Faris Beg

    sserbesti_1@yahoo.se

 

 

 

Çiya avis bû, za û çêlîkek miþkan jê re çêbû

 

Ev salek e ku zirtikvan, karbidest, serleþker û serokpartî dikin kewtekewt. Hemû dixwazin desthilata kurdên baþûr sernexun bikin. Çiqas roj e hemû weke bizina birçî dikin warewar. Ji demoqratên wan heta dîndar û qomunîstên wan gefan li kurdan dixwun û dixwazin êrîþî Kurdistana azad bikin. Pêþiyên me gotine: ”segê ku raje mirov, ji durî ve nake kewtekewt”. Bi gomanên min me careke din jî gotibû: “nabera þûrkiþandin û þûr weþandinê hezar sal in.” Em rewþa kurdên baþûr zanin, tirkan nasdikin, rewþa ebûriya wan li ber cav e, Kurd û Emerîqa hev naskirine û Emerîqa bi xwe halêhazir dewleta Îraqê îdare dike û diparêze. Kurd ne dewleteke serbixwe ne. Ew jî beþek ji dewleta federal in. Fermo! Zirtikvan. Fermo qehremanên zirtan. Fermo devþirê çenebaz. Bi xwîna þehîdan! Heger ew herin Kurdistanê, rewþa wan dibe weke Yogosilaviya. Mam Celal û Mesud Barzanî siyasetê fam dikin û qet tika ji tirkan nekiriye jibo ew êrîþî Kurdistanê nekin. Telaþ û strez ji wan re çênabe.

Hemberî dewleta faþîst, hîtlerwarî û komkuj gelê kurd li kû dibe bila bibe, lazim e liber xwe bide. Îro roja xîret û namusê ye. Et gelê arî! Namus hatiye ber derî. Lazim e dilê te bi vî dijminê xedar neþewte. Dixwaze li welat, dixwze li kîjan qera dinyayê be, hemberî wan têkevin nav þerê xîreta mêrxasiyê, rûmet û kerameta însanetiyê. We bi cavê serê xwe dît bê nunerên meclisê çi hikim dikirin. Mirov digot qey kujdare bavê wan destgirtî ketiye destê wan. Kurdê ku dostê wan be, ew jî weke wan e. kurdên ku bûne perlemen û destên xwe ji wan re lihev dixistin, ew jî weke wan tawanbarin. Kurd hemberî wan çibikin mubah e.

Gelî Kurdên li her warî! Mirina bi þeref çêtir e ji saxiya bênamusî. Gelî kurd! Heger tu çahþ be jî bifikre bê ev çiqasî hov in, barbar in, çêlîkên Hulago û Cangîzxanê xwînrêj in. Ew qet nabin dostê te. Welew ew bi serê lêvan ji te re dibêjin “merheba” lê ew di dilê xwe de gotinên nexweþ ji xîreta te re didin. Wextê ew diçin mala çehþekî, ew çav berdidin jin, keç û bûkên wî. Tarîxa van reþ e û ew qet nebûne dostê mirovatiyê. Ew qet nebûne demoqrat û qet jî  nabin. Lê heger tirs li wan çêbibe, ew dê ji her tiþtî re ser bitewînin.

Weke ku min kurdên baþûr naskirne, ew ser ji tirkan re natewînin. Wan ser ji Saddam re netewand. Ji destpêka þerê Barzanî heta ku Saddam li ser hikim bû, wî hemû teknîkên þerî hemberî þoreþa Kurdan pêkanîn. Wî rojnamevanên welatên eraban û dinyayê bertîlkiribûn jibo dengê þoreþê negihînin dinyayê. Wî beþê neftê mezin dikir pere û hemberî Kurdan bikar tanî. Wî welatên misilman bi bertîlê razî kiribûn. Perê quran û pirtûkên mizgeftên misilmanê ewrope ji qîbelê Saddam ve dihate fînansekirin. Perê melên mizgeftên ewrope rejîma Saddam didan. Saddam dinya li ser serê Kurdan kiribû yek lê Kurdên baþûr serî jê re netewandin.

Tirk dixwazin rêvebirên Kurdistana azad çavtirsandî bibin lê ew yek li wan xire. Ew zanin ku ew îro ji wan re bêjin: ”fermo! Werin û þerê PKK bikin”, ew riya teslîmiyetê ji wan re vedikin. Kurdên baþûr di siyasetê de koçek kurisandine. Ew zanin dema ew weke rejîma fisqulên Suriyê li xwe bikin, êdî kes cilekê naxe bin wan. Siyasetvanên baþûr zanin ku tirk nikarin werin Kurdistana azad û herêmê dagîrbikin. Tahta ku wan li ser riya, baranê ji mêj ve  þûþtiye. Siyaset gir û govend in lê ku mirov nemêrxas be, dijmin weke pisîk û miþ bi mirov dilîze. Desthilanîn fereca xêrê ye. Destên tirsonek naçin ser sîngên spî. Tecrûbe û serpêhatî ji sed nesîhetî çêtirin. Tirs tu derfetê nade kesî lê mêrxasî sed derî li ber mirov vedikin. Serpêhatiyên kurdan û tecrûbên wan pir in. Ew xwedî hêz û qewt in. Ew li ser xaka xwe ne û dijmin dixwaze þerê wan li ser xaka wan bike. Lê bila neyête jibîrkirin heta ku tirk þikestineke mezin nexwun, ew dê serî li van hêreþa bidin. Gelê dinyayê û dostên kurdan jî bi vê yekê serwext in. Heger ew li ser vê fikrê bimînin, di pêþ de þer di nav Kurd û tirkan de ji bivênevê ye. Tirkan tim bi tevger û hereketên xwe Ermenî, Rom û Yunanî kêmkirine lê Kurd xwe naxin rewþa wan. Jiber ku tirkan Kurd famkirine, ew dixwazin ji vêga ve wan çavtirsandî bikin.

Dijminê Kurdan tim istîfada ji kurdan kiriye. Wî ji qomunîstên kurdan, dîndar, lîberal, þêx, beg û axayê wan kriye. Saddam kurê Barzanî, Ubeydulah, serokê eþîra Zêbariya, Eþref û serokê eþîra Berwariya, Nasir Beg li ber Mele Mistafa rakiribûn, devê kîsê pera ji wan re vekiribû lê wextê wî girêka xwe bi piþt werîs dixist, wî derseke baþ dida wan. Hinek kurd tim dixwazin tawanbariyê têxin stiwê PKK lê ew di fikra xwe de þaþ in. Bila siyaseta wan, sloxanên wan û tevgera wan ji ya PKK cuda bin lê dema ew li cihê çakuçê dijmin xin, ew bê lamûcîm dikevin torê û dibin hevalbendê wî. Goman neke ku heger PKK xelas be, dijmin dê weke mirov li te binêre. Fikir neke ku ez milîtanekî PKK me. Rastî ev e. Bila kes wê xeyalê ji xwe re çêneke. Heta dijmin bi ser ketiye, wî ji hink kurdan re çav þikandiye lê wî dostanî pê re nekiriye. Gotina Kurd û Kurdistan kabusê xewna tirka ye.  

 

Hostenecar! Raze weke her car, Xwedê yek e derge hezar.

   

Xîret û þeref bike sembol

Serî rake jê re nebe hol

Ger jê were ew te dike sol

Xîret bike neke bolabol

 

Xwe rapêçe jibo vê cengî

Sertewandin qet fêda nakî

Yan tirs û lerz û bênamusî

Yan serbilind û serfirazî

 

Heta xedê hela Xwedê

Þeref xweþ e heta merqedê

Mebe tolê wî li nêçîrê

Sto derxe ji qeyd û zincîrê

 

22/10/2007

 

Nivîsên berê

Dema hêka mirîþkê tê, dike kareka

Mirîþk balindeyek e, li gundê Kurdistan û li gelek dinyayê xelkê gundan wê xwedî dikin. Ji cihê hêkkirina hemû balinda re dibêjin: ”hêlîn” lê ji cihê hêkên mirîþkê re dibêjin: ”motik”. Motika mirîþkê bi piranî di axur an di kadînê de ye. Bi piranî jin bi karê malê ve dilebikin û ew motika mirîþkê li cihekî ku ew bi rihetî karibe tê de hêk bike, amade dikin. Jin tim hêkekê di motkê de dihêlin jibo mirîþk li ser wê hêkê rûnê û hêk bike. Wextê mirîþk hêkeke nû dike, mirov wê hiltîne û motik li cihê xwe dimîne. Wextê hêka mirîþkê te, ew rast berê xwe dide ser motikê. Lê heger cihê ku ew lê hêk dike girtîbe, heta jê tê ew dike karekar. Ew jî weke mirovê ku destava wî were, lê qedemga girtîbe. Insan jî dixwaza bike qêrîn lê ji þerma nake. Lê mirîþk li nêzîkî motika xwe diçe, tê û dike karekar. Gelek cara dilê mirov bi halê wê diþewête.

Weke wê mirîþkê li karbidestên Tirkan hatiye. Berê sînorê Kurdistanê weke motka mirîþkê ji wan re vekrîbû, çi dema dilê wan dixwest, wan bi leþker û balafirên cengê þerê çol û beyaran dikirin. Vê carê Emerîqa deriyê motikê li mirîþkê girtiye. Zirtikvanên dewletê dikin karekar, serokleþker dibare, serokdewlet, dihîre, serokwezîr, dinale û nîjadperest gu bi melhêban didêrin. Ji PKK zêdetir kula Kurdistana azad di ser dilê wan de þaxdaye. Mesele ne PKK ye. PKK di 93 de 35 leþkerên wan bi çek kuþtin. Keçekê li bajarê Dêrsim xwe di nav leþker de teqand û gelek serbaz hatin kuþtin. Lê erkanên dewletê weke îro nedikirin karekar. Hilbijardina Kerkukê nêzîk e, rêveberiya Kurdistanê bi hinek saziyên biyanî re peyman li ser neftê çêkirine, hêzên pêþmera dibin ordiya bi nîzam. Kurd êdî weke berê bi bazirganê tirkan re mamelê nakin. Welatên asiya di ser Îranê re jibo Kurdistanê bazirganiya xwe zêde kirine. Dewletên ku qedera dinyayê bi destên wan ne, balyozxanên xwe li Kurdistanê vekirine. Milî hasilat jibo her yekî li Kurdistanê ji ya tirkan pirtir e.

Serokê partiyên Emerîqa mixalif û hikim pêkve dixwazin Kurdan bikin dostên Stretêjî û wan biparêzin. Berpirsiyarên dewletan diçin Selahedîn û serokê Kurdistanê, Mesud Barzanî, pêþwazî li wan dike.

Tirkan tim kurd ji xwe re bindest dîtine, heqaret li wan kirine, ew miletekî ne milet qabulkirie. Wextê navê Kurd hatiye qalkirin, Tirkan þoxî bi wan kiriye. Li gorî felsefa dîrokvanê wan Kurd beþek tirkê çiya bûn. Îca ji Japonê hata Çîn û Emerîqa rêz ji Kurdan re digrin. Hemberî vê kerîsatê Tirk weke mirîþka bi hêk bikin karekar, ecêb nîne. Bêlome be! Ew gelek xewnan dibînin. Tiþtê ku Kurd nizan ew di xew de dibînin. Weke serpêhatiya ”Diyam Biyam Fo” tête xewna wan.

Deriyê motikê W.Bush girtye. Fermo! Heger gezineke we hebe, hun dikarin jê bikin. Bi gomanên min heger ew ewrê tarî berfa xwe bibarîne, dê maxên xanî bi ser we de hilweþin. Komkujiya sê milyon Ermenî yekem mijara Ewropa û Emerîqa ye. Karbidestên Tataran vê yekê zanin. Weke berê Cengîz û Hulako nikarin bi gîzma bi xwîn li ser xaka Ewropa û Emerîqa bigerin. Ewropa û Emerîqa berê bi kominîsta Rusya ve lebikîbûn lê xwedî wijdan û hêzên demoqrat karîsata gelê Ermenî weke Cihowan jibîr nekirine. Dûr an nêzîk dê hemberî gizma xwînê dadgeh were damezrandin. Bi sed hezaran hestiyên Ermeniyan li geliyê Talûliyê, dewqê Kedînko, dora Kêrsê û Geliyê Bedlîsê di bin erdê de dinalin.

Qêrîna jin û zarokên wan tim di guhên nevî û nevîçirçirkên wan de weke têlên temburê deng dide.  

