|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Dixwaze di flîmê “Pornoya Garankî” de bilîze

Serdar Serhedî-28/10/07-Prag- Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin manken û lotikvana Çekî Karolîna Kûrkova hilfa xwe bera ser sînemayê daye û bi taybet jî dixwaze di flîmên pornoyê (seksê) de bilîze. Herweha tê gotin ku ew dixwaze pêþî di flîmê “Pornoya Garankî” de xwe biceribîne û bibe xwedî tecrûbe û serpêhatî.
Îcar niha hûnê bêjin:”Ya starrrrr, lao ma ev Pornoya Garankî çawa ye bavo?” û ecêbmayî bimînin. Pornoya Garankî ev e: Ker, dehþik, bergîl, qantir, mîh, bizin, berxik, çêlek û conega dikevin nava hev û hevdu didin ber lotik, pehîn û zîtirkan. Îcar ji vê re jî Pornoya Garankî tê gotin. Yanî, kî kê bigre qûþ lê diqete wesselam.
Ez serê we neêþînim, me jî rabû telefonî xanim Kûrkova kir û jê re got: “Keçê ma raste tu dixwazi garankî gon bixwi kezîkurê?” Wê jî got:”Yes, yes, yessssssss!” û qîjînî pê ket. Me jî rabû gotê:”Madem wilo ye, studyo, kamera û lotikvanên me pir in. De kerem bike studyoyên Lotikxanê û emê dest bi kiþandina “Pornoya Garankî” bikin”.
Îcar bi serê we, heger Kûrkova hat Lotikxanê ji xwe Xwedê bi elba mezin da me û emê wê bikin wek peza guraxwazî, ji hev veçirînin. Na heger nehat ji xwe bextê me kor e û hûn sax!
