|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Strana berxwedana baþûrê Kurdistanê

Kerîmo
kerimo_kerimo@hotmail.com
De bêje
mêrxaso!
ko kurd ji tîna agire
ji çiyan jî kevitire
ji asman bilind tire
ji sawêran mestire.
De bêje!
ayeta berxwedanê
her emin welat gule
li dor wî em kelemin
her misteke vî warî
ji wîre em bedelin
em ronya welatin
Egîdin.Mazlûmin
Zîlanin û Eylemin.
De bêje!
Ji mirnê em
jîn di afrînin
destanên me
ji xwer bixwînin
teyrê Bazin
nayên girtin
em Bahozê
bi gurgurînin.
De bêje
Berxwedan ayeta meye
jîna bi rûmet doza meye
li ser rûkê zinarên me
rev û tirs ne têdeye.
De bêje!
tu cîran bî
em birane
ger tu gurbî
em Ejdehane
tu dilxwaz bî
em aþtîxwazin
tu þerxwaz bî
em belane.
De bêje!
Di destek min de
bihuþta ayê ferdewse
li hêla din
damara mêrxasê kurde
awira ciwanek merde
tilîla dayka bi derde
tola wê keça sêwîye
tola wî lawê bê cîye
rûmeta gelê rêwîye
de bêje…