Konê Reþ

Hawar e ! Tirko doza çi li me dike?!
1
Hawar e!
Tirko doza çi li me dike?!
Her ku em li berxwe didin
Û serê xwe bilind dikin
Tirko zîtirka dide..
Her ku em cihê xwe xweþ dikin
Tirko dicefile..
Her ku em darekê diçînin
Tirko diricife..
Her ku em avaniyekl ava dikin
Tirko dînomîno dibe..
Tirko doza çi li me dike ?!
Haware desthilanîn fereca xêrêye
Em jî, li fereca xêrê digerin…
Û ferece
Di dest wan deye
Hawar e, qey tirko hebûna me
Di nebûna xwe de dibîne?!!
2
Hawar e!
Her ku em hêlînekê ava dikin
Tirko dizire,
Ji wê hêlîne dibizd e..
Hawar e, ji kitikê bizdonektir tune ye
Dema ku mirov rê lê teng dike
Ew kitik dibe wek piling û
Xwe êrîþî nav çavê neyar
Dike
Em jî,
Li azadîya xwe digerin…
Tirko doza çi li me dike?!
3
Hawar e!
Ji 85 salan ve
Em li rêka çûk digerin
Tirko li pêþ me disekine,
Difitile û lotka dide..
Hewil dide wê rêkê li ber me digire
Da ku em têre
Ne firin,
Bi zimanê dê û bavên xwe
Ne axifin,
Dapîr û bavpîrên xwe
Nas nekin
Þûnewarên pêþîyên xwe
Ne xepêrin..
Ji 85 salan ve
Çûk û çivîkên welatê me
Bi ber û berikên tiving û topên tirko
Têne kuþtin
Di miþextî û zîvarîyan de
Belav dibin
Roja îro
Di taxên, derdorî Stenbolê de
Dor 4 melyon Kurd
Kom dibin…
Hêjî tirko doza Kerkûk û Mûsilê dike..
Wa weylê lê vê sosretmayê;
Tirko doza çi li me dike?!!
4
Hawar e!
Em jî dixwazin
Bi aþtî, aramî û tenahiyê
Li ser xaka bav û kalên xwe
Bijîn..
Çûk û çivîk bi star
Di hêlînên xwe de
Bilûsin..
Êdî nema kes darên beriwa
Ji ser çiyayên Kurdistanê
Bibirin…
Êdî nema kes berfa spî
Li ser çiyayên bi mij û moran
Sor bike..
Pezkovî bê tirs ji nêçîrvanan
Li ser çiyayên Cûdî, Barzan, Qendîl,
Pîremegrûn û Herekolê Azîzan
Biçêrin..
Þivan û gavan bê tirs ji gur û hirçan
Kerî û garanên xwe di mexelên deþta
Þehrezûr, Ormîya û Silîva de
Mexelkin…
Hawar e Tirko doza çi li me dike ?!!
5
Mijde bo we
Çendî tirko bide zîtirka, bizire, lotka bide
Kerkûk perçak ji Kurdistanê ye
Þingal û Zemar li maka xwe
Vedigerin..
Tirko çi dike bela bike..
Hawar e!
Em jî li aþtî, aramî û tenahîyê
Digerin…
Em jî aþtîxwaz in
Tirko doza çi li me dike..?!
29/92/2008-Qamiþlo
| Nivîsên berê |
Ji Binxetê em salvegera Azadiya Welat piroz dikin
Di tebaxa burî de(2006), dema ku me sehkir wê rojnameya Azadiya Welat rojane li Amedê were weþandin, hingê ji kêfan re min gotarek bi navê( Apê Musa Anter bi -Tîr-ek xwe beþdariyê bi me re bike) nivîsand û di medya kurdî de belav kir.
Va îro(15/08/2007), salek di ser weþana wê re derbas dibe. Ev rojnameya ku xwerû bi kurdiya latînî û rojane li Amedê, paytexta kurdên bakur çap û belav dibe û bi hezaran xwendevan peyda kiriye...
Bêguman Azadiya Welat berdewamiye ji rojnameya Welat re, ewa ku berî 15 salan-1992-li Stenbolê derdiket. Hingê apê Musa Anter di quncika bi navê TÎR de dinivîsand, min jî di rêka wî re gelek caran berhemên xwe di nav rûpelên wê de di weþand in. Carekê jî, ji ber helbesteke min bi navê( Bizina Pîrê), ku têde belav bibû, ji ber emniyetê ve ez hatim xwestin û bersivdan, ji wan werê ew rojname bi tirkî ye, wan
bawer nedikir ku bi kurdî ye vêca ji mib pirsîn; Te çi di vê rojnameya bi zimanê tirkî de nivîsandiye ? Ma tu bi tirkî dizanî ? çi pêwendiyên te di gel wan de hene û çilo û çawa..
Dawî, rojnameya Welat hat rawestandin, rojnameya Welatê Me di þûnde zîlda , ew jî hat sekinandin, rojnameya Azadiya Welat a heftane serî bilindkir û wiha ji salekê ve Azadiya Welat a rojane, bi rêk û pêk weþana xwe berdewam dike...
Ji rexekî din ve, di van herdû salên dawîn de, lo dor standardkirina zimanê kurdî gelek giftugo hatine li darxistin û hin hewildan hene ku zimanê kurdî li baþûr bibe soranî û hin bi hin kurmancî pûç bibe. Bi behana ku soranî xwedî dîrok û ci girtiye, û kurmancî nikare wî cihî dagire...lê rojnameya Azadiya Welat xweþ bersive ji wan kesan re, ewên mîna Ferhad Þakelî û Muhsin Ciwamer ku bi zikreþî þerê kurmancî dikin û hewildidin ku zarokên Zaxo û Duhokê ji avê re bêjin Aw û ji jinê re bêjin afret. Þevê din di paltalka Zimanê Kurdî de, Muhsin Ciwamer got: Xelkên kurmancîaxêv nabin bi qasî xelkên Hewlêrê, min lê vegerand: Tu ne rat dibêjî, bese ku rojane li Amedê 10 hezar dane ji rojnameya Azadiya welat tê firotin..
Belê bi vê gava dîrokî re xewnên Mîr Miqdad Bedirxan, mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Musa Anter, Adip Karahan û Huseyin Deniz bûn rastî...Hem jî xewnên me bûn rastî..Em jî ji dil û can ji vê gava dîrokî re dilîlînin û þabaþ dikin...Û pêre pêre kurmanciya me bi me þêrîntir dibe
Pîroz be gelê kurd li we salvegera rojnameya Azadiya Welat. Mijde bo we þehîdên peyva kurdî a resen, va zarokên we xwe ji dûv doza we a pîroz nedane alî, xewnên we dikin rastî.
Di vê derheqê, bi vê helkeftinê tiþtek ji min nayê ji bil ku ez spasiyên gerim ji Qamiþlo û Binxetê pêþkêþî berpirs, endam û tev karkerên rojnameya Azadiya Welat bikim, destên wan behejînim û ji wan re bibêjim bijîn bijîn bo peyva kurdî a resen…
21/08/2007
Qamiþlo
Ji Þîretên Mîr Celadet Alî Bedirxan
(Di 56 saliya koçkirina wî de)
Wek ku diyar e, di 15 tîrmehê de(2007), 56 sal di ser oxirkirina dawîn a mîr Celedet Alî Bedirxan re derbas dibe. û wek ku hûn tev dizanin di 15ê gulana îsal de jî, 75 sal di ser derçûna kovara wî Hawarê re derbas bûn.
