|
|
|
|

Lezgîn Þêxo
Rêxa CHP ê
Geli xwendevanan. gelo li gora dîtina we, ev rêxa CHP ê tê ci wateyê? Hûn bawer dikin ku CHP bi vê rêxê dixwaze rewsa zarokên Kurd bide xuyakirin? Ez bi xwe bawer nakim. Li gora dîtina min dibên "Kurdino, em ne maf, ne azadî, ne welat û ne tiþtekî binêrin. em vê rêxê jî nadin we". Wateya vê tenê eve.
Îcar gundê me Stililê gundekî avî ye. Li gund hemi cûreyên þînkayî û fêkî çêdibin. Dema berê gundiyan bazirganiya fêkî û þînkayiyê dikirin. Wê demê fêkî û þînkayiya xwe dibirin alyê beryê didan bi zad (genim, ceh, nîsk).
Qey rojekê xalê Xelîl jî barek pîvaz li kerê xwe dike û dibe gundekî beryê ku bifroþe. Barê xwe li ser bêndera gund datîne û bang dike dibê „Haa werin pivazaaaaa!“ Gundî ji malên xwe derdikevin tên ji xwe re pîvaza dikirin. Piþtî demakê jinek gundî ku pîvaz kirîne dîsa pîvaza li xalê Xelîl vedigerine û dibê „Yabo ev çi pîvazin te anîne? Min pîvazê te navên, pivazê te wek agir no ne“. Xalê Xelîl li jinkê dinere û li pîvaza dinere dibîne îþê wi xerabe, dibê „Diya minê, were ezê þîretekê li te bikim. Heger pîvazê min no bin, tu jî here Nisêbînê kîlok liqûm ji xwe re bikire û her ku te pîvazek xwar liqûmekê jî bi dûde bixwe, wê devê te þêrin bibe û hew!“
Îcar gelî lotikvanên CHP, bi telaq hûn jî nikarin bi rêxê dîsa me Kurda bixapînin. Rajin rêxa xwe têxin sêniyekê û bixwin! Ger rêxa sewalê Kurdistanê hiþk be hinek av bera ser bidin wê nerm bibe û bibe pelûl. Lê þîreta xalê Xelîl bela di serê we de be, bi dû xwarina rêxê liqûmekê ji bîr nekin haaaa!
|
Nivîsên berê |
Heqê diya min
Kuro li ser bextê Sofî Brahim be, sofî dibê Kurdekî menî binxetî diya wi nexweþe dibe Þamê ser textor.Dema digihên Þamê, êvarî,ji xwe re li hotelekê erzan digerin ku wê þevê lê razên..Piþtî qederekê digerin ji xwe re hotelekê erzan ku seva wê bi 200 wereqî ye peyda dikin.Wê þevê lê radizin. Serê sibehê zû radibin dadikevin binî ku perê xwe bidin û herin. 200 wereqê xwe derdixe dide xwedî yê hotelê, xwedi dibê: Na ne 200, tu yê 350 wereqi bide. Kurdê me dibê: Heyran ma ne em bi 200î li hev hatibun ma çima 350?
Xwedi dibê: Erê 200 ji bona razanê bû, lê ji xeynî wê 50 ji bona serþokê.
Kurdê me: Heyran me xwe neþûþtiye bavo!
Xwedî: We xwe biþûþta bavê min!
Xwedî:50 jî ji bona taþtê
Kurdê me:Heyra me taþtê jî nexwariye bavo!
Xwedî: We bixwara bavê min, ma kê nehiþtibû!
Xwedî: 50 yê din jî ji bona Televizyonê.
Kurdê me: Televizyob? Heyra me li Tv temaþe nekiriye wey!
Xwedî: We temaþe bikira, ma kê bi destê we girtibû!
Kurdê me ji behcê xudan di aniyê û hêsir jî di çavan re dide der û dibêje:
Baþe xeyo, yê min ji 400 wereqê min di stuyê te de ye, balê li gora vî hesabî 350 jê çû, hîna 50 wereqê min li cem te dimîne.
Xwedî dimîne behitî û dibê: 400 wereqê çi ibnî (layê min)?
Kurdê me: 400 wereqê heqê diya min ku þevê din tu pêre raza ibnî!
Xwedi ji ser kursi radibe u dibê: Kuro ibnî, ez kengî bi diya te re razame?
Kurdê me xwe qet aciz nake û dibê:
Tu razaya ibnî, ma kê destê te girtibû? Ellahwekîl ger tu 50 wereqê min nedi, ezê kesê vê hotêlê hemiya bi te bihisînim îcar tu zani!
Xwedî dibîne rewþ xerab e, 50 wereqî didêyê û dibê:
De here bela te li te keve.
Tiþtonek
Rêwiyê ku di bûsê de bi hevra rêwitiyê dikin, di nav xwe de henekan dikin.Hinek pêkenoka dibêjin, hinek tiþtoneka. Þofêrê bûsê Letîfo bang dike dibê „gelî rêwiya tiþtonekek min heye ezê ji we re bêjim ka hûn jî têre derxin bê çiye“. Rêwî hemi bêdeng dimînin.
Þofêr dibê „tiþtekî min heye ji bavê min û ji diya min e, lê ne xuþk û ne birayê min e. Ka ciye?“ Rêwî hewl didin ku bersivê derxin. Her yek ji wan tiþteki dibêje. Þofêrê me Letîfo dibê „na ne ew e“. Dawî Letîfo dibê „heyra we tê re dernexist, ezê bêjim. Bersiva tiþtoneka min ez bi xwe me, yanî ez im".Yekî ji kesên di bûsê de navê wî jî Hemzo ye. Hemzo digihije gund. Êvarî radibe dice oda gund þewbêrkê.
Di þevbêrkê de Hemzo dibê „werin em þerta bavên berhev, tiþtonekek min î nû heye ezê bêjim ka tê re derxin bê ciye“. Civat dibê ka bêje. Hemzo dibê „tiþteki min heye ji diya min û bavê min e lê ne xuþk û ne birayê min e, ka ciye?“ Civat li hev dinêrin, her yek ji wan bersivekê dibêje. Hemzo dibê na ne ew e. Yek ji nav wan radibe dibê “min tê re derxist, tu bi xwe yi”. Hemzo dîsa dibê na. Çi dibêjin Hemzo dibê na. Dawî civat dibê “Hemzo lawo te em teqandin, ka bêj bê bersiva wê çiye?” Hemzo dibê “li mala we be, hûn
çiqas ehmeq in, bersiva wê ewqes hêsane jî hûn tê re dernaxin. Kuro lawo bersiva wê þofêrê bûsê Letîfo lawê Evdo ye!”
..............
Xwedê bikim zewaca HAK-PAR û KADEP nebe wek zewaca lawkê feqîr
01/02/08-
Berî demekê me bihist ku HAK-PAR û KADEK biryara yekîtiyê wergirtine. Birasti em bi vê nûçeyê kêfxweþ bûn. Lê di heman rojê de Serdarkê me yê Lotikxanê di nûçeya xwe de ew di cî de kirin bûk û zava. Kuro lawo Serdarko, malxerab, min te nasnekira minê bigota qey tu ne Kurdi an ne Kurdistanî ye. Ma tu adet û kultirê me nasnake lawo?
Li Kurdistanê ji bo meriv bibe bûk an zava, pêvajoyek pir dirêj, kar û xebatek pir dijwar jê re divê. Ev pêvajo bi vî awayî tê kirin: Pêþî xort û keç hevdu dibînin, (li hin cihan hevdu nabînin), dûra malbata lêwik qasidekî diþîne mala keçkê û meselê bi wan dide xuyakirin. Ger ra lê dîtin, yanî pejirandin îcar xwazgînî diçin sercila bavê keçkê û wê dixwazin. Law û keç dibin xwestiyê hev, di xwestinê de bazara qelen û rehelê tê kirin, piþtî wê þêraniyê wedixwin û gustîlka dikin destê wan. Îcar law û keç dibin destgirtîyên hev.
Ma ew nokên þekir nayên bîra te lawo?
Piþtre þîv heye Malbata lêw þîvekê çêdike, der û dora nasan wexwandinî ser þîvê dikin, di þîvê de alîkariya maddî tê kirin. Ew jî qediya piþtre qeyd û rehel heye. Bûk û zavê dibin bajêr, rehelê dikirin. Îcar berî aninê bi þewekê jî hine heye. Di wê êvarê de hinê li serê bûkê û li destê zavê tê kirin. Û adinî rojê xêlî bi lîlan û sitran an def zirne, yan bi kemancê yê weke Bahremê me yê Nisêbinê diçin bûkê tînin mala zavê.
Ji anîna bûkê re jî GUHESTIN tê gotin. Bi dawet û dîlan bûk û zava digihên miradê xwe. Îcar di vê pêvajoyê de ya zehmet û dijwar ev e ger malbata zavê feqîr be û diravê wan bona qelen û rihelê tunebe. Wê çaxê zave mecbûr dimîne bona xebatê berê xwe bide welatê xerîb û xurbetê û bi mehan, carna bi salan bimîne û bixebite heta qelenê xwe berhev bike, Wê çaxê zewaca wana jî bi salan dikeve.
Îcar heyran, em nizanin HAK-PAR û KADEP xwestiyên hev in, destgirtiyên hev in an jî bi rastî jî bûne bûk û zave! Lê tiþtê ku em jê ditirsin û dibên xwedê neke, ku zewaca wan wek ya lawkê feqîr û hejar be û bi salan nekeve.
De aqubeta wan li serê yên din jî be rebbî!
Yek ji me, yek ji wan
12/01/08-Xuyaye banga me yî berya çendakî bandora xwe li PKK ê kiriye.Binêrin hevalan stratejiya serê xwe guhertiye. Îcar ne bitenê li çiya lê niha þer daxistine nava bajaran jî! Þerê li nav bajaran li amedê, li paytextê Kurdan destpêkir û înselleh di demeke nêzik de wê bigihê heta Enqera paytextê Tirkan. Îcar bi vê bûyerê ve girêdayî, pêkenokek li ser Mihelmîyan heye.
Li herêma Mêrdinê kêm netewak heye ji wan re dibên MIHELMÎ. Bi xwe ew Ereb in û bi Erebî diaxivin, lê çima ji wan re Mihelmî tê gotin ez jî nizanim (Hinek dîroknas dibêjin ku ew Kurd in û di dema êrîþên Omer Ibin Xetab de asîmîle bûne. Hin ek jî wan wek Suryanîyên asîmîlebûyî binav dikin).
