Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

SEYDAYÊ KÛTO FAHLA CÎHANÊ VEKIR

 

Hevalên lotikvan, em vê nûçeya girîng ji we re jî diþînin. Ji ber ku li ber dilê me hûn lotikvanên pirr ezîzin. Lewma beriya her kesî me ji we re þand. De bila saet û qeweta we xweþ be!

 

Ciwan post-BERLÎN:

 Quncik nivîsê qûncikê tarî yê ciwan postê, rêzdar seydayê Kûto li ser daxwaza xwendevanan fahla cîhanê vekir! Kûto nepeniya pirsgrêkên cîhanê yên sereke wek yên cinsî, çînî, civakî, çandî, malbatî, evînî, hawîrdorî bi vekirina fahlê re ronîkir û pêsbîniyên xwe ji raya gistî re ragihand.

Çend pêsbîniyên sereke ji yên ku di fahlê de derketine ev`in;

 

1- Sînorê navbera çînan hêdî hêdî radibin û civaka mirovtiyê berbi kerîbûnê ve diçe.

2- Kêseyên xwezayê mezin dibin û her diçe çembera bobelatê li dor civaka mirovatiyê teng dike.

3- Nakokiyên cinsî û çînî hatine cemidandin, yên hevînî û evînî derdikevin pês.

4- DYA hewil dide ku Împaratora cîhanê damezirîne, lê wê bi ser nekeve.

5- Rojhilata navîn bûye gola xwîne û sedemên sereke fanatîzma mislimantiyêye. her çendî di serê navbera çandan de li ber xwe bide jî sensê serkeftinê jê re nîne.

6- Qîmeta jinên xwe zanibin, ji ber ku ev heystê sale her çendî dixwazim jî jinek bi destê min neket û eger weha biçe ezê kordunda biçim. Eman ha eman hûn bin qîmeta jinên xwe zanbin.

7- Temenê mirovan li cîhanê pirr kin e, lewma hewce nake ku hûn xwe li ser kêse û pirsgirêkan biqeherînin. Hema her gav bikenin û derbazbin. Lewra hûn li ku dijîn bijîn, zanibin ku ew der tenê ji we re ware ne mal e.

8- Rojek wê bê ku hemû mêr wê di ser û pevçûnan de werin kustin, wek mêr ezê bi tenê bimînim di nav jinan de. Ev emrê Xwedê ye ji min re sandiye.

9- Kî ji we bi saxî xêrekê bi min bike wê here buhustê. Hûn zanin ez çi dixwazim?

10- Li fotoyên min binêrin û biryara xwe bidin. Ez li bende nameyên we me.

 Nav û nîþana min; www.ciwan-post.com