Bi vê helkeftinê ez dixwazim careke din dewla xwe di bîra mîr Celedet Alî Bedirxan de dakim û kela xwe û kela tiyên ziman û rewþenbîriya kurdî a nûjen- Yê ku bixwaze - di vê havîna gerim de, bi qurtek ava sar û cemidî,
ji ava bîra mîr Celedet Alî Bedirxan vexwim û xwe hênik bikin...
De werin em bi
hev re li hin
þîretên wî
guhdarî bikin. Ez ti þirovekirinê ji dirêjkirinê re pêwîst nabînim û ez nabêjim
ku di roja de, ji gelek rexan ve þerê mîr Celadet û Dr. Kamîran dibe..! Hema ev
þîretên wî bi tena xwe xweþ bersivin ji wan kesan re:
(…Dema ko tu dixebtî qet li dora xwe menihêre. Heke ên din dixebtin an ne. herçî ko dixebite karê xwe pêk tîne û karê tu kesî bi xebata yekî dîtir naçe serî. Her dar bi pelên xwe saye dare, ne bi pelên dara dorê.
Ew ne bi tenê ye. Di dora te de hinin din jî hene ko dixebtin. Heke te tiþtek pek anî li dora xwe vedkire, lê tiþtekî welê bigere ko bi yê te bêtir û tekûztir bit.
Hûn hemî ji bona avahiyekê dixebitin. Her kê ji we hîmê wê daniye xwedê jê razî bit.Pesin jêre bit, heqê wî ye. Hûn jî herin dar û qirþ, herî û kevirî peyda bikin, dîwar an banekî wê çêkin. Nav didaniyê bidin. lê ne ko bidexsin.
* * *
Tu ketiye cînariya yekî ko avahiyek bi du mezelan aniye pê. Tu di xwe re wî xurtî di bînî ko bikarî avahiyekê çend tayîn û mezelên ber pê bikî. Lê avakirina mala mezin bi xerabkirina a kiçik dest pê meke.
Belê xorto! Di dewera xwe de kêm û zêde, kiçik mezin, civat, kom, civanokan dê bibînî: Di dinyayê de tu tiþt nîne ko tekûz bit. Di her tiþtî de, nemaze di karên nûdetspêkirî de, pir car kêmanî hene. Heke te ew kêmayî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya daniyan bikî û wan kêmaniyan bi edilînî. Hilweþandina stûnekê hêsaniye, huner di rastkirina stûna xuwar deye.
…Xorto ! Holê bixebite, an bi xwe çêke an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin. Lê heger tu nikarî bi xwe çêkî, ne jî arîkariya çêkiroxan bikî hingê bi ên çêkirî þa û kêfxweþ bibe. Ji ber ko ew ji bona te , ji bona miletê te hatine çêkirin. Nav di wan de bide, wan bi pesinîne.
Xorto ! Te dît ko bazekî kevroþkek girtiye, mebêje , ma girtina kevroþkê jî tiþteke. Lê bêje te xezalek girtiye. Ji bona ko baz li xezalê bigere û bide pey wê.
Xorto ! Min got heke tu nikarî çêkî, lê bawer bike, ewlebe ko te dil hebe tu ê bikarî jî. Herçî ko dixwaze di kare jî.
* * *
Wekî ko dixebtî dexisker ji dora te kêm nabin. Tu guh mede wan, gotinên wan damine(daneyne) ber dilê xwe.
Heke di riya xebata xwe de þemitî û ketî, tu zanî ewê çibikin. Mebêje ewê bên bi destê te bigirin, birînên te derman bikin. No; ewê ji hev dû bipirsin, gelo lingê wî ne þikyaye.
Bi xebata xwe bi nav û deng bibî. Xelkê qenc, xelkê welatparêz pesnê te bidin, tu ê giram bibî. Ên dexsok tu zanî dê çibikin ! Mebêje ko bo xelkê re çeplikan li te xin. No, dexis wan nahêle. Ewê bêjin: Ma ev çi kiriye, ji bona xwe xebitiye û bi nav û deng bûye, di her derê de pesnê wî didin. M a ev jî tiþteke…
* * *
Xorto ! Herçî ko bi te berberiyê bikin ji te bêtirin. Ji xwe di dora gulekê de strî bi hezarî ne.
Ew di nav xwe de nexweþ bibin, pev biçin jê, li te dibin yek, destên xwe didin hev. Ji ber ko ji te kêmtirin. Kêmaniya wan wan digihîne hev.
Ji xwe di tebîetê de jî welê ye. Tiþtên qenc û hêja hindikin, nehêja û bêkêr zehfin. Ma tu nizanî ko di gundekî de du sê hespên kehêl hebin, di garana wî de bi sedan ga û çêlek û dewarên reþ hene. Li nik xelkê gundî ne piraniya garanê, lê hindikayiya hespên kihêl bi qedir û hêjaye.
* * *
Her wekî min got tu guh mede wan. Her çî ko elîhdariya te dikin, li ber wan bikeve, ji wan mexeyide.ew peyayên nekerhatî û mivrone. Nikarin, nizanin, ji lewra kurt û pist û gotûgota wan e.
* * *
Xorto ! Xebata te mîna dengekî ye. Ma deng bi pifkirinê tête vemirandin.
Keda te mîna çirayekê ye. Ma çira kengî bi deng û pêjinê temirî ye.
Tu her bixebite, Qet mesekine, karê xwe biserxe.
Dengê te ko ji pifkirinê natirse, ewê her bilintir, çira te ko bi pêjinê na lerize ewê her geþtir bit.
* * *
Keçê ! di van gotinan de para te ne hindike.
Keçê ! Tu keça wî camêrî, jina wî mirovî, diya wî xortî yê ko min þîretan lê kir û kar û xebata wî þanî we da.
Belê keçê, Ev xortê ha xortê te ye. Di mehdikê de te ew lorand. Di daweta wî de te jêre tilîland. Di roja qewimandinê de, te nav di wî da. Ji xwe tu birkê wî yî.
Keçê ! Min ji te divêt, tu xortê min welê bixwedî bikî û bigihînî ko li pesin û þabaþan sezabit û loma jê mebit.
Keçê ! Tu di her kar û diravî de arîkariya xortê minî. Tu ê pêre bijî, pêre jî bimirî).
Mîr Celadet Alî Bedirxan ( Kovara Hawar ê, H: 18 / 1933, Þam)
Qamiþlo 15/07/2007
------------------------------------------------
Ferhad Þakilî, ji devê ketiye û hop hopa wi ye!
Piþtî ku min gotarên birêz Hesen Silîvanî, mamoste Heder Omer û Dr. Husên Hebeþ xwendin, ku van camêran wek bersiv li birêz Ferhad Þakilî vegerandine, li dor gotinên wî di kongireyeke perwerdeyî de li Hewlêrê, di roja 22-24-ê gulana 2007-an de. Ew kongerê ku Wezareta Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê di bin duriþma ( Zimanî standardî kurdî û elfubêyî standardî kurdî ) pêkanîbû.
Di vî kongerî de F. Þakilî wiha gotiye:
(Di nav kurdan de tukes wek malbata Bedirxan tune ye, ku weha dilsoz be ji bîrûbawerî û îdyologiya Etatûrk re. Ew bi nav li diji Tirkiyê bûn, lê di rastîyê de lihevnehatina (nakokî) wan tenê liser deselatdariyê bû. Celadet û Kamiran Bedirxan di tevahiya jiyanên xwe de hewla wê yekê dane, ku zehvî (teqlîd) Etatûrk bikin, pir begemdarê (mu `iceb) hizirkirina (ramankirina) Etatûrk bûn.)
