|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |

Guh bidin dengê jinên Kurd, ku
Welatê wan hatiye dagir kirin,
Ji mafên xwe yên netewî bê par in,
Nasnama wan ya cinsî tê çespandin
Tekoþîna jinên Kurd, ku ji ber nasnamên xwe yên netewî, çînî û cinsî ji herkesî zêdetir tên çespandin, di bin sitemkarî û kedxwariyê da dinale, berdewam e. Jinên Kurd, li hember her cure çespandin û qedexan, li welat û li der welat tekoþîna xwe bi rik didomînin.
Jinên Kurd, li Tirkiyê, ku bê huquqî karê rojane ye, hewl dide, ku ji kirasê jinî yê adetî derkeve û li ser bingehên demokratîk pergalên siyasî biafirîne.
Jinên Kurd her usa parçeyek e ji tekoþîna ji bo mafê mirovî, demokratî û azadî, ku seranserê cîhanê tê dayîn. Tekoþîna jinên Kurd, li hember duhînî, îro, hîn bi hêztir û bawertir e. Û her usa tekoþîna ku KOMJÝN didomîne, berfirehtir dibe.
Lê belê, karên ku em bikin hîn pir in û riya li ber me dirêj e. Li seranserê cîhanê jin, ji ber bandora polîtîka deshilatdariya mêran, îro jî wek materyaleke cinsî tên dîtin. Jinên Kurd ji mafên xwe yên mirovî û bingehîn, wek xwendin, kar kirin û gor dilê xwe hevjiyana xwe hilbijartin, bê par in.
Li Tirkîyê qelend, berdêlî û “cînayetên namûsê” berdewam e.
Avakirina partiyên siyasî û rêxistinên sîvîl yên bi nasnama Kurdî, hîn jî qedexe ye.
Mafê perwerdeya bi zimanê dayik ya zarokên Kurd hîn jî tune ye.
Di parastina zman û çanda Kurdî da, para jinên Kurd giringtirîn û bingehîn e. Ji ber ku ew, wek pireyek zman û çanda Kurdî wêrî zarokên xwe dikin û zman û çanda Kurdî ji mirinê xilas dikin. Dewleta Tirk jî ji vê rastiyê baþ haydar e û ji ber vê yekê jî van salên dawiyê jinên Kurd kiriye hedefa xwe. Bi mebesta, ku keçên Kurd fêrî zmanê Kurdî bike û jinên Kurd xwedî meslegek bike, projeyên piþaftin û asîmîlasyonê bi rêva dibe. Ji ber ku nufûsa Kurdan ji ya Tirkan zêdetir nebe, karê stewrî kirinê li hember jinên Kurd dimeþîne.
Em wek jinên Kurd yên KOMJÝNî bang dikin û dibêjin:
- Ji bo her cureyî newekhevî ya li hember jinên Kurd ji aliyê yasayî û jîyana civakî ra, na!
- Ji þîdet û çespandina her cureyî ra, na!
- Ji karên piþaftin û asîmîlasyonê ya li hember jinên Kurd ra, na!
- Na, ji mudahale kirina bedena jinên Kurd, ku bi navê kontrolkirina zayinê tê meþandin!
- Na, ji bo weqf û dezgehên, ku ji bo pêþîlêgirtina pirbûna nufûsa Kurdan hatine avakirin û bi destega dewletê karê xwe birêve dibin.
Em ji bo karê hevbeþ, miþeyê hevbeþ dixwazin!
Em dixwazin wek mirovan bijîn!
Em mafê perwerdeyî yê zmanê dayik dixwazin!
Em dixwazin, ku qedexeya yasayî ya li ser rêxistinên Kurdî bê rakirin!
Em dixwazin, curmên tecawuzê yên li ser jinên Kurd yên dema borî û yên îro bên lêkolîn û berpirsiyarên wan tecawuzan bên darizandin û bi girantirîn cezayê bên ceza kirin!
Þik tune, ku ji bo xwe, ji bo zarokên xwe, ji bo duwerojên xwe yên ronî û ji bo azadiya xwe çî ji destê me tê, emê bikin!
Bi van hestan, roja jinên seranserê cîhanê pîroz dikin.
Bijî 8´ê Aadarê!
Bijî tekoþîna jinên cîhanê ya rêkxistî!
Bijî KOMJÝN 08 Adar 2007