Li ser bextê yê ku gotiye be. Dibên qey havînekê li gundekî Mihelmiyan mêþ li wan derbûne, dikin û nakin xwe ji mêþa xelas nakin.Rojekê rihspiyê gund tev li melê xwe li hev dicivin da ku çarekê ji mêþan re bibînin. Di civinê de li himber mêþan biryara þer derdikeve.Çend rojan li gund ji heft salî heta heftê salî, ji xeynî kujtina mêþan pêve tu karî nakin heta ku hinekî mêþên xwe kêm dikin.Dibên rojekê malbatek ji gund li hewþa xwe rûniþtine, birayek bi dengek hêdî bang birayê dinê dike û bi tiliya xwe mêþa li ser aniya xwe nîþanî birayê xwe dike. Birayê din lê meyze dike ku mêþ li ser aniya birê wî daniye. Dibê: “Bira xwe qet neleqîne” û hema bi dizî radihije tivinga xwe,nîþana mêþê digre û lingê tivingê dikþîne. Têqînî bi tivingê dikeve, serê birayê xwe ji hev belawela dike. Diya wî dike hewar û li xwe dixe dibê: “Malxerab, te filankes kujt”. Bira qet xwe aciz nake û dibê: “Tiþt nabe dayê, yek ji me û yek ji wan hat kujtin, yek bi yekê”.
Îcar di teqandina li paytext Amedê de þeþ kujti ji me u yê din ji wan, þêst û heft birîndar ji me yê din jî ji wan. Helbet ger ji wana hebin? Û ger tunebin jî mitala mekin, vê carê ev çalakî ne bi hosteyî çêbû. Xwedê bê erê carek din wê ji wan jî kujtî yan birîndar hebin.
Qado û Mirîþk
Yekî gundiyê me heye navê wi Qado ye. Qado him bi cavekî ye û him jî gava diaxive zimanê wî dialiqe. Rojekê Qado birçî û westyayî ji kar tê male, dinere ku deryê wan girtiye û kes li derdora malê ji nexuyaye. Li deri dixebite deri venabe. Derdikeve pêsya derî û dixwazi bang bike bê ka pîreka wî li ku ye, navê pîreka wî jî Fetûma ye. Dema Qado bang li pîreka xwe dike go bêje Fetûma, zimanê wi dialiqe û dibê Fe du du dûu du du ma! Carekê diduyan Qado weha dinêre ku derdora wî tije mirîþk bûne û di nav mirîþkan de Elokek jî heye. Hema Qado bi hêrs radihêje kevirekî, davêje Elokê û ji Elokê re dibê: Hela hatina mirîþkan me fahm kir, lê min di te nîhê, a te çiye ku tu hatiye hêê!
Têbinî:Li herêma me du du du du du bangkirina mirîþka ye
Kuro lawo werin vê ecêbê! Ji xeynî Tirkan, 252 rêxistin, partî û komelên li bakurê Kurdistanê, ewqas li baþûrê Kurdistanê, ew qas li rojavayê Kurdistanê, Ewrûpî, Emerîkanî heta Efrîkî, temamê cîhanê ji PKK ê dixwaze ku þer bisekinîne û çekan deyne, Kuro lawo ma ji xwe ev nêzîkî deh panzde salin ku PKK þer nake ma qey hûn nabînin? Kuro lawo yê ku þer dike û naxwaze þer raweste dewleta Tirk e heyra! Bang li wê bikin bela ew þer rawestine qurban!.
Tirkan parlementerên me kujtin, yek ji yê wana nehatiye kujtin, Rojnamevanên me kujtin yek ji ê wan nehate kujtin, Niviskar û rewþenbîrên me kujtin yek ji ê wan nehat kujtin, mafya me kujtin yek ji ê wan nehat kujtin, karbidestên me kujtin yek ji ê wan nehat kujtin, zarok,pîr û kalên me kujtin, Gund, bajar berî û çiyayên me sewitandin ê wan nehatiye sewitandin, ê malik lê xera bûye em Kurd in lawo! Îcar hûn hemi ji bona rawestandina þer bangê li dewleta Tirk bikin, banga li PKK ê jî li min bihêlin! .GELÎ HEVALÊN SEROKATIYA PKK ê! Heyran ger hûnê hîna jî BI VÎ AWAYÎ vî þerî berdewam bikin, ez jî liser navê xwe û malbata xwe ji we ricayê dikim hûnê bes bikin û çekên xwe deynin!
Dibêjin jinik bang li mêrê xwe dike dibê „Filankes, heyra ez nema di ber vî lawkî re digihêm. Va temenê wî bûye heft heyst salî hîna jî bi xwe de mîz dike, ka em çarekê jê re bibînin bavo!“. Difikirin dibên a baþ em lawik bibin cem melê bera jê re niviþtekê çêke belkî lawik nema bi xwe de bimîze. Bi destê lêwik digrin û dibin mala melê. Ji mele re dibê „Seyda qurban, em ketine bextê te, lawê me bûye xort hina bi xwe de mîz dike. Tu karibi jê re nivistekê yan tiþteki cêke ku nema bi xwe de mîz ke“. Mele dibê ser cavan, radibe nivistekê ji lawik re çêdike, dike berbejnekê û dixe stuyê lêwik û dibê înþallah bi qeweta xwedê wê derdê we derman bibe. Dê û bav kêfa wan tê, xatir ji seyda dixwazin û vedigerin malê. Adinî rojê sibê ji xew radibin, jinik lihêfa lêwik radike dibîne bêhn tê. Lê dinere ku lêwik bi xwe de gû kiriye. Sibeha din dîsa wilo.
Welhasil, car, pênc rojan bi dû hev de lawik di livîna xwe de gû dike. Jinik dîsa bang li mêrik dike. Dibê „Filankes, heyra ji qeysê ku mele ev niviþt çêkiriye, îcar lawik bi xwe de gû jî dike, ka em çawa bikin?“ Hema mêrik radije niviþtê û berê xwe dide mala melê. Mele dibê „Ha lawê min xêr e, înþallah lawik baþ bûye!“ Mêrik dibê „Çi xêr e seyda! Ji dema ku te ev niviþt ji lawkê me re cêkiriye, dest ji mîzê berda îcar bi xwe de gû dike. Heyran va niviþta te û ez dexîlê te û xwedê me tuyê dîsa lawkê me bîne ser sêhra berê!“
Bêr û agir
Geli xwendevanên Lotikxanê, xwedê wekilê min û we be, di vê demê de ne dilê meriv dixwaze û ne destê meriv lê digere ku pêkenokan binivîse.Lê heyran dîsa ji sistbûn ji me re nabe. Her kesek divê karê xwe baþ bike.
Ger þervan be, þerê xwe, ger siyasetmedar be, siyaseta xwe em ji wek Lotikxanê divê em lotik, henek û pêkenokên xwe xurttir bikin.
Dibên agir bi yekî ketibû û ew anîbûn nexwesxanê. Li nexwesxanê doxtor tê ser lê dinere ku ci bibîne! Ji bili cihê þewatê, laþê mêrik hemi xwîn û birîn in. Doxtor jê dipirse dibê:“ Kuro lawo ev cihê þewitî min fahm kir ji sewata agir in, lê min fahm nekir ev çima laþê te hemi bûye xwin û birîn?“.
Zilam bersivê dide doxtor û dibê: „Xwedê ji te û wan re razî be doxtor, mala wan ava be, dema agir bi min ket pismamên min Hemzo û Ebaso hema zûka bi
min ve gihan û agirê min bi bêra vemirandin Ev birîn û xwîn ji ber wê nin“.
Dikandar
Xwediyê dikanê sagirtê xwe fêr dike ka cava wê bi miþtiriya re bide û
bistine an çawa malê xwe bazar bike ku baþtir firotinê biki. Dibêji þagirt:
„Binêr lawo, divê tu geleki jîr be. Gava ku miþtirî hat hundirê dikanê, divê ew
miþterî bê kirîn ji hundirê dikanê dernekeve, ileh tisteki bikire. Dema
misteri tistek xwest ger ew tiþt li dukanê tunebe jî divê tu nebêje ew tist
tune. Mesele gava savar xwest û ku savar tunebe tu yê bêji savar xelasbûye
lê birinca meyî gelek baþ heye.Te fahm kir?“ Þagirt dibêji min fahm kir.
Þagirt dest bi kar dike. Demek têre derbas dibe rojekê miþetriyek jin tê
dikanê, li hundirê dikanê digere tiþtê lê digere qey nabine. Bang þagirt
dike dibê „lawo qey kaxizê tuwalêtê tunene?“ Þagirt dibê „Na xaltikê li qisûrê
menere, kaxizê tuwaletê tuneye, lê camkaxez (zimpara) heye!“
Xalê Hesen û Mamoste
Mamostê gund çavê xwe berdabû keça xalê Hesen. Rojekê xortekî ji gund ku bi
Tirkî zane bi xwe re dibe û diçe sercila xalê Hesen ku keça wi ji xwe re
bixwaze.Mamoste yekî Tirk e û nizane bi Kurdî. Xalê Hesen jî tenê cend
gotinên Tirki zane.Yê xort jî wergerya wan dike.Welhasil, dikevin meselê.
Mamoste merama xwe ji xalê Hesen re vedike, xort jî vedigerîne Kurdî. Xalê
Hesen dibê: „Hûn li ser cavan re hatine, lê heyra adetên me hene. Ezê xwestekê
xwe bêjim ger tu qebûl biki li ser çavan ezê keça xwe bidim te“. Mamoste
dibê: „Keremke ka ci daxwazyê te hene?“ Xalê Hesen dest bi daxwazyên xwe dike
dibê:“Tê ewqas qelen bide. Tê xelata xalê bide, tê ewqas zêr bikire, tê karê
xortan bide“ û herwaha daxwazîyên xwe yek bi yek ji mamoste re rêz
dike.Mamoste dibê: „Ez hemi daxwazîyên te dipejirînim, lê tenê ez qelen
napejirînim ji ber ku qelen li cem me tune“. .Xort ji xalê Hesen re vedigerîne
û dibê: „Mamoste dibêje ez qelen nadim ji ber li cem me qelen tune“. Xalê Hesen
aciz dibe û dibê:“ Çi qelen li cem wan tune?“ Hema nema hewcedariya werger
dibîne û bi xwe ji mamoste dipirse, dibê: „Çi qurban, te got sÎzde qelen yok?“
(te got li cem we qelen tune). Mamosta dibê:“ Yok amca“ (Qelen tune apo). Xalê
Hesen: „Ê qurban yanî sîzde kiz belaþtir?“ (yanî li cem we keçik belaþin)?
