|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |
|
|
PIÞTGIRIYA LOTIKXANÊ

Lokman Polat
Magazîna % 100 Kurdî : Lotikxane belê, eþedûbîlah, eynê wisan e. Lotikxane ji sedî sed kurdî ye û magazînî ye. Ez ji hemû malperên kurdan hez dikim, lêbelê ji Lotikxanê herî pir hez dikim. Bi Xwedê ew lotikan jî bavêje min, bi min çi bike jî ez ji Loktikxanê hez dikim. Min biryara xwe daye ku ez bibim alîgir û parastvanê Lotikxaneyê. Lotikxane min dide kenînê. Ma ji ken xweþtir çi heye? Ken ruhê mirov þad û bextiyar dike. Di Lotikxanê de wêneyên keçên xweþik, spehî, bedew derdikevin. Mirov li wan wêneyên xweþik dinêre ciwan dibe. Nûçeyên Lotikxanê balkêþ in, aktuel in û girîng in. Lotikxane rexnegir e. Rexnegirî, li hemberê þaþî çewtiyan deng deranîn prensîbê întelektueliyê ye. Lotikxane tam bi helwesteke ronakbirî ya rasteqîn tevdigere. Lotikxane ji hêla naveroka xwe ve ji hemû malperên kurdî dewlemendtir e û balkêþtir e. Hertim xwendina nivîsên siyasî nabe, divê mirov nûçe û þîroveyên mîzahî û magazînî bixwîne. Ew jî di lotikxanê de hene. Min ewqas pesnê Lotikxanê da, bes e. Ez hinek jî kêmaniyan bibêjim. Di nûçeyên magazînî yê Lotikxanê de dengbêj, nivîskar û siyasetmedar kêm cih digrin. Divê Lotikxane þûjina xwe di wan de bike û herî pir rexne li siyasetmedaran bigre. Di lotikxanê de kêm –pir hindik- danasîna pirtûkan û nivîsên li ser pirtûkan tê weþandin. Divê hinek zêde cih bidin danasîna pirtûkên kurdî. Jiyan, kar û xebat bê kêmanî nabe. Hinek kêmaniyên Lotikxanê hebin jî xem nîn e. Bila Lotikxane hebe, bes e. Ji Lotikxanê re temeneke dirêj û serketin daxwaz dikim. Xwezî bi wan mirovan ku bi þêweyeke azad di Lotikxanê de lotikan davêjin. Piþtgiriya Lotikxanê bikin bila hîn xurtir bibe, bikemile û pêþve here. Bijî lotikxane