Konê Reþ
„Celadet û Kamiran di warê siyasî de hatin þikestin, xwestina wan ew bû, ku di biwarên zimên û çandê de
biserkevin. Malbata Bedirxan her piþtî hilweþandina mîrniþîna Botanê li Istanbûl, Kirêta û li çend cihên din jiyan. Lê tevgirêdana wan tim bi dezgehên împeryalîstan re hebûn, bi taybetî bi dezgehên çasûsî re û bi wan re kardikirin. Ev jî bicarekê ne karekî ecêb e, ji ber ku em dizanin ku jêderên (çavkaniyên) îdyologî yên Etatûrk û Bedirxaniyan yek in, herduyan ji kaniyeke jehrayî vexwarine).
(Min ev bend ji banga Dr. Husên Hebeþ guhestiye).
De yabo ! Werin, vî kerî di vî bihurî re derbas bikin, û kirasê xwe neçirînin.. û bersiva Ferhad Þakilî bidin… Ferhad Þakilî, evê ku mîna wî kesê, ku ji devê ketibe û hop hopa wî be..Mîr Celadetê ku 13 salan di berhevkirina Alfabeya kurdî latînî de xebat kiriye, di tev jiyana xwe de berberiya Mustefa Kemal kiriye, îro sakûlek wî bi Etatûrk ve girêdide û dibeje îdiyolojiyên Etatûrk û Bedirxaniyan yek in..!! Tevî ku Mîr Celadet Bedirxan ne yê ku mirov bervedêriyê di berde bike, ji ber ku wi di gelek cihan de bersiva gelek kesan daye..De ka werin em bi hev re lê guhdarî bikin, bê ew bi xwe di vî warî de çi dibêje û çi bersiv daye:
(...Ev elfabêya hanê ko îro em zimanê xwe pê dinivîsin paþiya xebateke salanên dirêje. Di sala 1919 an de, me dabû çiyayê Meletiyê. Em ketibûn nav eþîra Reþwan. Mêcer Nowel(Ingilîzek) jî di gel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanîbû, dixebitî ko hînî zarê bakur bibe û ji xwe re her tiþt dinivîsand. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin. Carnan, me li nivîsên xwe çavên xwe digernandin, dixwend û diedilandin. Min bala xwe dida Mêcer, bi lêvkirineke biyanî, lê bê diþwarî destnivîsa xwe dixwend. Lê belê ez, heta ko min (Û,و) ji (O,و) û (I,ي) ji (E û ي) b. p derdixistin. Diketim ber hezar dijwari. Ma çiman ?..Ji ber ko Mêcer bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê di cih de, min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên elfabeyek latînî. Êdî min bikariya destnivîsa xwe paþ hezar salî jî, bê diþwarî û weke xwe bixwînim, ji ber ko her deng cihê cihê li ser kaxezê dihate sekinandin.
Lewra ko di elfabêya latînî de, tenê 26 herfên serxwe hene û di zimanê kurdî de deng ji 26 an bêtirin, gelek herfên hevdudanî ketibûn nav elfabêya min weko: ch, ou, aî. Ji xwe di zarotiya xwe de, wekê min di dibistanan de dixwendû hînî herfên erebî û latînî dibûm, tiþtek hebû ko min di çavê xwe re dikirû ji bona herfên erebî, di dilê xwe de digot: Ev elfabêyek welê ye ko dengin dide xwendin ko nayên divîsandin, û latînî yek car vajî wê ye, herfin dide nivîsandin ko nayên xwendin. Belê fikra min dibabeta van her dû elfebêyan de ev bû. Bawer bike bi vê fikra ko min ji zarotiya xwe ve di serê xwe de bixwdî dikir, kêfa min ji herfên hevedudanî re ne dihat. Hingî ji zimanên ko bi herfên erebî nayêne nivîsandin min yûnanî, hinekî fransîzî ûelfabêya rûsî nas dikirin. Hema di ciyê de, rabûm herçî herfên hevedudanî ji elfabêya xwe derêxistin û li þûna wanji elfabêya yûnanî û rûsî herfên derxwe êxistin. Bi vî awayî min elfabêyek bi sîh û þeþ herfên serxwe existî bû dest xwe.
Wekê em vegeriyan hatin Stenbolê, bi vê elfabêyê min kitêbeke elfabêyê û ferhengeke kiçik nivîsand û ji bona çapê kar kirî bûn. Lê mixabin ne ew elfabê, ne jî ew ferheng îro di destê min de ne. Di sala 1925 an de, di gel hin nivîsên min ên din gihîþtine pêþberê Mehkema Xarpûtê.
Di sala 1924 a de, li Elmanyayê min careke din çavê xwe li elfabêya xwe gerand, hûr lê meze kir û mideke xweþ li ser xebitîm. Min bala xwe dida û didît ko ev sê texlît herf qenc li hev ne dihatin, herfên yûnanî û rûsî yekrengiya elfabêyê xerab dikirin. Jê pêve dû herif hebûn ko ji me re ne gerek bûn. Ji lewra min elfabêya xwe ji nû ve senifand: Herfên zêde jê avêtin, hin herfên latînî bilindek li wan bar kirin û di þûna herfên yûnanî û rûsî de êxistin. Bi vî awayî elfabêyeke bi sîh û çar herfan û yek reng hate pê. Ez paþê bi elfabêya xwe mijûl bûm. Lê hetanî ku tirk elfabêya xwe belav kirin ya me weke xwe dima û têde me tiþtek bingehî ne guhert. Min her tiþtên xwe pê dinivîsandin û ji nasên xwe re dida zanîn.
Wekê tirk elfabêya xwe belav kirin, me dît ko di dengên hin herfan de elfabêyên me ne mîna hevin. Dengin hebûnko tirkan ne bi wan herfên ko me niþan kirine lê bi herfinen din nîþan kirî bûn.
Her wekî me berê jî çend caran gotî bû, ji bona hêsanî kirina xwendina nivîsarên me, ji Kurdmancên tirkiyê re , me dengên hin herfan bi hev guhertin û her çend hebû me ew çend elfabêya xwe xist nîzingî elfabêya tirkan.
Ji gotinên jorîn qenc xuya dibe ko elfabêya me paþiya xebateke sêzdeh salîn e, gora zimanê kurdî, gora dengên zimanê me ye. Herê ev elfabê berî sêzdeh salan hatiye nivîsandinû gora zimên û dengên wî hin bi hin edilî û ket halê xwe ê îro.
Berî û piþtî belavkirina elfabê min min fikrên gelek kesan pirsîn û gotinên hinekan bi kêrî min hatin. Di nav wan de mirovinen yekcar nexwenda jî hebûn.
Ji lewra ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir ji keda miletê xwe dihesibînim û pêþkêþî wî dikim. Ji xwe herçî yê wî ye, ji yê her kesî hejatir û spehîtir e.) Hawar, hejmara 13 / 1932 Þam
Vêca ez vî gotarê Mîr Celadet Bedirxan yê bi navê PÊÞGOTINEK wek bersiv dibînim ji wan kesan re. Ev gotar di kovara Hawar ê hejmara 13 , sala 1932 an de balav bûye.