Sed hezar leþker bi balafirên cengê, çekên moderin digel milîsên herêmê  bê þerm û bê fedî li ser çiyayê Kurdistanê ketine dûv pênc keç û pênç kurên ku jibibî kelenþîkofê tiþtek di destê wan de nîne.

Li cihekî din serokkomer, serokwezîr xwe misilman didin nîþandan û jibo Xwedê rojiya Ramazanê digrin.

Xirpo namek ji serokê Emerîqa re þandiye û jibo qabulkirina komkujiya Ermeniya hereþê lê dike. Yanî dibêje:

-Me çi kiribe, heqê kesî nîne me tawanbar bike. Me komkujiya Ermeniya û Romên Qibrisê kir. Me Mermenî kuþtin jiber ku wan kuþtina xwe heqkiribûn. Me civateke xwerû li welat afirand. Me demoqrasî bire Qibrisê. Em kurdan dikujin jiber ku ew xwe nakin tirk. Dilê me heye em vê demoqrasiya bê mînak bibin Ewropa. Me sala 1938 Antakiya û Skenderûnê ji ereban stand jiber ku wan nikarbû xwe bi rê ve bibin. Niha jî Kurd dixwazin li Îraqê bibin tiþtek. Heta yek neferê me hebe, em wê yekê qabul nakin. Ewder di zamanê qedîm de di bin gîzma siltanê me de bû. Ji bîr nekin ku destê me dirêj e, ji Ernawot heta Qafkasiya tirkê me ne.

Zirtikvan, serokwezîr, serokdewlet, karbidest û hêzên perezît PKK dikin bahane û dixwazin bi gîzma bi xwîn pê li xaka Kurdistanê kin. Ev sala 24 ye ku tirk þerê PKK dikin. Em ferz bikin ku hun çûne ser çiyayê Qendîlê û we kesên wir hemû kuþtin, gelo hun bawer dikin ku PKK qediye? PKK bûye qurumeke mezin.Wê li Îran, Suriya, Tirkiya, Ewropa û Emerîqa þax berdaye.

Cara yekem sala 1984 PKK dest bi þerê çekdarî kir. Gotina wezîrê navxwe wê demê, Akbulut, li bîra her kesiye. Wî got:

-Ez dê solên eþqiyan ji lingên wan derxim.

Li gorî wî PKK di zerfê deh rojan de diqediya. Lê ew roj bi roj bi qewt bû

 

Wî nikarbû tiþtekî bike. Wê wextê serok wezîrê tirkan, Turgur Ozal, li ser hikim bû, di nav gelê tirkiyê de xwedî rûmet bû, li nik Ewropa û Emerîqa cihê wî bilind bû. Ew mirovekî gelek jîr û zanabû. Wî bi hemû hêl û qewta xwe nikarbû þerê PKK rawestîne û wê ji binî rake. Wî hemû metod bikar anîn lê dawî wî îman bi rabê Musa anî û xwest guherdinekê li herêmê çêke. Lê tarîtiyê ew di nav xwe de bizir kir.

Serê dar bi gu ye û binê dar bi guye. Hun destê xwe bavîjin kîderê dê gu têkeve destê we.

Êdî hêka mirîþkê tê lê deriyê kadînê girtiye û ew nikare here ser. Jiber jana hêkê ew dike karekar.

10/10/2007 

 

 

ÇI DIKE JÊ RE XERAB E

 

Van rojên dawî karê Tirkan xerab bi rê ve dice. Ew li Îranê dixwazin bazirganiyê bikin lê mam Bush serê qamçî di bin ebayê de dide nîþandan. Ew dixwazin Awropa bixapînin lê awropa berî wan ders dayaye Iblîs. Ew hewara xwe dibin Emerîqa lê Emerîqa zana bi çi di bin kumê wan de ye. Wan nedixwest kurd di welatê xwe de bibin xwedî gotin lê Kurd haziriya xwe ji serxwebûnê re dikin. Wan dixwest bibin þirîkê nefta Kerkukê lê aþekî mezin li ser serê wan geriya. Anî ew

 

li werîsekî digeriyan lê qetikekî bi rêx jî nekete destê wan. Wan xwest Evdileh Ocalan têxin dewrê lê çênebû. Wan hewara xwe bire Altux û maltux lê ew jî beyhude çû.

Ev salek e ku ew dixwazin bi mafîka PKK herin herêma azad lê Kurd û Emerîqa rê nadin wan. Wan serokê çahþê baþur û rêzbêndên Saddam li Stanbolê kom kirin lê wê jî cih negirt.

 

Wan xwestin beþekî ji Þîîan bi kar bînin lê ew jî pêk nehat. Wan xwestin serok wezîrê Îraqê û wezîrê navxwe têxin dewrê lê çênebû.

 

Weke lîstika satrincê ew dikin nakin nikarin fîl, rex û ferezîn têxin destê xwe û Kurdan mat bikin. Lê satrinczanayê gewra, mam Celal li masê ye û baþ fenên lîstikê zana. Ew pêþmerge bû, li Suriyê, Îranê û Îraqê maye lê qet rojekê baweriya wî nahatiye ku bi mêvanî jî here Tirkiyê. Ew îro serokkomerê dewleta Îraqê ye û jibo Emerîqa dostekî ezîz e. Heger bête bîra me; wextekî ew hate Tirkiyê. Rojnamevanên wan jê pirsîn:

-Gelo hun dixwazin fêrî Tirkî bibin?

Mam tizbiya sed lib di destê xwe de bir, anî, keniya û got:

-Ez dê keçeke Tirk ji kurê xwe re bînin. Wextê neviyek ji min re çêbibe, ew dê mezin bibe, li tirkiyê dibistanê bixwîne û min fêrî tirkî bike.

Mînaka wî weke yê ku deynê wî li ser zilamekîbû. Xwediyê deyna hate nik zilamî û deynê xwe xwest. Zilamê deyndar berê xwe da zinarê hember û got:

-Ha tu van diriyên mezin dibîni? Wextê bû payiz, dê koçer ji zozan werin û vêderê jibo koza pezê xwe bigrin. Pezê wan dê di nav diriyan de here. Hiriya wan dê bi wan ve bigre, ezê wê bidim hev, bifroþim, bikim pere û deynê te bidim.

Xwediyê deyna ji qehran pê keniya. Mêrikê qerzdar got:

Çima tu nakeni, bavê mino? Tu dizanî ku perê te hazir û di binê berikê de ne.

Lîstikvanê satrincê duyem, xwediyê mezhebê ehlê beytê, ÞÎÎA ne. Þêniyên wan li Îraqê ji yên sinan zêdetir in lê piþtî ku her çar mezhebên sina hatine damezrandin, yek rojê dest hilatî neketiye destê wan. Ew li welatê xwe tim weke miþkê bin melkesê ji qîbelê sinan ve hatine perçiqandin. Vê carê kew li darê wan ketiye. Ew bi saya serê Kurdan bûne þirîkê desthilatiyê. Tirk dixwazin lingên wan ji ber wan biþemtînin. Lê ew jî baþ çîrokê zanin.

 

Kalo ji bê kesî û pîrê ji bê nefsî, her dukan li hev pirsî.

 

Yê sêyemîn, serokê herêma Kurdistanê mirovekî  xwedî þexsiyet û kurdperwer e. Di qanuna Îraqê bingehî de madek heye: “dewleta federal nikare bê xebera Kurdistanê tu biryaran bide”.

Bêgoman ev yek jibo hemþeriyê me, tirkan, pir xeter e.

Yê çaremîn, wezîrê derva, Hiþyar Zêbarî ye, kurd e, ji partiya serokê herêmê ye û bi malbatî jî ew mirovê hev in. li dervayä welat, ew dewleta Îraqê temsîl dike.

Ji hemiyan zêdetir, îro Emerîqa û Kurdan hev naskirine.

Tirkiya berî bi 57 salan bûye dostê Emerîqa. Wextê peymana NATO hate pêkanîn gelek dewlet bûne hevalbendên hev. Îtaliya, Holenda, Belçîqa, Îspaniya, Danîmaq, Norvêç, Yunan û Tirkiyê. Çoxê mezin Emerîqa bû. Kesî nikarbû bê wî lingên xwe dirêj bike. Lê Tirkan sala 1974 Qibris dagirkirin. Jibo mana Saddam Tirkan gelek hewil dan. Wan gelek dewlet û þexsiyet xistin dewrê jibo Saddam li ser hikim bimîne lê çênebû. Wan gelek ajan perwerdekirin û þandin herêma Kurdistanê û Îraqê. Jibo ajan bi riya Suriyê herin Îraqê û Kurdistanê wan sefera keþtiyê di navbera Mêrsîn û Lazqikiyê de pêkanîn.

Li ser mesela Skenderûn û Antakiya 66 salan dijminî di nav Suriyê û Tirkiyê de hebû lê wan ew yek rakirin û pêkve ketin nav hewildanê jibo dijminiya Kurd û Emerîqa. Van rojên dawî ew dixwazin sefereke keþtiyan di nav Qibrisa bêqanunî û Suriyê de sazbikin. Hedef ew e ku ew eþqiyan pê bibin û bînin. Ev hemû dijî Kurd û Emerîqa ne. Emerîqa baþ zana bê Tirkiyê çi dike û çi difikre lê lêv ji diranan pêþtir e. Ehmedîgunecad û Hafis eþqiye weke diriyên ser rê ne. Lê bila kes ji Kurdan xemgîn nebe. Ev tir di þelwarê tirkan de namîne.

 

Yogosilaviya di qara Awropa de bû û mesîhî bûn lê me dîdt bê çi hate serê wê.

Rusya yek ji dewltên ku qedera dewletan bi rê ve dibir lê 16 dewlet jê qetiyan û bûn serbixwe.

 

Xwediyê sebrê bûye melekê Misrê.

Hersim bi sebrê dibe helaw.

 

01.10.2007

 

 

Ev sed salin ku Tirk nêçîra Kurdan dikin

 

 

Di destpêkê de jibo jiyanê însanan demeke dirêj debara xwe bi nêçîra lawirên kovî

dikirin. Dem hat û dewran pêre guherî û însanan terzê jiyanê guherdin. Lê ev nêzîkê qernekiye ku dewleta Tirkiyê nêçîra Kurdan li ser çiyayê wan dike û qet guherdinek tê de çênebû.

Karê nêçîrê pir qedîmiye. Berî insaniyet bipêþ ve here, jiyan bi nêçîr, pel û pincar bû. Zilaman ji kevir û daran sîlah çêdikirin û ji sibê heta êvarî diketin dûv rewkirina lawirên kovî.

 

 Însanên wê wextê jî li gorî yên îro weke lawiran kovî bûn. Lê insan nêçîra însanî nedikir. Jinan jî li çol û bayaran pincar kom dikirn û xwe bi wî rengî didebirandin. Li gorî dîrokvanan beþekî zamanî wisa derbasbû. Gelek caran lawirên kovî mirov dikujtin. Gelek caran jin bi giyê dimirin. Wextê êvarî jin dihatin mal, lêvên wan diwerimîn, çavîn wan sor dibûn û diketin halekî pir nexweþ. Gelek ji wan ji xwarina giyayî tesemim dibûn û dimirin. Wan her giya dixwarin û tecrûbe dikirin ka bê kîjan xweþ e û kîjan nexweþ e. Lê bi mirora demê insan þareza bû, jibo paristina xwe tiþtên çêtir peydekirin, tiþtên xwerinê naskirin û hemberî jehrê hinek giyayê din keþifkirin. Wan famkirin bê kîjan heywan xwedî jehr e û kîjan lawir êrîþker e. Heta hate naskirin ku mar û dupiþk bi jehr in gelek zaman derbas bû. Heta hate naskirin ku gur, þêr, piling û hirç lawiran dixwun û mirovan dikujin, gelek wext derbasbû.  

Hate însanan famkirin ku lawiran kedî bikin, daxil û danê biçînin, wan gelek cefa kiþandin û pir bedel dane. Navê hemû giya, mêwa, þînkayî û lawirên ku koþtê wan tête xwarin di pirtukên Xwedayî de derbas nabin lê di nav dîrokê de hemû ji tecrûbên însanan hatine keþifkirin. Jibo jiyanê çi pêwîs be, însanan bedel dana û bi keda xwe gihandine vê dema ku em tê de dijîn. 