Mamoste dibê evet (erê). Xalê Hesen dibê: „Ê qurban eger sîzde kiz belaþ bana
10 tane getir” (ê ger li cem we keçik belasþin ji min re deh keçka bîne).
Mamoste di cihê xwe de cemidî dimîne. Xalê Hesen fêhm dike ku mamoste xwe
nade ber qelen. Dîsa bixwe dibê: “Qurban, amacaoglû kapida bekliyor” (Pismamê wê li ber derî sekinîye).Gava weha dibêje, rebenê mamoste ditirse, di dil wî de
ku pismamê keçikê hatine ber derî ku lêxînin. Xort jî dibîne ku mamoste
tirsiyaye, ji mamoste re dibê: “Heyra xalê Hesen dixwaze bêje ku pismamê keçikê
di riya wê dene, nikare keça xwe bide te”. Mamoste hema radibe ser xwe û bi
poþmanî ji mala xalê Hesen derdikeve.
Dunya ji kera re nema ye!
Erê birako erê! Pêþgotinek heye, dibên “Dunya ji Sultan Silêman re nemaye”. Ez bawerim herkes ji we, wê pêþgotinê dizane û belkî gelek neteweyên din jî vê pêþgotinê dizanin. Lê ya hûn nizanin pêþgotina rehmetiyê Dehbul e. Li gundê me li Stilîlê em vê pêþgotina Silêman milêmana nabêjin.Li gund em pêþgotina rehmetyê Dehbul dibêjin. Em dibên “Dunya ji kera re nemaye”. Ev gotin ji ku hatiye ezê niha mesela wê ji we re bêjim.Li gund zilamek pirr feqîr hebû navê wi Nûrî bû, lê gundiya navê wi kiribu Dehbul. Ev nav ji ku û bi çi manê lê kiribûn ez nizanim. Dehbul ne ji gundê me bû, li gund biyanî bû, ka çawa hatiye gund li gund bi keçekê re zewiciye û maye li gund. Îcar rojekê qey bavê Dehbul dimre. Gundî û der û dor tev melê gund diçin sersaxîya wi. Dema gundî sersaxîya wî dikin, dor tê melê gund. Mele jî yekî ji xwe razî ye, radije destê Dehbul û dibê: Nurî Lawo bila serê te sax be, rehma xwedê li bavê te be, lawo kes ji me sax namine em hemu yên wê riyê ne. Gava mele wilo dibêje Dehbul li çavê melê dinere û ew jî dibê: Yey xalê mele hey! Dunya ji kera re nemaye cavê te lê ye ku ji te û bavê min re bimine! Îcar ji wê rojê ve ew gotina rehmetiyê Dehbul bûye pêþgotinek û ketiye devê gundiyan. Êêêê, weke ku Dehbul gotiye dunya ji kera re namîne û ji qantira re jî namîne, ma wê ji Sedam û Elî Kimyayî re bimîne! De aqûbeta wan û welatê wan li serê yên din jî be, Amînnnnnn!
Xêrhatina Axê
Dibên carekê Axê Omerya dice serdana gundekî ji Omerya. Di hatina wî de tukes di gund de namîne. Gundî hemi derdikevin derî gund, pêþîya axê xwe. Wey li wî kesê ku ewil xwe bavêje destê axê û xêrhatina wî bike. Îcar dibên di nav gundyan da jinek bî hebû. Hingî gelek kezebþewitya axê bû, hema jinik berî herkesi xwe davêje destê axê, radije destê wî û wiha xêrhatina axê xwe dike:" Axayê min, ez bêm tu bi xêrê hati ji xwe tu bi xêrê hatiye, ez bêm xwedê merteba te bilind bike, ji xwe bilind kiriye te kiriye axe, ez bêm xwedê lawa bide te, mala wi ava elhemdulîlla têra te law jî dane te.Îcar ez nema zanim bi çi awayî xêrhatina te bikim, ya axayê min, hema tu di me hema ne u hew!”
Saeta Mêrik
Zilam ji jina xwe re dibê:”Biner hirmet, sibê dora meyî avê ye divê tu sibê zu me ji xew rake da ku dora me li me nere, em zeviyê xwe karibin avbidin,lê binêre tu me dixewde nehêle ha!” Jina wi dibê: “Malxerab, heta niha kengi min te di xew de hiþtiye, her sibeh dema destava min tê ez dizanim ku bûye sibeh,îcar sibê jî gava ez rabim destavê ezê deyn we bikim û emê herin nav zevîyê, tu qet mitala meke”.Welhasil radizên. Serê sibê dema destava jinkê tê ji xew radibe û deyn zilamê xwe û zarokan dike, dibê: “Mêrko rabe bûye sibeh”.Zilam û zarok ji xew radibin, firaxên xwe dikin nav hev, li kerê xwe dikin û berê xwe didin nav zeviyê. Zevî jî hinek dûre, dimeþin digihên nîvê rê lê hîn þev tarî ye, hinek din dimeþin dinya ronahî nabe, hin tari ye, digihên nav zevî hîna nabe sibeh. Zilam dibê:”Ya hirmet, ma ka nebu sibe! Ev xuyaye te nivê þevê em ji xew rakirine, ka te digot min xwe eyar kiriye, kengî mîza min tê ez dizanim ku sibeye,ma ka qey îro nabe sibeh?” Jinik dibê:”Bi xwedê mêrko, eyara min dicîhde bû lê min þevê din gelek þebeþ xwaribû xuyaye mîza min ne di dema xwe de hatiye”. Lawkê van dibê: “Yabo, ev çiye, ev çi hale we nîvê þevê em anîne nav zevî?” Bavê wi dibê:” Ma çi hale lawo! Heta ku saeta me mîza diya we be wê halê me jî ev hal be!”
Zilamê Mîzek
Zilam timî bi xwe de mîz dikir. Jibo mizê her sibe ji jina xwe lêxistin dixwar. Sibehekê ji xew radibe ci bibîne, vê carê ne mîz, îcar bi xwe de gû kiriye.Zilam difikire dibê „Heta niha mîz bû min ev lêxistin dixwar, îcar vê carê gû ye, bi xwedê ez çarakê nebînim wê jinik min bikuje û hew“. Zilam maye di nav livînan de, jinik dike nake ew ji nav livînê dernakeve.Jina wi dibê „Hey malxerab, ji nav livînan derkeve ma tu mirî,çima tu ranabe?“. Zilam dibê
„ Ya hurmet, min þevê din xewnek ditiye,xewna min bi ecêb û gelek bi tirs bû, bi xwedê hetanî ku tu gazi mellê me neki neyê xewna min ji min re tabir neke ez ji nav livînê dernayêm“ .Jinik mecbûr dibîne dice bang mellê dike, wî tîne mal cem mêrik. Melle dibê „Xwedê xêr bike, ka xewna xwe bêje“. Mêrik dibê „Bi xwedê seyda ji kê re xêr be ji min re ne xêr e, min di xewnê de didît ku du heb minare li ser hev bûn û devek li ser serê minarê bû. Ya seyda, ez jî li ser piþta wê devê suwar bum,di binê minarê de gîha þîn hatibû îcar bêxwediya devê gava ku ew gîha didît, stuyê xwe dirêj dikir ku bighêje giha jibo ku bixwe. Ya seyda, wê demê ez ji ser pista dewê dihatim xwarê“. Hema melle xwe nagre û dibê „Wey wey wey, lawo xwedê bi xêrê bigerîne, çawa ji tirsa te bi xwe de gû nekiriye?“ Mêrik dibê „Ya seyda, ma jibona ci min gazi te kiriye? Ez jî dixwazim wê ji te re bêjim, de ka lihêfê rake tê bibîni!”
Qeyikvan û Doktor
Xortekî ji xwe re qeyikek kirîbû, Kesê ku dixwest wana bi heqê xwe li nav deryayê digerand.Rojekê yeki doktor li qeyika wî siwar dibe, yê xort wîna di nav deryayê de digerine. Him digerin him ji xwe re sohbetê dikin.Doktor ji yê qeyikvan dipirse:“ Xorto tu cixarê dikþîni?
Qeyikvan:“Erê ez dikþînim“
Doktor: „Weleh cixarê deh sal ji emrê te kêm kiriye“.
Doktor: “Ma tu alkolê jî vedixwi?”
Qeyikvan: „Erê ez vedixwim“
Doktor: „Weleh deh salê din jî ji emrê te kêm bûye“.
Qeyikvan dengê xwe nake, him qeyika xwe dajo him jî li emrê xwe difikire.
Doktor dîsa dibêje: „Xuyaye tu pirr difikiri?“ Qeyikvan:” Belê, karê me feqîran fikirandine”.
Doktor:”Fikir jî ne baþe, vê fikrê deh salên din jî ji emrê te kin kirine“. Qeyikvan bi van gotinan aciz dibe lê dengê xwe nake..Piþtî demekê bayek xurt radibe û pêlên avê her bi her bilind dibin. Qeyikvan fahm dike ku rews xerabe wê qeyika wi biqulipe. Gazî doktor dike û dibê:“Doktor, ma tu bi sopaniyê (melevanî) zani?“ Doktor dibê:“Na wele ez nizanim“. Qeyikvan dibê:“Doktor, te sîh sala ji emrê min kin kir lê çawa be ezê çend salekî din bijîm, lê yê te weleh malik li te xerabû, rehme li te, tu bi carekê ve çû!“.