Berî dor salekê jî, vî nivîskarî, di hevpeyvînekê de bal kiþandiye ser vê boçûna zikreþ, û êrîþên dijwar û bê bingehîn ajotine ser malbata Bedirxaniyan, nemaz jî ser aferînerê elfabêya kurdî latînî; mîr Celadet Bedirxan û birayê wî Dr. Kamiran. Hingê jî min ev gotarê li xuarê nivîsand û di medya kurdî belav kir, di bin navê:
(Ji berî 73 salan ve Mîr Celadet Bedirxan bersiva wiha kes vegerandiye)
Min jî, wek gelekan ji rewþenbîrên kurd ew gotinên megrûdî yên ku Dr.Ferhad Þakilî di derheqa mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan de gotine, seh kirin. Dilê min jî wek dilê wan hat guvaþtin û di nav mixabiniyek bê ser û ber de kûr û dûr çûm, û li bersivekê geriyam..Dawî min ji vê bersiva ku mîr Celadet Bedirxan di bin navê(Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî )wek bersiv ji (Pîrût )re li ser gotara wî ya bi navê ( Eksî Sedayî Hawar ) çaktir û duristir nedî. Herdû jî di kovara HAWARê de hejmara 10 an sala 1932 an çap û belav bûne.
Pîrût di gotara xwe de (Eksî Sedayî Hawar ) ji Mîr Celadet Bedirxan di pirse û dibêje:
(..Le paþî erk û xerîkbonîkî çend saleyekîk le zeman þanase qîmetdarekanî kurd –Tewfîq Wehbî beg-li ser biney latînî tîpî bo zemanî kurdî helbejard,alfabêtîkî le ser ew tîpe dana û gelî lawanî kurdî iraq fêrî ew tîpe bûn wa istayehke lekî ehênin.Keçî le seriyekî terewe kar bi destanî xoþewîstî govarî Hawar çeþne tîpîkî tiryan helbijardeweke li gel heneke key Tewfîq Wehbî beg rêk nake wêt.Aya mimkin niye bo ewy rê be ser lê têk çûn nederêt.komelîkî þareza lem dû tîpeû werd bînewe,yayekîkîyan hel bijêrinû ya yekîkîyan bixine û biwe terme tîpîkîyek reng bo zemanî kurdî dabînin ?...)
Mîr Celadet Bedirxan jî di eynê hejmara Hawarê de (No:10 Sala1932an), di bin navê (Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî )vê bersivê ji Pîrût re dibêje:
Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî
Le bo Pîrûtê xoþewîst
Gotinên xoyê benda (Ekis Sedayî Hawar )gelek rast û qencin. Di ser wan re tu gotin nînin.her weyî me çend caran gotiye yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêþîn jî yekîtiya herfan e.Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene,zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin.Ji hejmara pêþîn ve xuyaye ko armanca Hawarê a pêþîn û bingehî eve:
Di Her Tiþtî De Yekîtî
Ev armanca ha ji me re bûye destûr.Heta niho em bi vî destûrî ve çûn,iro di çin,û di dawiyê de diçin.Wekî niho,kiryariya her rojname û kovarê ji bona welatê biyaniyan ji cihê çapkirinê girantire. Lê Hawara ko di her tiþtî de mêldarê yekîtiyê ye kiryariya xwe ji bona her welatê ko têde kurd hene wek hev kirine.Bi vî hawî li Hawarê jiyan dibe. Ji ber ko heqê postê ji bona sûriyê(10)santîm, lê jo bona Iraq û Iran û welatên Qefqasê (150)santîme. Lê em pê qayil bûn da ko kurd di kiryariya Hawarê de jî wek hev bibin.
Belê em dizanin ko zimanzanayê bi qîmet û hêja mamoste yê giram Tewfîq Wehbî beg jî bi herfên latînî elfabayek çêkiriye.Pêrar wekî me hev dû li Þamê dît elfabayên xwe ji hevre dan zanînû ew danîn ber hev.Di navber wan de ferqin hebûn.Me dil kir di cih de elfabayên xwe bigihînin hev û ji herdiwa elfabêyek nû bibijêrin û belav bikin. Hingê destbirayê min ê xoþewîst û giram di got ko hîn li ser elfabêya xwe di xebitim.ji lewra yek kirina elfabêyên xwe me avêtibû dawîyê.
Di pê re Tewfîq Wehbî çû Iraqê.Lê teþqelenin ne xweþ qewimîn ko ji bona her kesî nasin .Di gel vê hindê min jêre çend caran nivîsand,lê li min venegerandibû.Vê paþiyê me zanî ko nivîsarên me ne gihabûn destê wî.
Ji xwe derketina Hawarê ji bona vê yekê dereng maye.Hawar di meha gulanê de derket.Min rixseta Hawarê di bîst û þeþê çirya berê 1931 de girt û karên derxistina wê di pêþiya goçokê de (Þibat)pêk anîbû. Çar mehan ez li hêviyê mam, da ko bi destbirayê xwe ve dest bi dest elfabêyeke welê derînim ko pêþdetirî li dû pityê vemekit. Lê her wekî min ji jor ve got li min nehat vegerandin.Jê bêtir jî min nikarîbo ez li hêviyê bimînim. Ji lewra me dest bi derxistina Hawarê kir û elfabêya xwe ji kurd û biyaniyan re da zanîn. Iro di meydanê de tiþtekî çêkirî heye.Kovarek û elfabêyek.elfafêyek û kovarek. Nik dilê min ji bona iro ya çêtir û rastir eve ko em hêla xwe bidin û vê elfabêyê heta higê ko mihiceta edlanendê bikevêt pêþiyê û rê li me bigirêt,pêþve bibin.
Di gel vê hindê divêt ez careke din jî bibêjim ko em her gav mêldarê yekîtiyê ne û armanca xebata me yekîtiye. Em bi gavinin bi vîn û hiþk ber bi armanca xwe ve diçin û nasekinin.Ji ber ko di destpêkirina me de, ji xwe bi derengî ketiye. Em nema dikarin di hêviyê de bisekinin. Gelek spasan li Pîrûtê delal di kim ko ev hînceta ha xiste destê min.
Xweyiyê Hawarê
Di baweriya min de, birêz Tewfîq Wehbî beg ji zikreþî bersiva mîr Celadet Bedirxan, di wê hingê de venegerandiye. Nexasim wî xweþ dizanî ku Mîr kovara Hawarê amade kiriye ji çapê re...Û wiha çavê wî barnebûye ku mîr Celadet Bedirxan xwediyê navê pêþîn be di berhevkirin û belavkirina elfabêya Kurdî latînî de . Zikreþiya Dr.Ferhad Þakilî ya îro ji zikreþiya Tewfîq Wehbî a berê tê...Lê çendî F. Þalilî bide xwe, ew nagihêje toza Twefîq wehbî beg..
Gelo ! Heger mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan casûsên impryalizmê bin, gerek di pêþiya wan de Tewfîq Wehbî beg be... Û heger Tewfîq Wehbî beg elfabêya xwe berî a mîr Celadet belav kiriba, wî Ferhad Þakilî îro roj bi gota Tewfîq Wehbî beg casûsê Ingilîzan e..?!