Li gelek dewletên cîhanê jibo mafê lawiran qanun hatine nivîsandin û kujtina wan hatiye qedexekirin. Lê jibo ku ew zirar û ziyanê nedin xwezahiyê, salê mehekê wan rawdikin. Rawkirina wan jî bi rêk û pêk e. Di wextê zan, ferx û hêlînkirinê de nêçîr qedexe ye. Her welatek zane bi kîjan lawir li welatê wan hene û jimara wan jî çand in. Li gorî texmînên welatên bakurê Ewropa 200000 gakoviyên wan hene. Her yekî rojê 60 kilo giya dixwe. Her salê mehekê destûra rawkeriyê heye û nêzîkî 100000 gakovî tête rawkirin. Lê her tiþt di bin qontrolê de ye.

 

Lê tu rêz û qanun nehatin sazkirin jibo leþkerê tirkan li ser çiyayê  Kurdistanê waz li nêçîra Kurdan bînin.

 

Nêçîreke çawa dikin?  

Tirk sîlahê dinyayê herî modern bikar tîne. Teyarên ku dewletên mezin di cengê de dixebitîn, ew bikar tînin. Bi topên mezin war û geliyê Kurdistanê diherifînin. Bi sed hezar leþkerî, digel wan sîlahên modern dewlet ketiye dûv 4000 pêþmergên PKK. Zirtikvanên fesadxanê pasnê leþkeran bi kujtin û xerakirina herêmê didin. Ew jibo kujtina mirovan û xerakirina herêmê  qedhan jibo þerefa hev bilind dikin. Hemû bi hev re hisab dikin bê ew sed hezar leþker dikarin çend salan 4000 însan bikujin û çend gundan xerabikin. Fesadên fesadxanê pasnê zabitan didin û sirmê ser milê wan didin nîþandan. Qenalên televizyonên bê xurur zabitin xaneniþîn tînin stodiyo û wan didin xeberdan. Jiber ku zabitên leþkerê Tirkan ji dervayî civatê hatine perwedekirin, jibo dijminiya Kurdan hemû dixwazin xwe valabikin heqaretê li gelê Kurd bikin. Gelek ji wan di yetîmxanan de mezin bûne û bûne zabit. Jibo dilê wan tim req be û hemberî însanan bêþefqet bin, hemû di perwerda seyqolojiyê de derbasbûne. Hemû bûne ribotên zindî. Rêz û nezma beþeriyetê bandor li hikimraniya Tirkan nekiriye. Li gorî sîstema wan wek ya Hîtleri her nifþê xerabiyê hemberî kurdan mubahe. Kujtina wan, talamkirina wan û înkarkirina wan jibo Tirkan weke xwarina nan avê ye. Jibo wan ferq nake. Kurd li kîderê dibin bila bin. Jibo wan navê Kurd bes e.

Hinek erkên civatî hene û mirov jiber wan nikre bêrûmetiyê bike û kerameta însanan biþkîne. Ji roja ku mefhomê mirovatiyê ketiye nav beþeriyetê, jibo baþî û xerabiyê hinek xêz hatine danîn.

 1-Pêxemberan mesela dînî ji ûmetên xwe re gotina, ew bi agirê Dojehê tirsandine û bi çûna Buhijtê heqdarkirine.

 2-Civatên medenî hinek qanun jibo nêrxê mirovatiyê nivîsandine û ji tirsa wan kes nikare tecawizî heqê kesî bike.

3-Gelek însan ji derdorên xwe þerm dikin û ji ber þermê pîsîtiyê nakin. Wîjdan rê nade ku mirov xerabiyê bike.

 

Lê wextê rêz li wan sînoran neyête girtin, mirov kare hertiþtî bike. Qanunên ku Tirkan çêkirine, destur daye wan ku ew Kurdan bikujin, gundên wan xerabikin û aramiyê nehêlin ji gelê herêmê re. Qanunê rê li ber wan vekiriyê ku dijminiya gelê Kurd bikin. Þev û rojê leþker li ser wan latên bilind ketine pey nêçîra gelê Kurd. Gelek Kurdên bêqîmet jî weke tolê nêçîrê didin dûv wan û weke hêstirê ji eslê xwe þerm dikin.  

Dîndar, dînsiz, rewþenbîr û qomunîstên wan weke hev in. Hemû pîvazê miþarekê ne û berowê darekê ne. Kîjan ji wan tête ser hikim ji yên din xerabtir e. Guherdina hikim li Tirkiyê serpêhatiye guherdina nobedarê qebristanê ku kefen didizîn tîne bîra mirovan.

Li welatekî dizek fêr bûbû wextê xelkê mirî dixistin gurê, wî qebir vedikir, kefen jêdikir û difrot. Dawî xelkê biryar dan ku nobetê li tirba miriyê nû bigrin. Yê ku ew kefen didizîn, nobedarê qabristanê bû. Xelkê ew ezilkirin û nobedarekî din girtin. Nîgevanê nû êvarî qabir vedikir, kefenê mirî jêdikir û darek jî dixiste qunê. Xelk li yê pêþî poþman bûn.

Guherdina hikim li Tirkiyê jî wisa ye.  

 

Hellac çiye û ji kîderê hatiye?

 

50-60 sal berê li gelek herêmên Kurdistanê kinc û lîbasên mamelê tunebûn. Gundiyên, ku kanî, ça û çem li gundên wan hebûn, pambu diçandin. Her malekê xwedî cotek, du cot erdê avî bûn. Wan ew erdê avî dikirin pambu. Pambu li cihê sar weke welatê serhedê çênabe. Lê cihê ku hersê mehên havînî deraca germê di ser sihî re be, pambu lê çêdibe. Kesên ku pambu diçandin tir kinc û lîbas bûn. Kincên xelkê cihê ku pambu lê nedihate çandin, kêm bûn. Wê wextê kefenê miriyan jî ji pambu çêdikirin. Çirikvanan pambu diçirikandin, libudiyan yên mina bavê Yusiv Hellacoxlu dijendin, jinan diristin, hêkan caw çêdikirin, denrêþan reng dikirin, yên rengî jibo jinan bûn û yên spî jibo mêran bûn.

 

 NAVÊ BAVÊ YUSIV, HELLAC, JI KU TÊT

 

Bi piranî mirov hebên pambu di meha nînsanê de diçandin. Heta meha tebaxê mirov çend caran tevir û eþiv dikir û avdida. Di dawiya meha tebaxê de gulên pambu dibûn gozik û ew gozik jî dibûn pambu. Mirov pambu ji gozikan dida hev, tanî malê û dixiste xiraran. Heta mirov nifþek diçinî, niþekî din spî dibû. Heta mehek payîz xelas dibû, mirov dawî li spiyê pambu tanî. Gozikê ku tê de diman, mirov ew jî diçinîn, datanîn ser xanî, ew jî li ser xanî dipiþkivîn û pambu derdixistin. Mirov ew pambu ji yê din cuda dikir û cuda hiltanî. Ew jibo heqê Libudiyan bû.

Wextê dibû payîza paþî çirikvan gund bi gund digeriyan û pambu diçirikandin. Çirik cîhazekî gelekî basît bû. Ew ji dar dihate çêkirin lê bisteke hesin û textikekî girover di ber hev de hatibûn sazkirin. Giraniya wê di nav deh. diwazdeh weqîyan de bû. Wê wextê mirov tiþtên xwe bi mêzênê dikþandin. Herdu aliyên wê selik bûn û ji þivên xwîsan hatibû çêkirin. Weqî jî kevirekî reþ weke delakê bû. Her gundekî çend mêzên û çend weqî lêhebûn. Diwazdeh weqî ritilek bû.

Çirik weke dolaba ristinê bû, milê wê hebû, mirov xirarê pambu datanî kêleka çapê, bi milê rastê milê çirikê badida û bi destê þapê pambu dida ber devê wê. Pambu di navbera bistê û textikê darî re diçû. Hebên pambu diketin pêþ û pambu dikete piþt çirikê. Xwediyê pambu dîsa pambuyê çirikirî dixiste xiraran, heb dixistin kewaran, hinek jibo tov hiltanîn û yên din jî didane çêlek, mêþin û bizinên bi þîr. Ji deh weqiyan mirov nîv weqî dida çirikvanan. Carna du-sê çirikvan bi hev re kar dikirin. Wan pambuyê kê biçirkanda, wan lê wê malê nan dixwarin û êvarî lê wir radiketin. Bi piranî çirikvanên herêma Sêrt, Mêrdîn û Amedê mihelmî bûn.

Piþtî çirikê libudî dihatin gundan. Libudiyan pambu dijendin. Kevanên ku pambu pê dijandin, mezin bûn, destikê wan giran bûn û jihên ser kevanî têlên hesin bûn. Li gelek malan kevan hebûn jinên malan pambuyên xwe dijendin lê kevanê wan biçûk bûn û jihên wan ji rêviyê heywanan çêdikirin.

Du- sê libudî bi hev re digeriyan û pambu dijendin. Heþo li ber wan bûn, xirarê pambu li piþta wan bûn, kîsek li milê wan bû, destik û jih tê de bûn. Herderên wan ji pambu spîdikir. Wextê mirov ew didîtin, mirov digot qey qeraþê aþê avê ne. Wextê ew dihatin gund, zarok diketin dûv wan weke ku diketin dûv xwediyê hirçê. Ji bîst weqiyan mirov nîv weqî ji pambuwê gizikan dida wan. Piraniya wan ji Meletiyî û nav lazan bûn.

Navê libûdî bi tirkî hellac e. Navê prefesorê dîroka tirkan Yusiv Helacoxlu ye. Yanî bavê wî li gundê Kurdistanê kevan jendiye, li malên Kurdan nan xwariye û raketiye. Belkî li nav tirkan jî ew kar kiribe. Ez esil û feslê wî nasnakim lê ji 60% ew kes netirk e lê dixwaze bide nîþandan ku ew jî dijminê Kurda ye. Lê heger tirk bizanibin, ew gotinên wî ji bo tirka jî ne baþ in. Li gorî Hîtler wî jibo xelkê Eleman þerê cîhanê dikir lê bi nezanî wî gelê Eleman weke qatil, barbar, zalim û mêrkuj da nîþandan. Xelkê Elaman hember derketin û xwe ji fikra wî parastin. Bi gomanên min Yusiv Helacoxlu nexweþ e û bi zanebûn tiþtekî heyî tunedike.

Tir liku û das liku

Elewîtî liku û ermenîtî liku. Dîrokvanên dinyayê hemû zanin ku Elewîtî ji þerê nav Elî û Miawiye hatiye. Alîgirên Elî û Hiseynê Haþimî hatin navdarkirin bi Elî. Elewî li gelek welatên cîhanê hene. Ew li Pakistanê, Afxanistanê, li Efrîqa û tirkiyê hene. Li gorî felsefa ehlê sinne, ew heftê û çar tayîfe ne. Li hinek cihan ji wan re dibêjin, ”Elewî” û li hinek cihan ji wan re dibêjin ”ÞÎÎE”. Navê mezhebê wan ”Cahferî ye”. Ew jî delîla xwe ji Quranê tînin û xwe misilman qabul dikin lê hersê îmamên din, Ebubekir, Omer û Osman qabulnekin. Li gorî wan piþtî Mihemed heqê xelîfetiyê ji Elî re bû. Elewiyên hinek welatan dînê xwe zanin, mizgeftên wan hene, diwezdeh îmamên wan hene û dewlet mezhebê wan qebul dike. Li Îranê mezhebê ÞÎÎE resmî mezhebê dewletê ye. Diyar e ku Yusiv Gelacoxlu tarîxvanekî nexwendiye, ne tirk e lê dixwaze ji felsefeke þaþ re xizmetekê bike û li ber bilureke vajî dide lotikan. Lê gelek cara xizmetên wisa dibin bela serê mirov û serê mirov jî dixwun. Emîn Çolajan jibo nîjadperestiya tirkan hertiþt di rojnamê de diweþand lê rojek hat ku rojname nijadperest ew qewirand.

Li gorî riwayetê dibêjin mezinek hebû û kurekî wî tiredîhnî jî hebû. Diya wî jê re got:

-Kurê min! Wextê tu çû dîwanxane bavê xwe, li cihê bilind rûnê û gotinên mezin bike.

Þahzade rojekê çû dîwanxane bavê xwe. Civata hazir ji ber rabûn, bi torêz destên xwe danîne ser hev. Wî çavê xwe gerand ka bê kîder bilind e. Cihê ku qehwevan qehwe lê çêdikir ji hemû cihan bilindtirbû. Ew rast çû nik qehwevan û li ser korsî rûniþt. Her kes lê bendê bû ka dê þahzade çi bêje. Þahzade anî bîra xwe ka bê çi mezin e. Wî wisa zanibû ku hêþtir pir mezin e û ji nîþkê got:

-Hêþtir!

