|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Aha ji we re rovokasyonek din

Sîmon Kolo- 30/11/07-Mêrdîn- Belê, keþeyê me Suryanîyên Midyadê Danîel Savci hat revandin. Herçiqasî rastîya revandina wî kifþ nebûye jî, lê dibêjin nijdevanan 300 hezar euro fîdye ji Suryanîyan xestine. Bêguman ev gotin û fesadîyên dewletê û çapemenîya wê ne. Lê rastî her tê veþartin û dixwazin di bin navê fîdyê de meselê bigrin.
Li gora min rastîya bûyerê vekirî û eþkere ye. Dewleta Tirk bi revandina Danîel Savsi dixwaze Kurd û Suryanîyan bera hev de û dostanîya herdu alîyan têk bibe. Ji xwe ji berê de jî dewletê fitne û fesadî dixist navbera herdu milletan û ew bi hev didan kujtin. Hem li nêl dixistin û hem jî li bizmêr.
Ji serî de hema yekser çapemenîya dewletê revandina keþeyê me xist stuyê PKK û berê meselê da dijminatîya Kurdan.
Ma li bîra we nayê ku di salên 90 î de bi hezaran Kurd û Suryanîyên welathez bi destê Mehmet Agar û Tansû Çîllera heram hatin revandin û bi navê „faîlî meçhûl“ þehîd ketin! Ez dibêjim revandina Danîel Savci jî parçeyek ji plan û lîztikên dewleta Tirko ye û hew! Çima heta niha keþeyên me nedihatin revandin babam?
Werhasil, divê em Suryanî û Kurd hay ji xwe û provokasyonên dewletê hebin û hûn ji min re sax!