Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

 

LI BAÞURÊ KURDISTANÊ

SIYASETA ÎSMET ÎNUNU Û ECEVÎT

 

Lokman Polat

 

Li baþurê Kurdistanê azadiya gelê kurd ji bo perçeyên din bû hêviyek. Xilasiya perçeyeke welêt ji bo gelê kurd li hersê perçeyên Kurdistanê bû nimûne. Li wir pencereyeke vebû û ronahiya xwe da ser tarîtiya hersê perçeyên din.

 

Li baþurê Kurdistanê kurd li ser axa xwe bûne desthilatdar û xwe bi xwe îdare dikin. Kurdên perçeyên din ji vê rewþê siud wergirtin, serbilind bûn û pesnê demokrasiya baþurê Kurdistanê dan. Her kurdê welatparêz ji bo destkeftiyên baþurê Kurdistanê serbilind e û piþtgiriya wir dike. Helbet mirov piþtgirî bike, nayê wê maneyê ku li hemberê þaþiyan bêdeng bimîne, rexne negre.

 

Rewþa perwerdeya dibistanên baþurê Kurdistanê, perwerdeya zarokan ya bi soranî û bendava li pêþberê kurmancî rewþeke þermezariyê ye û divê hemû sazî û dezgehên herçar perçeyên Kurdistanê, yên li Ewropayê û yekoyek hemû rewþenbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurd helwest bigrin û reaksiyona xwe nîþan bidin.

 

Siyaseta perwerdeyî ya ku li baþurê Kurdistanê pêk tê, siyaseta dewleta kemalîst a tirk e. Siyaseta Îsmet Înunu û Ecevît e. Dema ku Îsmet Înunu li komara Tirkiyê dîktaturekî bi navê ”Millî Þef” bû, zixt danîbû ser hukumeta Îraqê û ji wan re gotibû ”Problema kurd ne ya we tenê ye. Di nav me de jî ev problem heye. Nabe ku hûn di dibistanan de bi kurdî / kurmancî zarokan perwerde bikin. Ev dê li ser kurdên nav me tesîr bike. Divê hûn li dibistanan ne bi kurmancî, bi soranî perwerde bikin. Kurdên nav me soranî nizanin û ev li ser wan tu bandorek nahêle.” Bi zixt û zora dewleta tirk li Îraqê, di dibistanên herêma Kurdistanê de tenê bi soranê perwerde hate kirin.

 

Di dema serokwezîriya Bulent Ecevît de jî, Tirkiyê zorê da dewleta Baas ku li dibistanan bi kurmancî perwerde pêk neynin, bi tîpên latînî pirtûk neweþînin û Kerkûkê nexine nav sînorên xudmuxtariya baþurê Kurdistanê. Ji bo vê pirsgirêkê B. Ecevît bi xwe bi Saddam Husein re hevûdu dîtin pêk tîne û van daxwazên xwe pêþkêþê wî dike.

 

”Li Tirkiyê zimanê kurmancî di xwendegehan de qedexe ye. Li baþûrê Kurdistanê jî wilo ye.” Niha YNK û PDK bi siyaseteka þaþ rûn li nanê dewleta tirk a dagirker dikin û bi þêweyeke objektîf polîtîka kemalîstên nîjadperest li baþurê Kurdistanê pêk tînin. Dewleta kemalîst heftê salin ku nahêle li dibistanan bi kurmancî perwerdeya zarokan bi kêrin, niha jî biraderên Soran eynê siyasetê dimeþînin û nahêlin. Parêzgerê ramanê ”tirk – îslam sentezî” Fethullah Gulen li dibistanên xwe yên li baþurê Kurdistanê perwerdeya tirkî –tirkmenî- pêk tîne, lê çi heyf ku li dibistanê dewleta federe a herêma Kurdistanê perwerdeya kurmancî pêk nayê. Wisane bila dewleta xwe ya federe bikin dewleta federa a Soranan yan Soranî û hew…..

 

”Ew hikûmeta ku di xwendegehên xwe de zimanê kurmênc qedexe kiribe…”Tû hwd Pena Kurd li a, Komela nI..Kurdistanê de perwerdeya kurmancî pêk nayê. Wisane bila dewleta xwe ya federe bikin dewleta feu car nabe demokratîk. Siyaseta perwerdeyê pêkanîneke antî-demokratîk e û divê her kurdê welatparêz li hemberê vê kirina antî-demokratîk dengê xwe derxe, bêdeng nemîne. Divê Federasyona Kurd li Swêdê, Enstîtuya Kurd li Parîsê, Komkar li Almanyê, Komela nivîskarên Kurd li Swêdê û ya li Amedê, Pena Kurd li Almanyê û hwd, hemû jî li hemberê vê rewþa antî-demokratîk reaksiyon nîþan bidin, helwest bigrin û bi nameyan bala hukumata federe a baþurê Kurdistanê bikþînin.

 

”heger xwendegehên bi kurmancî venebin, tirk û ereb û farisên ku zimanê kurmancî pûç kirine wê hîn bêhtir pûç bikin û bi kurmancî re jî wî çaxî miletê kurmanc bi carekê ve pûç bibe û av û av here?” Divê Hukumata federe a Kurdistanê dev ji vê pêkanîna xwe ya antî- demokratîk berde.

 

Heger biraderên Soran dibêjin ”Em kurd in; ha kurmancî ha soranî ferq nake”, heger ferq nake, naxwe bila zimanê me hemiyan kurmancî be.” Lêbelê, ne tenê kurmancî bi qasê kurmancî soranî û zazakî jî divê azad be. Bi hersê zaravayên kurdî jî perwerde bê kirin. Zaravayên kurdî dewlemendiya kurdî ye. Bila li her herêmê, li wir kîjan zarava tê axiftin bi wê zaravayî perwerde bê kirin. Dema bakurê Kurdistanê azad bibe, li Dêrsimê, Bîngolê bi zazakî perwerde bê kirin û li herêmên ku bi kurmancî dipeyivin bi kurmancî bê kirin.

 

Ji xwe bi min divê partiyên siyasî yên kurdan li ser bingeha sîstema eyaletê pêkanîneke sîyasî pêk bînin dê hîn baþtir û demokratîktir be. Bila li baþurê Kurdistanê eyaleta Soran û Behdînan hebe, li bakurê Kurdistanê eyaleta Amedê, Serhedê, Dersimê û Xerzan hebe. Her eyalet di nav xwe de otonom be, dê birêvebiriya wan hîn pirtir demokratîk be.

 

Têbinî : Hevokên nav neynokan ji nivîsa Laleþ Qaso hatiye wergirtin.