Ne wiha mirov zikreþiya xwe derdike birêz Ferhad Þakilî ? Mîr Celadet Bedirxan bi tena xwe berberiya Mistefa Kemal paþa dikir ... Bedirxanî ûcaxên kurdistanê ne bi agirê van ûcaxan ne lîze, tê xwe biþewitîne...Bedirxanî zêrin, çendî di nav tiravê de bimînin zêrin, qet zingar nagirin...Bedirxanî ji Kurdan re, çemê Dicle û Ferat in, û ava van çeman bi devê zikreþ û kînokan nayê lewitandin... Va bi ser bilindî em li ser pêvajoya ku wan ji me re daniye dilivin.. Ne tenê em li ser Bedirxaniyan dixeydin, belê em kirasê xwe li ser wan diçirînin, û bi navê wan sûnd dixwin.
Dr.Ferhad Þakilî, mîna kesê ku ji devê ketibe û hop hopa wî be. Gelo wê hikumeta herêma kurdistanê li wiha kes guhdarî bikin..?!
-------------------------------------------------
Stêreke din ji asmanê helbesta kilasîk a kurdî rijiya
Seydayê Keleþ
1930 - 2007
Di roja 18 meha cehzeran de 2007, Seydayê Keleþ( Mele Hisênê Bizgûrî) xatirê dawî ji me xwest û çû ber dilovaniya Xwedê, di mala xwe de li bajarê Qamiþlo.
Di eynî rojê de, di gel cemawerekî zexim ji evindarên peyva kurdî a resen û rêxistinên kurdî, termê wî hat spartin xaka sar û cemidî, di rex gora Kemal Ehmed, Þêxmûs û þêx Maþûq de, di goristana Qudûr Beg de li Qamiþlo.
Seydayê Keleþ di sala 1930 î de li gundê Bizgûrê ji wîlayeta Mêrdîne li kurdistana Serxetê(Tirkiyê), hatibû jiyanê. Di 6 saliya temenê xwe de bav û diya wî diçin ber dilovaniya Xwedê, ji feqîrtî Binxet dibe.
Li Binxetê, di temenê 10 salî de, dest bi xwendina olperestiyê kiriye, di sala 1945 an de, dest bi karê welatparêzî û xwendina kurdî kiriye û dan û standinên wî bi rewþenbîrên wê hingê re çêdibin wek Cegerxwîn, Qedrî Can, Mele Ehmed Namî, Seydayê Tîrêj.. û bi wan re dest bi hunandina helbestê dike.. Ji ber ku wî ji biçûkaniyê ve, gelek zilm û zor dîtibû û di gelek cûreyên kar û xebatê kiribû, ji bo pêkanîna gepa nanê xwe û zarokên xwe; ji cotkariyê, þivantiyê, palayiyê û avakirina xaniyan, ji ber van yekan, piraniya ristên wî bi dijwarî û xurtî êrîþî zordestiyê, sitemkariyê û bindestiyê dike, û li dor rewþa gel û welatê xwe bi xurtî sekiniye; ji serketinên welatiyên xwe re lîlandiye û ji têkçûnan re hawar kiriye..
Seydayê Keleþ Xwedî 8 dîwanên Helbesta ye:
Ji Dîwanên wî yên çapkirî:
1 – Em û Dijmin, ( Helbest, Beyrût 1981)
2 – Rêka Gel, (Helbest, Cihê çapê û sal nediyarin), belê li gor ku ez serwextim ev diwan di sala 1991 ê de, li Þamê hatiye çapkirin, û pêþgotina wê di 1981 hatiye danîn.
3 – Derdê Millet, ( Helbest, Beyrût 1993)
4 – Ronahî, ( Helbest, Beyrût 2005)
5 – Xebat, ( Helbest, Beyrût 2006)
6 – Gotinên Bav û Kalan, ( Zargotin, Beyrût 2006)
7 – Alfabaya Kurdî,( Ziman, 2006, cihê çapê nediyare )
Yên destnivîs sê dîwan û bîranin e:
1 – Helebçe, Helbest
2 – Berbang, Helbest
3 – Baxistan, Helbest
4 – Bîranînên Min
Di guhestina termê wî de, çend gotin hatin xwendin, ji wan gotinan a rewþenbîrên kurd li Binxetê, ya ku min bi devikî, li ser daxaza heval û hogiran got:
Çax û demê we xweþ be, hun bi xêr hatin û bi xêr vegerin
Spas ji we re, ji hatina we re, ji beþdariya we re..
Bêguman iro stêrek ji asmanê helbesta kurdî a kilasîk rijiya. Ew stêr Seydayê Keleþ e. Seydê Keleþ rewþenbîrekî ji nifþê piþt Hawarê bû, yek ji wan kesan bû, ewên ku xeleka rewþenbîriya kurdî di nav kurdên sûriyê de, bi zimanê kurdî bi berdewamî gerandine, mîna Cegerxwîn, tirêj, mele Namî, Qedrî Can.. Ango ew jî li ser rêbaza kovara Hawar ê û Mîr Celadet Bedirxan meþiya ye. Wî jî dengê xwe tevî dengê Mîr Celadet Bedirxan kiriye û gotiye:( Kuro ! Eybe, þerme, fihête an hînî xwendin û nivîsanina zimanê xwe bibin an mebêjin em kurdin…)
Erê seydayê Keleþ xelekek qewîn bû di navbera rewþenbîrên kevin û nû de..
Em wek rewþenbîrên kurd li Binxetê, bi coþeke gur û gerim Seydayê Keleþ bi oxir dikin û spasiyên xwe ji hemî kesên ku beþdarî xatixwestina wî bûne pêþkêþ dikin.
Seydayê Keleþ, yê me tevaye, yê civata xwe ye, yê Kurdewariyê ye…Em bi we re, jêre dilovanî û bihiþtê ji Xwedanê gewre hêvî dikin.
Konê Reþ
Qamiþlo 22/06/2007
------------------------------
Hînbûna zarokan û vekirna derisxanan di nerîna Mîr Celadet Alî Bedirxan de
Ji berî dû hezar sal ve, helbestvanê Çînî (Kîn Tîzo) ji bo hînbûna zarok û nûgihiþtiyan wiha gotiye:
(( Hînbûna xwendin û nivîsandinên, ji nifþekî re hînbûne ji wî gelî tevî re ta dawiya zemîn.. )).
Mîr Celadet Bedir-Xan jî, bîra vê yekê birbû û li ser sekinî bû. Hînbûna xwendin û zanînê ji nifþekî Kurdî re, giring didît gava di kovara Hawar ê de digot:
Konê Reþ
(( Bivê nevê heqê nûgihiþtiyan jî di Hawar ê de hebû, ji xwe Hawar ji me bêtir ya wan bû, ji ber ko em yên îro û ew yên dawîne..)).1
Daxwaz û armancên nemir ne tenê hînbûna navser û gihiþtiyan bû, belê zarok û nûgihiþtî jî bûn, wi divîbû wan xwedî bike bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî û zanînê, da ku di rojên bêde bi kêrî milet û welatê xwe bên. Zanîn û xwenasîn bêtir ji mafê wan didît. Ji ber wî nûgihiþtî didîtin ji rojên bêre, vêca wî stûneke cihê di Hawar a xwe de ji zarokan re vekir, bi nave: (Stûna Zarowan ), di vê babetê de wiha gotiye:
(( . . . lewra dilê me hebû, em ji wan re, ji nûgihiþtyan re, stûneke cihê vekin, her wekî me vekir bû jî . . . . ))2
Zindî di destpêka çapkirina / Hawar / ê de, çend helbestên xwe ji zarok û nûgihiþtiyan re weþandin, lê piþtî sê –çar jimarên pêþîn ew stûn ji kovara xwe da alî, ji ber dît ku, nivîskarên zane peyda nabin ku bi berdewamî, bi awakî qenc û rast û zimanekî xiro Kurdî di wê stûnê de, ji zarokan re binivîsin. Di wan sê – çar jimarên pêþîn de, wî bi tena xwe, ew stûn bi helbest, bendik û çîrokên xwe, di xemiland, weke van nemûnan:
Kovara Hawar jimar:1 . helbestek binavê : Buhar
Kovara Hawar jimar:2 . helbestek binavê : Tola Welatê
Kovara Hawar jimar:3 . helbestek binavê : Þeva we xweþ
Kovara Hawar jimar:3 . Bendek bi navê : Dibistan
Di jimara çaran de, çîrokek weþand bi nave( Ber tevna mehfûre: Rindê û Zîzê )
Di jimara pêncan de, helbestek weþand bi nave( Alê Kurdan ) di nav gotinên wê de pesnê Ala Kurdan daye, dilê zarokan bi rengên wê xweþkiriye:
Alê kurdan di nav rok
Çi bedew û bi heybet
Bi çar rengî rengên te
Çi delal û çi xweþkok
Xêzek kesk û xêzek sor
Nav sipê û nîvek zer
Kesksore, bi roje
Ev li jêr ew li jor
Di jimara þeþan de, dû çîrokên zargotinî / Folklorî/ ji zarokan re, bi awakî þêrîn û xweþ, weþandine, dibin navên: (Dîk û Rovî) û (Mar û Mirov) de.
