|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Xanimê ji xwe pir hez dike kuro! Þemal Amedî-08/08/07-Hollywood- Lotikvana têrnexwarî Lindsay Lohan dîsa ket nexweþxana Navenda Rehabîlîtasyonê û tedawîya alkolê dibîne. Dibêjin hingî malxerabê wîskî û wodkayê vedixwe, bûye wek meþka go dew di ber re bavêje der û heta bi xwîna wê jî bûye alkol. Lohan xanim vê dawîyê hevpeyvînek da kovara Elle yê û çend lotik avêtin. Lohan dibêje:”Ez ji xwe pir hez dikim. Ez di dema kamîlbûna xwe de me. Min pir xwe da jîyana þevê û min lotikên kesanedî li xwe xistin. Niha ez bûme wek kirasekî qetyayî û jihevdeketî, lê ezê di demek nêzîk de bêm ser hiþê xwe û biaqil bibim” filan û fîstan. Werhasil, me jî bi navê Lotikxanê jê re got:”Navenda Rehabîlîtasyona Lotikxanê di dinyayê de yek û yek e. Em nexweþên xwe bi vexwarina dew û bi xwarina þorba nîskê tedawî dikin. Heger te ciyê xwe neeciband, were navenda Lotikxanê û te îþ pê tune”. Îcar tê, nayê ew zane!
|