|
Kerîmo-26/03/08-Swêd-
KAWIK Û MAWIK Rêze film Xeleka çaremîn Ziman
Mawik. Mamoste kawik! Kawik. Fermo mamoste Mawik, Mawik. Pirsek min jibo ziman heye. Kawik. Ziman perçeke ji goþt û rehan pêk tê,mîna hespekî serxwoþe, ku serî ji xwediyê xwe sitend mala wî wêran dike. Mawik. Mamoste min pirsa ziman kir,zimanê Kurdî . Kawik. Iii biborîne, fermo çi pirse? Mawik. Jibo ku mero wilo bi zimanê Kurdî wek hemû zimanan biaxife çi jêre lazime xeyo? Kawik. Ya pêþî gereke darek di destê mirov debe ,û li serê yê mîna te xîne. Mawik. Çima bavê min çima? Kawik. Ma wê serpitikîna zimanê te were þewitandin ku tu di þûna gotina lazim de gotina pêwîste bi kar bîne hêh! Mawik. Qisûrê efûke,meqseda min ne ev bû . Kawik. Xwedê mala te biherifîne,te pênc gotin, çar gotin ji wan bi Erebî bûn. Mawik. Çare? Kawik. Jibo rasteqîna berhevkirina nevîtirtirka zimanê me.mamostetî pêwîste û gereke em tev bi vî awayî tevlivingînê bikin. Mawik. Hema bi namûs kesekî ziman li ber çavê me reþ nekir ji yê mîna te pêve,û ji tirsa yê mîna te ku bi me nekenin em hew diwêrin bi zimanê xwe biaxivin. Kawik. Jibo ringepinga rasteqîna miminîkirna serþewkirina(di vê demê de Mawik ji wir diçe û Kawik berdewam dike) dadmendpayîna berhevok û leklokekên rêzimanê.(Mawik ne li wire ji xwe re dibêje) hema bi þeref ez jî nizanim bê ez çi dibêjim û hew
DESTPÊK Nivîs;Kerîmo Derhêner:Hûn
KAWIK Û MAWIK Rêze film Xeleka Sêyemîn DÎROK
Kawik. Mawik tu zani dibêjin dîrok xwe dubare dike. Mawik. Erê lê ne wiha dibêjin. Kawik. Çawa dibêjin? Xwezî carekê te gotiba raste kawik, ev gotina te raste! Mawik. Erê law, her kes dibêje dîrok carna xwe dubare dike, car na. Kawik. Hi hi, ev raste. Carna lê ya her gav xwe dubare dike kuro, her roj xwe dubare dike,ê hingî xwe dubare dike wextî verêþe ha.ev dubarekirin. Mawik. De bes tu jî dubare bik, te madê mi li hev xist, tu çi dixwazi bêj. Kawik. Weleh ez nizanim, lê em gelekî xwe dubare dikin lo. Mawik. Erê kuro çawa ? Kawik. Hema ji dema Kawa yê þanoger de. Mawik. Kawa yê hesinkar ! Kawik. Ez dizanim lê min nexwest ez dubare bikim. Mawik. Ê çi ? Kawik. Ê ji wê demê ve em serhildana li dar dixin û em rûdinên û careke din li dardixin û rûdinên,û careke din.... Mawik. Û careke din û quzelqwert, ma tê çend caran dubare biki ! Kawik. Ez li gorî serhildanan, bê çend serhildan li dar ketine. Mawik. Serhildanê Kurdan tev. Kawik. Erê hîn partî jî mane, divê ez bêjim me partî ava kir û me partî ava kirin û.... Mawik. Û mirin ! Tê bihêle go xwendevan jî verêþin....