Ez Inzîbat bûm
Yekî gundiyê me diçe leþkeriyê.Îcar li leskeriyê,serbaz, ew kesên nuh hatine hema dikin rêzê û yek bi yek ji wana dipirse ka sinaetê wan çiye an di siviltiyê de çi kar kirine.Îcar dor tê yê gundiyê me. Serbaz dibê: „Oxlim ka meslegê te çiye, te di sifiltiyê de çi kar kiriye?“ Yê me hema qet yekê nake dudu û dibê: Qomutan, di siviltiyê de ez inzîbat bûm. Qomutan ji xwe berê li mahnakê ye, ew jî yekê nake dudu, yekê pê vedike wîna li erdê rast dike.Piþtî ku qomutan diçe, hevalên wî wîna ji erdê radikin û dibên: „Lawo malxerab, ma di siviltiyê de inzîbatî heye tu dibê ez inzîbat bûm?“ Yê me dibê: „Lawo hemu sûcê birayê min e, hingî birayê min digot di leskeriyê de karê herî xwes inzîbatiye min jî got ezê bêjim ez inzîbat bûm,da ku min bikin inzîbat!“
Kor û Þeytan
Dema hecac li hecê dicin ricma þeytên û keviran davênê, dibên yekî kor jî qey di nav wana deye û ew jî keviran dawêje. Îcar dibên þeytan li ber yê kor disekine,destê wi digre û dibê: Koro tu li vir çi diki? Kor dibê: Ma tu nabîni ez keviran davêm seytên! seytan Dibê: Baþe koro ma çi bi çavên te hatiye, kê wilo li te kiriye,te xistiye vî halî û te kor kiriye? Ê kor dibê: Tu kesî ez kor nekirime, emrê Xwedayê min e, Xwedê ez kor kirime. Þeytan dibê: Ê koro ma ku Xwedê weha li te kiribe, te kor kiribe û te xistibe vî halî ma ya min çiye tu keviran davêji min bavê min, kê wilo li te kiribe here keviran bavê wi korê heram!
Ozan Canê
Pêsgotinek me Kurdan heye dibên doh doh bû iro iro ye. Yanî doh ez ci buûm, min çi dikir lê nepirse,.iro ez çi me,ez çi dikim li wê binere. Li gora xebera xeberdanê, li gora nûçeya Lotikxanê dibên Akademiya Pêsmergê Kurdistanê xelata zêr daye hozana me Canê, wey rebbî li ser xêrê be! Birasti meriv qedrê hozanên xwe bigre tiþtekî baþe,lê dîsa li gora nûçeyê dibên Canê gotiye „Ez ne ozana tu partiya me, ez ozana gelê Kurd im, heta a navnetewî me“.Ev jî gotinek baþe, pêviste ozan û rewþenbîr hemu bi vî awayî tevbigerin.lê gotin û emel gerek hevdu bigrin.Ger te gotinek kir û te di emel de (pratikê de) li gora wê kir wê çaxê bawerî bi meriv tê, yana bi tenê gotin têr nake. Meriv bi ziman kare hertiþtî bêje, dibên hestiyê ziman tune.Îcar dema min ev nûçe xwend bîranînek hate bîra min.Beriya heft heyst salan em li dawetekê bun. Di dawetê de gelek hozan u dengbêj hebun. Dawet bi awakî xweþ berdewam dikir.Me dît navê Canê hat xwendin. Canê derket ser dikê rahiþt mîkrofonê û dest pê kir Apo û hey Apo! Ew stran qediya; ya din Serok Apo! Ew xelas bû ya din roja me Apo! Yanî çend stran gotin hemu ne li ser Partyê jî (PKK) hemu li ser Apo bûn. Li der dorê ji beþdaran gelek aciz bûn û digotin „Lawo ma em hatine seva partiyan an em hatine dawetê?“ Îcar heyran ger Canê nuha dibêje "doh doh bû, îro îro ye ez keca îro me û ez nema dengbêjê oda me, ez ozan im“, ez jî dibêm xelata wê li ser xêrê be rebbî, piroz be.
Xalo û Xort
Zilamê rêwî di gundekî re derbas dibe ku here gundê xwe. Digihêje serê gund,dibîne xortek ji nav rezê xwe banê dikê û bi lez tê pêþyê û dibê „xalo xalo ji kerema xwe re bisekine“. Zilam disekine, xort digihê cem û dibê: „Xalo pelê cixarê bi te re heye?“
Zilam: Erê lawo heye
Xort: Xalo tûtin jî heye?
Zilam: Erê tûtin jî heye
Xort: Xalo destê min cemidîne tu dikari ji min re cixarakê bipêçi? Zilam cixarê jê re dipêçe û dide dest
Xort: Xalo agirê min jî tune, tu dikari agir jî bide min? Zilam cixara wî pê jî dixe û bi behc li xort meyze dike. Xort dest bi kiþandinê dike, piþtî ku çend hilmê baþ dikþîne dîsa li xalo wedigere û dibê: Xalo ez dixwazim bi te biþêwirim, dibêjin kiþandina cixarê nebaþe ci raya teye ku ez dest ji cixarê berdim? Zilam li xort dinere û dibê: Na bavê xalo na, ki dibê cixare nebaûe derewan dike. Heta ku ker u ehmeqên weke min hebin, pela bidin te, tûtinê bidin te, ji te re bipêçin û ji te re pê jî xin, cixarê terk meke. Ma çima tê terk biki bavê xalo?
Kurd û Ereb
Yekî Kurd û yekî Ereb cîranên hev in.Herdu her ku hev dibînin dev davêjin hev..Rojekê yê Kurd diçe mala yê Ereb,ku sevbêrka xwe bikin ,Pêþî ji xwe re xwesik diaxivin, henekan dikin,Yê Ereb xwe dîsa nagre dest bi qerfan dike û ji yê Kurd re dibêje: Niha ci di navbêra Kurdan û heywanan de heye? Gava weha dibêje, yê Kurd meyze dike ku di navbêra wî û yê Ereb de bahlifek heye. Dibêje: Heyran,bi xwedê di navbêra me Kurdan û heywanan de bi tenê bahlîfek heye!.
Cehenemyo Sedam
Di nav me Kurdan de dibên, bi dû kesê mirî de divê meriv neaxive. Yabo ez nizanim ev adet ji ku hatiye û jibo çi meriv nikare biaxive.Dibe jî ku esasek ilmî ji vê gotinê re hebe ez bixwe nizanim. Lê ez behsa qencî û xerabiyên cehenemyo nakim, ji xwe hinka rabûn gotin rehme lê be, hinka jî gotin oxira wi a Filîtê Quto be. Hin li dij derketin hin jî bi dardakirina wi kêfxweþ bûn. Di nav me kurdan de jî KKK û DTP li himber dardakirina wî nerazîbûna xwe dan xuyakirin. Xwedê wekilê min û we be, heta niha min nizanîbû ku ev her du partî ewqas li ser mafên mirovan radiwestin û ewqas mirovî difikirin.Sed maþelleh tu dibê þaxek ji yê Emnesty Internatsionale.Lê qetilkirina rehmetyê Hikmet Fîdan û hin kesên din hate bîra min.Ji bo þermezariya qetilkirina wan me tu belavok û daxuyanî û nemzê wan nedîtin. Lê ne bi serê min û ne bi serê we ewana bi qetilkirina wan nehisiyabûn yan wê li dijî wê jî derketina. De neyse, bela serê DTP û KKK ê saxbe û rehma xwedê di ser cehenemyo re biqevize. Ez bêm ser pêkenokek cehenemyo.Dibên rojekê di civîna þêwirmendariya Iraqê de Sedam axaftinekê dike, dawiya axaftinê ji kesên amade re di bê “we axaftina min fahm kir?” Wezîrek destê xwe radike dibê “ya seyidî, min axaftina te hemû fahm kir lê ew gotina otomatîþ min fahm nekir.Mana wê gotinê ciye?” Sedam dibê “baþe, belê ezê niha mînakê bidim ji bo tu mana wê fahm biki” .Sedam dipirsê dibê “diya te heye?” Wezir dibê “erê ya seyidi”.Li ku rudinê? dibê li Basrayê.Sedam dibê “baþe, ger niha li Basrayê yek bikute diya te tu li vêderê otomatîþ dibe lawê qehpê. Niha te fahm kir bê wateya Otomatiþ çiye?”
Ez bi ser xwedê de digrim
Bav û law li ser sifra xwarinê rûniþtine li benda xwarinê ne ku xwarinê bixwin.Pîreka malê legana savarê tîne datîne ber wan.Law xwe nagre kevcî li bin savara germ dixe û dixwe lê savar hingî germe ji sewata devê wî hêsir di çavên wî re davên der. Bav dibîne ku çawên law bi hêsirin,dibê: Çibû lawo, ew çi hêsirin qey savar germ bû? Law dibê: Na yabo savar ne germe, ez digrim. Bav dibê: Çima tu digrî lawo? Law dibê: Tu zani rehmetiyê birayê min pir ji savarê hez dikir, min ev savar dît rehmetî hat bîra min. Zilam keserekê vedide û ew jî kevçîkî li bin savarê dixe, savara germ heta dadikeve roviyan diþewitîne û ji zora re hêsir di çavên wî re jî didin der. Law dibê: Çibû yabo qey rehmetî hat bîra te jî, çima tu digrî? Zilam dibê: Na lawo ne ji bo rehmetî ez digrîm, ez bi ser xwedê de digrîm bê li þûna rehmetî çima ruhê te nesitend ku ez ji te xelas bûma....
Ez jî bûme Kurd
Berya salên 80 i tevgera KUK (Xelaskerên Netewîya Kurdistan)li herêma Omerya pirr pêþketî bû. Bandorek wênî erênî li ser gundiyan hebû. Serkirdetiya tevgerê pirani li Stilîlê diman. Ewana êvaran ji bona ewlekariya xwe li malên xwe nediman, pirani li malên gund, yên ku kes þikê ji wan neke diman. Yek ji wan malan jî, mala Apê Sofî Xelîl bû.Apê sofî Xelîl jî kalek yextiyar bû û ji mala þêx, ji rojî û nimêja xwe pêve tuþtek nasnedikir. Pistî ku demakê ew kes li mala wî dimînin, qey apê sofî bala xwe dide rabûn û rûnûþtina wan, ev rabûn rûniþtin, çûyîn û hatina wan bandorekê li ser wî jî dike.Rojekê dîsa dirin mala wî, apê sofî bang yekî ji wana dikeû dibê: Kuro lawo Bedirxan, bi qurana go min xwendiye ji qeysê ku hûn diçin û tên mala me ez jî bûme Kurd. Bedirxan dikene dibê: Apê sofî tu berê Kurde heyran! Dibê: Na lawo ne wilo, ez jî bûme weke we. Bedirxan dibê: Çawa tu bûye weke me apê sofi? Sofî dibê: Kuro lawo gava jinapa te Gulê xwarinê ji min re çêdike tîne û ez dixwim, ez nema dibêm elhemdulîllah kuroo! Îcar ez jî wek we dibêm herhebe, ji bo wê ez bûme Kurd lawo! Gelî xwendevanan, ev bûyer berya 27 salan çêbûye. Piþtî 27 salan ka yurtsewerên (!) me niha binêrin bê di çi rewþê dene. Dev ji Kurdên Serxetê berdin, wana heta bi Kurdên menî Binxetê jî fêrî Tirkî kirin. Baþe ku apê sofî Xelîl bi emrê xudê mir û çûye rehmetê yana dibû ku wî jî mohra îlkel mîlîyetçîtiyê bixwara û jibo wê belayek mezin bihata serê wi.