Lê civata hazir bê reng liber xwe meyzekirin. Kesî dengê xwe nekir. Þahzade anî bîta xwe gelo çi mezintire. Wî dîsa ji nîþkê ve got:

-Fîl, kerkedan.

Berdevk û kizîrên þahî ber xwe ketin, bi milê wî girtin û dîsa birin malê, nik diya wî.

Ji Çînê heta Emêrîqa bi hezaran însan, alim, rohnakbîr, serokdewlet Kurdan û welatê wan naskirin, li ser dîrok, tore, çand û zimanê wan pirtuk nivîsandine. Morfolojiya kurdan û ya tirkan weke þev û rojê dijî hev in. Zimanê kurdî dikeve rêza zimanê Hind û Ewrope û yê tirkan dikeve rêza zimanê Moxuliyan.

Yusif Hellacoxli dîtiye bê bavê wî çi zelîlî di ber karê libudiyê de kiþandiye. Dewletê ew xistiye cihekî ku derfetên wî zêde ne. Ritba wî bilind e, ratiba wî zêde ye, þifêrê wî taybetiye û nobedarên wî hene. Wextê biharê ker pir kerbeþê dixwe ew gelek ba berdide. Bêgoman dijminiya kurdan îro li tirkiyê mode ye, mafiya, qatil, tecawizker, jinfiroþ û nîjadperestên sextê karê xwe bi dijminiya kurdan bi rê ve dibin. Jibo wan parî ketiye dohn.  

Helac li ser wezna gelac xwe dike dîrokvanê tirkan, kurdan dike tirk û zimanê wan jî dike tirkînî. Bi gomanên min reaksiyon mirov mecbûr dike hegke na mirov xwe neke mixatabê bêmijîkî wisa. Ha ker ziriya û ha wî ew gotin got

23/08/2007

 

-----------------

Hilbijartinên Tirkiyê

Tirkiyê hilbijardineke wisa netîce da ku qet tiþtekî bi wî rengî çênebûbû. Hinek xweþhalbûn, hineka piþta stowê xwe xwerand, di heriyê de man, hineka reve xwe ji xwe re kir desthilanîn. Me geleka bi tûjî êrîþ dibirin ser Axar û þirîkê wî, Uxur Mumcu û neo nazîzt, Deniz Bêaqil. Yek kuþdarê gelê Kurd, sazkerê Hizbîkontra û qesabê welatparêzan bû. Þirîkê wî jî di heqê Kurdan de devgenî û weke segê dermanxwarî dikir warewar. Yên din jî dixwest bi politîka dijî kurd were ser hikim.

Wan li herêma Kurdistanê dengên zêde dernexistin. Diyar e hêdî hêdî beþek ji gelê Kurd dost û dijminê xwe nasdike. Partiya ser hikim dengên xwe zêdekirin. Li gorî Amrîqa, Ewropa û hemwelatiyên Tirkan ew ehwenê þer in. Hemwelatiyên Tirkan êdî naxwazin zabit bikin zirezir û weke partiyeke mixalif tevbigerin. Sufê wan þikest û weke segên ku li dûv nîçîrê mando bibin, li ser dûvikê xwe mexelhatin. Dewletê demekê xwest Leylakê bê deng bike, vê care neh Leyla çêbûn.  

Gerek dewlet dersekê jê derxe.

Çîrokeke kurdî; rovî, hirç, gur û þêr pêkve bizinek kuþtin.

Rovî ji hirçê re got:

-Fero. Beþ bike!

Hirçê ser û pê avîtin ber þêr, rêxwel dana rovî, hestî dana gur û goþtê nerme ji xwe re bir. Þêr hate hidetê û lekmeke dijwar lêxist. Hirç gêj bû, derdorên xwe di virikê de hiþtin û dûvê wê bostekê bi nav heriyê de çû.. Þêr ji rovî re got:

-Fermo. Tu parê bike!

Rovî goþtê nerme da þêr, yê mayî li xwe, hirçê û gur bahrêvekir.

Þêr lê meyzekir, keniya û got:

-Kuro! Te ev aqil ji kê girt?

Rovî li hirçê meyze kir û got:

-Min ji dûvê nav heritê girt.

 

Nîjadperestan jî li herêma Kurdistanê deng dernexistin. Berê partiya Tirkêþ weke nîjadperest dihate naskirin lê partiya CHP di warê nîjadperestiyê de nan jê re nehiþtibû. Sloxanên ku hevalbendên Tirkêþ nedavêtin, Deniz Bêaqil û Altan Oymen davêtin. Kincên wan sifîl bûn lê ritbên zabitan di berîkên wan de vaþardîbûn. Ji niþkê ve kom ji serê wan ket û her kesî keçeliya wan dît. Keçeliya serê wan ji qîbelê Emerîqa, Ewropa û hemû dinyayê ve hate dîtin. Rojnamên þerq û xerbê bi yek dengî Deniz Bêaqik weke Hîtlerê nû anîn ziman. Piþtî ku Neo Nazîztê nû, Deniz Bêaqil, xwe da dest, kesî li tirkiyê bahsa neo nazîzma Tirkêþ nedikir.  

 

Kurdperestên me jî hisabê xwe þaþkirin. Berî întîxabê bi çend rojan hinek þexsiyetên Kurd jî bersiva sîdên Kurdî didan û digotin:

-Heger ez li welat bûma, min dê dengê xwe bidana AKP yê.

Gotineke gelekî þaþ e û jibo welatparêzekî ne laîq e. Mirov kare dengê xwe nede lê mirov nikar ava aþê dijî xwe zêde bike. Di dewra Mûsa pêxember de, sofiyekî 40 salî îbadet kir lê miþkekî mirî tim di nav þaþika wî de bû. Jiber heramiya miþk îbadeta wî bertelef çû. 

 

Riq û kîn jiber çiye?

Li gorî me gelek kesên ku bi navê Kurd û li herêma Kurdistanê bûne namzat, bi kurdî nizanin.

Gotin xweþ e lê nêrîn tewþ e. Heçî ne li þer e, þêr e.

Bi zirtezirtê mirov nikare tu beran bibe serî. Gelê Kurd pêvajoyê taqîb dike, dibîne û famdike bê kî qaryêr e û xwe perest e. Heger serê civatê ji min re be, rê rast e lê heger ez li dawî bim, hertiþt þaþ e.

Gotin xweþ e lê pê bawerkirin ne cihê þahnaziyê ye. Di têkoþîna rizgariyê de ezîtî nexweþiyeke weke qansêrê ye ku nayê dermankirin. Çîrokeke þoxî di nav Kurdan de heye; jin ji xwertekî re anîn û daweteke mezin jê re kirin. Dawetgêran goþt, savar û tirþik xwarin lê zava bê xwarin hiþtin. Êvarî ji zavê re gotin:

-Fermo! Here nik bûkê.

Zavê bi hêrs got:

-Kê tirþik firandiyê, bila ew bûkê bitirîne.

Qurba! Akin Birdal kete qabrê û careke din sax bû. Kecika din bi tûhmeta ku dixwest xwe bike fida hate zindankirin. Qurba! Jina Sawaþ Buldan mîrasa zilamê xwe distîne. Min carekê mêrê wê dîtibû. Heta mirov bixwaza li hev hatîbû, mêrxas bû û yek ji dewlemendê Kurdistanê bû. Jibo welatparêziyê bi destê qasaban hate kuþtin. Ev kesên ku bi navê kurd û li herêma kurdistanê bûne wekîlê milet, tim kefanê wan di bin çengê wan de bû. Wan tim xwe ji girtin û kuþtinê re hazir dikirin. Mirov rexnên tûj dike lê lazim e mirov rastiyê jî winda neke. Dijmin bi rihetî li Enqerê ji waz l iwan nayîne. Li wir jî kefenê wan di çentê wan de ye.

Wextê zirt û pota çûye. Wextê Tirk hereþê û zirta dikin, em û dinya hemû tinazan bi wan dikin. Pêþiyên me gotine: ”Gotina mê li ser ya nêr e”. ”Gotina nerm mar ji qolê derdixe”. ”Golikê malê ji gayê malê natirse”.

Bila bi zimanê tirkî daxwaza gelê Kurd were ziman. Kurd li xwarina tirî digerin. Mirov ji destpêkê ve mirovan tawanbar neke û ceza nede wan. Bila gelê Kurd nobedarê xwe bin. Wextê biryareke ne bi riza wan were dayîn, bila qiyametê rakin. Gelê kurd hêdî hêdî famdike bê kî jibo þexsê xwe civatekê tawanbar dike. Xwediyê van gotinên qelew yek þevê derece sermayê 20 di bin sifrê de li çole îdare nake. Lê ew xweþ karin gotinên qelew bi zikê têr û li cihê germ bikin. 

Xwediyê sidên kurdî dest bi dijîtiya Kurdistana baþûr kirine û dibêjin:

-Soran, zimanê Bihadînî dimrînin. Ew zihniyeta kemalîzmê û Saddamiyê li Kurdistanê sazdikin.

Qurba! Xwediyê ziman li wir hene. Bila ew qabul nekin. Çi bi serê me ketiye. Em nikarin dewê xwe bikeynin, em dixwazin dewê bîst malên din bikeynin. Gelê baþûr bedel dane, xwedî tecrûbe ne, xwe bi dinyayê dana naskirin û hêdê hêdî lizetê ji azadiyê dikin. Heger em karibin, em xêra wan bixwazin, heger ji me nayê, em belxemê navîjin karê wan.

Gotineke dîrokî heye; ji mamê Mihemed pêxember re gotin:

-Xelkê yemenê li fîlan siwar bûna, ketine rê, dixwazin, werin Mekê û beyta Xwedê xerabikin

Mamê pêxember got:

-Madem beyta Xwedê ye, bila ew li ser mala xwe bixeyde.

Qurba! Wextê gelê baþûr dest bi þerê dijmin kirin, em ne rêzanê wan bûn. Belê kurdên ser sînor bi perê xwe þekalên derbey û ronê vita ji wan re birine. Hineka jî ji wan re nîyaz ji Xwedê dikirin. Lê ya baþ ew e ku em lingên xwe li gorî lihêfa xwe dirêjkin. Mesud û Nêçîrvan û derdorên wan weke gelê bakur qise dikin û behadînî ne. Em çiqasî ji zarevê xwe hizdikin, ew jî jê hizdikin. Pirsgirêka wan e. Em belbelê ranekin.

Em ji bîr nekin. Piþtî ruxistina hikmê Saddam, hevalên wî bê deng in lê di kemînê de ne û li hêviya roja xwe ne. Yên ku li Maxmurê berî demekê mirov kuþtin, kurdên xayîn bûn. Yên ku li Hewlêrê teqandin kirin dîsa bi alîkariya Kurdên xayîn bû. Ev gotinê ne mirovana ji wan sadir dibin û em jî delêliyê ji wan re dikin.  Wextekî internet, messenger û paltalkê bi þev û roj nîqaþ li ser textor Kemal û girtina wî dikir. Demekê rojav li ser rewþa Kudistanê, bê kehrebayî, bê xaz, bê avî û bê neftî bû. Demekê nîqaþ li ser eþkenca girtiyên herêma Kurdistanê bû. Demekê nîqaþ li ser jinkuþtinê bû. Vê carê nîqaþ li ser tercîhkirina soranî li ser kurmancî ye. Þanoger pir in û her roj senaryokî peyde dikin. Ev gotin ji cihekî nependî tên lê em jî j iwan re delêliyê dikin. Kurd weke gele dinyayê dixwaza bibe dewlet. Ew naxwazin bibin pêxember. Pêxember bê qisur in. Heger mirov xwedî nifuseke 30 milyon be, dê her curên mirovan di nav mirov de hebin û gelek lewlebazên mirov hebin. Qisura nazanî, cahilî û kirinên nebaþ sucê dagîrkerên me ne. Çiqas mirovekî wan xerab hebû, wan ew dikirin, walî, qaymeqam, midîr, mamosta, çawîþ, nefer, karmend û diþandin herêma me. Kesê nedirist nikare perwerda diristiyê bike. Heger þeveke tarî rêhberê mirov kor be, halê mirov dê bibe çi? Halê gelê kurd li herçar perçan ev bû. Bi tirekê kurek çênabe. Allah û bimila hê kurdên  baþûr riya ber çavê xwe nedîtine. Dijmin þev û roj dike yek jibo rê li ber wan bigre. Em jî bi qelema xwe qisuran dixuliqînin.   

