|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |

Kerem Yûsiv
Bê xeyd, quricî beþek ji dîroka me ne
Weku 2007 neynikek ji dîroka Kurdî, xiniziyê di nav Kurdan de , hevaltiya neyarên rê be, wisa dîroka Kurdî xwe vedgerîne, bê ku ti tiþt têde hatibe guhertin, bê ku kesên bi nav Kurd û xewnên Kurdî sêdar dikirin tewaw bibin, bê ku ev Kurdên bêhna buharên Kurdî ji demsalên wan qutbûye kêm bibin û zêde nebin.
Bi quriçiyan dîroka xiniziyê dîsan li bakurê Kurdistanê di nav miletê Kurd de xwe vedgerîne.
Li vir belkî ti bipirse quriçî kîne?
- Ez ê ji te re bêjim ew kîne, çima dijîn, çi kirine, çi dixwazin û çi naxwazin! Çima hene, çima buhara birayê xwe yê Kurd dikujin, çima asîmanên bakurê Kurdistanê bê balende dihêlin, û ez ê jî te bipirsim çima? Da ti jî bersivekê bide min! Ji ber ez jî pirsê ji te dikim û ji ber ez jî wek te di pirsê de windayî me!.
Da ku ez bersivekê tenê ji te re li ser van pirsan bidim , ez ê ji te re bêjim : Ez nizanim!
Ez ê ji te re bêjim ez jî wek te nizanim çima 81 hezar Kurdên bakurê Kurdistanê tifinga Ataturk hildigirin, balende, av, çîrok, û bîranînên çiyayên xwe û xwe difiroþin berî ku miletê xwe bifiroþin û þerê xewna azadiya Kurdistanê dikin, þerê gerîla ji dêv Tirkiyê dikin.
Ji kerema xwe ji min nepirse çawa mirov dikare zarokên miletê xwe bi pereyan bifiroþe..!
Ji kerema xwe ji min nepirse çima mirov ji dêv leþkerê dagirker pasevaniyê dike, û serma þevên Hekar, Dêrsim, Cûdî, û Gabar dixwe bo birayê xwe yê têkoþer bikuje..!
Ji kerema xwe ji min nepirse çima para Kurdan ji xiniziyê ji miletan tevan bêtire, û xiniziyê hiþtiye Kurd bi tevayî gunehê xinizan bixun..!
Ji kerema xwe ji min nepirse çima quriçî wêneyên kujerê zarokên miletê xwe Ataturk li malên xwe didaleqînin, û wêneyên Þêx Seîd, Mezlûm Dogan, Zîlan, û Egîd danaleqînin…!
Ji kerema xwe ji min nepirse çiqasî çiyayên Kurdan li bakurê Kurdistanê bi mêrên wisa xemgîn in, ji ber ez nikarim bersiva te bdim!.
Herweha ez nikarim ji te re bêjim armanca van Kurdên quriçî çiye, an gelo ew bi qedexekirina ziman, çand, folklor, hebûna xwe ne bes razîne lê gelekî razîne da ew ji dêv dewleta van tiþtan li wan qedexe dike þer bikin, û xwe bidin kuþtin ...Ma ti bi xwedê bikî, ma ev jî ne ecêbeke?
Bela ev ê quriçî bipirse kî terorîste?
Gelo ew yên serê zarok û ixtiyarên wan jêdikin,yên bajarên wan diþewitînin, yên destên xwe dirêjî jinên miletê wan dikin ku bi dest wan bikeve, an gerîlayekî ku ev 29 sal carekê xwarinek bi tewaþ nexwariye û gerîlayekê ku nizane mekyaj çiye û ew canê xwe dikin mûmek ji tabloya Kurdistanek azad..!
Yên wek quriçiyan, li her parçeyekî ji Kurdistanê û di her demekê de bi navekî bûn qut nebûn, lê wan nikarîbû xewna Kurdistana azad di hemî deman û li her paçeyekî ji Kurdistanê di hiþ û canê miletê Kurd de vemirînin.
Aniha û ez van pirsan ji te û ji xwe dikim, ez nizanim gelo di 3007an de dîsan wê quriçî hebin? Wê bi vê pirbûnê bin? An wê Tirk wan wekî xinizên di þoreþa Þêx Seîd de xelat bike?
01/01/2008-Qamiþlo