|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
| Agahdarîyek ji Lotikxanê
Lotikxane-26/11/07-Kurd di demek pir zîz û hessas re derbas dibin. Dijminên Kurd bi her rê û awayî hewl didin ku Kurdan bera hev din û þerekî navxweyî di navbera wan de derêxin. Ji ber vê, divê Kurd hiþyar bin û neyên lîztika dewletên dagîrker. Bi taybet divê nivîskar û rewþenbîrên me pêvajoyê baþ binirxînin û êrîþî tu alîyên Kurd nekin, alîyekî negrin û nebin dijminê alîyê din. Di demên wilo hessas de her provokasyon karin bên kirin û divê em nekevin xefka dijminên xwe. Gellek kes dixwazin bi nivîsên xwe piþtgiriya Lotikxanê bikin. Bê hed û hesab nivîs ji me re tên þandin. Em spasîya wan kes û nivîskaran dikin. Lê ji ber ku gellek kes yek alî difikirin, yan PKK digrin û êrîþî PDK-YNK dikin, yan PDK digrin û êrîþî PKK dikin, em wan naweþînin û rê nadin ku bibin fesad û Beko ewanên navbera partî û dezgehên Kurdî. Me gellek caran gotiye û dîsa dibêjin: Em wek Lotikxane dijminatîya kesayet, dezgeh û partîyên Kurdî nakin. Rexneyên dostanî erê lê dijminatî na! Emê rê nedin ku di Lotikxanê de kêfa dijmin li xwe bînin. Em hêvîdarin wê ew kes û nivîskarên ku nivîsan ji me re diþînin me fahm bikin û dilê xwe negrin. Êdî tehamula me Kurdan ji dijminatî û þerê navxweyî re nemaye û hûn sax!
|