Gelê Kurd mezin e. Her nifþên mirovan dê di nav de hebin. Serserî, berela, ataist, hemosexoel, lezbiyan, eþkenceker, keçkuj, jinkuj, pertîlxwer, xwefiroþ, tajiyên dijmin û bêqîmet dê hebin. Mirov nikare her kesî bike weke libên tizbiyê. Afrandina xwezahiyê ne qalibê berika tivingê ye.  Mirov nikare rê li ber çêkirnên wê bigre. Fermo! Heger hinek karibin, bila rê li ber bigrin. Heger na, sikutilîsan selametil însan.

 05/08/2007

-----------------

 

Lazim e her kurdek weke Musa pêxember be.

 

Serpêhatiya Musa ji Misrê dest pê dike. Bavpîrê wî ji dûr Îbrahîm e. Zamanê qedîm Misrî ne ereb bûn. Ew bi xwe Efrîqî ne û di qara wê de ne. Di zamanê xwe de gelê wê bi gelek zimanan xeber didan. Yên ku bi zimanê erebî qisa dikirin, gelekî kêm bûn. Þûhreta qiralê wan “FIRAUN” bû. Hikim bi destê wî bû. Her kes mecbûr bûn wî weke Xwedê qabul bikin. Yek mezin, yek nîzam, yek tevger û yek welat bû. Li gorî dîrokvanan 34 Firaunan li Misrê hikim kirine. Carna Persiyan (Farisan) û carna Greeziyan (Yunaniyan) hikim lê kirine. Dawî wan zimanê erebî ji xwe re qabulkirine. Bi saya  çemê Nîl gelek xêr û bêr lê hene. Karê avadanî, cotkarî, kultiri, þanogerî û nivîsandinê gelekî bi pêþ ve diçû. Ji bo miriyên malbatên navdar goristanên tayîbetî dihatin sazkirin, bedenên miriyan þimadan dikirin. Wan saziya Pîremîtan çêkirin û heta îro jî kes bi sira wê nizana. Her zanekî li gorî eqlê xwe fikrekê pêþkêþ dike. Quran, Tewrat, Zebûr û Icîl li dûv çêkirina Mumyagerî û Pîremîtan ji pêxemberan re hatine lê di wan de bahsa wê sir û teknîkê nehatiye kirin. Di wan berhemên Xwedayî de bahsa çêleka Benî Îsrayîl, gêrik, mêþa hingiv, serpêhatiya Adam, Hawa, serokên xerab, qewmên zalim û Þeytanî tête kirin. Di Tewrat û Quranê de behsa zilma Firawun heye lê têþtek li ser Nîl, Pîremît û Mumyagêriyê nehatiye zikirkirin. Lê ew çanda bi hêz birhan e dewlemendî û serokên navdar in.

MUSA PÊXEMBER piþtî bavê hefta ji silala Îbrahîm Xelîl Pêxember e. Weke ku dîrokvan Ibinulkesîr dibêje:

“Îbrahîm Xelîl li Ruhayê çêbûye. Ji gelek gotinan tête zanîn ku gelê Ruhayê kurd bûn. Wî navê xwe ji çêbûna ber kevir girtiye. Qedîm xelkê Ruhayê ji kevir re digotin “hîm” Berhîm yanî li ber Hîm çêbûye. Navê bavê wî Azar e û þûhreta wî Tariq e. Azar nobedarê dergahê Putxanê bû. Mezinê herêmê Nemrud bû. Nemrud tê wata “namêr e”.  Her kesî ji xwe re heykelek çêdikir û ew ji xwe re Xwedê qebul dikir. Îbrahîm di xortaniya xwe de gelekî li ser wî karî fikirî, dawî qenaet jê re çêbû ku fikrên wan þaþ in û dînê wan bêfêde ye. Þevekê wî kilît ji bavê xwe dizîn, çû putxanê, ew senem hemû þikandin û bivirê xwe danî ser yê herî mezin.

Mesele eþkera bû ku Îbrahîm ew yek kiriye. Hakim ew dadgehkir û jê pirsî:

-Te çima ew Xwedê þikandin?

Îbrahîm bersiv da:

-Min nekiriye. Bivir li nik kê be, wî ew þikandine.

Hakim got:

-Ew bê rih e û nikare wî karî bike.

Îbrahîm got:

-Heger ew nikar be wisa bike, ew dê çawa çakî û xerabiyê ji we re bike.

Dawî hate famkirin ku wî kiriye.

Wî ji wan re got:

-Stêr Xwedê ye.

Hîv derket û wî got:

-Ev Xwedê ye.

Ew jî winda bû û roj derket. Wî got:

-Ev Xwedê ye.

Dawî wî got:

-Yê ku erd û ezman afirandina, ew Xwedê ye.

Ji qîbelê dadgehê ve Berhîm tawanbar hate dîtin. Þêwermendê Nemrund kom bûn û biryar dank ku wî bi saxî bavîjin nav agir.

 Êdî wan agirekî mezin pêxistin, dûman jê bilind bû û gelê herêmê hemû kombûn. Wan Berhîm avêtin nav agir. Li gorî dîrokvan, Ibnulkesîr, Xwedê ew ji agir û destê wan necat kir.

  Li gorî dînî Xwedê dostê wî bû û ew xelaskiriye. Êdî Îbrahîm digel malbata xwe ji Ruhayê barkirine. Li gorî dîtinekê ew pêþî çûne bajarê “UR” û ji wir çûne Misrê. Lê ligorî dîtineke din ew digel azbeta xwe pêkve çûne çola Þamê û ji wir çûne Misrê. Lut pêxemberê ku Gola Lut pê tête binavkirin, kurê brayê wî, bû. Êla wan koçer bûn û lawir xwedî dikirin. Ew diçûne cihê cirgeh û koza pez. Îbrahîm li Misrê careke din zewicî. Navê wê Hacer bûye û ew ji qabîla QIBTÎYAN bû. Îsmaîl Zebîh ji wê jinê re çêbû. Ereb ji nesla Îsmayîl çêbûne. Li gorî teolog û dîrokvan “Ibnulkesîr” piþtî  ku temenê Îbrahîm nêzîkî sed salî û jina wî, Sara, not salî du kur, bi navê Ishaq û Yaqub jê re çêbûne. Navekî Yaqubê din jî “ISRAÎL” bû. Li gorî dîroknasên dînî Xwedê bi Îbrahîm re qewil dabû ku hemû pêxember ji silala wî çêbibin. Heta Îsa hemû pêxember Îbranî ne û ji nesla Cihowa ne. Li gorî wan Îsa ne pêxember bû, ne bê bav bû, ew kurê Usivê xerat bû  û ji ber wê yekê Cihowan ew îdam kirin.

 

MUSA, ji nesla Îbrahîm e. Ew di bavê hefta de dighê Îbrahîm. Ji destêpêkê bav û bavpîrên wî, Umran, Qahis, Azir, Lawî, Yaqub, Ishaq û Îbrahîm in. Navê Diya wî  Ayerxa, ye. Teqrîben çar sed salî piþtî Îbrahîm MUSA çêdibe. Berî Musa çêbibe, Firaun û nîzama Misrê Ciho (Yahudî) weke ebid (kole) û jinên wan jî weke cariye dixebitandin. Digel ku kar û pîþe hemû bi destê wan bû. Nîzama Misrê têgihiþtbûn ku rojekê Ciho dê hikim têxin destê xwe. Nîzamê qanunek derxist jibo rê li ber zêdebûna mêrên Cihowan bête girtin. Çiqas zarokên kurî ji wan re çêbibûna, lazim bû ew werin kuþtin. Demeke dirêj Ciho bi wê rewþê jiyan.

Wextê Musa ji diya xwe re çêbû, diya wî ew xiste pêçekê, dawî xiste selikekê, da destê keça mezin. Keçikê nêzîkî çemê Nîlê selik danî nav bexçê Firaun. Wextê jina Firaun, Asiya; çû nav bexçe, wê pêçek dît. Wê ew anî mal û ji xwe re xwedî kir. Jina Firaun li jinekê geriya ku þîr bida Musa. Nîhayet wan diya Musa dît û sebî bi þîrê wê mezin bû.

Ciho tim difikirîn bê çawa ji wî hikmê xerab necat bibin. Her roj wan di nav xwe de þêwir dikirin.

Musa mezin bûbû. Wî zanibû ku ew ne kurê Firaun e. Jê re hatibû gotin ku ew Ciho e. Êdî kîna gelê Misrê di dilê wî de þax dida. Rojekê yekî Misrî bê sebeb yekî Ciho li ber çavê Musa kuþt. Xîreta Musa qabul nekir û wî jî ew zilamê Misrî kuþt.

 

Jiber ku ew di nav mala Firaun de mezin bûbû, kesî newirabû îþê xwe jêbîne. Êdî roj bi roj Musa dixwest Ciho xwe bi hêz bikin.

Her sal carekê Cihowan cejneke mezin çêdikirin. Musa ji wan re got:

-Kîjan zilamê Ciho li mala kê dixebite, bila jibo roja cejnê kinc û sîlahê xwediyê malê deyîn bike. Bila jin jî xêl û xiþrê xatunên xwe bi xwe re bînin.

Ji wan re bêjin:

-Cejna me heye. Li gorî dîne me, lazim e roja cejnê em jî weke gelê herêmê bin. Lîbasê jinan delal bin û zêr û zeberên wan hebin. Lazim e, zilam jî bi eslîhe bin.

Roja cejnê Cihowan bi gotina Musa kirin û pêkve Misir terk kirin. Ew di navbera du avan re çûn. Piþtî du- sê rojan Misriyan famkirin ku wan welat terk kirin. Firaun digel leþker ketin pey wan. Li gorî serpêhatiyê wextê gelê Misrê digel mezinê xwe, Firaun, hatin nav du avan, firtona rabû, bakî bi gor pêlên her du avan bilind kirin, Firaun digel leþkerê xwe di avê de xerq bûne. Êdî Musa li erda Kenanê bû rêhberê gelê Ciho.          

22/07/2007

     

Emrê segê har çil roj e.

Dem û dewran zû têne guherdin. Zamanê berê li tirkiyê jibo partiyên rast werin iqtîdarê, wan dijminiya qokunîzmê û hevaltiya Emerîqa ji xwe re dikirin melzeme.

Berî sala 1962 bi navê qominîzmê, çepîtiyê û sosiyaldemoqratiyê partî qedexebûn. Berî sala 1950 bes partiya nîjadperest, CHP, hebû. Piþtî ku zabitên leþkerî hikim ji destê Osmaniyan derxistin, Kemal û Ismet Înonû bi navê CHP partiyeke nîjadperest sazkirin û heta sala 1950 weke partiya Hîtlerê Elmanî bû, yek nîzam, yek partî û yek serok bû lê bi mirina Kemal serok bû Ismet Înonû. Erkanê dewletê kincên sifîl li xwe dikirin lê di heqîqetê de leþker bûn. Reveberên partiyê mebusên herêmên din jî hildibijardin. Yanî hilbijardina mebusên Mêrdîn, Sêrt, Wan û hemû bajarên Kurdistanê bi destê Ismet Înonû û hevalên wî bûn.

Midîrên nehyan, qeymeqamên qeza û waliyên weleyetan weke generalan hikim dikirin. Li her gundekî muxtarek hebû, hikmê wî jî weke yê zabitan bû. Li herêma Kurdistanê li her gundekî dijminî di nav berek û azbetan de hebû. Muxtarî têketa destê kîjan berekê, wê bi destê dewletê zilim li hemberê xwe dikir. Muxtar çi bigota weke wî bû. Bêgoman ew yek dibû sedemê kuþtin û berberiyê. Yên hemberê muxtar fermanên wî qabul nedikirin. Êdî kuþtin û dijminatî di nav gundan de berdewam bû. Muxtar giliyê kê bikra, cendirma ew dibirin nahiyê, bi heftiyan di nizaretê de dihiþtin û lê didan. Heq, hiquq, qanun û her tiþt cendirme û midîrê nahyê bûn. Ribek ji qernekî gelê kurd di vê tarîtiyê de man. Bêgoman serhildan çêdibûn lê serpêhatî di herêmekê de dest pê dikir. Dewletê ji dijminiya nav berek û azbetan fêde didît, hinek dikirin hevalên xwe û zû serhildan radiwestandin. Dewletê axa û maqulên herêmê kiribûn du beþ. Yek sadiqê dewletê bû û yê din weke dostê gel dihate naskirin.