Heftê Horî
Li ser nûçeya Lotikxanê ya di derbarê Melle Osmanê Tirk da û behsa 70 horî, mesela rehmetiyê bavê min û sofiyekî Omerî hat bîra min.Rehmetî pir ji dîn û sofî mofiyan aciz bû, yekî ne xwendevan jî bû, lê hertim digot ez koministim.Îcar sofiyek ji gundeki Omerya hebû her ku riya wî bi gund keta, yan karekî wî heba dihat cem mala me. Wê demê jî bavê min muxtar bû, kar marê wî dimeþand. Her ku sofî bihata wê bigota „Þêxo, çima tu li mêj naki,an çima tu rojî nagri?“ Ew û rehmetî wê têketina qirka hev,rojekê dîsa sofî hat û ket behsa dîn û wê dinyayê. Rahmetî got: Bise sofi, pirsek min ji te heye. Li gor ku min bihîstiye dibên li wê dinyê heftê horî didin meriv, bira ev raste heftê hori hene? Sofî got: Binere, hema hiþê te li ser tiþtên wilo xerab e. Rehmetî gotê: Erê sofi ez nezanim, xwe aciz meke, heftê horî hene an na? Sofî bi behc got: Belê hene! Rehmeti got: Baþe tu nayê ez û tu em bazarekê bi hevre bikin? Sofî got: Çi bazar? Rehmetî got: Sofî tu ya xweyî vê dinyayê bide min, bi telaq heftê horiyê min ên li wê dinyayê ji ji te re! Sofî rabû xwe li erdê xist, xwe aciz kir û got: Tu fedî naki vî tiþtî ji min re dibêji? Zilamekî din jî li cem wan rûniþtibû, wî ji sofî re got: Erê sofî tu çima dixeyidi? Lawo fêde li te ye, yek bi heftêyî! Hema sofî rahiþt þaþika xwe û got: Ez ji we ne pîstir bama ez nedihatim cem we! Xeyidî û ji hundir derket û çû.
Xwedê bi min re ye
Dibên li Kurdistanê aliyê binxetê polîsek Ereb (þirta) ê trafikê hebû pir ceze li trimpêlan dixist û tu tirimpêl ji ber nediflitîn.Cezê wî jî weke polîsên tirkan ne ku tiþtekî resmî bû, perên ku ji ceza derdixist rast bera bêrîka xwe dida. Rojekê qey karê yê polîs baþ naçe. Heta êvarê li ser rê dimîne tirimpêlekê ku cezê lêxe pêde nake. Dawiya þevê dibîne ku yek li piskilêtê xwe suwar û bi alyê wî ve tê.Hema derdikeve pêþya piskilêt û wî disekinîne. Xwediyê piskilêt dadixe û dest bi kontirola piskilêtê dike. Frêman, lempan, tekeran hemu tiþtên piskilêt kontirol dike. Dibîne ku hemu sazkarin tu kêmasi têde nabîne ku cezê lê bibire. Dawî ji xwediyê piskilêt re dibê: Tu ji ku tê û tê here ku? Xwediyê piskilêt dibê: Ez ji filan gundî me, ezê herim vî gundê cîran þevbihêrkê.Polîs dibê: Ma tu natirsi vê þeva hanê tenê derketiye ser vê riyê? Xwediyê piskilêt dibê: Na ma çima ezê bitirsim xwedayê min bi min reye! Yê polîs hema deftera ceza derdixe û cezê dinivîsîne û dide dest xwediyê piskilêt. Zilam dibê: Ev çiye? Polis dibê: Cezê te ye, te bê qanûnî kiriye! Zilam dibê: Erê min çi bê qanûnî kiriye? Polîs dibê: Te niha negot xwedê bi min re ye? Zilam dibê: Belê! Polîs dibê: Êêê, ma tu nizani ku ji yekî tenê pêve nikare li piskilêt suwar be? Te muþteriyek zêde bar kiriye,ev jî cezê wê ye….
Ne jibo ez pê sûnd bixwim
Zilamek gundî li bajêr birçî bûye, diçe xwarinxanekê xwarinekê ji xwe re dixwaze. Garson xwarina wî jê re tîne datîne ber, zilam dest bi xwarinê dike ku bixwe lê dibîne nan tune. Bang garson dike û dibê,“ heyran te nan ji bîra kir, ka ji min re nan bîne“.Garson tê selka nan datîne ber. Gundî li selkê dinere dibîne tenê parîyek nan têde ye. Dîsa bang li garson dike dibê, „heyran ev çiye?“ Garson dibê nan e. Gundî bi hêrs dibê, „kuro lawo ez jî zanim ku nane, lê min got hinek nan bîne ku ez bi xwarina xwe re bixwim, min negot nan bîne ku ez bê sûnd bixwim heyran!“
Jibo bîranîna xalê Mûsa û apê Ehmed
Li gund (Stilîlê) rezê me hebû.Ez jî zaro bûm. Her sibeh ji rez min barek tirî diçinî û dibir li bin çinara xalê Mûsa datanî û tiriyê xwe difrot. Her dema go min devê cembiyê xwe vedikir ku ez tirî raxim, wê apê Ehmed bihata li ber min bisekiniya û wê rahijta destê min danîba ser qûna xwe, têra xwe radihijt tirî û digot, “ev tirî jî heqê ku te dest qûna min daye” û wê biçûya. Ne rojek ne duroj, her sibeh karê min û apê Ehmed mabû ew. Xalê Mûsa jî bi vê mesela min û apê Ehmed hisiya bû. Rojekê xalê Mûsa ji min re got: Xwarzê ma navbera te û apê te Ehmed çawa ye? Min got: Xalo ma wê çawa be, bi xwedê apê Ehmed her roj tê, dibê te dest qûna min daye, têra xwe tirî dibe û dice. Got: Xwarzê, tu jî tiriyê xwe buha bike. Min got baþe ez xwarziyê te me. Adinî rojê çawa min tirî danî, min dît apê Ehmed dîsa hat. li ber tirî sekinî û dîsa rahijt destê min ku deyne ser qûna xwe. Min got: Na, bise ez nema wilo qebul dikim. Got: Çima? Min got: Hertist buha bûye ma qey hayê te ji zema nû tune? Got: Zema çi? Min got: Benzîn buha bûye, mazot, gaz hertiþt zem xwariye. Got: Êêêê! Min gotê: Ciyê tiriyê min jî buha bûye. Got: Baþe ma bûye bi çi? Min got: Ez nema dest qûna te didim, îcar ji îro pêve ezê bêm piþt te û xwe li te xim. Gava min wilo got apê Ehmed hema tirî danî û bi dû min ket. Ez reviyam û rast min xwe li xalê Mûsa girt. Xalê Mûsa dît go ez direvim û apê Ehmed bi dû min ketiye, bang apê Ehmed kir: Xêre Ehmed tu çi bi dû xwarzê ketiye ma xwarzê çi kiriye? Got: Kuro xalo tu namîne ecêb mayî, ji min re dibê ezê bêm piþt te û xwe li te xim. Xalê Mûsa got: Ê Ehmed bazar bi te re kiriye, ger tu naxwazi qebûl meke û wekî din jî ma ne biraziyê te ye, ma wê çi bibe go carekê xwe li te xe. Apê Ehmed got: Bi xwedê te wî fêrkiriye ku wilo bêje.Xalê Mûsa keniya û got: De were dev jê biqere lo. Ez jî wê carê ji apê Ehmed xelas bum lê dîsa em man li ser bazara berê.
Îcar ez we herduyan bi xemgînî bi bîr tînim, gora we herduyan bihuþt be û xwezî bi wê demê ya xalê delal û apê delal....
Dermanê Kêça
Zilam êvarî ji cot tê malê, pîreka wi jê re dibêje,“mêrko, ma ne tu nizane bê îro min çi dermanê qenc ji bo kêça kiriye. Zilamê ku difrot ji min re got ji bo kêça yek û yeke“.Zilam dibêje, „baþe ka hela bîne bê ka ev ci dermane“.
Pîrek derman tîne dide mêrê xwe. Zilam radije kîskê derman piçikî ji kîsik derdixe lê dinere dibine naþibe derman, bêhn dike tu bêhn jê naye, dibêje „ev ne weke dermane, ev weke xweliyê ye,ma ka ji te re negot meriv çawa bikar bîne?“ Jinik dibêje, „belê weke ku ji min re got bikaranîna wê pir hêsane.Got ku her we kêçek girt, hûnê çavê kêçê vekin û piçek ji vî dermanî bera qorziya çavê kêçê bidin, kêç wê di cih de bimre“. Zilam dibê, „hîna ezê kêça yek bi yek bigrim,ku min girt ezê çavê kêçê vekim û piçek ji vî dermanî bera qorziya çavê wê bidim û hîn wê kêç piþtre bimre!“ Pîrek dibêje, „erê!“. Zilam ji pîreka xwe re dibêje, „de baþe balê tu ji niha ve rabe here mala bavê xwe heta ku ez kêça bi vî awayî xelas bikim li mala bavê xwe be“..
