Sebra ber dilê mêrên Japonî

     KOYÛKÎ

Çeng Çîî-31/05/07-Tokyo- Birastî em neza zanin çi bêjin û çi nebêjin. Mirovên vê heyamê ewqasî serûbinê hev bûne ku êdî nema zanin çi dikin, çi zîtirkan didin û çi dibêjin. Globalîzm û pêşketina teknîkê mirovan jî bi xwe re dişikilîne û wan dide ber lotikên bergîlkî. Werhasil, em bên ser Japonan û hezkirina wan a jibo bûkên lastîkî.

   Li Japonyayê adet û toreya „Geyşa“ xwedîyê dîrokek dûdirêj e. Vê adetê îro endustrîyek mezin afirandiye û zilamên Japonî bi xwe ve girêdane. Ne tenê li Japonya lê li gellek welatên din jî zilam bûne hêsîrên bûkên lastîkî û xwe pê dilmest dikin. Bûkên lastîkî ku li Japonya ji wan re „Koyûkî“ tê gotin, bûye parçeyek ji jîyana mêrên Japonî. Japonî xwe li wan diceribînin, dest davêjin namûsa wan û ji jinekê zêdetir kêfa wan tînin. (Zêdetir bixwînin-FOTO)

 

   Werhasil, dibêjin qelenê bûkên lastîkî di navbera 1500 -7.500 dolarî de ye. Lê ji qelen û pêve tu mesrefa van jinan tuneye. Zilamên ku nikaribin ji xwe re jinekê bibînin yan bidestxin, xwe davêjin bextê van bûkan û herdu wek jin û mêrekî bi hevre dijîn.

  Ya rebbî tu endustrîya bûkên lastîkî neki qismetê Kurdan! Ma Kurd wek Japonan in? Bi namûs wê rebenê van bûkan ji hev biçirvirînin allahwekîl!

   Xuyaye dîsa em kufir bûn, estexfirillahilezîm!!!!