|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Zoryar Tehlo
MENDANA
Mendana mendane
Jiyan û efsane
Buhar û havîne
Payiz û zivistane
Germiyan û zozane
Ji rengên jiyane
Dîrok û evîne
Welat û yare
Mendana mendane
Mihabad û Amede
Qamislo û Hewlêre
Hemî zîv û zêre
Tevde xêr û bêre
Sosin û þilêre
Bax û bistane
Buhiþta jiyane
Mendana mendanî
Tu ye rez û kanî
Keca mîdya nî
Bûka waþûkanî
Kardox û sobarî
Orkêþa hûrî
Keleha mêrdîne
Bi al û rengîne
Mendana mendane
Nazdar û ciwane
Welatê kurdane
Paytext û þaristane
Sersal û newroze
Xwedî maf û doze
Car gulên rengîne
Lê îro xemgîne
01/12/08
| Helbestên berê |
DÎLBER
Dîlbera govendê xwe,dhejîne
Bisk û kezî zêrîne
Çav
ji derya evîne
Rûdêm ji heyva
þevîne
Dîlber gulnaz
û rinde
Tilî ji mûm û
finde
Bejin
zirav û lewende
Bi
zerzeng û bilinde
Tev
dipirsin dîlber kî ye
Ma
kece an perî ye
Lêv hingivîn û
spehî ye
Meya
peyal û xwezî ye
Dîlber
kara xezala
Nêçîra
xort û yara
Berfa
ciya û zinara
Þînahiya
buhara
Dîlber
gula ber kanî ye
Xunava
rez û zevî ye
Hiþ
û sewdan ji min birî ye
Birîna
dilê min her tu ye
Dîlber
biþkoja li dara
Têr
nabim ji dîdara
Þeva
xewn û xeyala
Binefþ
û kulîlka cinara
Dîlber
nêrgiz û rîhane
Ebrû
zirav û kevane
Suriþta
heyva gulane
Bera
bîhok û þîlane
Dîlber
naz û þêrîne
Ji
paytexta evîne
Yarek
rûken û narîne
Dil jibo wê
xemgîne
08/10/2008
Kevokê
Kevokê
bifir bifir
Li banê dirbêsiyê bifir
Li yara min temaþeke
Gelawêja þeveqe
Dêm û cehre erxweanî
Ji mendehoþên sibhanî
Xunava li ser rîhanî
Paytexta deþta kîkanî
Cih û warê yara þox
Ji mir bîne xeber û salox
Tîna himbêz û agoþ
Gava min þîr jê dinoþ
Xweþ dîmen û devliken
Cadû ye bejna þewþen
Perwer û qurnaz û resen
þîwaz û zîz û rewþen
Dûr im îro dilbirîn
Kanî semeng û þevborîn
Dil û hinav tev bûye jan
Kanî derman û hetwan
Cendîn xelat in li cîhan
Her tu ye bo min ermixan
Carekê e,jî bifiryama
Li wê xakê danîbama
05/09/2008
Pakrewanê Evînê
Memo Memê Alan
Xortê gernas û ciwan
Serkêþê evînê
Evîndarê Zînê
Qeþenge Zîna Zêdan
Buhara Cizîra Botan
Gava Zînê nediyare
Memo mest û xembare
Diçelmisin çîçek û gul
Bêdengin þalûl û bilbil
Dildarê Zîna þoxe
Çi evînek mendehoþe
Memo rêber û pakrewan
Xwedî çîrok û destan
Negihiþtin hev li jiyan
Ey gelacê Beko Ewan
Memo û Zîn gul û evîne
Beko jî sitrî û kîne
Memo û Zîn þana dildara
Sembola evîndara
Du stêrin li asîman
Xewna her keç û xortan
Çîroka evînê bi heste
Xanî ye mîre helbeste
08/08/08-
Cavên te
Cavên te derya kûre
Bê dumahî û sînore
Gava gemiya min
Têde bi rê ket
û avjenî kir
Wê hingê min naskir
Ez dîl im
Dîlê awirên cadûbaz
Hemi sawêr û wate ne
Pirsên bê bersiv in
Wê hingê
Te ez kirim þeyda
þeydayekî winda
Û
Her ez rêbwar im
Û avjenî berdewame
Bi pêlên derya
Û roka li ber ava
min saza xwe hilgirt
Lê nizanim
Ci jibo te b`afrînim
Awaza evîn û yare
Yan awaza
carenûsa nediyar
Di asoyên cavên te de
cavên ji roniya heyv û stêr
Tucar jê nabim têr
Lava ji te dikim
Min ji rekeha cavên xwe derîne
Bes bavêje min ew tîr
Êdî westiya dil û can
Nema aram û semax
Û
Her ez rêbwar im
Dîl im
Winda me
05/07/2008
NAZ
Naza min þêrîn û daylan
Þilêra awiz û þewþen
Þengebî ye þemal û pertew
Belalîza mine her ew
Dil ji bo te jar û kovan
Sorgula xelat û sîpan
Li warê min deyne kotirê
Dûr neçe semeng û hogirê
Bo evîna te jar û mest im
Ji cavêd reþ re perest im
Ger te nebînim her car
Dikim gazî , feryad û hewar
Bêzarim ji jîna tenahî
Tuyi hêvî û ronahî
Geþ bike dilê bendewar
Da nemîne miþext û awar
Dil ji kaniya dicle û ferat
Jê digrim hêz û lebat
Sira bayê feraþîn
Derman dike derd û birîn
De were fener û þemalê
Bibînim wê bejn û balê
Keziyêd porê ermûþî
Tuyi giyan û sirûþî
Roka te li min bête der
Jibîr bikim kul û keser
Min felatke xewxweþa min
Bê te nîne jiyana min
29/05/2008
HELEZ
Helez im helez im
Gula mêrga her ez im
