|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |


Daxuyanîya Kongreya Bîstem ya KOMKARê
Kongreya Bîstem ya KOMKARê piþtî gengeþîyek bi rêk û pêk li ser rewþa dawî ya Kurdistanê û li ser kar û xebatên xwe biryara Daxuyanîyek çapemenîyê girt.
Di roja 27.10.2007 de Komkarê civîna nûnerên xwe yên giþtî pêk anî. Kongreya Komkarê xebatên xwe yên civakî, kulturî, folklorî û yên siyasî nikaþ kir û xebata xwe ya du salan nirxand.
Kongreya me, ji bilî pezindana xebatên xwe yê hêja, li ser kêmasîyên xwe jî sekinî û di xebatên duwaroj ji bo çareserkirina kêmasîyan, ji nûnerên hêja pêþnîyarên cuda wergirt.
Kongreya me, bi giþtî li ser rewþa Kurdistanê û bi taybetî jî li ser erîþ û gefên dewleta Tirkîyê dijî Kurdistana Baþûr sekinî. Wek tê zanîn Dewleta Tirkîyê ev demeke dirêje ku ji bo erîþê Kurdistana Baþûr bike, bi provakasyonên cuda di hewildanên pêkanîna erîþkirinê de bû.
Hukumeta AKP yê Piþtî van hewildanan bi zexta ertêþa Tirkiyê, di meclîsa xwe de bi behanekirina hebûna PKKê li Baþûrê Kudistanê û þerê dijî wî, ji bo ertêþa xwe vîzeya (tezkereya) tedaxulîya eskerî bo Kurdistana Baþûr bike derxist. Li gor agahdarîyên ku di çapemenîyê de belav bûne, ertêþa Tirkîyê gund û çiyayên Kurdistanê ji nuha ve daye ber topan.
Di van rojên dawî de bi taybetî piþtî tezkereyê, hemû partîyên siyasî yên Tirk, hemû dezgehên wan yên sivil, komeleyên wan yên faþîst û nijatperest, çapemenîyên Tirk, ketine nav propagandayekî þoven, nijatperest û dijî Kurd. Ku ev yeka jî zemîna þerê Kurd û Tirk çê dike. Ji nuha ve gelek rûniþtîvanên Kurd li metropolên Tirkîyê bûne hedefa faþîstên Tirk. Ev jî birînên heye hîn kûrtir dike, di þûna çareserîyê de nakokîyan hîn mezintir dike. Divê yekê de ne tenê Kurd, gelê Tirk jî zerarekî mezin dibîne.
Kongreya me vê yekê gelek bi ciddî nirxan û li hember erîþ û gefên þovenîst, bangê hemû demokrat û aþîtîxwazên Tirk û Kurd dike ku li hember van erîþana, bi evayekî xurt dengê xwe bilind bikin.
Kongreya me bangê PKK jî dike ku bi kirin û çalakîyên xwe zemîna erîþkarîyê ji dewleta Tirk re çê neke, xesasîyeta rewþa heremê li ber çavan bigre û Hukumeta Herema Kurdistanê nexe nav tengasîyê.
Kongreyê carek din erîþên faþîst û þovenîst ya Tirkîyê, li ser Kurdan mehkum dike. Û biryar girt ku li seranserê Ewrûpayê bo teþîrkirina erîþkarîya dewleta Tirkîyê, di zemînên demokratîk de bi civîn, konferans, bi xebatên lobîyê û bi meþ û mitîngan, xebatên xwe geþtir bike.
Kongreyê her usa piþtgirîya xwe bo tevgêra azadîxwza Kurdistanê û bi taybet bo Hukumeta Federal ya Kurdistana baþûr dupat kir.
Baþûr, Bakûr, Rojhilat, Kurdistan yek welat
Bijî Azadîya Kurdistan
Bijî KOMKAR