Di jimara heþtan de, helbestek ji zarokan re weþandiye bi navê ( Dawete), ji gotinên vê helbestê tê xuyakirin ku Mîr Celadet hawar û gazî kurdan dikir, da ku wan þiyar bike, ku li xwe binerin bê di çi halî de mane . . .
Tevî vê rewþa dijwar, Mîr Celadet ji xwe bi bawer û piþtrast bû, xwe weke Çiyayê, Herekolê di erdê de, bi heybet û saw didît û kovara xwe / Hawar / di rengê(Quling) de didît, ku wê kurd pê þiyar bibin û wê li xwe bi pirsin:
Ji zozana hat quling
Xeber anî ji xweying
Dibê werin dawete
……………………..
bê xweyî man gund, kelat
Gazî dike ev welat
Dibê werin haware.
Belê ( stûna zarowan ) ji jimara çaran û pêde, ji kovara xwe da alî, hem kesî zane tinebû jê pêve, ku ji zarokan re binivîse, hem jî wî mezin û bi çûk weke hev didîtin di warê xwendin û nivîsan dinê de, çiko herdû cî nezan bûn, vêca wî ev yeka han dayezanîn û gotiye:
((Bi tenê tiþtek heye, gelo zarok kîne . . . heye ko em tevde hêj zarokin, di babeta xwendinê de, mêr û zarokbûn ne bi salane…
Di nav mede gelek mêrê sere hene, ko di riya xwendin û nivîsandinê de, zaro têne hesibandin, lê wextê berê me mêr û zarobûn bi hilgirtina tivingê ji hev vedigetandin . . . .)3
Zindî, herdû nifþ bi hev re girêdidan, dizanî ku herdû cî nezanin, vêca peydakirina kovarê girin didît . . . Baweriya wî ku, dema mezin kovarê ji xwere peydabikin û bixwînin, hingê wê zarok jî karibin bixwînin û hînî xwendin û nivîsandinê bibin, bi mezin û seran re. Paþê wê serwextî zanînê bibin,
Raste mîr Celadet stûna zarokan ji kovara xwe da alî, lê ew ji bîr nekirin, bê ku nîþan bike an binav bike, belê wî gelek helbestên torevanên jêhatî di nav rûpelên kovara xwede weþandin wek: Osman Sebrî – Botî – Cegerxwîn û Qedrî Can ..
Kela dilê wî bi kovara / Hawar / ê tenê hênik nebû, rabû wî di kovara / Ronahî / de jî, çîrok û helbestên zarokan weþandin hem ji zargotina kurdî, hem ji afirandinê hozanên jîr û zîrek, ewên me li jor nîþan kirin, di vî warî de dibêje:
(Belê bi vî awayî Hawar bibû dibistana nûgihiþtiyan û têde çend xortên me kêm û zêde, hînî nivîsandinê bûn û îro dibin jî..) 4
Xuyaye ku armanca nemir netenê guhestina pend û çîrokê bû, an ji torevanya wê bû, belê daxwaz jê ewbû ku xwendevan hînî zimanê xwe bibin, bê ku jê bi cefilîn û dijwariyan di xwendina xwe de bibînin, tevî vê yekê jî kela dilê wî hênik nedibû, û nikarîbû bi tenê xwe dibistanan ava bike, vêca ji neçarî dergehê herdû kovarên xwe ji xwendevanan re vekirî hiþtin, çi bi çûk be, çi mezin be.
Dixwest ku gelê kurd li dor herdû kovarên xwe bicivîne û kom bike, nexasim diriya olîtiyê re, da ku hînî zimanê xwe bibin, bi zimanê xwe / Quran û Hedîs / ê bixwînin.. Hingê birayê wî Dr.Kamîran / Tefsîra Quran / ê û / heftsed û dû / hedîsên cenabê pêximber wegerandibûn zimanê Kurdî, vêca wî ew tefsîr û hedîs di kovara Hawar ê de belavkirin, ji jimara / bîst û hevtan / 27 an û pêde da ku du riya olîtiyê re xwendevana peyda bike û hînbûna zimanê kurdî belav bibe.
Zindî bi hêvî bû ku dibistan ji kurdan re, bi alîkariya kurdên dewlemend bên avakirin, lê mixabin wa kesan xwe bi nav û nîþan nekirin, û lavelava mîr di ser guhan re dihat avêtin, mîr jî, di nava xwe de dima dilkizirî û bi hisret, çawa riya rast û durist þanî gelê xwe bide. . . . . lê gelê wî hîn tengihiþtiye li ber nakeve . . . ! Hêj reþ û sipî hev dernaxe . . . !! Hêj riya telat û bindestiyê ji hev nasnake !!:
Ew çend dewlemendê ku hebûn, ew jî bi kêr nehatin, destê wan ji malê wan nebû, ku dibistanekê avabikin, vêca di vê babetê de, piþtî ku ma bê care wiha gotiye:
(( Ma em çibikin, kanî dibistana kurdan, ev çend dewlemendên me hene, bela yek ji wan rabe û jimere dibistanekê avabike.. Îro dibistanên me nînin, û dewlemendên me jî guhnadun…))5
Ji tirsa ku milet nexwende û nezan bimîne, rabû tevdîrek din danî, ji bilî avakirina dibistanan, ew tevdîra nû vekirina dersxanan bû. weke dersxana ku birayê wî Dr. Kamîran li Beyrûtê, ji kurdên miþxetîre vekiribû û ew têde hînî xwendin nivîsandina zimanê kurdî dibûn, hinge mamostayê wan birêz Mustefa . A . Botî bû.
Tevdîra ku mîr Celadet ra pê anî gelekî hêsan û durist bû, vekirina dersxanan ji tinebûnê çêtir bû. Nemir bi kerb û kin bang kurdan dikir û digote wan:
((Îro li ser xwendeyên kurdan wezîfeye ferde, û ferdeke eyne lê ne kefaye vekirina dersxanan..))6
Tevî ko mîr hînbûna xwendina zimanê kurdî didît ku, ferde li ser mirovê kurd, lê kesî pîþ bi gotinên wî nedikir, û ew xwendevanên ku wî, ew di çav xwere radikirin, bi kêr nedihatin, xwe nedidan ber dersxanan, û ji xwere nekirin kar û bar. Piranya wan amade bibûn ku mamostetiya zimanê kurdî, ji zarok û seran re di dersxanan de bikin.
