Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Lotikxanê jî têxin komisyonê babam!

 

Ehmed Beyan-11/04/08-Enqere- Dibêjin serokê Komisyona Ewrûpayê Manuel Barosso serdana Tirkiyê kiriye û çend lotikên ademî avêtine Tirkan. Barosso di meclîsa Tirko de, di dilê dewleta dagîrker de pêl zikê Tirkan kiriye û tirr ji wan berdaye.

 

Xalê me Barosso di meclîsê de axavtinek qirase kir, behsa demokrasîyê û çareserkirina doza gelê Kurd kir. Barosso pirr vekirî got ku divê Tirk dev ji serhiþkî û zîtirkên bergîlkî berdin û di çareserkirina doza gelê Kurd de gavên demokratîk û siyasî bavêjin. Yan na ewê Tirk sed salên din jî li ber devê derîyê Yekîtîya Ewrûpayê bisekinin û li ser lingan biqerimin. 

 

Werhasil, xalê me Barosso hevdîtinek bi partîya DTP re jî kir û dîsa lotikek li Tirkan xist. Di hevdîtinê de xalê me Ehmed Tirk ji mîster Barosso xwestiye ku li Tirkiyê „Komisyona Þopandina Mafên Demokrasî, Kulturî û Siyasî“ bê avakirin da ku lotikvanên dewleta Tirk ji nêzîk ve bên þopandin.  Hetanî vir temam.

 

Lê qardeþim, ma komisyona ku çavdêrekî Lotikxanê jî têde tunebe komisyone? Çawîþekî ji artêþa Lotikxanê jî têxin komisyonê ku Tirk bi xwe de bimîzin û newêribin tirr û fisên ji xwe mezintir bikin canê min!

 

Bi telaq, komisyona ku çawîþê Lotikxanê têde tunebe ne tu komisyone û hûn sax! Pir pir ew bibe „Formalîtasyon“ û xelas!