Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Dil ji min bir lêvên þêrîn!

 

Þemsedînê Agirpêketî-20/09/07-Ewrûpa- Di spehî û bedewbûna jinê de lêv rolekî mezin dilîze. Heçê lêv in, di hezkirin û hevdugevizandinê de jî roka xwe dilîzin. Lêv di ser lêvan re ne. Çawa ku jin yan mêrên ku pozê wan mezin bin û wek pozê Mehmûd Ehmedînejad bin, nayên xwarin û ne balkêþ in, ne germ û nerm in, lêv jî wilo ne.

 

   Lêvên zirav û tenik zêde zewq û germaya maçîkîrinê nade. Lê lêvên qelew û têrgoþt zewqê dide meriv û meriv jê têr nabe. Çawa ku hestîyê bê qoþt meriv têr nake, wilo jî lêvên tenik meriv coþ nake.

 

   Niha nizanim lê berê di civaka me de ji lêvên tenik dihat hezkirin. Di dellek stranan de pesnê jinê bi lêvên wê yên tenik dihat dan û lêvên tenik jê re dibû xemla pesindanê. Werhasil canim, ji min re ferqa tenikbûn û qelewbûna lêvan tuneye, bi namûs kîjan lêv têkevin ber min ez avê lê venaxwim û hew, wîî! De neyse, em vegerin ser mijara xwe.

 

   Dibêjin li Brîtanyayê lêkolînek ji alî zanyarên Zanîngeha Loûîvîllle Prof. Mîchael Cûnnîngham û hevalên xwe ve hatiye çêkirin. Lêkolîn li ser lêvên tenik û qelew hatiye çêkirin. Cûnnîngham dibêje:”Kesên xwedî lêvên qelew in seksî û balkêþtir in. Bi lêvên xwe xwêsîya meriv di qirika meriv de dihêlin û tirê ji meriv berdidin. Lê kesên xwedî lêvên tenik in, sar in, wek þorba kellê û savara bê goþt in, zêde ne balkêþ in. Ji xwe qet bêhna seksîbûnê ji wan nayê” filan û bêvan.

 

   Ez serê we neêþînim, di dema îro de teknîk bi pêþ ketiye. Emelîyatên estetîkî êdî lêvên qelew jî tenik dikin û ê tenik jî qelew dikin. Lê gava bê tam û lezîzbûna lêvê, helbet ezê jî wek Prof, Cûnnîngham bêjim:”Lêvên bi qoþt û savarek bi rûn jî pê re, oxxxxxxxxxx!”