|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Heger em danekevin xiþxiþê baþe

Ûnisê Hevêrkî- 09/11/07- Ji nîvê Komcivîna DTP-Enqere- Dibêjin rojekê ciwamêrek di civata oda gund de dibêje:”Errrrreeeekkkk, kuro min îro sed hirç bi hevre dîtin!” Gundî dikin tewtew û dibêjin:”Heyla agir bi malê keto, ma sed hirç li van derûdoran çi dikin malxerab!” Zilam dibêje:”Ê bi telaq 100 nebe jî 50 hebûn!” Gundî dîsa dikin yahewlelwela û henekê xwe pê dikin. Zilam dibêje:”Ê yabo bi namûs 50 nebin jî 10 hebûn, wîî!” Gundî dîsa dikin niçe niç. Zilam bi qehr dibêje:”Ê jina min ji min berdayî be xiþxiþek ji nava devîyê hat, bi telaq ez ji xiþxiþê nehatim xwarê lo!”
Îcar xuyaye ev jî mesela me û partîya me DTP ye. Hinek ji rayedarên DTP a me berê car caran be jî behsa eyaletan û federasyonê dikirin. Lê di vê komcivînê de federasyon bincil bû, navê Kurdistan bincil bû û armanc bû Muxtarîyeta Demokratîk. Ev ji ku hat? Berî demekê sayin Ocalan gotibû “Ji Muxtarîyeta Demokratîk baþtir û xweþtir tuneye ellawekîl!” û peyamek þandibû ji rayedarên partîya me re. Îcar hingî rayedarên me jî bêbiryar û bêinsiyatîf in, ji hev bi þik û guman in, nikarin bi îrada xwe biryarên xwe bidin û guhê wan li ser Îmralîyê ye. Qey ev jî bext û siûda me Kurdên bakur e.
Werhasil, me Nûrettîn Demîrtaþ kir serokê partîya xwe û wê Emîne Ayna xanim jî Nûrettînê me kontrol bike û dêr lê bihejîne. Hûn dibînin newlo? Ji ber ku em ji hev bi þik û guman in, îcar em ji dêvla serokekî du serokan datînin ser serê xwe. Çima? Êêêêêêê, heger serokê partîyê serê hefsêr ji destê hinekan derxist!? Çi dibe? Dibe kafir kerafî wesselam.
De komcivîna partîya me pîroz û bimbarek be û Xwedê bikim em danekevin “XIÞXIÞÊ” rebbî!