|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |
Flaþ û Milaþ!
Rastiya sosyolog Klaus Fieseler derket holê
Pirtûka wî ji jiyana Sofî Incas hatiye girtin

Gabar Çiyan/Lotikxane: 17/03/07-Swêd-Sosyologê Almanî Klaus Fieseler di pirtûka xwe ya bi navê ``Mîtên Cinsî`` de dibêje: ``Di sala 2020 de mêr dikare bibe xwediyê du haletên cinsî. Bi saya seksa sanalê mirov dê kêfxweþ bibe. Mêr dikare hemîle bimîne...``
Me li ser pirsê lêkolînên berfireh kir. Piþtî lêgerîna me derket holê ku Fieseler, dîtinên xwe ji kurdan, bi taybetî ji jiyana ``Sofî Incas`` kopye kiriye. Li ser vê pirsê em bi lawê merhûm re peyivîn. Lawê wî ``Hitiko`` dibêje ku, hêja Sosyolog Fislê, dîtinên Sofî kopye kiriye. Ji ber ku Sofî Incasê rehmetî, tiving davêt piþta haletê xwe, lê Incasê biçûk neditewiya. Wî di sohbetên xwe de wisan digot:
- Bi vî haletî jinik nikare min îdare bike. Îca ku du haletê min hebûna Ristemê zal nikarîbû avê li destê min bike!
Weke ku tê dîtin, Incas berî bi 30 salan qala vê yekê kiriye û bavê vê fikrê ye. Ev aliyek rastiyê ye. Aliyê din ew e ku li Almanya hejmarek mezin Nisêbînî hene. Ew bi sosyologên almanan re têkiliyê datînin. Di dema têkiliyek wisan de qala jiyana bavê min hatiye kirin. Îca Fislêyê hêja jî, dîtinên bavê min ji xwe re kiriye fantasî, xeyal û pirtûk.
Hitik ji bo dîtinên din yê Fiselerî jî wisan dibêje: Di dema Incas de televizyon kêm hebûn. Ji xwe kompîtur qet tunebûn. Li Nisêbînê sînemayek hebû. Ew jî ya zarokên ``Þêxo Þentil Hefa`` bû. Ereba me ya hespa (faytona vekirî) hebû. Min reklamên fîlmên sînemê, bi textê afîþên fîlma, li ser piþta ereba xwe dikir û min film li bajêr dida danasîn. Carna ji bo xwarinê ez diçûm malê. Sofî Incas li afîþên sînemê dinêrî, carna çavê wî li bejna û bala ``Leyla Sayar``ê diket û ez bawer im bi wê re diket têkiliya sanalê. Têkiliya sanalê, di eslê xwe de zinêkariya xeyalî ye.
- Ma pirsa hemîlebûna zilaman. Ji bo wê dîtina te çi ye?
- Ew kar bi kêrî me kurda nayê. Em bi tirk û ereban re dijîn. Ne ji biratiyê fêm dikin, ne ji mafê mirovan, ne jî aþitiyê. Mirov bê razan ji hêrsa wan hamîle dimîne!
- Hitik tu difikirê ku li dijî Fieseler prosesa dadgehê bide destpêkirin?
- Na, ez nafikirim. Silavên min jê re bi rê bikin. Bila were Nisêbînê. Em ê deverên kêm mane bi saya ``Qopiro``, ``Karabaþ``, ``Qîqîyo`` û birakê ``Xerîbo`` bê qisûr bikin. Bi saya me ew dikare baþtir biçirîne, bibe mîljoner...