Mala Eliyê Unis li Xerzan Þerê dewletê kirin lê bereka Mala Genco bûne hevalê dewletê û þerê Mala Eliyê Unus kirin. Mala Eliyê Unus mecbûr man ku herin Piþtxetê. Li Colemêrgê Pertoyan þerê dewletê kirin lê dijminê wan bûn hevalê dewletê û zora wan birin. Li Kirê Eraretê Mala Hecî Eliyê Bazîdî þerê dewletê kirin lê dijminê wan bi sîlahê dewletê þerê wan kirin û ew mecbûr man ku herin rojhilatê Kurdistanê. Xelkê geliyê Zîla þerê dewletê kirin lê beglerê welatê Serhedê sîlahê dewletê girtin, þerê wan kirin heta ku ew gihane Piþtxetê. Serhildana Þêx Seyîdê Kal û Seyîd Riza jî bi wî rengî bûn.

Dewlet îro dîsa yên mîna Bucak, Kamoran, Sefter Xeydalî û Tatarxan weke tolên nêçîrê bikar tîne.

Þerê PKK kulahê serê tirkan derxist û keçeliya wan hate dîtin. Gelên kurd gelek caran bi navê çepîtiyê û dîndariyê ketiye dûv tirkên sêhrebaz. Yên mîna Ecewît, Erbakan, Perînpîçek, Erdal Înonû, Deniz Gezmîþ û Bahîca Boran ew xapandine. Heger îro Deniz Gezmîþ û hevalên xwe saxbûna, wan jî dê weke Perînpîçek xeberbidana. Wextê mesele tête ser Kurd û Kurdistanê hemû bi yek dev û yek qewetê êrîþ tînin ser navê gotinê. Ev e rewþa tirkan. Em hêvî dikink wextê ku xatuna TUKLUK çû meclisê cenabê wê vê zêhniyetê rake.

Zivistanê çêleka zilamekî bê êm mabû. Zilam berê xwe da gola ezman û got:

-Xwedê! Tu vî girê ber mala me bi kake û devê çêleka sor di navrake lê te ji kesî re nekiriye û tu ji çêleka min re jî nake.

 PKK çewtîtî kirine lê tirk jî bi gelê kurd dana naskirin. Lê tiþtek heye û lazim e neyê jibîrkirin ku kê, di bin kîjan navî de hemberî tirkan þer bikira, tirkan dê ew bi terorîzmê bidana naskirin. Îro li gorî vê zihniyeta tirkan, kurd û tirk nikarin di yek dewletê de bijîn. Ya nokerî ya serfirazî! Li ber çav e û tehemila tirkan ji heyîna kurdên baþûr re nîne. Çiqas roj ew devê genî bikar tînin û belxemekê devîjin. Gelê dinyayê û dewletên xwedî himet ji tirkan hiznakin lê kurd dibêjin:”na, em dixwazin heta dinya hebe nokerên wan bin”.

Ev dewletên xwedî qudret êdî naxwazin tîran, barbar û nemirov hikmê segê har bi rê ve bibin. Ev ne gotineke xeyaliye. Lê jibo gihiþtina her fêkiyekî mevsimek û mercek pêwîste...

 

13/07/2007

------------

Here, were û meaþê te bi deh pere 

Her roj behsa êrîþa Kurdistanê, behsa serokên kurdan dikin û bi gotinên qerêjî wan biçûk dikin. Kupê xelê nava xwe reþ dike û dupiþk ji qahran bi xwe vedide. Marê birîndar ji tirsan dike kufînî. Weke xiþxiþoka zarokan her seriyekî dengek jê derdikeve.

Havîn e, germ e, hilbijardina tirkan û leþkerî pirtir germ dike. Civîn li ser civînê li paytexta tirkiyê tête pêkanîn. Ji sedî not û neh þêwra çûkan li nav garisê mala Alo ye. Serê xeberdanê, binê xeberdanê Kurdistan û rêveberên wê ne. Þer ketiye warê seyqolojî. Hemo siyasî, rojnamevan, lêkolînvan û zebtiyên leþkerî dijî kurdan dest bi þerê nefsî kirine.

 

Wey li wî ku zû xeberên bi heycan binvîse. Gotinên wan hemû yek reng in:

 “ lerþker xwe hazir dikin jibo herin baþûr, baregeha Antabê weke þerê Xelîcê bûye meskenê balafirên cengê, hêzên tayîbetî xwe gihandin ser sînor, pêþmerge ketine nav lerzê”.

 

Min careke din jî ev babet nivîsîbû lê ez dê dîsa binvîsim. Ev tiþtên bi vî rengî tirkan sala 1998 jibo girtina Evdileh Ocalan hemberî dewleta Suriyê pêkanîn. Weke kerê ku hînî nefela bêrmê bibe. Dewletê hêzên xwe li ser sînorên Suriyê kom kiribûn, serokleþker, serokkomar, serokwezîz, þiroveger, partiyên sisasî û rojnamevan ketibûne pêþbirkê. Hemiyan destên xwe dihev didan. Dewleta Suriyê hemberî zirt û fortan xwe negirt û teslîmî dewleta tirkiyê bû. Dewleta Suriyê Mîna Koçerê Alikê hemberî dewleta Tirkiyê xwe negirt.

Sala 1964 Koçero li derdorê Sêrtê, Batmanê û herêma Xerzan hemberî dewleta tirkiyê þerdikir. Aloyê Remî jî hevalê wî bû. Koçero mîna Robîn Hood bû. Ew tim dostê feqîran bû. Wî gelek caran pera ji dewlemandan digir û dida feqîran. Heger xort û keçekê ji hev hizbikira, bavê keçê razî nebûne, Koçero dikete dewrê û mesele çareser dikir. Wî zabitên qereqoln hemû tirsandibûn jibo wî taqîb nekin. Þevekê ew li gundekî derengî þevê çû mala zabitê qereqolê. Jina zabit pir tirsiya. Koçero jê re got:

-Xwuþka delal! Netirse! Em û tirk dijminê hev in lê em hemberî jinan xwedî hirmet in. Em xwediyê dîrokeke bi vî rengî ne. Em dijminê xwe dikujin lê hemberî jinên wan dest ranakin.

Dewletê wê wextê bi navê qomando cenderme çêkirin û þandin herêma Kurdistan jibo Koçero bigrin. Rojnamevanên tirkan wesfê qomando didan û tirsa wan dixistin dilê xelkê. Hewqasî cendirmên qomando mezin hatibûn nîþandan, herkesî merqa dikir ku wan bibînin. Rojekê Koçero li ser girekî rûniþtiye û leþkerê qomando di cadê re diçin. Koçero dûrebînê dide bert çavên xwe, li wan temaþa dike, dikene û dibêje:

-Kuro! Ew jî cendermê qun bi cilik in û tivingên wan yên peyada ne.

Koçero qet natirse lê hevalê wî pê re xayîn dibe û wî dide kuþtin. Kurmê dare ji dare çêdibe.

Dewleta Suriyê mina Koçero jî mêrxas derneket. Vê carê tirk dixwazin serpêhatiya sala 1998 hemberî Baþûr bikar bînin.

Wextê mirov siyaseta tirkan teqîb dike, rojnamên wan dixwîne, mirov fam dike bi ew çiqasî lewlebaz û mekirdar in. Gelek saytên kurdan nivîsandinên wan neqildikin lê qet bahsa sêhrebaziya wan nakin. Piraniya wan weke sekretêrên wan in. Bigomanên min xwendevan daxwaz dikin ku ew bersiva wan bidin û wan bi nivîsandinên xwe pûçbikin.

Civîna tirkan li ser ekonomî, hilbijardinê û hinek tiþtên din pêktên lê rojnamevanên nîjadperet wisa dinvîsin weke ku amadekarî jibo þerê dijî Baþûr e. Nivîskarên me jî bi herfên mezin meqalên wan diweþînin û xwe pê re dibetilînin. Li gorî dîtineke vekirî wextê tirk þerê Baþûr bikin, ew rast þerê Emerîqa û hemû dinyayê dikin. Heger tirk nêrekeriyeke bi wî rengî bikin û êrîþî Baþûr bikin dibe ku bi balafirên cengê hinek texrîbat bikin lê tirk dê têkevin reweþa sîstema Saddam. Þerê wan dijî kurdan dê çaxekî nû jibo kurdan veke. Kurd ne ermenî û Yunanî ne. Kurd bi înad in, li çar perça ne û li hemû dinyayê hene. Wê demê ew dê quba ezmanî bi ser tirkan de hilweþînin û dinyayê ji wan re bikin dojeh. Fermo! “Þam dûre ma miþar jî dûr e”   tiþtê ji destê wan têt, bila bikin.

  

Xewa serokleþker nayê, kîloyên wî kêm dibin û seyqolojiya wî ketiye xeterê. Xewnên wî hemû ji tirsa Kurdistanê ne. Wextê ew radikeve, pêþmergên Kurdistanê bi wê heybeta xwe berê tivingan didinê. Nexweþîna derûnî ji ya bedenê xerabtir e. Bê lewme be! Zamanê berê wextê serokê tûmenekê, alayekê û qolordiyekê diçû cihekî, wî sembola xwe bi terempêlê ve dikir lê vêga ji tirsa ew sembolê pê venake û nade nîþandan bi ew di kîjan terempêlê de ye. Dê pêþa roja wî bibe çi nediyar e. Leqeleq li wan ketiye û hemû ketine nav lerzê. Rojnamên dinyayê tinazên xwe bi wan dikin. Li dinyayê dostên wan kêm dibin û gelê dinyayê hemû bahsa Kurdistanê dikin, digel kurdan bazirganiyê zêde dikin û balyozxanên xwe li herêma Kurdistanê vedikin. 

Rejîmên Îran û Îraqê wextekê li gorî dilê tirkan bûn lê vêga hertiþt hatiye guherdin. Wextê li dinyayê bahsa tirkan têtekirin, dizî, pêxwasî, mêrkuþtin, mafiya, xerabkerî û talibheramî tête bîra xelkê. General, zerokwezîr, serokparezgarî, parlementer, dîndar û soyalîst hemû çete û diz in. Kî zêdetir dijminiya kurdan dike, ew pirtir dikare dizî û pêxwasiyê bike. Ew her xerabkeriyê dikin lê bi dijminiya kurdan xwe temîz dikin. Herkes jibo derewan ketiye pêþbirkê. Hinek rojnamevanên wan bi xwe jî van tiþtan dinvîsin lê kes guh nadiyê. Her tiþtên nebaþ li tirkiyê bûye normal. Mîna dewleta Suriyê ku bertîl bûye tiþtekî normal. Pêþiyan gotina: “Kesên pîs tiþtên pîs ji wan tên”.    

 

26/06/2007

 

 

Ji xelkê re hêkan dike lê ji xwe re zelqan dike.

 

Dijminê kurdan gelekî har e, di derbarê wan de qet bi baþî qisa nake û tim wan kesîf û heqîr dibîne. Heger mirov bêje, ez kurd im û kurd hene, mirov nikare bibe serokê daîrekê, polîsek, zabitek, heta mirov nikare bibe zibilkerê kolanê, nefer û nahtovanê serjêkxanê. Yanî heger mirov li tirkiyê be, mirov nikare bêje “ ez kur im”. Heta heger insanekî biyanî li tirkiyê bêje “ Kurd hene û ew jî miletekî weke yê dinyayê ne”, dewlet navê wî dike kustah û wî ji welatê xwe diqewirîne. Heger berpirsiyarekî dewletan an rojnamevanek di derbarê kurdan de tiþtekî bêje an binvîse, rojnamevanên tirk weke segên ber konê qereçiyan hemû bi hev re êrîþ dikinê û wî weke dijmin didin nîþandan. Kurdê ku dengê xwe bike, dewlet bi hemû tevgera xwe, rojnamevan, partiyên siyasî, serokartêþ, walî, qaymeqam, serokwezîr û serseriyên kollanan bi yek dengî didin zîtikan û dizirin. Heger îro pirs ji xelkê kolanan, çi mêr çi jin, çi mezin çi biçûk, erkanê dewletê, dewlemend, karker, bêkar, gundî, melê mizgeftê, xwendevan, hiquqzan, textor, mihandiz, bênan, geroka, xwefiroþ, qomarbaz, sewterî, xwêrî, berala û seqatan bikin:

-Gelo hun di derheqê þerekî dijî kurdên baþûr de çi difikirin?

Ji sedî not û nehê wan dê bêjin:

-Dest bi þerê wan bikin, ma hun li benda çi ne û em hemû jibo þerî di xizmeta we de ne.