Sofiyê mala Þêx
Demsal havîne û meha rojiyê ye. Sofîkî mala Þêx ji sûkê tê ku here malê, ew jî bi rojîye û ewqas tî bûye go nema kare bimeþe. Di dilê xwe de dibê „xwezî naha tirimpêlek nas di vir re derbas ba ku min bibra heta malê“. Digihije ser pira Enteryê dibîne go tirimpêla Þêx ji wir de tê, kêfa sofî tê û bi lez destê xwe jê re bilind dike lê mixabin tirimpêla Þêx lê nasekine û derbas dibe û diþe.Sofî bi dû tirimpêlê de dinere, hinekî disekine û pol û poþman berê xwe dide malê. Çawa digihije malê pêþî têr av vedixwe bi dû re radije firaxê kurkirinê û bi riha xwe dikeve wê riha dirêj dide ber mekes û guzanan. Ruyê xwe paqij dike, kincên xwe diguhere û berê xwe dide nava gund. Gava derdikeve kîjan gundî çav lê dikeve dimînin þaþ. Ew dibê „xêre sofî ka riha te?“ yê din dibê „ka riha te?“ Sofi dibêje „heyran binerin ji îro pêve kes ji min re nema bêje sofî, ez nema sofî me, min sofîtî berda“. Yek jê dipirse: Erê xêre çibû, mesele ci ye? Sofî dibê „kuro lawo Þêxê go li ser pira Enteryê bi kêr min nehat kuro ma wê çawa li ser pira selatê bi kêrî min bê kuro?“
(Pira Enteryê li bajarê Qamislo li ser cemê Cexcaxê ye)
Kerê Melê
Gundî tev muxtar û melê xwe li oda gund gihiþtine hev û þevbêrka xwe dikin.Civata gund e, hinek behsa zevî û çandinya xwe dikin, hinek behsa pez û dewarên xwe dikin. Civat germ bûye û babet zîvirî hat ser keran. Dema qala keran vedibe herkesekî qala kerê xwe dike û pesnê kerên xwe didin.Yek dibêje „kerê min weke hespekî bi qewet e“ ê din dibêje „kerê min ji ê te bi qewettir e“ welhasil her kes pesnê kerê xwe dide.Hîna ewana di nav xwe de diaxivin melê gund radibe ser xwe û bi hêrs radije þaþka xwe û ji gundiyan re dibêje „bi qurana min xwendiye ez nema têm civata we“ û ji odê derdikeve.
Gundî pêve radibin didin du, wîna li deryê hewþê disekinînin.Li ber digerin dibên „xêre seyda çi bû, çima tu ewqas aciz bû? Qey kesi gotinin nebaþ ji tere gotine? Ka bêje bê qisûra me çiye heyran?“ Mele dibêje „kuro hûn ji êvara xwedê de qal û behsa kerên xwe dikin, hûn pesnê wan didin yekî ji we negot emê hineki qala kerê melê xwe jî bikin, ma kerê min ne weke yên we ye?“.Gundi fahm dikin ku,ji bona kesi qala kerê wi nekiriye,mele aciz bûye. Zilamek navser ber bi melê ve tê û jê re dibêje, „seyda, raste ku me qala kerê te nekiriye, lê ne go me kerê te ji bçr kiriye.. Heyran em gundî hemi kerê te ne di rêza keran de berdidin, em kerê te di rêza qantiran de berdidin. Ji ber wê me qala kerê te nekir ya seyda!“ Piþtî van gotinan mele kêfxweþ dibe û dîsa tê odê li cihê xwe rûdinê.
Mîxo û Rêxo
Ez bawerim, xwendevanên Lotikxanê meseloka Mîxo û Rêxo dizanin. Kesê ku nizanibin jî ger bixwînin û vê meselokê fêr bibin baþ e. Ji ber ku meselokên weha gelekê caran jibo axavtin, gengeþî û þirovekirinan weke derman in. Ji bona bûyerekê hewce nake meriv pir biaxive û serê xwe biêþîne, bi meselokek weha meriv kare merama gotinên xwe bîne zimên û bi kesê miqabil xwe jî bide fêhm kirin. Ev ji dewlemendiya wêjeya Kurdî ya devkî ye.
Dibên lawkê malê li ber mêvanê xwe disekine û jê dipirse: Xalo navê te çiye? Xalo dibê: Xwarzê navê min Mîxo ye! Lawik disa jê dipirse: Xalê Rêxo ma navê lawê te çiye? Xalo lê vedigerîne û dibêje: Hey te di diya xalo kiro, te çi navê Xalo kire tirr îcar ma dora navê lawê xalo!
Simeîlê Dîn (6)
Xorta ku Simeîl zevt dikirin asaq û henek pê dikirin. Rojekê xortek ji Simeîl re dibêje: Wa Simeîl! Kuro lawo min tiþtek li ser te bihîstiye, kuro ka were bê ev tiþtê min bihîstiye raste an na? Simeîl dibê: Çiye lawo, kê çi li ser min gotiye, te çi bihîstiye? Xort: Lawo min bihîst dibên Simeîl gotiye ez dikarim mast bikim çeqilmast!. Simeîl lê vedigerîne: Min ji kê re gotiye lawo? Xort: Ez ji ku zanim xelk dibên Simeîl gotiye. Simeîl dibê: Lawo hema ez di diya xwe nim go min gotiye ez karim mast bikim çeqilmast! Ma ez ji ku karim lawo!
Simeîlê Din (5)
Simeîl her roj qasek xox ji sûkê ji xwere dikirî û dibir li ser riya Amûdê datanî û li wir ji xwe re difrot. Rojekê miþtirîk bi trimpêla xwe li ber Simeîl disekine û jê re dibê: Simeîl kîlwa xoxê te bi çi ye? Simeîl dibê: Kîlo bi 5 wereqa ye! Ka di qasê de çend kîlo hene? Dibê: Qase 10 kilo ye. Dibê „baþe ka qasê bîne têxe tirimpêlê ezê hemî li ser hev bikirim“. Simeîl lê vedigerine dibê, „na weleh ez li ser hev nafroþim, ez tenê bi kîlwan difroþim“. Miþterî dibê: Lawo ma te ne ji bo firotinê anîne, ha te bi kîlwan firot ha li ser hev! Dibê: Na ez li ser hev nafroþim. Miþterî dibê:Baþe çima tu li ser hev nafroþe? Simeil dibê: Erê lawo ma ez niha hemî li serhev bifroþim te, xoxê min namînin îcar ji niha û heta êvarê ezê çi bifroþim?
Simeîlê dîn (4)
Jinka malê li hewþê teþta meyrê li ber xwe daniye û meyra xwe tevdide. Digo Simeîlê dîn derî vekir û ket hewþê.Ji Simeîl re dibêje, „Simeîl, ez qurbana te dûrî min tu meyra min nerijîne“. Simeîl dengê xwe nekir û hat nêzîkî jinkê rûnist. Piþtî gavekê jinik ji ber teþtê rabû ku here hundir tiþtekî bîne, disa got, „Simeîl ez qurbana te tu meyra min nerjîne“. Hema Simeîl ji nivþkê ve rabû ser xwe û pêhnek li teþta meyrê xist teþt qulipand, meyir li hewþê belakir. Piçek jî di teþtê de nehiþt. Jinik dibê, „min serê te xwaro te çima wilo kir?“ Simeîl lê vedigerîne û dibêje, „keçê tiþtê ku nayê bîra meriv jî tu tîne bira meriv wey!“
Simeîlê Dîn (3)
Kurdên me yê binxetê bi piranî aboriya wan li ser çandiniyê ye,çandinî (musim) jî girêdayî baranê ye. Sala ku baran baþ bibare musimê wan jî baþ tê, wê çaxê xêr û bêr e, sala ku nebare musim jî xerabe û di aliyê aborî de dikevin tengasiyê. Îcar qey salekê baran zêde dibare, neh deh rojan li ser hev dibare. Eva bala Simeîlê dîn dikþîne. Simeîlê dîn li ezman dinêre û dibêje: Kuro bi qurana ku melê xwendiye ev baran di dest yekî biaqil deba têra çar pênc musimê me dikir…
Smeîlê dîn-2
Muxaberatê (sîxur) Sûrî li tûtina qaçax digerin,didin du Simeîlê din, dibên “Simeîl dîne belkî em di riya wi re bikhêjin tûtina qaçax. Rojekê ji Simeîl re dibên, “Simeîl tu zanî tûtin li cem kê,li ku heye?” Simeîl dibê, “bi xwedê ez cihekî nasdikim tije tûtine”. Muxaberat dibên, “de ka cihê wê ji mere bêje”. Simeîl dibê, “na ez birçî me, min bibin xwarinxanê, pêþî min têr kebap bikin ezê dûre cihê tûtinê ji were bêjim”.Muxaberat wîna dibin xwarinxanê têr kebap dikin û dibên, “de ka îca bêje”. Simeîl dibê, “ez bê cixare me jî, ka ji min re pakêtek cixare jî bikirin”. Pakêtê ji jêre dikirin. Simeîl dibê, “de heydê îca ezê we bibim cihê tûtinê” û dikevin Cêba muxaberatan. Simeîl berê wan dide riya Amûdê, Amûdê jî derbas dikin tên ser sînor li miqabil gundê Darê dibê bisekinin. Cêbê disekinînin, ji cêbê dadikevin Simeîl ji wana re dibêje, “hûn wî çiyayî dibînin?” Dibên, “erê!” Dibê, “li piþta wî çiyayî gundek heye navê wê Qurdîsê ye, îcar ji min derew lê li gora gotinên xelkê dibêjin li Qurdisê bi baran tûtin heye, îcar hûn dirin digrin hûn nagrin ew karê we ye”..Muxaberat li hev dinerin û dibên, “lawo Simeîl bi xwedê ê bi aqil tuyî û ê dîn jî emin ku em ne ehmeq û dîn bana me nedida dû te û em nedihatin heta vêderê”.
Qurdisê: Gundek li herêma Mêrdinê ye û tûtina wê binav û deng e (Kurdistana Tirkî)
Amudê: Gundek binxetê ye ( Kurdistana Sûrî)
Darê:Gundek serxetê ye (Kurdistana Tirkî
Smeîlê dîn-1
Li binxetê Simeîlê dîn hebû, ew bixwe dîn bû,lê wîna gotinin weha dikirin ku deh profesor û bi sedan siyasetmedarên me kurdan jî nizanin wan gotinan bikin. Îcar ezê ji we re çend gotinên wî binivisînim.Ki ber vê demê di nav me kurdan de gengeþî li ser dînan heye roj roja gotinên Simeîlê dîn in.
