|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Kevir û kûçik
Cembelîyê Botî 25/03/08-Hekarya- Ev bûn sê rojin li bajarê Hekarya û navçeyên wê ji ber þahîyên Newrozê û arêþeyên wê di nav xelkê xwecîh û dewleta dagirker tevlihevî didomin. Ev sê rojin dikan hemî girtî ne, xelkê xwecîh di nava dudilîyekê de ne û li benda sekînîna van bûyer û arîþeyan e. Piranîya malbatan di malên xwe de bê nan mane. Lê ne dewlet, ne jî dilxwazên DTP naxwazin dawîya arêþan bêt. Ew jî ne bes e, armanca Newrozê , êrîþên dewletê û nerazîbûna girseyan, di guhêrîn, rê li ber wan berze dikin û berê wan didin Erdoxan, Apo û walîyan. DTP yî, ji me çêtir dizanin ku ew karê dewlet û artêþa wê ye. Divê ew di bûyeran de bibin armanc. Lê wûsan nakin! Lêre dema ez li welat bûm hat bîra min. Dema em li welat bûn, carnan diçûn gundan. Hêjta em li qiraxa gund kuçikên gund bi êrîþ dihatin pêþewazîya me. Me jî bi keviran xwe diparast. Me kevir bi kijan alî de bihavêta kuçik jî diçûn wî kevirî. Bi vî rengî em hinekî pêþde diçûn. Me lotikek xapanok li kûçikan dixist û berê wan dida kevirên me havêtî. Kûçikan fahm nedikir ku bên me û ew destê me yê kevir tavêtin gezbikin, lê diçûn ew kevirê me dihavêt gez dikirin. Ev rewþ heta me kûçik ji xwe vedikirin an jî xwedîyê wan berbi me ve dihat dom dikir. Îcar DTP î yên me jî wusan li girseyan dikin. Yê keviran tavêt dewlet û artêþa wê ne. Lê ew berê girseyan didin Apo,Erdoxan û walî. Ji tirsa ku wê DTP hilbijartinên herêmî winda bike û þaredarîyên xwe têxe destê AKP, çi ji destê wê tê tîne serê vî milletê reben. Qey bextê vî milletî reþ e bavo, ma em bêjin çi!
|