qesra Kemnadê da konê xwe vegirtibû. Li ser kon 3 alên Kurdistanê daliqandibû û bi hemî taybetmendiyên xwe kultura Kurdî da nasandin. Bi taybetî jî jin û ciwanên Kurd, kar û barên KOMKARê meþandin û bê westan xebitîn. Temaþevan û organîzatorên festivalê ked û xebata KOMKARê bilind nirxandin û spasiyen xwe pêþkêþî berpirsiyarên KOMKARê kirin. Kedkarên KOMKARê jî spas li organîzatorên Festivala Navnetewî ya Kemnadê kirin, ku ev fersend dan wê û herdu alî ji bo festivala 2009´an xatir ji hev xwestin.