Jibo riqa kurdan werîne, dewlet bayreqa xwe hemberî kurdan 400 metreyî bilind datîne. Dewlet bi zirtikvanên xwe kurda biçûk dida nîþandan û heqaretê li þexsiyeta wan dike û dibêje:

-Pêþmerge pir ji tang û topên me didirsin. Xulamên serokê eþîrê berê tivingên xwe dana  zabitên me. Em serokêqebîlan weke mirov nabînin. Ha wa ye Emerîqa hêzên xwe dikþîne. Êdî em dê kalmemo bi wan bêjin. Em lingên xwe li erdêxin, dê kurd hemû welat  berdin. Karê rojnanevanê wan bûnye derew. Herkes di warê derewan de ketiye pêþbirkê.

 

Serpêhatiya serbazekî tirk ku nexwest navê xwe bêje: “Çiqas roj çend arabên leþkerî li herêma þerî werdigerin. Ji tirsa destên þofêr dilerizin, denga xwe winda dike û arabê werdigerîna. Zabit newêrin bi kincên xwe bigerin. Leþkerê taqîbatê hemû bi dermanê antî stresê dijîn. Piraniya wan ji tirsa bê xew dimînin. Kîso, gumgumok, kevirên reþ û qoçikên daran li ber çavên wan bûne elxam. Ew qormekî hiþ dibînin, ditirsin û gazî elîkopterê dikin. Pokîna kund û boman xwîna wan dicemidîne. Ji ber xuþîna bayê xwe davêjin erdê. Hemû ji tirsa bi kincên xwe de mîz û gu dikin. Tim bêhna gu ji wan têt. Radiyo, televizyon û telefun ji leþkeran re qedexe ne”.    

 

Rêveberên DTP çi dibin bila bibin, di nav wan de gelek welatparêz û xwe nas hene. Bê goman kemalîst û ferdperest jî hene. Dewlet bi hemû qeweta xwe, bi serokê dadgeha hilbijardinê, bi serokê komerê, bi serokê dadgeha sîr û pêvazê ve seferberbûn jibo rê li ber wan bigrin. Serokê belediyê bi kurdî tiþtek gotiye, dewletê ew û derdorên wî ji serkar avêtin. Destura wan dibêje: “bê qeyd û merc xelk xwedî deng e”. yanî xelk kê bibijêre, heqê wan e. Lê heger kurd be, ji vê qanunê fêde nabîne. Yanî dibêje :

-Heger tu bi ruhê kurdî xwe mirov qebul bike û heger tu bi wî rengî tevbigere, ez qamçiyê kemalîzmê ji ser serê te ranakim. Wî wextî du rê ji te re hene an kuþtin an zindan.

Kurd jî gula didin destê cendirma û polîsan.

Tirk pir kazekazê dikin jiber ku leþkerên wan li ser çiyayên bilind pê li elxaman dikin û têne kuþtin. Di heqîqetê de kuþtina însanan tiþtekî baþ nine lê leþkerê te li ser wan cengelan ketiye dûv çi? Te gund û bajar li xelkê kirine qedexe û tu nahêle ew ji xwe re li nav cengelê jî bijîn. Ji bilî darên bero, mazî, benav, guhîj û latên bilind çi li wan çiyan heye? Xurur û beþeriyet bi dê û bavên leþkeran re hebûna, wan ciwanên xwe rênedikirin ser çiyê. Lê hemû bi zêhniyeta nîjadperestiyê mezin bûna, zarokên xwe bi dahol û zirna rêdikin. Te ew bihiþta dora derya spî  û derya egê bi zor stand û te têrnexwar, te çav berdana bero û guhîjên Kurdistanê. Bi gomanên min hê kurdan ji dil xwe li þerî xweþ nekiriye û hê çoxê dinyayê çav ji wan re neþikandiye. Bi gomanên min heger kurd werin hidetê û cangîrê dinyayê ji wan re bêje “Hi” dê bero di gewriya memedokên te de bimînin û ew nikarin li ser Gabar, Cudî, Herekol, Geliyê Bedlîsê, Þigo, Eraretê û Sîpan tevbigerin. Gelo çend malên tirkan li van herêman hene? Ax, nîmet, fêkî û derya hemû yên ten e û tu dest ji van zinarê hiþk jî barnabe. Heger Xwedê, Mihemed, Îsa, Musa û Dawud hebin, ew dê hemû dijî zilma te derkevin.

 

Ev tarî û ewrê xemgîn

Dê cih bidin rengê zêrîn

 

Xebat e fereca xêrdîn

Rojên bixwîn dibin mizgîn

 

Bilbilê min bike fîxan

Tu dê bibe beþek cîhan

 

Weke gula baxê mîran

Reng dide meha nîsan

 

Jîna segê har çil roj e

Ew êdî hestî nakoje

 

Þev diçe êdî tim roje

  Êdî jibo me nedoje

 

Berî çend rojan siyasetvanekî di nivîsandina xwe de digot:

-Tirk dixwazin hemberî gelê kurd metodên komkujiyê bikar bînin.

Keka can! Komkujî bes ne ew e ku mirov însanan weke ermeniyan fîzîkî bikuje. Gelo heger mirov ji hemû mafê beþerî bêbeþ, bê xak, bê ziman, bê çand, bê dîrok, bê serokî, bê þînasname, bê ala û bê þexsiyet be û dewletek mirov ji van hemiyan mahrum bike, komkujiya ji vê mestir çiye? Ev komkujî ji peymana Lozanê dest pê kiriye û dewam dike. Di qanuna kemalîzmê, bingehî, de hatiye nivîsandin:

-Kurdê bi navê kurdîniyê qise bike, ew dijminê sereke ye û lazim e zimanê wî were birîn û heqê jiyanê jê re tunebe. Li gorî qanunê yek ziman, yek bayraq, yek çand, yek dîrok, yek serok, yek dîn û yek zordestî heye. Ew jî tirkiye. Gelê soran dibêjin:“Kelegayî”

Heger kurd li welatekî din jî serê xwe rake, lazime, serê wî were perçiqandin. Heger kurdê ku dawa kurdîniyê dike, dinvîse, þerdike, partiyên siyasî sazdike û vê yekê nizanibe, bila bêhuda zehmet nebîne û xwe mando neke. Ew te dijmin dibîne, kuþtina te mubah qebul dike, dijî te her pêkanînên nemirovana ji xwe re xizmeteke þerîf dibîne.

 

Gelek aqil didina dijmin û dibêjin:

-Binêr! Heger tu bi vî rengî tevbigere, dê welat ji destê te here, dê weke Yogosilaviya were sere te, welatê te dê têkeve rewþa Îraqê, destbirakîtiya me dê bifeþkile û jibo we nebaþ e.

 

Zimanê nazik û nezaket tiþtekî xweþ e. Lê berx çiqasî rica ji gurê birçî bike, bê fêde ye.      

Pêþiyên me gotine “ Gotina mê tim li ser ya nêr e”. “Bi gotina nerm mar ji qolê derdikeve”

 

Lê keka can! Vî dijminê har qewil daye ku heta yek neferê te hebe, ew þerê te bike. Heger ew carna hinek gotinên nerm dibêjin, ew jî tektîke, xapandine û dixwazin hemberî efkarê gelê cîhanê xwe rengmirov bidin nîþandan.

Çiqasî kurd aqil didin wan, ew jî hewqasî tinazê xwe bi wan dikin. Li gorî wam em xwe li ber baranê þil dikin. Pêþiyên me gotine:

Ji wî re bêje ku guh pêlke”

“Gotina beyhuda xwediyê xwe dibetilîne”

 

Ya herî baþ mirov aqil bide gelê xwe û guh bide daxwazên wî. “Mirov nanê  Îsa nexwe û îbadetê ji Mûsa re neke”.

“ Ker di bin bar de bikeve, dûv li xwediye”

 

Rih dibe bost lê dijmin nabe dost.

Ji xelkê re hêkan dike lê ji xwe re zelqan dike”

“Ne kebaniya mala xwe ye, ya bîst û pênc malên xerabe ye”      

 

19/06/2007

 

 

Hey bêar! Tim tiliya xwe nexe qula dîwar, dê rojekê bi te vedin dubiþk û mar

 

Dewleta tirkiyê ji wexta Osmaniyan û ta îro, dema komarê, fêrî firsetkeysê bûye. Wextê firset ji wan re çêbûbe, wan derba xwe weþandiya. Sala 1914 cenga cîhanê dest pê kribû û dinya li bin guhê hev ketibû. Firsat ji Osmaniyan re lêhatibû û wan bi rengekî komkuj Mesîhî û Ermenî kuþtin. Sala 1938 dîsa destpêka cenga cîhanê bû, dewletên mezin serî ji hev diçinîn, tirkan firset dîtin û dewleta Antakia dagîr kirin. Dewletên ereban weke reþhêlan kirin qixeqix û perên xwe li hev xistin lê kesî tiþtek di postê wan neda. Gelên dinyayê ketibûn derdê cengê û her dewletekê dixwest hevalbendên wê zêde bibin. Firansa û Ingilîz ji dinyayê re serkêþî dikirin lê pirsgirêkên wan digel Efrîqa û rojhilatanavî xirbiqmirbiq bûn. Nîrê kolonîzmê roj bi roj hildiweþiya. Ew ketibûn derdê xwe. Kesî dengê xwe nekir û Antakia ma ji tirkan re. Sala 1974 gelek pirsgirêkên welatên qapîtalist û sosiyalîst hemberî hev çêbûbûn. Þerê sar û germ di nav wan de berdewam bû. Tirkiyê hevalbendê welatê qapîtalîst bû, endamê NATO bû û jibo Emerîqa tim amade bû. Serkêþê qominîstan Rusya bû, serkêþê qapîtalîzmê Emarîqa bû, Tirkiya hevalbendê qapîtalîstan û cîranê Rusya bû. Komara tirkiyê dîsa dem ji xwe re bi kar anî û kete Qibrisê. Emerîqa û ewropa hinekî pozê xwe xwarkirin lê çavên xwe girtin û hiþtin heta roja wê were.

Tirkiyê ji her mîlî ve xwe bi hêz dikir. Ew hevalbendê Emerîqa, dostê ewropa bû û di misilmaniyê de xwe dikir þûrkêþê dîne îslamê.

Tirk tim bi her du tangavên xwe, Stenbol û Çeneqela bilind difiriya. Li gorî wan welatê wan xwediyê cihekî jeopolitîk bû û hemû dinya mecbûr in ku werin ber piyên wan. Li gorî fikra wan heger cengeke mezin di nav Rusya û Emerîqa de derketa, tangavên Tirkan encamên serketinê bûn jib o hevalbendên wan. Wan qet hizir nedikirin ku dê rojekê firokên cengê xwe li hewa îkmal bikin, dê moþekên dûrdçûn derkevin û qîmet ji tengavên wan re namîne. Wan qet hizir nedikirin ku rojekê genîbûna qomizmê bêhin bide û hîmê wê jî weke yê kolonîzmê hilweþa.

Êdî ew xeyala qelew kete avê û hisabê malê li gorî yê sûkê derneket. Rusya di çoxatiyê de windakir û Emerîqa muhra çoxatiya dinyayê xiste destê xwe. Berela û xwêriyê weke Saddam êdî nikarin hespê xwe li gorî dilê xwe bidin çargavan.

Li her çar perçan tiþtê ji kurdan hatiye, wan tim li ber xwe dane û xwestine xwe jibin nîrê kolonîzmê azad bikin. Lê tirk tim bûbûn kelem û nehiþtine ew serê xwe rakin. Tirkan tim bi faris û ereban re hemberî kurdan têkiliyên sitretijî datanîn her çiqasî sîstemên wan ji hev cûda bûn. Ev nêzîkî qernekîye ku kurdên baþûr þerê azadiyê dikin. Yên bakur jî gelek caran þer kirine. Bi taybetî piþtî sala 1975 gêncên kurdan bi mêrxasî nav di xwe dan û gelek patî bi hev re ketin pêþbirkê. Piþtî sala 1984 PKK dest bi þerê çekdarî kir. Tirkiyê ji wê felaketê bê xeber bû. Li Kurdistanê kêr gihabû ser hestî. Her kesî ji ber zilma dewletê dikir qêrîn. Dîsa li herêma kurdistanê bû hikmê ûrfî. Yanî hertiþt li gorî leþkerên bêqanun dimeþiya. Zarokê ku sala 1984 çêbûbe, ew vê gavê 23 salî ye û bi rejîma tarî gihaye vî emirî. Hikmê ûrfî ji Kurdistanê ranebûye lê dewlet carna roldike weke ku li Kurdistanê qanun heye û herkes hember qanunê weke hev e.