Gul im bi hilm û bîn im
Dost û yaran dicivînim
Li her deverê xweþ war im
Bo evîndara yadgar im
Heleze helîzane
Bûka gulîstane
Ciqas xweþik û bedewe
Rewþa buharê her ewe
Piþtî baranê xunave
Xemla cem û delave
Heleze gula zîze
Pepûl her wê radimîse
Geþ dike dilê yarê
Rengîn dike berê buharê
Gava cav wê dibîne
Pênûs helbestê datîne
Helez newroza warþîne
Bi sira bayê xwed,hejîne
Govend xort û zerîne
Awaz ji gula evîne
Îro cejn û zayîne
Helez hêvî û mizgîne
11/04/2008
NEWROZ
Newroze îro newroze
Sersal û cejin û pîroze
Bo me Kurda himbêze
Gelê arî diparêze
Bîst û yekê avdare
Li cîhanê navdare
Leheng Kawa serdare
Ji keleha pêdare
Xweþ destpêk û buhare
Þengebî û gulhenare
Gul û çîmen û çinare
Kanî û delav û rûbare
Tu ye keça qurnazî
Serbilind û hempazî
Kevoka aþtî serfirazî
Vîn û evîn û azadî
Newroz felat û rizgarî
Keça mad û sobarî
Cawîdan û kevnarî
Bo me îro yadgarî
Ji zagrosa rojhilat
Ji Cûdî û Ararat
Vaye cejna me hat
Newroz mizgîn û awat
Newroze cejn û þayist
Bo me Kurda hêz û piþt
Cîhanê tev bihîst
Navê te yî xoþewîst
Îro þahî ya mendana
Li hemedan û Akbatana
Agir û pertew li zozana
Dayika efsan û dastana
20/03/08
Yarê
Yara mine yarê
Tu ye perwana buharê
Sorgula avdarê
Dildarê te me yarê
De were yara min were
Bê te sebra min nayê
Tu ye bexçê evînê
Gula li serê sîpanê
Destê xwe bi destê min de
Em herin Kurdistanê
De were yara min were
Evîndarê te me
Yarê þox û þengê
Nazenînê bi nav û dengê
Bes li min bixe tîr û xedengê
Dinalim ez ta elendê
De were yara min were
Birîndarê te me
Yara min þox û þepale
Xemrevîn û pir delale
Li asîman heyv û stêre
Li ser zemînê yara mine
De were yara min were
Ez bêkes û xerîb im
Rûken
Li min bipirse rûkena min
Çima tu wisa bêdenge
Dilê te ji min maye îro
Dem dibhure derenge
Ma qey tej bîra kir evîna me
Ew roj û raborînên me
Gazina ji min neke canê
Bawerke ne bi destê mine
Ez jî jibo te disojim
Þev û rojan dijmêrim
Bê te nîne neyaz û geþbîn
Jiyanek tarî û reþbîn
Ax ji destê felek û dewran
Li min kiriye mij û moran
Daye ser min kêferat û ceng
Bi pencên tûj mîna xedeng
Li ser rûken pir dinalim
Ji evîna wê îro bêpar im
Dûr ketim ji herdû çava
Ji gula baran û xunava
Dêm ji roka li ber ava
Rengîne bi gelek nava
Binefþ û sorgul û nisrîn
Helez û nêrgiz û solîn
Li min bipirse xemrevîna min
Ey çîçek û perîya min
Dil westiya ji kul û xema
Ez jî dixwazim govend û sema
Çi dijware evîn û sewda
Ji ber wê ez bûme þeyda
15/02/2008
Dayê
Dayê ji te dûr im
Bê cih û bê war im
Diljar û kovan im
Li welatê biyan im
Bo dîtina te dilsot im
þeyda yê himbêz im
Kul û keseran dikêþim
Gelekî bêriya te dikim
Dayê dayik û bave
Wek gula bi xunave
Dil aram û evîne
Ew bingeha jîne
Picûk im min dilorîne
Bi hêvî û geþbîne
Lê îro ez rêwî me
Ew hêsiran dibarîne
Dayê li min dibûre
Êdî temen dibhure
Lava dikim ji yezdan
Te bibînim li jiyan
Kengî wê bê veger
Êdî nema dikim bawer
Îro hêvî û xewne
Sibê dîtin û cejne
08/02/2008
Xwezî
Xwezî ez bibama tilûrek
Bifiryama li asîmanê yarê
Min bidîta keskesor û sorgul
Erxewan û buhara dil
Ramûsanên perwan û gul
Li ber dengê cûk û bilbil
Min bidîta bejna yarê
Havîn û siya bin darê
Vegerînim rojên þêrîn
Raborînên yara nazenîn
Warê dost û evîndara
Cav têr bikim ji dîdara
Min bidîta dil û canê
Payiz û bihna baranê
Evîna agirê zivistanê
Dirêsin helbest û stranê
Dîlbera min efsana jiyanê
Nîne wek wê li cîhanê
31/01/2008
Dûr im
Dûrim ji wara mişext im
Ji rengê belengaz ûmest im
Girtî me ne serbest im
Penaber û bindest im
Dûr im bê welat im
Dildarê azadî û felat im
Ji warê dûr û bê deng
Silav li gula çeleng
Yara bedew û çar reng
Li dil da tîr û xedeng
Rojên dirêj û dereng
Westiyam ji jîna meng
Warê kanî û rûbara
Deşt û çiya û newala
Seranser zêr û saman
Çîçek û binefş û qawan
Gula min mizgîn û xelat
Yara min bûka rojhilat
22/01/08-