DESTPÊK Nivîs;Kerîmo Derhêner:Hûn
KAWIK Û MAWIK Rêze film Xeleka dûyemîn KURDISTAN
Mawik: Roj baþ hoste. Kawik: Roj baþ, xêre çi li cem te heye? Mawik: Ji kerema xwe re min ev welat aniye dixwazim tu wê ji min re biselihine.(temîr) bike Kawik: Çi welate? Mawik: Kurdistan. Kawik: Çi mudêle? Mawik: Mudêla weleh ez nizanim Kawik: Û çima wilo zû ,çi pêve heye? Mawik: Gelekî banzînê dixwe,û zeytê diheribîne,û carna jî dixanê derdixe,û yê ku li ser kursiyê wê rûdine pêve dizeliqe. Kawik: Ho ho kar gelek jêre lazime bavê min, divê ji nûvre motorê wê were þûþtin,va dixeniqe xuyaye hûn gelek bihevre lê siwar bûne,çimkî va dûlab jî fisiyane. Mawik: Wê çiqas lê here? Kawik: Ez bawerim wê heqê du welatên nû lê here. bi ya min bike bavêje û welatekî din ji xwe re bistîne ,wek Almanya mudêleke pir kevne lê tebûte ha! Mawik: Na bavê mi, emê pê biteqtiqînin heya em çarakê jêre bibînin. Mawik: Oxir be, de her kezeba xwe pêre reþke..!
DESTPÊK Nivîs;Kerîmo Derhêner:Hûn
-------------------
KAWIK Û MAWIK Rêze film Xeleka yekemîn Saykis û Pîko
Kawik: Doh mi xewnek dît ê nayê pesin dan. Mawik: Ê ka bêj te çi dît. Kawik: Ez wilo li deþtekê bûm Mawik: Immm Kawik: Heyv ji asîman hêdî hêdî xwe berdida xwar, Mawik: Êêêê Kawik: Û mêþek hingiv ji gulekê xwe davêt ser ya din, Mawik: Bijî, êêêê Kawik: Û þalûrek li qirþikan digerîya, Mawik: Ew çima? Kawik: Ji sedî sed jibo hêlînekê çêke,ez wilo ji xwe re dimeþim min dî çem , Mawik: Ê û dûvre. Kawik: Ew herdû çem wek du birayên cêwî bi hevre dimweþiyan. Mawik: Maþeleh, êêê. Kawik: Ez serê te neêþînim ,heyv winda bû û roj derket,min dî go ez li ber golekê me, Mawik: Îca ev ji ku derket, nuha du çem bûn. Kawik: Min li ber golê dî du zilaman piþta xwe a wilo dane hev,eyn ha wilo wek nuha ,û her yek li derekê dûr dinere, Mawik: Li çi dinerîn? Kawik: Nizanim lê min dûrbîna xwe ji qirika xwe derxist. Mawik: Dûrbîn? Kawik: Erê lo ji pêþîde bi min re bû min jibîr kir ji tere bêjim , Mawik: Neyse û dûre? Kawik: Min bi dûrbînê li hêlekê nerî yê go yekî ji wan dinerî,min dî birceke pir mezine û tev hesine. Mawik: Ê ev Parîse li Firensa ye. Kawik: Erê ez zanim ,min li hêla din nerî min peykerekî bi (.....) Mawik: Ê ew jî Londone li Ingiltera ye. Kawik: Erê raste, min nas kir go ev herdu kes Sayik û Pîko ne. Mawik: Te çawa ew nas kirin? Kawik: Çimkî herdiwan jî di ber xwe re d got „.xwedê ji me re nehêle go me ev welat perçe kir!“.
DESTPÊK Nivîs;Kerîmo Derhêner:Hûn
Jor û Jêr
kurete þanoyek bê perde. Dekor:Kavileke li derekê Ronahî: Ne vêketî û ne vemirandîye. Mûzîk: Hûn ji xwe re deynin. Wî got. Ez kole û perestvanê teme Wê got. Tu dixwazi min û yezdan bike dijminê hev. Wî got. Ez dibim perestvanê yezdan ji bo te. Di guhê wî de got. Ger tu bû perestvanê wî, te çi ji min re hiþt! Wî got. Ez kole û perestvanê we herdiwa me. Bi guhê wî girt û got. Ma tu nizani jin ji hevpar û þirîkan heznake! Wî got. Min bi arê xwe bisotîne, ger min hevpar û þirîk ji tere anîn. Wê deng nekir. Bi nazdarî û bi xêreman meþî û got. Pepûko ez bihiþtim ne agirim. Wî berê xwe da wê û got. Hergav beþê jor di jinê de Rênase jibo çûna jêr. Û beþê jêr jî Rênase jibo hilkiþîna jor
Destpêk
Nivîs: Kerîmo. Derhêner: Hûn
23/03/08-Swêd-
Strana berxwedana baþûrê Kurdistanê
De bêje
mêrxaso!
|
|