Gelekan jî digotin ku, mamosteyên ku em hînî xwendê bikindi van dersxanan de nînin. Mîr Celadet li wan vedigerand û digot: ((Yê ku bi sîh û yek tîpê kurdî dizane, ew kes mamosteyeke, ji xwe tiþtê ku îro ji mere divêtin mamostene, mamosteyên gerok yên ko tîpên me di nav milet de belavdikin, xelkê hînî xwendin û nivîsandinê dikin..))7
Vêca nemir ji neçarî pirtûkek amadekir bi navê / Kitêba Sînem xanê / bi awakî sade kurdî, bi zelalî li ser giramêra zimanê kurdî ji zarokan re axivye, da ku xwendevanên kurd çi zarok bin çi sere bin serwextî giramêra zimanê xwe bibin.
Dîbaca vê pirtûkê di kovara / Ronahî / de, çap bûye sala 1943 an, lê mixabin ev pirtûk ta roja îro nebedî ye..
Mîr Celadet ji berî þêst / 75 / an ve, bîra hînbûna gelê xwe birbû, dilkirbû, û xebitîbû, ku gelê xwe þiyar bike, wî bighîne zanîn û felatê, lê sed heyf û mixabin, weke wî di xwest, milet pêre alîkarî nekir, lê guhdar nekirin, yên ku lê guhdarî kirin jî, ew sehnekirin û liber neketin..!!
Gava mîr Celadet dikir hawar di / Hawar / a xwe de welatiyên wî li hêviya tiþtin dî sekinîbûn…?!
Gelo ma ew tovê mîr Celadet Bedirxan di erdê de wekirîye, wê kengî þîn bê…?! Va ev 75 sal e ku ew tov di erdê deye…Bersiv ji kê tê xwestin . . .? !
Jêder:
1 – Mîr celadet Bedirxan, Hawar, hejmara :17 / Þam, 1933
2 – Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, hejmara :17 / Þam, 1933
3 – Mîr Celadet Bedirxan, Ronahî, hejmara :19 / Þam, 1943
4 – Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, hejmara :17 / Þam, 1933
5 – Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, hejmara :17 / Þam, 1933
6 – Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, hejmara :17 / Þam, 1933
7 – Mîr Celadet Bedirxan, Roja Nû, hejmara :1 / Beyrût, 1943
8 – Mîr Celadet Bedirxan, Ronahî, hejmara :19 / Þam, 1943
-------------------------
YOBÎLA ALMASÎ
Di 75 saliya Kovara (HAWAR)ê de
(( Hawar zarokeke nûza ye, zarowa me ye; zarowa kurdan e. Wek her zaro bi xweytiya dê û bav, bira û pismamên xwe dikare bijît. Her kurd dikare arîkariya Hawarê bike. Tu kes mebêje ko, ez mirovekî reben û nekêrhatî me. Ji min ji diayê pêve tiþtek nayê. Belê tu kes vê xeberê mebêje, her kes bi tiþtekî, bi awakî dikare bê hawara Hawarê…))
Konê Reþ
Mîr Celadet Alî Bedirxan: (Hawar, hejmara pêþîn, rûpelê pêþîn,15 ê gulana 1932)
Bi hatina 15 ê heyva gulanê, sala îsal 2007, kovara Hawarê dikeve Yobîla Almasî de. Ango 75 sal di ser derçûna (HAWAR)ê re derbas dibe. Ev kovara ku yekem car e di dîroka kurdan de, bi tîpên latînî hatiye weþandin û ji hingê ve zimanê kurdî bûye zimanekî xweser..
HAWAR, kovareke panizdeh rojî bû, di warê ziman, ferheng û rewþenbîriya kurdî a têvel de þoreþeke nû bû û dûrî siyasetê bû. Her wiha xwediyê wê Mîr Celadet Bedirxan di rûpelê pêþîn û rêza pêþîn de, armancên Hawarê diyar kirine û dibêje:
((Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û xweþiyê vedike...Hawara me berî her tiþtî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ko ziman þerta heyînê a pêþîn e...Hawar jû(ji iro û) pêve bi her tiþtê ko kurdanî û kurdîtî pê bendeware, dê mijûl bibe. Tenê siyaset jê dûre, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiþtiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn, huner û sinetê de dê bixebitin.))
Wek ku hûn tev dizanin xwedî û berpirsiyarê kovara HAWARê Mîr Celadet Bedirxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin:
Çapxana Tereqî 1932 Þam / Taxa
Kurdan.
Hawar bi du
zimanan dihat weþandin; Kurdî û Fransî. Rûpelên kovarê bi tevayî dor 20 rûpelan
bûn. Beþê fransî 2-4 rûpel bûn. Beþê kurdî ji hejmara 1- 23 an bi du alfabeyan
dihat nivîsandin; Erebî û Latînî. Lê ji hejmara 24 an û pê de, bi tenê bi
alfabeya latînî hat nivîsandin. Dema ku mîr Celadet Bedirxan hejmara pêþîn ji
Hawarê belav kir, hingê wî alfabeya xwe bi zimanê erebî, tirkî, faris, û fransî
diyar û eþkere kir: Bi derketina kovara Hawarê re, welatparêzên kurdan xwe li
dor dane hev, nemaze ewên ku ji ber zilm û zora Tirko reviyabûn Binxetê. Hingê
piraniya wan li Þamê, di bin rûniþtina zorê de bi cî û war bibûn. Bi girsbûn ji
axa, beg, þêx û rewþenbîrên kurdan bûn. Tevan xwe li mîr digirtin û rûpelên
kovara wî bi berhemên xwe dixemilandin. Gelekan ji wan hîç xwendin û nivîsandina
bi zimanê kurdî nekiribûn. Hinek jî hebûn qet neçûbûn dibisatanan, ew di rêka
kovara Hawarê de hînî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî latînî bûn..
Di destpêkê de, bi tenê Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran bi nivîsarên xwe, Hawara kurdan dineqiþandine, û bi gelek navan, bi tenê Helbestvan Qedrî Can, ji hejmara pêþîn de bi wan re beþdarî kiriye. ango ew nuxuriyê Hawarê ye. Di hejmara dudiwan de, Osman Sebrî xwe berdaye nav kerwanê nivîskarên Hawarê. Di hejmara sisyan de, Hemîd Ferec ji Kurdistana Baþûr Hawar piroz kiriye û Dr. Ahmed Nafiz beg Zaza, wek bijîþkê Hawarê, di quncika bijîþkî de nivîsandiye. Lê ji hejmara çaran û pêde, hawar bi helbest û nivîsên van kesan hatiye xemilandin wek:: Cegerxwîn, Mustefa Ehmed Botî, Nûreddîn Zaza, Lawê Findî, Hesen Hiþyar, Reþîdê Kurd, Ehmed Namî û Qedrî Cemîl Paþa..Hwd Hem jî ji Kurdistana Baþûr van nivîskarên bi nav û deng di Hawarê de nivîsandine wek: Fayiq Bêkes, Goran, Tewfîq Wehbî, Þakir Fetah, Hevindê Sorî, Abdulxaliq Esîrî, Pêrût, Lawikê Kurd ..hwd. Her wiha rûpelên Hawarê ji wan kesên ku nû xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kiribûn vekirî bû...Belê beþê fransîzî, ji bil ku Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran, bi gelek navan di vî beþî de dinivîsandin, van kurdenasên biyanî ew beþ dixemilandin wek: Pr.G. Michaelian û R. Lescot.
