|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |
TIRRA KESÎ WEK YA AXAR BÊHN NEDA

Faris Kilso
Qurba dibêjin Xwedêgiravî heger mirov tiþtên ji malbata Baqilxanê mîna nok, nîska nehêrdî, fasulî, baqla gamêþî û lepê bixwe êdî girîna ewrê biharê dikeve zikê mirov û mirov goman dike ku dê sêlaveke mezin rabe û herderê xanîxerabe bike.
Azîzanên xweþawîst! Wek ku herkes zane, bayê ku ji zik derdikeve bi du cura tête þirovekirin: yek fis û ya din tirrr e. Qurba tir deng dide lê bêhn jê nayê lê fis bê deng e û bêhn dide. Lê vê sosreta ku kesî nedît; Mihemed Axar li herêma Kurdistan tirrek kir û geleka ji xelkê me þirove dikirin û digotin:
-Bêhna indekowê ji tirra wî mêrê nehazir têt! Dilê xwe xweþ dikirin ku ew dê ji me re dinyayê bike Bihiþt û bexçê Îremê.
Êdî zeman pir neçû Mihemed Axar li Denizliyê tirreka pirr genî kir û got:
-Hûn bizanibin heger ez werim ser hikim, ez sozê bênamusî didim ku ez Kerkuk û Musilê bînim ser axa Tirkiyê.
Mixabin, kesî ji bilî Lotikxane û jinek bi nave Kazikdemir tiþtek li ser wê tirra genî nenivîsand. Gelî kurdên bêmêjî! Heger hûn vî qerekuþ nasnakin, vê nivîsandina Lotikxanê bixwînin.
Ew qerekuþ ji kadirên destbixwînên 1993 ye. Pêwîst e em jî wek ermeniyan wesiyetê li nevî û nevîçîçerkên xwe bikin jibo Silkê kupêgû, Çilkirê, Dogkero, Qozakguliserû û celadên mîna wan jibîr nekin. Wan welat ji goþtê gundiyan, xwendevanan, karsazan, melên mizgevtan, þêxên terîqetê, kebaniyên malên giran, minalên ber himêza dayîkan, pîr û ciwanan kiribûn sûka goþt. Wan gund wêrankirin, bax û bîstan þewitandin. Wan war, gelî û zozanên Kurdistanê hemi kiribûn elxam, gulên rokêtan û mîna destê vî zilamî ketiya xwîna gelê kurd. Wan her der kiribûn newala xwînê û herkes kiribûn tawanbar. Ev kewadirê cehenemcimhuriyetê ne. Ev kurmamê derwêþ begê ne ku qira xelkê geliyê Zîlan anîbû.
Hozanekî kurd wiha dibêje:
“Derwêþ begê nîjdevan bû
Herder gelî mezbexan bû
Ji þewatê tev dûman bû
Tim gurgura firokan bû
Ser dibirî wek celad bû
Xelkê Zîlan bê xeta bû
Gelî ji xwînê sor dibû
Ji ber zilmê ket hiþk dibû”
Ew torinê Kara Bekir û Kara Kazim in. Piþtî têkçûna serhildana 1925an, wan serê mirovan dibirîn û bi xwe re digerandin. Wan jin, zarok, mêr girtibûn, xistibûn mizgefta Amedê. Girtiyan guh li dengê cendirmên nobetê bûn, ji hev re digotin:
-Hingî ku ez îþev çûme cem jinan, xwîn ji min tê.
Kesên wan rojan jibîr dikin hir bênamus in!
08/12/06