Rojekê Simeîl di sûkê re derbas dibe dinere çend araqwexwarî rûniþtine û araqa xwe vedixwin. Bang Simeîl dikin „Simeîl vere vêde!“ Simeîl diçe, dibên were runê.Simeîl rûdinê qedehekê araq dadigrin û didin Simeîl dibê hiþte vexwe. Simeîl dibê „ev çiye?“ Dibên araqe. Simeîl dibê „na ez venaxwim“. Ew dibên „de vexwe lo tê pê kêfxwes bibî“. Simeil dibê „erê lawo, hûn vedixwin hûnê niha dîn bibin bibin weke min, lê ku ez vexwim ez berê dînim îcar ezê bibim weke kê?“
Kundir û beroþ
Li oda gund civat germ bûye. Na mesele zîvirî hat ser mezinbûna kundira. Yek dibê kundirê min dîtiya ewqas mezin bû, yê din dibê yê min hîn mezintir bû,her kesek tiþtekî dibêje. Ji hundirê civatê yek rabû got, „lawo ma we çi dîtiye, kundirê ku min dîtiye ewqas mezin bû ku ev keleha gund ji ber ve biçûk bû“. Kesê li civatê hemi bêdeng man, li hev nerîn û di ber xwe de dibên, „evîna çawa çirand, kesi kundirê weke keleha gund dîtiye!“ Lê kesî negot ew çi derewa bê îmane. Ji qorzîya odê yek rabû û got, „bavê min hedad bû, wîna beroþ çêdikirin.Rojekê beroþek wilo mezin çêkir dema wî çakûç li aliyekî dixist dengê çakûç nediçû kesê aliyê din, ewqasî beroþa wî mezin bû“.Hema xwediyê kundir rabû û got, „wey wey, ev çi derewa ecêbe! Kesî beroþên wilo mezin dîtine lawo?“ Xwediyê beroþê lê vegerand û got, „segbav, ger beroþên wilo mezin tunebin kundirê weke kelehê mezin wê di ku de bên kelandin hê!“
Xalê Remo
Xalê Remo tê civata gund û ji civatê re dibêje, „mane hûn nizanin bê lawê min li leþkeriyê bûye çi? Îro nameya wi gihiste min li leþkeriyê bûye tiþteki gelek mezin.min zanîbû wê tiþtek mezin jê derkeve“.
Gundî li hev dinerin,yek ji wan dipirse: Xalê Remo ma lawê te bûye çi? Ew jî dibê, “Weleh xwarzê ew tiþte ku bûye nizanim bêjim lê ez dizanim bûye tisteki gelek mezin“.
Yek ji gundiyan dibêje, „qey bûye onbaþî bavo!“
Xalê Remo, “na bavo hîn mezintir!” Yeki din, “qey bûye çawîþ!” Xalê Remo, “na bavo hîn mezintir!” Yekî din ji civatê, “ê qey bûye yuzbþî!”
Xalê Remo, “kuro ez dibêm gelekî mezin tu dibê yuzbaþî!”
Welhasil kesê di civatê de ci nav di leþkeriyê de hene hetani bi general yek bi yek dibêjin xalê Remo dibêje hîn mezintir.
Yekî din ji qorziya odê; “xalê Remo qey lawê te bûye bûlaþikçî (firaxþo)?”
Xalê Remo, “hey rehma xwedê li bavê te ah lawê min bûye ew ha!”.
Xalê Musa (Enter) û Zêrê
Zêrê jinek navser bû, pirê caran dihat mala xalê Mûsa û navmaltya wi dikir. Der û dor dida hev û xwarin çêdikir, firaxên wi diþûþtin.Xalê Mûsa rojekê dire Nisêbînê ji wir dermanê firaxa dikire û tîne malê. Dibêje,“Zêrê biner ev dermanê firaxa ye, ji îro pêve tê firaxa bi vî dermanî biso“. Rebena Zêrê cara ewile ku dermanê firaxa dibîne, nizane bi derman biþo. Na çend carkî bi derman diþo sebra wê li derman nayê,nema bi derman diþo. Rojekê xalê Mûsa bala xwe didê Zêrê ku firaxa bi derman naso.Dibê, „Zêrê ma ev derman ji bo çi min aniye, ma min ji te re negot firaxa bi derman biso?“ Zêrê lê vedigerine, „ho Xalo, hema te jî daye dû qûna derman! Firax paqijin hê,,ma tu dibê qey gûyê min bi firaxa ve ye, hema tu dibê bi derman biso“. Xalê Mûsa xwe qet aciz nake û dibê, „de ica yabo! An wê gûyê Zêrê bi firaxa ve be an Zêrê firaxa bi derman naso!“
(ji bona biranîna xalê delal carcaran emê pêkenokên vî ji bona xwendevanên lotikxanê binivîsînin)
QANÇORCÎ Û GUNDÎ
Dema berê qançorçî hebûn,qançorçî li gundan digeriyan,yên heywanên wan hebûna qançorçî ji wana bac(vergi) distendin.Îcar dema qançorçî dihatin nava gundan digeriyan ger gundiyan firsend bidîtina heywanên xwe vedisartin da ku bacê nedin.Rojekê yekî gundî dibîne ku qançorçî tên nav gund. Yê wî jî tenê kerek wî heye, nema firsendê dibîne ku kerê xwe bide alî hema kerê dixe erdê, lingê wî girêdide û betanîkê bi ser kerê dadike.Pistî demakê qançorçî tên mala wî û dibê „heywanên te hene?“ Ê gundi dibê na weleh tunene. Qançorçî li mal digerin yek ji wan dibîne tiþtek di bin betanyê de dileqe. Ji gundî dipirse: Ew çiye di bin betanyê de dileqe? Gundî dibê, „wele bavê min e, nexweþe me betanî bi ser dakiriye“. Qançorçî tê nêzik destê xwe davêje betanyê û dibê, “apo derbasbûyî be, tu çawayî?“ û betanyê hildide. Gava hildide guhên kerê xuya dikin, hema betanyê berdide û dimeþe. Gundî bi dû dikeve dibê, „ma tu bacê lê nabirî?“ Qançorçî dibê, “na heyra na, piþtî ku bû bavê te û pistre bû apê min ma çawa ezê bacê li apê xwe qut bikim!”
Nexweþîya nefsî
Nexwesiya nefsi bi yeki re pêde bûbû çi bikira, ci bigota digot ji kî..ê min ve. Rabû rokê birayê wî, wî dibe ser doktor. Doktor xwest wî kontrol bike got „Ka fanêrê xwe ji xwe bike“. Ewî got „Ezê ji xwe bikim ji kî..ê min ve“. „Ka xwe dirêj bike“. „Ezê xwe dirêj bikim ji kî..ê min ve“. Doktor ci dibêje ew dibê ji kî..ê min ve. Doktorê me ji qehra re hindik maye biteqe. Doktor: Ka rabe! „Ezê rabim ji kî..ê min ve“ Doktor: Ka pencerê veke! „Ezê pencerê vekim ji kî..ê min ve“. Doktor: Ka hilkiþ ser pencerê! „Ezê hilkiþim ser pencerê ji kî..ê min ve“ Doktor: Ka xwe bavêje xwarê! „Ha doktor pencere bilinde ez xwe bavêm ezê bimrim“.Doktor: Tu mir ji kî..ê min ve…
Ji guvastinê mir
Rojekê zivistanê ,zilamek di ber çemkî re derbas dibe, dibîne ku xortekî pisîka xwe kiriye nav çem û pisikê diþo. Zilam gazî xort dike „kuro lawo ji xwedê bitirs te vê sermê ew pisik kiriye nav wê avê gunehe lawo, wê derxine wê biqefile wê bimre ha“. Xort dibê „na xalo tiþt pê nayê“.Zilam derbas dibe diçe. Piþtî gavkê wedigere dibine pisik li ber xort dirêjkiriye û xort çawa digrî. Zilam dibêje „ha xêre tu çima digri?“ Xort dibê „xalo mane pisîka min mir“. Zilam dibê „ê lawo ma min ji te re ne got sare wê biqefile û bimre kuro?“ Xort him digri û him dibê „weleh xalo ne ji serma mir“. Zilam dibê „ê balê ma ji çi mir?“. Xort dibê „xalo bi xwedê ji guvaçtinê mir!“
sXaltîka Xezalê
Xaltîka Xezalê yextiyar bû û hiþê wê kêm bûbû, wê ci kar bikira illeh tistek jê jibîr dikir. Îcar her ku tiþtek jibir bikira an þaþiyek dikir dixist stuyê seytên û digot „nalet li cavê þeytên!“Rojekê pale li nav zeviyê paleya wan dikin. Xaltîka Xezalê jî firavîna wan li mal çêdike û ji palan re dibe nav zeviyê. Li wir firavinê li bin darekê datîne û bang li palan dike dibû „werin firavînê bixwin“.Pale tên li ser firavînê rûdinin ku bixwin dinerin ku kevçî tunene. Xaltîka Xezalê ka kevçî? Xaltîk li nav firaxa,li derdora xwe li kevçiya digere kevçiya nabîne. Dîsa diber xwe de hema dibê „nalet li çavê þeytên, çibû ji kevçiya? Nalet li cavê þeytên ma ev kevçiyên min bi kuve çûn?“.Ne carkê ne duda na mêrê xaltîka Xezalê nema xwe digre û bi hêrs bang lê dike dibê „bese heyran! Te çi bela xwe firotiyê feqirê þeytên? Ez diber wi feqîrî de sûnd dixwim go haya wî baya wî ji kevçiyên te tune, te kevçî dîsa li mal jibir kirine û hew ya hurmet!“.
Tirra Zilam
Rojekê zilamek di civata gund de tirrekê dike. Kesên ku di civatê dene zilam
nasitirînin,tirra zilam di nava gund de belav dikin. Gundî ji qal û behsa tirra
wî pêve nema behsa tiþtekî dikin. Rebenê zilam bi kuve biçe, kî wî bibîne dibên
ahva xwediyê tirê! Zilam dike nake tu çarekê ji destê gundiyan nabîne.Zilam
difikire dibê „ya baþ ku ez mala xwe ji gund barkim herim gundekî din hetanî
demekê ku gundî tirra min jibîr bikin“..Radibe ji gund bar dike. Sal û zeman
derbas dibin. Zilam rojekê dibê „ka ezê herim gund bê ka gundiyan tirra min
jibîr kirine an na?“Zilam diçe gund dibîne pîrekin li ser tenûrê nan
lêdixînin. Zilam dibê „ka bi mahna nan ezê herim cem van pîrekan bê ka min
nasdikin an na“. Diçe ser tenûrê ji pîrekê re dibê „xwakê ez birçî me,
hûn dikarin ji kerema xwe hinek nan bidin min?“ Pîrek dibên „serçava xalo
deka hinkî bisekine heta nan çêbibe“. Zilam di dilê xwe de dibê „baþe
vana min nasnekir“.Pirekên li ser tenûrê di nav xwe de diaxivin,yek ji ya
din dipirse: Welê lawê te çend saliye? Ya din dibê: Welê wele ez bi
hesaba nizanim, lê tiþtê ku ez dizanim lawê min di dema tirra filankes de
çêbûbû. Hema zilam hêdî piþta xwe dide wana û bi lez ji gund derdikeve û ji
xwe re dibê „min digot niha tirra min hatiye jibîrkirin, min nizanîbû ku
gundiyan tirra min ji xwe re kirine tarîx!“.