Mîsaleke kurdî heye: “berî musa, Îsa û Mihemed Xwedê her xwedatiya xwe dikir. Berî kurdên baþûr têkevin vê rewþê, PKK þerekî bê eman hemberî hêzên tirkan dikir û serbazên wan dikuþtin. Gund hatin wêrankirin, jin man bêmêr, zarok man sêwî, gelê kurd aware bû, kete derî û dertolê dinyayê. Ji feqîrtî keç û jinan dest bi karê nebaþ kirin. Xortên ciwan bûn alkolîst û esrarkêþ. Dewleta tirkiyê heyîna xwe bi dinyayê re da ber bazarê û gelekî kete bin deyna. Dewletê qet suç nedixiste hebûna çiyaê Qandîlê.

Sala 1991 werzeba roviyê çolê li Saddam rabû û kurd di cihê xwe de bûn xwedî azadî lê  PKK bi gotinên xwe dijî azadiya baþûr derdiket û tinazê xwe bi wan dikir. Kurdên baþûr bi tirkan re þerê PKK kirin.

Dawî xeyalek hate tirkan û hereþe li Suriyê kir jibo dewlet Evdileh Ocalan teslîmî wan bike. Suriyê di nezara Emerîqa û ewropa de weke hestiyekî heram bû. Ew di nav dewletên ereban de jî bê qîmet bû. Berê hinek dostaniya Rusya û Suriya hebû lê piþtî hilweþandina qominîzmê hevalbendiya wan jî bûbû weke ya quling û rovî. Suriyê ne dostê kurdîniyê bû lê li gorî dîtinê wê dixwest jibo serpêhatiya Antakia û Skenderûnê tirkan têxe tangasiyê.  Serleþkerê tirkan leþkerê xwe li ser sînorê Suriyê komkir û gur bi gaziyê tirsand. Dewleta Suriyê ji tirsa tirkan kete qeleqê. Dewlet ne weke dewletê bû. Ew weke qabîlekê bû. Serok û rêveber wê weke kerên ser kerbeþê xwe qelew dikirin. Serkêþên hikim dewlemend û mûmtaz bûn lê gel weke benkê dûv hebanê li dûv wan dixirxirî. Serok û rêhberan çok neçikandin û xwe li ber zirtên generalan negirtin. Wan Evdilah Ocalan, serokê PKK, ji welatê xwe qewirandin. Dinya li sere wî bû tara bêjingê. Ne qominîst û ne qapîtalîstan kesî ew qabul nekir. Tirkiya di bazaar xwe de jibo demeke kin biser ket.  

Suriyê xwe ji zirt û hereþê necat kir lê heta dinya hebe ew ji dewleta tirkan re bû weke tolê nêçîrê.  Carekê ku yek ji tiþtekî çavtirsandî bû, ew êdî kete davikê û heta dinya hebe ew ji wê qeydê xelas nabe. Êdî karbidestên Suriyê ji dewleta tirkan re nokeriyê dikin, kurdan digrin û wan teslîmî tirkiyê dike. Çi wextê polîsên tirkan bixwazin, ew dikarin herin bajarên Suriyê, kurdan bigrin û werînin welatê xwe. Gelo qîmetê dewleteke bi vî rengî li nik cîhanê bi qasî qaluçekê (kizikagugerinek) jî heye? Lê li nik Elîtirek sed tir û tirek yek. Tunebûna dewleteke bi wî rengî çêtir e ji heyîna wê. Insan dimre jibo jiyanê û najî jibo mirinê. Di xwezahiyê de hemû tiþt bi wî rengî ne. Heger carekê segek ji segekî tirsiya an kerek ji kerekî tirsiya heta ew hebin ew dê hemberî reqîbên xwe bindestbin.

Tirkiyê kar ji zirtan dîtibû. Bizna kul hînî berowan bûbû.

Lê dibêjin:” Hertiþtê reþ ne qîr e û hertiþê spî ne arvanê tor e. Hertiþtê zer ne zêre û fileh hemû ne Îþo ne. Yanî dewleta tirkan bi zirtan Evdileh Ocalan ji Suriyê derxist û dixwaze wê yekê li Kurdistana Îraqê tetbîq bike. Kero! Tahta te li ser rî, ji mêj ve baranê þuþtiye. Zikê xwe hîn neke jibo hemû danan, bi destê te nakeve hemû dewranan.

 

Kurdên soran dibêjin: “Nanek xwariye bi ew rûne, hemû car diçe bi ew pêþwênewe.  “Gulikek fêrî giyakî bibe, heta zîlî axir dest jê bernade”.

Heger carekê mirîþkê libek ceh di nav rêxê de dît, ew êdî ji ser sero naçe.

 

Ev qerneke ku kurdên baþûr li ber xwe didin. Wan weke kewê kuzkê gelek davik di lingên xwe de xwarine, gelek gur li ber wan ketine û koçek kurisandine.

Di mêrxasiyê de kaw û însan weke hev in. Heger cara pêþî gur li ber kew ket û netirsa, ew êdî ribat e û li hemû herêman dikare ribatiyê bike. Lê heger wextê kewên kovî hatin ser an gur li berket û ew tirsiya êdî hêvî ji ribatiya wî nayêkirin.  

Kurdên baþûr baþ zanin ku ew carekê tawîzê bidin tirkan, ew êdî ji destê wan necat nabin. Êdî tirk dê mesela Kerkûkê bi wan bidin betalkirin, tirkmanan li ber wan rakin û wan li gorî zirna xwe bireqsînin û dê wan ji xwe re bikin weke miþkê bin melkesê. Bi mineminê mirov xelas nabe ji destê jinê. Êdî serpêhatiya Suriyê tête sere kurdên baþûr. Lê kurdên baþûr di gelek deriyên teng de derbas bûne. Wan þerê ordiya Saddam kiriye. Ji muhît heta Xelîc ereban alîkariya Saddam dikirin. Perê Saddam ji yê tirkan pirtir bûn. Cahþên wî ji yên tirkan hartir bûn. Îro kurdên baþûr di warê siyasetê de agahdarê siyaseta cîhanê ne û xwedan tecrûbe ne. Nexasim ew îro dostê dewletên mezin û xwedî qewet in. Bedêla qetikekî werîsekî mezin di destê wan de ye. Desthilanîn feraca xêrê ye. Tirk dixwazin wan weke rêhberên Suriyê bitirsîne lê??????

Pêþiyên me gotine: ”hey bê ar tim tiliya xwe nexe qula dîwar, dê rojekê bi te vedin dubiþk û mar”   

                 

12/06/2007

 

 

Navbera þorkiþandin û þûrweþandinê sed sal in

 

Li tirkiyê her kes ketiye pêþbirkê. Rojnamevan, siyasetmedar, karker, gundî, xwendevan, mamosta û erkanên artêþê di zirtê dijî kurdan de ketine pêþbirkê. Heta kesên ku nivîsên nivîskarên rojnaman dixwînin, dîtinên xwe tînin ziman û dibêjin:

-Bijî serokesker. Bêje! Gotinên qelew bigindirîne! Here Kerkukê! Hewlêr biherifîne. Mam Celal û Mesud bigre û werîne Enqerê. Ji me re bike tirþik û merge!

Serokê leþker xwe diçirîne. Didirîne, þûrê xwe dikþîne lê naweþîne. Çima? Bavpîrê me gotinê: “Navbera þûrkiþandin û þûrweþandinê sed sal in”.

Gelo çima tirk hewqasî aciz dibin? Lewra piþtî rûreþiya Lozanê wan wisa goman dikir ku tahs û nahs hemû xelas.  Yanî navê kurd neme û êdî her tiþtên wî ji tarîxê rabûn, gotina navê kurd bû qacax, kurdên tirkiyê dibin tirk, yên Îran dibin Faris, yên Surî û Îraqê dibin ereb. Lê em çibkin. Bi kutekî tiþt çênabin. Mirov dara berwî di binî de dibire lê dîsa þax jê diçin. Mirov rehên firîz radike li firîz dîsa þîn dibe. Mirov axeke sor valake ser cotek erdê axreþ, piþtî çend salan rengê xaka nû diçe û rengê bingehî derdikeve. Xelkê di zamanê xwe de pêncî salî xwestine miþkên bê dûv çêkin lê pêknanîna. Tasîr li xwezahî tête kirin lê nayê guherdin.

Zêdetir ji qernekî kurd li baþûr þerê azadiyê dikin. Mal nemaye ku çend caran talan nebûbe, mal tune ku çend kes jê nehatibin kuþtin. Mal nîne ku derbederî, wêrankerî û awarekirin nedîtibe. Ew qas kar û xebat jibo rojeke weke îro bû. Mirov li dûv çi bicadîne, mirov dê rojekê bighê daxwaza xwe. Daxwaz jibo kurdan ne tiþtekî diyariye. Welat, dîrok, ziman, çand û nav jibo kurdan heqekî xwezahîye. Kesê jibo vî heqî bixebte, binvîse, þer bike, têkeve zindanê û aware bibe xwedî þeref e û li ber mirinê bi dilekî rihet berê xwe dide rihetgeha dawî. Lê kesê xayîn be, dostê dijmin be û bi çakuçê dijmin li sindan xe, li ber mirinê dilê wî bi kul e û xwe weke hespekî jî bi qîmet nabîne.

Divê kurd jibîr nekin ku Mihemed Axar di wexta dêlegurê, Tanso, de çi aniye serê wan, Mihsin Yazicîoxlu bi devê xwe çi heqaret li Mesud Barzanî û Celal Talabanî kiriye, divê kurd jibîr nekin bê Oxurmumgu çi siqêfên pîs ji Mesud Barzanî re didan. Lazim e kurdan Deniz Bayqal, Doxupîçek û zûmran wan naskiribin. Heger pozê axayên kurdan biþewte, ew nabin dûvikên wan û jibo rahnekî mirîþkê mirov qazekê ji dest bernade. Kesî bi qasî Saddam pera nedidan çahþan. Kesî bi qasî wî bertîl nedida ewropiyan. Kesî weke wî rojnamevan û televizyonên ewropa bertîl nedikirin. Rojnamevanên Libnan û ereban jibo pera bûbûn ebdê wî. Lê rojek hat ku rê li ber pera hate girtin û bertîla Sadam bû weke dêrana kayê li ser diyarekî bilind.

Em gelek caran þerê PKK dikin û rexne lê digrin. Lê di rastîyê de Pêxemberekî xwedî mûcîze jibo kurdan micadele bike, ew dê di nezera tirkan de bibe terrorist. Yanî gava ku tirk PKK dikin behane û dixwazin herin Baþûr, hinek kes bawer dikin û lewma lê PKK digrin lê di rastiyê de wîsa nîne. PKK sala 1984 dest bi þerî kir. Wê demê Saddam li ser hikim bû. Yek rojê tirkan bahsa tirkmanan û Kerkûkê nedikir. Heger îro PKK li meydanê tunebûne jî tirkan dê tiþtek bikara behane. Yanî ew halêhazir kurdan zehîf dibîn. Lê ew wisa xeyaldikin ku dê rojekê serpêhatiya Musa û Firawun were serê wan.

 

Lê kes nikare hemberî buyerên xwezahî û dîrokî raweste.

 

Di zamanê qedîm de sîstema Firawunan li Misrê gelekî dewam kir. Dawî aqilmendên Firawun jê re gotin:

-Dê zilamek ji nesla Cihowan Firawun bikuje û sîstema wan bi dawî dibe.

Li gorî serpêhatiya dîrokê Firawun farman kir ku çiqas zarowên kurî ji Cihowan re çêbibin, lazim e, ew werin kuþtin. Êdî wextê kurek ji jineke Cihow re çêdibûn, zebtiyên Firawun ew dikuþtin.  Wextê Musa ji diya xwe re çêbû, wan ew xistin selelikekê û danîne cihekî ku tim jina Firawun diçû wir. Belê jina Firawun ew kurikê delal dît û li mala xwe xwedî kir. Belê yê ku bû sebebê kuþtina Firawun ew kurik bi xwe bû.

 

Êdî tirk xewnan dibîn ku kurd Kerkûkê bistîn, dibe ku ew bibin dewleteke serbixwe. Nefta wan pir e û ew dikarin rojekê yarmetî kurdên bakur bikin û kurdên bakur jî êdî ji wan re nokerîyê nakin.