Emê vegerin ser kovara (Hawar)ê, ewa ku me got kovareke 15 rojî bû, belê cihê daxê ye ku ev kovar ji ber rewþa aborî û ciyopolotîkî, tev hejmarên wê li ser hev nehatine çapkirin li gor programê xwedîyê wê, û paþê jî hatîye rawestandin.
57 hejmar ji HAWAR ê, di navbera sala 1932 an û sala 1943 an de, hatine weþandin. Ev kovara bedew û spehî, ji ber rewþa abûrî di sê qunaxan re derbas bûye, ta ku hatiye rawestandin. Di gotara bi navê (sê tarîxên Hawarê) de, hejmara 27sala1941, mîr Celadet wiha dibêje:
Tarîxa pêþîn, 15 gulana 1932an, di vê tarîxê de, gazî û hawara kurdanji dil û devê wan ketine nav rêz û û xêzikên çend rûpelan û kovarek kurdî anîne pê, ji kurdan re Hawar, hawareke nû, hawara zanîn danzanînê za..Temenê Hawarê yê aktiv sê sale, lê ji ber rewþa abûrî , ya ku Mîr têre derbas dibû, yazdeh salan pêre dirêj kiriye.
Hejmara pêþîn (1) ji vê kovara bedew di 15 ê gulana 1932an de hatiye weþandin, hejmara dawîn ( 57 ) di 15 ê tebaxa 1943 an de hatiye weþandin
Hawar, ji hejmara 1- 23, di
roja 25 tîrmeha 1933 de, bi dûv hev de hatiye weþandin, hejmara 24 an di roja
24 ê nîsana 1934 an de derketiye, hejmara 27an di roja
15 nîsana1941 ê de hatiye weþandin, ta ku hejmara dawîn 57di
roja15 ê tebaxa 1943 an de hatiye weþandin û êdî nema Hawarê ronahî ditiye.
Ji bo zanînê, hêjaye em bêjin, ku Mîr Celadet Alî Bedirxan kovareke
din, di sala 1942 an de, bi navê (Ronahî) li Þamê çap û belav kirîye, an
ku ji berî 65 salan ve. Ew jî xurû bi kurdiya latînî bû. 28 hejmar ji vê
kovarê hatine çap û belavkirin, hejmara pêþîn ( 1 ) di yekê nîsana 1942
an de hatiye weþandin, hejmara dawîn ( 28 ), di meha adara 1945 an de,
hatîye çap û belavkirin, û êdî Ronahî jî, wek xwiþka xwe Hawarê hatiye
rawestandin.
Ku mirov bi kurahî, di wan salên dawîn de, li rewþa mîr Celadet mêze bike û gotara wî a bi navê:( Emelyata ko di koxikê de hate çêkirin) bixwîne, ev gotarê ku di Ronahî de, hejmara 25 an, sala 1944 an belav bûye, hingê wê xweþ jêre diyar bibe bê Mîr di çi rewþek xerab de derbas dibû, dema dibêje: Niho ez didim aqilê xwe û dibînim;... ez bûme serserîkî dinyayê, bê mal û menal û war..
Dibêjin ku ev kovar wek zêdeya kovara (Hawar)ê bû.
Bi vê helkeftinê dixwazim li ser kovarên ku bi kurdî têne weþandin rawestim. Bi rastî, em kurdên Binxetê û Libnaê, ta roja îro, em negîhane ku em kovarekê an rojnameyekê wek HAWAR û ROJA NÛ, zengîn bi naverok û bi berdewamî derxînin. Tevî ku va di ser / 75 / sal di ser derçûna Hawarê re derbas dibe.. Di heyamê Hawarê de, û tevî ku mîr Celadet bi tena xwe Hawar derdixist, kovara wî di Þamê de, ji çêtirîn kovar di nav kovarên Erebî û Farisî de di hat hejmartin . . . ...
Mixabin û sed mixabin, bav û kalên me Hawar ne xwendin ku em ji wan fêrbibin, þagirtiên mîr jî alîkarî pêre nekirin û di pey re li ser þopa wî nelivîyan.. Her yekî ji wan xwe li alîyekî qirt, ji Cegerxwin bigire ta bi Dr Nûredîn Zaza, Osman sebrî, Qedrî Can û weha...Vê yekê hiþt ku rojnamegerîya kurdên Binxetê li paþ bimîne, tevî navên pir, ji kovar û rojnameyan, nexasim navên ku, ji sala 1991 ê û bivirde derketine, lê naverok û derketina her hejmarekî piþtî salekê an du salan tiþtekî xerabe, dûrî þert û mercên rojnamegerîye. Wek nimûne, kovara ku piþtî Hawarê dinav kurdên Binxetê de derketîye kovara Gulîstan e Cegerxwîn di redakisyona wê de dikir û yek bû ji damezrênerên wê, ta niha bi tenê 34 hejmar jê hatine weþandin û weha Gelawêj û Stêr û Xwunav..hem jî, ne redakisyon, ne navnîþan û ne berpirsên van kovaran diyarin û.. û
Bi vê helkeftina ku heyva gulanê, ji berî 75 salan ve sînga xwe ji kovara Hawarê re vekirîye, û mizgînîya zayîna kovara(HAWAR)ê daye me, em xwe gelkî bextiyar û kamîran dibînin û sed rehmet li giyanê Mîr Celadet û Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan û tev neferên malbata wan bibare, buhiþt cih û warê wan be.
Not: Wek kurdekî guhdariyê li malbata Bedirxaniyan û rojnamegeriya wan dikim, û bi berdewamî vê yekê diþopînim. Bi helkeftina hatina 75 saliya derçûna kovara Hawarê, ewa ku Mîr Celadet Bedirxan di roja 15 gulana 1932 an de li Þamê weþandiye, ku Yobîla wê a Almasî ye..Û li ser daxwaza min û zimanhezên peyva kurdî a resen, me ji tev berpirsên kovar û rojnameyên kurdên Binxetê xwestiye, ewên ku guhdaneke durist bi rojnamegeriya kurdî dikin û xwedanên kovarên kurdî ne, ku ji her kovar u rojnameyê berpirsekî wan di vê rojê de bi me re amade bibe, da ku em bi hev re gengeþeya derketina kovara Hawarê di nav xwe de gifugo bikin, hem jî, em li pêvajoya rojnamegeriya kurdên Binxetê vegerin û berpêl bikin; bê di çend qunaxan re derbas bûye û sedemên paþketinê wê çine...Li Jor, gotina mine ji bo wê rojê.
Konê Reþ 12/05/2007 / Qamiþlo
Miletên bindest heyîya xwe ji serdestên xwe bi du tiþtan, qeweta du çekan diparêzin. Ol yek, ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek be, hengî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e…
Mîr Celadet Alî Bedirxan
- 1 -
Nîsan di welatê min de diken e..
Bîranîn xwe li bejin û bala min dipêçe..
Mora xwe li piþta gelek cih, kes û waran
Dixine…û
Çakiya ku bi xerabiyê tê guhertin
Kenê min tîne û min sosretmayî dike…
Mor;
Ne tenê giroverokek bi çend xêzikan neqiþandiye