Xefûr û Kerîm
Þev ketiye erdê, çêleka ê gundî nehatiye malê. Gundî derketiye nava gund lê
digere nagere çêlekê nabîne. Na bi rêde pêrgî melle dibe,ji melle re dibêje
„seyda qurba ava bû þev û çêleka min nehatiye malê, ez pir ditirsim ku tiþtek pê
were, tu bi min re bihata me biçûna lê bigerya?“ Mele dibê „heyra mitala
meke tiþt bi çêleka te naye, heta sibê xwedê xefûr û kerîm e“.Gava Mele wilo
dibêje hinek bêhna ê gundî vedibe, di dilê xwe de dibê „piþtî ku seyda dibê
tiþt pê naye ez nema ditirsim, melle ye û jê ve xuyaye ku tiþt bi çêleka min
naye“ û vedigere malê. Dibe sibe, bi ferecê re gundî radibe dibîne hîn çêlek
nehatiye. Hema berê xwe dide çiyê, li çiyê diqulipe xwe berdide bestê çi bibîne.
Dibîne ku du Gur ketine ser laþê çêlekê çawa wê ji hev dikçînin. Gundî pol û
poþman vedigere nava gund, tê ber deryê melle û bang li mellê dike:
-Seyda seyda!
Melle: Ha filankes te çêleka xwe dit?
Gundi: Erê wele seyda min dit..
Mele:Ma li ku bû?
Gundi: Hawa li wê bestê ye, lê bi xwedê Seyda xefûr û kerîm ketine ser laþê
wê, yek ji vî alî de û yek ji aliyê din de wê jihev dikþînin..
Hêvîya me ma PMKS
Silav li heval û hogirên modern..Du textorê me mabûn wan jî xwe kiþand,ji Komkarê îstîfe kirin û ketin nav Partiya Modern ya kesên serbixwe. Ji îro pêve ne PKK,ne PSK û ne tu partiyên din. Hêvî û hewara me ma PMKS (Partiya Modern ya Kesên Serbixwe). Wey rebî li ser xêrê be. Vê bûyerê mesela xalê Nayîf anî bîra min. Xalê Nayîf zilamek navser bû, salên wî wê demê li dora 50 bû, yê min jî li dora 20 a bû. Me car cara asaq di xalê Nayîf dikirin. Rojekê em li Stilîlê li qehwa Genco rûniþtine. Me dî xalê Nayîf hat, hêrs ketiye û bêhna wî pir teng bûye. Hat li cem me rûniþt, çayêk vexwar, bêhna xwe berda. Me jê pirsî „xêre xal çibûye, cima tu bêhntenge?“ Bersiva da me got „niha hûn bi minre nakin ku em partiyek bênamûsa ava bikin?“ Min û Genco lihev nêri me got „ka çawa emê ava bikin xal? got „pir rehete, ezê bi serok bim tu û Genco ji azê min bin ava bû parti!“ Genco jê pirsî „ma xal tu dibê emê biserkevin ku ji bona belediyê em te wek namzet deynin?“ Xal got „yeh, bi xwedê hema go hevalên me bi me re xayîn nekevin, ji nuhave ez reîs im!“
Xalê Emîn
12 ilonê hatiye, tofan û bablîsok li camêra rabûye. Lawê xalê Emîn jî, ji ber mesela karê siyasî derketiye dervi welêt, Jibona lawê wi çawîþê qereqolê ji xalê Emîn gelek acize, her lê li mahnakê ye.Qereqol jî li ser riya mala xalê Emîn e.Rojekê xalê Emîn ji mal diçe ku here nava gund. Digihije rastî qereqolê,li nêzîkî qereqolê kerek dizire. Çawîþê qereqolê jî li ber deryê qereqolê sekiniye Çawîþ bang li xalê Emîn dike:
Emîn Axa,Emîn axa!
Xalê Emîn lê dizîvire „ne var qomutan (ci ye qomutan)?
Çawîþ: Yawo bu esþek ne diyor (ew ker dibê çi)?
Xalê Emîn: Weleh ben anlamadi qomutan (Weleh min fahm nekir qomutan) çunkî ben Turkce fazla bilmiyor (ji ber ez zêde nizanim Tirki). Û derba xwe li qomûtan dixe.
Hemzo û Ebaso
Hemzo û Ebaso bi hevre di odakê de diman.
Li alîkî
livînê Hemzo li aliyê din yê Ebaso. Hemzo Herroj diçû ser livînê Ebaso xwarin
dixwar. Hemzo ji vê gelek aciz bûbû, ji ber livînê vi dilewitîn, rojekê bang li
Hemzo kir: Binêr lawo Hemzo, va ez ji te re dibêjim, ji îro pêve bes li ser
livînê min xwarinê bixwe
Demek têre derbas dibe rojekê Ebaso diçe ser livinên xwe çi bibîne, destê xwe bi
ku vedike dibe demûþ. Hemzo li ser livînên wî reçel xwariye, bi hêrs berê xwe da
Hemzo: Lawo Hemzo! Min ji te re negot tu li ser livînên min xwarinê nexwe, va
te çûye îcar reçel li ser xwariye, te livîn hemi kirne demûþ,biner bi xwedê
carek din tu tiþtekî li ser livinên min bixwî û bilewite ezê jî bêm li ser
livinên te gu bixwim û bela livînên te jî hemi bibe gû.
Çêlekên Swêdê
Li ser nûçeya we ya Çêkelên Swêd ku li Kurdistanê îhale girtine, Xwdedê wekîlê min û we be ew nûçe rast e. Swêd ji zûde amadekariya wî karî dike. Gavanê wan jî yekî Kurd e. Ew ji Kurdistana Tirkî, ji gundê Zorava ye, navê wî jî Laleþ Qaso ye. Laleþ gava çûbû Swêd îltîca kiribû, jê pirsîbûm bê ka sinaetê wî li welêt çibû. Wî jî gotibû ku ez li Kurdistanê gavan bûm. Îcar jibo rastkirina vê nûçeyê hûn dikarin ji Laleþ malûmata bistînin. Ji in gotin....
Ap û Birazî
Ap û Birazî di hewþa xwe de bîrekê ji xwe re dikolan..Ap daketibû bîrê ax dikola
û bi satila hildida dest biraziyê xwe.Ap hinek yextiyar bû, bê qewet bû. Her
satil hildida jor yek jî (Tirrek) pêre berdida. Bêhna tirrên wî li jor li bêvla
birazî dixist. Ne yek ne dido,birazi jî fedî dike ji apê xwe re bêje bes apo te
em genî kirin. Na ap bang li birazî kir:
Birazî! Rewþa hewa li jor çawaye? Tu dibê gelo wê baran bibare an na?
Birazi: Rewþa hewa apo bixwedê baran bibare nebare ez nizanim, lê ger li gor
vê bêhnê here xwedê wekilê min û te be wê gû bibare
We ez þewitandim
Berpirsyarê hêja kekê minî
delal, ma min ji we re e-mailek þand û we pîroz kir.
Min got malpera we xweþe, min pesnê we jî da û jibona piþtgiriyê jî bidim we
min ji we re pêkenokek jî þand. Ma min xerabî bi we kir ? Kuro we wêneyê vê
keþka xweþik daniye û navê min jî li binya wêne nivîsandiye Lezgin Sêxo! Ma
dostanî eve lawo? Ya we ne dostaniye, ya we dijminayiye kuro! Lawo yê min
nasneke wê bêje bixwedê ev Lezgin sêxo ye. Heyrana serê we bim hunê vê
meselê serrast bikin. Va ezê wêneki xwe ji were biþînim, navê min li bin wênê
min deynin û heyrana we heta hûn serast nekin ji e- maîla min jî nedin kesî.
Hûn dizanin ku Kurdên me tolazin heyran. Îca ez dîsa nikarim bi xwe, ezê dîsa
meselakê ji were binivîsinim. Ev jî li ser wêneya û mesela min û we ye.Li
Kurdistana Suûriyê, li herêma Cizirê du dewok hene. Yek devokek Xerbî û ê din jî
devokek Aþîtî ye. Her du alî herdem qerfa davêjin hev. Ezê jî yekê ku li ser
Aþîtya hatiye gotin ji we re binivîsinim. Dibêjin yekî Aþîtî li xeribiyê wêne
yê xwe bi kerê re digre ku biþîne ji maliyê xwe re. Îcar qey zûve ji mal dûr
ketiye, dibêje “bi xwedê belki malî min nasnekin” liser piþta wêne jî
dinivisine dibê “yadê, ger hûn min nasnekin yê aliyê rastê ez im ha!”
Îcar ger
wêneyê min kete destê we ji kerema xwe re di binyê re binivîsinin ev Lezgîn
Þêxo ye...
Hûn ji ku tînin?
Silav
gelî berpirsiyarên Lotikxanê, ez we bi dil û can pîroz dikim. (Bitikînin)Birasti
malpera we geleki kêfxwesiyê dide mirovan,nexasim ev wêneyên jinên xwesikî
delal. Kuro hûn van wêneyan ji ku digrin? Ger hûn dikaribin ji kerema xwe adresa
wan ji min re jî biþînin. Li ser van jinên xweþik meselak hat bîra min. Ez jî bi
vê mesîlê dixwazim alîkariya we bikim. Du kesê Omerî ji gund rojekê diçin
Mêrdînê. Weke hûn dizanin li Mêrdînê Mihelmî hene. Keçê Mihelmiyan birasti jî
xweþikin. Gundiyê menî Omerî çav li wan keçkê Mihelmiyan ê xweþik dikevin, yek
ji wan li hevalê xwe dizîvire ,keserekê vedide
û ji hevalê xwere dibêje “Hema ez di jina te û ya xwe herduyan kutim”.
Hevalê wî lê hêrs dibe û dibêje “Kuro ma ne þerme, tu çima ji jina min re
xebera didî?” Hevalê wi lê vedigerine “ Kuro lawo ji xwer li van jina
binêre, kuro ma jinên me jî jinin!”