|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |
Lotikxane bû yek salî
Sofî Xelef-20/02/07-Lotikxane- Belê, par vî çaxî me ji we re gotibû “selamunaleykum” û me dest bi weþana xwe kiribû. Sal çi zû derbas bû kuro, weyyyy! Lotikxana me sala xwe dagirt û bi firê ket. Di nava salekê de bi xêr û gunehên xwe ve me gavek berûpêþ avêt û em bawerin me di xizmeta Kurd û Kurdistanê de texsîr nekir. Lotikxane pêwistiyek bû. Ji valahiyekê derket holê. Gava em çend dost û hogir hatin cem hev û me bi henekî giringîya malperek bi vî awayî anî zimên, ji me re wek “xweþgotinekê” hat. Dibêjin:”Gotinên êvara dikevin qulê dîwara” û tên jibîrkirin. Me jî digot qey ew xweþgotina me wê têkeve qula dîwêr û serê sibê emê jibîr bikin. Lê na! Malperek bi vî awayî pêwist û girîng bû. Werhasil, piþtî çend rojan gava me biryara xwe da û hevalan pirsî:”Êêêêê, emê nav bikin çi?” Braderekî ji aliyê din got: “LOTIKXANE!” Piranîya hevalan keniyan. Îcar Lotikxane haaa!? Werhasilî kelam, navê me ma Lotikxane..
Di destpêkê de me bawer nedikir ku wê Lotikxane bi vî awayê îro bê hezkirin û bibe malperek herî populer. Me bi 200 hezar xwendevanî destpêkir û îro Lotikxane mehê 3.5 milyon carî tê vekirin. Rojê zêdeyî 100 hezar kes dikevin Lotikxanê. Belkî ev di dîroka çapemenîya Kurdî de rekor e. Helbet ev xebat ne bi ked û xebata kesekî tenê çêbûye. Ked û xebata hemi nivîskar û xwendevanan di vê serketinê de heye. Ji ber vê em spasdarê hemi nivîskar û xwendevanên xwe ne û dibêjin “ev ked keda me hemiyan e, me bi hevre Lotikxane kir Lotikxane”.Spas!
Dibe ku bala we kiþandibe. Em bi piranî “edebîyata devkî û civakî” bikartînin. Di gundekî Kurdistanê de, di þevbuhêrk û odeyên gundan de kîjan edebîyat tê bikaranîn, kîjan ziman, kîjan þirove, kîjan henek tên bikaranîn, em jî wê bikartînin û hewl didin wê bikarbînin. Jiber ku ew “edebîyata devkî” winda dibe û ji holê radibe, me xwest em lê xwedî derkevin û wê ji nuh ve bijenin, vegerînin ser sêhra berê. Dibe ku nifþên nû me fêhm nekin, Dibe ku ew di wê civakê de nejiyabin û “edebîyata devkî” wek paþverûtî û lîztika zarokan bibînin. Lê kesên ku civaka Kurdistanê naskiribin, kesên ku di wê civak û civatên xweþahend de mezin bûbin û jiyabin, zanin bê em xizmeta çi dikin û bê barê me çiqasî barekî girane. Ji ber vê tênegihiþtina civakî ye ku car caran hinek kesên ji nifþên nû bi emaîlan nerazîbûna xwe tînin zimên û hetta xeber û dijûnan jî ji me û ji þêweyê zimanê me re didin. Helbet nifþê ku ji civaka xwe, ji adet û toreyên xwe dûr bin û hertiþtî bi fikrek “Tirkewarî” þirove bikin wê me fêhm nekin. Ev heta ciyekî normal e. Lê a nenormal ev e ku meriv þûjina çavê xwe nebîne lê derzîya çavê xelkê bibîne.
Îro 20 ê Sibatê ye. Di nava 19 rojan de 3 milyon, 92 hezar û 717 kes ketine Lotikxanê. (Li îstatîstîka jêr binerin)Ev nîþana xweþbûn, rastî, sivikî û paqijîya Lotikxanê ye. Lotikxane her ku diçe berfirehtir dibe û xwe dighîne milyonan kes. Ev, jibo paraztin û pêþdebirina zimanê Kurmancî, geþkirina ruhê neteweperwerî, kesayetîyek Kurdperwer û xwedîlêderketina berjewendîyên netewî xizmetek mezin e.
Wek me li jor jî behs kir, em “edebîyata devkî” ya bav û kalan bikartînin. Jiber vê jî hinek kes rexneyên me wek “devavêtin yan zimandirêjî” fêhm dikin. Lê di eslê xwe de tiþtekî wilo tuneye. Me berê jî gotiye, zimanê me li ber millet û welatê me kin e. Heta ji me tê em naxwazin dijminatîya kesayet, dezgeh û rêxistinên Kurdistanî bikin. Nakin jî. Lê ji ber ku em xwe parçeyek ji wî millet û welatî dibînin, em wî mafî di xwe de dibînin ku rexneyên xweyên dostanî jî bikin. Lotikxane malê her Kurdê welatperwer e. Her kesê ku bixwaze xwe têde îfade bike, binivîse û xizmetekê ji zimanê xwe re bike, derî jê re vekirî ye. Lê bi þertê ku dijminatîya Kurd û Kurdistanê neke. Rexneyên dostanî tiþtek e û dijminatî tiþtekî din e. Jiber tênegihiþtina ferqa navbera rexne û dijminatîyê heger me bi bêhemdî yan bi xeþîmî dilê hinekan ji xwe hiþtibe, ji niha de em lêborîna xwe ji wan dixwazin. Em karin kêmasîyên xwe jî qebûl bikin û lêborîna xe jî bixwazin. Ev me biçûk nake, li vajayî wê mezinbûna me derdixe pêþ.
Werhasil, em serê we neêþînin. Lotikxane yeksalîya xwe dagirt û 12 diran derxistin. Em dîsa spasîya we teva dikin û dibêjin:Lotikxane li we pîroz û bimbarek be rebbî!
|
|||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||