|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Love Parade

Sosin Bermal- 01/09/07-Berlîn- Li bajarê Berlînê salê carekê festîvalek bi navê "Love Parade" çêdibe. Di vê festîvala evînê de ji her welatî lotikvan û mirovên evîndar tên cem hev û wek garana gund didin çîrvitkan. Ê go lotikan davêjin derûdorê, ê go zîtirkan didin, ê go pehînan li hev dixin, werhasil, dê weledê xwe davêje û wê rojê dibe qîr û qiyamet.
De min jî ji xwe re got:"Keçê porkurê, de hema tu jî îro têkeve nav vê garana serberdayî ma dinya xeradibe, wîî!" û min xwe li nav wan xist. Lotikek ji vir û pehînek ji wir, werhasil ez ketim nav wan û me govend girt.
Ma îþê govendê bû! Yekî bi vir de serî dikþand û ê din bi wir de dikþand. Te digo ne govende lê roja mehþerê ye. Hema kê kê digirt ew davêt erdê û hevdu digevizandin.
Werhasilî kelam, ez serê we neêþînim, min nerî îþê min zehmete û heger ez ji govendê dernekevim wê daw û delinga min li serê min bipêçin, rabû min go "xeraxirp" û revî revî ez ji nav koma garanê derketim.
De ha ji we re çend nimûneyên garanê:























