|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |

Mihemed Elî, Efrîn
Ji pêkenokên Efrînê
Kî ji xwedê ditirse
Dibêjin mirovekî ku jiyaneke çep û rast dijiya hebû, vî camêrî tiþtek li dinyayê nehîþtibû û nekiribû, lewma bûbû raçav û armanca kalîn û lomeyên xelkê bajêr. Her ku di kolanekê re biçûya, kesên hêja û ne hêja deng lê dikirin û bi dehan deng diketin guhê wî, ê ku digot, law ev çi bêholman û wijdan e, law ev tew ji xwedê natirse, gelo ew bi pêþeroja xwe naponije, ew hesabê ku dê siba bimire... ew dê bi çi rûyî biçe cem xwedê, ne rojekê nimêj, ne rojekê zekat, ne rojekê destên xwe li ber xwedê vegirtine û tika kirine, û ne rojekê lêborîna xwe ji xwedê xwestiye...
Her roja xwedê ev rewþa wî bû, lê tev ku dizanî ewên kalînan ji wî dikin, piraniyên wan derewkar in, û tenê bi rih û tizbiyên xwe propagandeya bazar û navê xwe dikirin. li ber vê rewþê wî biryar da ku rastiya wan derxîne pêþberî xelkê û wan riswa bike.
Demeke çû cejna Qurbanê hat, û di sibeya cejnê de mizgefta bajêr miþt û dagirtî bû, nemaze ew kesên ku bela xwe ji ser mirovê me nedibirîn. Mirovê me çû berxekî yeksalî û bêslî kirî, das jî xiste paþila xwe û çû ber mizgetfa bajêr, wî berxê xwe li paþ mizgeftê girêda, das xiste destê xwe û bi hers xwe li deriyê mizgeftê bada! Bi têvedana derî re, hemû nimêjkarên di hundir de li xwe zivirîn û ew dîmena erjeng bi ber çavên wan ket! Mirovê me qasî ku bi þev mey vexwaribû, çavên xwe sor bûbûn, bi wan çavên sor û bi dasa ku destê wî de bû, bi dengekî berz bang kir û “Kî ji xwedê ditirse bila derkeve pêþberî min?“ dema nimêjkaran ew gurê çavsor dît, giþkan xwe wek pisîkan melisandin û her yekî xwe kir taldeyê ê din, deng nema ji kesî derket.
Di nav nimêjkaran de kalemêrekî temenê wî dora nod salî hebû, ew pir mirovekî xizan û reben bû, kalemêr di dilê xwe de got ”Law ev bû heþtê sal in, ez berê xwe berve xwedê dikim, û ji wî re nimêj dikim, salên min bûne ew qas, û tiþtekî hêja jî ji jiyana min nema ye, ez dê derkevim pêþberî vî kesî, heke xwedê rast hebe dê alîkariya min bike û heke... Kal rabû ser xwe û got, ez ji xwedê ditirsim!
Dema mirovê me weha bihîst, rahiþt milê kalê û bi xwe re bir. Li mizgeftê kurtepist kete nav nimêjkaran, ê ku dibêje heywex, bi xwedê ew ji kîsê xwe çû, ma gelo kes vê gotinê dike û xwe dide ber dasa vî bodeleyî... Li derve mirovê me kal bir paþ mizgeftê, serê berxê bi dasê jêkir û ji kalê got “Here tu û malbata xwe ve di vê cejnê de berxê bikin þîv”
Piþtî kal bi rê kir, ew ji nû ve vegerî mizgeftê, lê vê carê, dîmen bitirstir bû, cara yekemîn, dasa wî ziwa bû, lê vê carê, dilopên xwînê, çip çip jê diherikîn, carik din bi hêrs ji nimêjkaran re got,“ Ez dibêjim ew kesê ji xwedê ditirse bila derkeve pêþberî min, yan jî ez dê yekî ji we bi xwe veqetînim“. Dema nimêjkaran weha bihîstin, kab û kuçukên wan þikestin û dilê wan kir pirtepirt, hingê hemû nimêjkarên di mizgeftê de, bi yekdest nîþanê mele kir û gotin, vaye ewê ku ji xwedê ditirse... wexta mele wiha dît, bi dengekî berz qîrî û ji nimêjkaran re got, Hey mele diya we ... kengî min gotiye ez ji xwedê ditirsim, ez hew wî nas dikim!?.
- Dîk û mirîþk
Dema havîn tê, êdî ew çêlikên ku xwe ji revandina pisîkan, çola mirîþkan û kêra xwedanan parastine, dê bikevin pînika hevserê xwe, û mala wî vê re parve bikim. Keleþêr(dîk) jî tevî ku serwer e; lê dibe ew vîna serwerên xwe -mirovan- bi cih bîne, nexwe ew pir bêzar dibe, lê tepeser nikare tiþtekî bike, cihê wî teng dibe, tîna havînê laþê wî diwestîne û bêhna wî diçikîne... Li ber neçariya xwe, dîk dest davêje dekûdolaban, û her wiha ji kevaniyên xwe re dibêje “Êksikno ma hûn dixwazin kulksorê gurî terq û henekên xwe bi min bike û bêje tirsonek di sîngê pînê de radizê, û newêre li ber derî razê û kevaniyên xwe biparêze? “ Her wiha dîk êksikan dixapîne û bi tenê heya sibê li ber bayê hênik radizê... li alî din, kulksorê gurî heman tiþtî ji kevaniyên xwe re dibêje... her wisa kulkreþ, kulkmor û ...hwd.
Dema zivistan tê pergala dîk belav dibe, êksikên wî kêm dibin û ew nîvjinebî dibe, êksikên wî dibin qurbanên seyê dûvqut, dêlika çarcewrik, û kêra bêholman. Hingê taya sar dikeve nav mil û pêsîrên dîk û wî dilerizîne. Dîk dê çi bike? ew li ber neçariya xwe dîsa dest davêje dekûdolaban û ji kevaniyên xwe re dibêje “ Êksikno, hûn ji xwedê natirsin, hûn dê çawa di sîngê pînikê de germ û nerm razên, û mêrê we li ber vê sar û seqemê dilerize!, hûn dixwazin ez riswa û benîþtê devê kulksorê gurî bim”. Her wiha dîk dikeve sîngê pînikê û zivistaneke germ û nerm li ber fisikên êksikan derbas dike... Kulksorê gurî jî, ji a xwe namîne, ew heman tiþtî ji kevaniyên xwe re dibêje û her wisa Kulkreþ û Kulkmor...
Xwedê dîk û fenên wî, mirîþk û kêmaqiliya wan ji vê þewba bêyom biparêze, heke ne ji wan be, em dê ji goþt û çîrokên wan bêpar bibin. Ma qedera kurdan ku ji her tiþtekî xweþ bên þelandin!?.Aman ya rebî çi hawar e?
- Xwedê mir! Hey wex…
Jineke bextreþ, piþtî mehrbûna bîst salan, ku tê de tu ocaq û mezel nehîþtibûn, û serdana wan nekiribû û tu darên pîroz nehîþtibûn û paçik pê ve daneliqandibûn, xwedê zarokek dayê. Bextewariyê dil û jiyana wê dagirtibû, nizanîbû vî zarokî çawa bike, hema hiþê wê dê vê re bifiriya; lê di heman wextê de metirsiyeke mezin jî dilê wê dagirtibû û tim ji xwe re digot
- heke xwedê neke û zaroyê min bimire, ez dê çawa bikim? Divêt ez navekî pîroz li wî bikim, ku ne mirin û ne jî nexweþî newêribin berve wî werin...!
Her weha, piþtî kûr diponije û bi mêrê xwe diþêwire, ew herdu biryarê didin navê zarok bikin “Xwedê”! Çima xwedê? Çimkî ew dibînin tiþtê ku mirin dê newêribe bervê were, navê Xwedê ye. Du-sê sal derbas dibin û Xwedê mezin dibe, bi mezinbûna wî re hêvî û dilþadiya xwedanên wî jî mezin dibin, lê hezar mixabin, merezekî giran bi xwedê dikeve û pê re pir dirêj nake û dimire... Diya Xwedê wek dîn û bodeleyan, por hunc, sîng dirî ye, bi nav gund dikeve, dibeze cem meleyê gund û jê re dibêje
- Mele mele, Xwedê mir Xwedê…
Çaxa ku mele dibihîse, ew matmayî dimîne û jê re dibêje
- Te çi got, hele dubare bike!
- Law xwedayê min mir, xwedê…
Wexta mele ji gotina jinikê dabîn dibe, fîtika xwe davêje erdê, cibeya xwe diçirîne, du-sê caran pêlî wan dike, hildipere û dibêje
- wey mizgîn li te, de here ez dê nema ji kesî re nimêj bikim...
- Îro ez ê ji Þeytên re nimêj bikim
Kalemêrekî pêncî salî ji xwedê re nimêj dikir û di her nimêjeke xwe de lava û tika ji wî dikirn ku biramerdiya (bereket) û zêdehiyê bi ser de biþîne; lê reben tim birçî û xwas û tazî bû, deriyê wî jêketî bû, bextê wî xirab bû, û diçû ber kîjan karî têk diçû ...
Rojekê kalemêr ji xwe re got
- Gelo ev bû pêcî sal in ez ji xwedê re nimêj dikim, lê wî camêrî tu xêr bi min nekir, îcar ez dê ji Þeytên re nimêj bikim, de ka ew dê çi bide min...
Her wiha kalê dest bi nimêja xwe kir
Þeytanûekber, þeytanûekber....La þeytano îla Alþeytan…
Piþtî kalemêr nimêja xwe kuta kir, kete nav nivînê û bi xew ve çû. Di xewê de Þeytan hat kalê û jê re got
- te çi dixwast law te bangî min dikir ?
- Ezbenî, ev bû pêncî sal in, min ji xwedê re nimêj kiriye, lê tu xêr bi min nekiriye, îcar min berê xwe berve te kiriye, de ka tu jî min rûreþ derdixînî lê na? kalê ji þeytên re got
-Te ev bîra hanê li nîvê hewþê dîtiye, here di binê wê de bênderke zêr heye, wan derxîne û ji xwe re bibe, Þeytan ji kalê re dibêje
Kalê tavilê nêrdewanek berda binê bîrê, û rastî jî komek zêr dît, rabû delingên þelwerê xwe kirin girêk û zêr xistin þelwerê xwe. Li derketinê hêj ew negihîþtiye nîvê silimê, yekî ji jêr ve pat û zeft bi hêlikên wî girtin û kiþandin!!
- law min berde law, te ji min xêre !? kalê du-sê caran lingê xwe vewþand! Lê ewê ku bi gunên kalê girtibû guh neda wî û her diçû hêlikên wî zeft dikirin û nedihîþt kal tevbigere, îcar kalê bangî Þeytên kir û got
- Ezbenî, ez di bextê te de me, yekî ji jêr ve bi hêlikên min girtiye û mahêle ez derkevin, gelo ez dê çawa bikim û bela vî ji ser xwe biþom ?
- Law tu çima bi ser wî de nariyî, birî bila here, ancax wisa dev ji te berde…
- Pirrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrrr, kalemêr bi xwe de rît !
Piþtî bîskekê kal hay bû di gola gû de maye û kevaniya wî jê re dibêje
- rabe malxiranebo, çi bi serê te hatiye, te wek çêlikê rêx berdaye…
Kalemêr di dilê xwe de got
- Hey wex, rastî xwedê di pêncî salî de tiþt neda min, lê nehîþt ez tu caran birîm jî, vî kafirî bi nimêjekê re rêxa çîlekê ji min berda û hîþt ez riswa bibim…
- Esnafê(dikanciyê) derewkar, Keko, tu nizanî viran bikî neke…
Ji ged û þana berberan e, ku ew pir deng dikin û wek dibêjin ew “çengesiz” in! Me bibexþînin heke berber û porkur vê nivîsara me dixwînin… Tevî ku ev taybetmendî li nik esnafan nîn e jî, lê heke bû û tu tûþî esnafekî ku dikaneke biçûk li gundekî vekiribe û her demjimêrekê miþterîk were an jî hew bê, hingê çengesizî dibe para esnafan jî. Di dengkirinên wan, ên ku bêpayan in, de, bêtirî bûyer û çîrokên tên gotin derew in, ango ji sawira xwe dihûnin û hem xwe û hem jî miþterî û ew kesên tên ba wan, hinekî bêhnfireh dikin. Ji ber ku bingeha wan nîn e, çîrok pir caran di nîvê vegotinê de ji hev diþelin û serobinî dibin!
Rojeke havînê, ku tîna wê xweza tev gêj kiriye, esnafek û çend dostên wî di binê holikê de, li pêþ dikanê rûniþtî ne. Piþtî çend serpêhatî tên gotin, çiqas rast in jî xwedê dizane, îcar esnaf dibêje ez dê çend bûyerên lehengiya ciwaniya xwe ji we re vebêjim!! De ka em binihêrin lehengê me dê çi bombeyê biteqîne !!
- Birano, hêj ez yan pîst pênc salî bûm û yan jî pîst û þeþ bûm, baþ nayê bîra min, hûn dizanin mirov bi nav salan ket zû jibêr dike... Ez rojekê derketim aw û nêçîra xezalan… Ez pir çûm hindik çûm ta ez tûþî xezalekî bûm, lê xwedê dizane ew ne xezal bû, law ew çiya bû, qasî ku mezin bû dar ji ber dipekîn û diqurifîn, bi meþa wê re xurxura erdê di bin lingên min de bû, te digot qey bumelerzeyekê(erdhejekê) rû dida!! Wexta çavên min lê ket, min demildest rahêjt Martîna Alemanî, ku pênc fîþek dikevinê û min nîþanê wê kir… Bi fîþekekê ne pêkan bû xezal bihata kuþtin, îcar min her çarên mayî jî bi ser wê de berdan û bi ûrniya wê re di gola xwînê de gevizand !! Keko ez çi bêjim, ez çûm ser ez dê çi bibînim, ew ne xezala ku mirovekî dê ew hilgirta û bibira mal, qet nebe çar pênc kes diviyabûn ew hilgirta! Îcar ji ber bêçariya min, ez bêgav mam ku wê parve bikim û goþtê herî baþ jê bikim… Min ji bilî cegerê wê her du þeq jî hevyaz kirin (tercîh kirin). Min rahêjt þeqan, yek avjêt ser milê çepê û yek jî ser milê rastê !!!!
Di vir de miþterîk hat dikanê û esnaf bêgav ma ku çîroka xwe bibire. Piþtî wî miþterî bi rê kir, carek din vegerî ku çîroka xwe bidomîne !!
- Ê keko, em gihîþtin kû? esnaf got
- te þeqek çekir ser milê çepê û yek jî çekir ser milê rastê, yekî ji haziran bi bîra esnaf anî…
- Aha, erê ere, Law birano, law keko min þeq avêjtin ser milên xwe û min kuta wê, min kuta wê, bawer bikin min pergala bavê wê belav kir û dengê wê bi ber ezmana xist, Mêr e lê çi ye, He…!?
Kesekî dengê xwe nekir û negot “Malxirabo, ev çi vir û laf e law” jixwe bêhna wan hem ji germê û hem jî ji mal teng bûbû, lewre ew neçar mabûn serê xwe ji derewên wî re bitewînin û bêtir guhdarî wî bikin, bi vegotineke din, tu kesî negot, hinekî daxe, niha holikê bi ser me de bê xwarê! Ma ne tesele dibin, de bila wisa be!! Ma vir bi kaviran ne?
Di çîroka duyemîn de jî esnafê me weha pêde çû
- Birano, heval û destbirayekî min î pir ezîz hebû, em kû ve biçûna em bi hev re bûm, me çi kar bikira me tev dikir, rojekê me hevdu nedîta tariyê dilê me dadigirt… Neyse, ez pir dirêj nekim, heyamek hat û bêbexta dewletê bûtanî(tawanên vala) li wî kirin û ew ket zîndanê. Girtina wî dirêj kir û ez ji bîra wî re nexweþ ketim, halê min hew baþ ma, ez çiqas li navbênkaran geriyam ku wî azad bikim, min nikarîbû xwesteka xwe bi serî bikira… Îcar min biryar da ku ez dê biçim û wî bi destên xwe rizgar bikim! Dotira rojê min rahêjt Martîna Alemanî û min rextê xwe li newqa xwe þidand û ez derketim zîndana ku hevalê min tê de dîlgirtî bû. Li ber dergeha zîndanê çiqas pasvan hebûn min giþ kuþtin û ez derbasî hundir girtîgehê bûm, li wir jî min çend kuþtin!! Ez mîna birûskê bûm û min rêya xwe di nav ewran re diqelaþt! Pasvanên mayî jî, çaxa wisa dîtin, çekên xwe berdan û û bi giyanê bazdan!!! Mîna dîn û bodeleyan ez di kozik û qawiþan de li hevalê xwe geriyam heya min ew bi cih kir… Çi heyf û mixabin ku kilît tunebû, kilît bi pasvanekî ku yan min kuþtibû û yan jî revî re mabû! Îcar ez çawa bikim? min zendên xwe vemalandin û bi her du mistan rahêjt toreyê û kiþand!!!!
Careke din miþterîk hat dikanê û esnaf bêgav ma ku çîroka xwe bibire. Piþtî miþterî bi rê kir, ji haziran re got
- min bibexþînin, hûn dizanin ev deriyê nanê min e, lewre ez bêçar im her kêlîkekê van çîrokên girîng û nemir bibirim !!
- Xem nake, Xem nake, haziran giþkan bi yekdengî gotin
- Ê keko, em gihîþtin kû ? esnaf careke din got
- Te bi her du mistên xwe rahêjt toreyê û te kiþand, yekî ji haziran carek din bi bîra wî anî !!!
- Law keko, ez çi bêjim û çi nebêjim, min çiqas karê masîgiryê kiribû, lê wek wê carê masî bi ber toreya min neketibûn, law min kiþand, min kiþand heya tu dibêjî min kiþand, rojekê pêde min masî ji avê kiþandin…
Hêj esnaf masiyan dikiþîne, holika li ser wan, gum û xuþ, req û peq û ber serê wan de hat xwarê…
Nexwe ji xwe hay bin ha, heke bû û we vir kirin bila virên we baþ hatibin ristin, hûnandin û tevnkirin…
xxxxxxxxxxxxxxxxx
Gelo hûn van rastiyan der barê “Keran“ dizanin, nemaze kerê me ê “Bavîngilîz”?
1 - Dibêjin ji tevahiya salê bi sarbûn û germbûna wê, ker tenê sê rojên tebaxê biçek germî hîs dike.
2 - Pêþbaziya gankirinê di navbera lawiran de derket. Ji beþdaran jî ker amade bû… Nêrî bi pozbilindî got ew bêtirî sed carî salane kêfa xwe tîne… keleþêr(dîk) got hema ew her roj dike… pisîkê jî sîngê xwe perçifand û got ku ew jî dihêle barebara mêpisîkê vengizînê bi guhê xelkê bixe û wan jî bijîne ku zelvî wê bikin… Çaxa dobeya kerê hat ku ya xwe vebêje, guhên xwe pêþde berdan û di ber xwe de bi melûlî û þermokî got “Welehî, ez pir nizanim xwe derbirînim, lê ez salê carekê dikim, ema roja ez dikim jî gundê me û çend gundên derdorê tên sêra min!!!”
3 - Dibêjin roja xwedê acet (kî….) li lawiran belavkiribûn, ker ne li meydanê bû û bêpar mabû! Îcar çaxa ew vegerî û dît her kesek bi acetê xwe þa dibe, gazî û hawara xwe bir xwedê… Xwedê jî dilê wî pir pê þewitî û nikarîbû xwe li ber kêþe û basîna kerê ragirta. Hingê xwedê rahêjt sandoqekê, wî acetek dirêjî kerê kir û jê re got “nexeyide, vaye min EV ji xwe re hilanîbû, bila ew jî ê te be… ”
4 - Heft avceniyên keran hene, dikevin avê giþkan jibîr dikin…
5 - Rojekê lawir li hev kom bûbûn û henek, pêkenok û laqirdî digotin. Êdî lawir ji ber ken ji hev þetîbûn û hêstir ji çavên wan dibarîn… Ji nav lawiran tenê ker nedikenî û þevbuhêrk wisa bêdeng derbas kir… Roja din piþtî ku her kes vegerî ser karê xwe, ew li deþtê tûþî kerê bûn ku xwe ser piþtê gêr kiriye, ling jî berjor bûne û bi zirezir û zîrtezîrtan lotikan dide xwe û erdê dihejîne!!! “Çi bi serê te hatiye law, tu çima wisa dikenî, tu tirdîn bûyî çi ye?” lawiran bi hev re ji kerê pirsî? “Law hele ker bin law, henekên we doh dikirin çiqas xweþ bûn…” kalînan ji wî nekin, antenna wî lawaz e û zû bi zû weþanê wernagire! Îcar ev ker e û xwedanên wî nîn in, gelo çi bi serê Erdogan hatiye ku ew jî wisa dereng serwext dibe?! Dibêjin piþtî wergirtina Orham Pamuk a Xelata Nobilê bi du rojan, R. Tehl. Erdogan xwe avêjtiye banî û ji jina xwe “Emîne Xanimê bi þal û þerpik” re gotiye “Xelata Nobilê ne ji ber ku Pamuk li ser Kurd û Ermaniyan axiviye dane wî, lê ji ber ku, ew sedî 99.99 Emêrkî ye, û heya 0.1 Tirkiya wî jî biguman e…” Xebera te ye zirîçko… heke Pamuk Tirk bûya, dê ne Xelatek, lê lotikek bidana wî, ema lotikek Reþên Afrîqayê ha… Heke tu dixazî, here bibe ji xwe re…
6 - Xwedê rûmeta we berz û bilind bike û ya Tirkan ji we dor û li ser zibil û sergûyan tim reþ û riswa bike. Kerekî me hebû jê re digotin “kerê Înglîzî”. Li gorî agahiyên rehmetiyê bavê min, ew ker neviyê komek kerên ku Îngilîzan di sala 1945’an de bi xwe re anîbûn Sûriyê ku wê ji Firansiyên Hukûmeta Fîþî, dosta Hîtler, rizgar bikin, lê ji ber ku bapîrên kerê hin zît li ser devê zabitekî Înglîz xistibûn û ji ber ku sêdarkirin(îdam) li cem Înglîzan qedexe ye, rabû Înglîzan biryara sirgûnkirina keran li Sûriyê da. Mêratî bext her tim reþ e, heya Kerên Ewropiyan jî ne wek kerên cem me ne… Ez pir dirêj nekim, sal û wext bihûrîn û dem zivirîn, kerên sirgûnbûyî, hin mankerên herêmî ji xwe re dîtin û vê re mehr bûn. Encama wê yekbûnê jî, kerê me hilberîna yek ji van lêketinan bû… Keko ker jî ne wek her kerekî bû, ew hêj kurîk bû, bela xwe dibir mankerên gund, bavê min î reben ketibû nav di derdan, ne karîbû ker berda û ne jî karîbû xelk ji xwe zivêr bikira!! Ê, dê çawa bikira? rabû biryar da ku wî bixesîne û ji mêrantiya keran bike!! dotira rojê ew bir bajaroka Ezazê û li cem Erebekî “Kerxesîner”, tepeser bê kîr hîþtin, êdî ew ji mêrantiya xwe bêpar ma! Lê digel ku wisa bû jî, mîna kerê jor nekir, û gazî û hawara xwe nebir tu kesî, ew bi qedera xwe razîbû û got de zar wisa li ser eniya min hatiya nivîsîn… Kerê, temenê xwe yê mayî dê bê kîr derbas bûbûya… Ema wer mankeran! Ax dolên serberdayî, îcar belaya xwe ji ser kerê reben diþon! Ne kurtepist kete nav wan ku kerekî Îngilîzî hatiye, û dibêjin ew kej û çavþîn e!! Rojekê biyar dan ku wî bidin ber xwe û bi sextekarî rêkin ser bênderên gund ku derfetê lê bistînin û destdirêjiyan li wî bikin!! Tew… Rebeno, diljarno, ma ne kêfê wan bi serî nebû, hema çar-pêcikan ji wan xwe dan ser wî û xwe têdan, xwe lê birin û anîn, lê çi heyf û mixabin, bi qasî nokekê jî tiþt bi kerê Îngilîzî re çênebû!! Hingê mankerekê qûna xwe bervê kir û zîtek di devê wî de lêxist “Here kurê qehebekê, ez te dikim qurban seriyê kerên me, der tira te û Îngilîzan be, bes navê we heye, lê rastî qet tir jî di we ne nîn in. Kerên me tevî ku reþik û xirab in, lê rastî bê gotin, ji heq me tên der…” Piþtî vê bûyerê mankeran nema guhên xwe li Kerê me rep dikirin û devê xwe jê re vedikirn! Kerên gund jî ji þabûna dilê xwe re didan lotik û zîrtezîrtan, êdî dewleta wan bû, her yekî pênc manker pê mabûn!!
7 - Pêþkêþvanê bernameya rewþa hewayê yê televizyona Sûriyê, Ednan Hemdan, ê ku ji dema Bees hatiye ser desthilatdariya Sûriyê ve û dê heya mirinê bimîne jî, salekê ji hêla hukûmetê ve, ji bo ku ezmûna xwe firehtir bike, bo Rûsiyayê hatibû þandin. Ednan du salan li Rûya mabû û qaþo di wan du salan de bûbû pisporekî yekta di qada kêþweriyê de!! Piþtî ew ji Rûsiyayê vegerî Sûriyê, gerînendeyê beþê rewþa hewayê di Televizyona Sûriyê de, ji Hemdên pirsî
- Ednan “Refîq”! Me di van du salan de koþik pere kiriye qûna te, de ka bêje tu li cem dostên me Rûsan fêrî çi bûye ?
- Mamoste, bi xwedê ez fêrî gelek tiþtan bûme, berî her tiþtî, ez fêr bûme ku gerek min jina xwe ji mêj berdaba û yeka Rûsî ji xwe re anîba, bêbav çendî xort û germ in, ax ax…
- Law ez qûnekiyan ji te nepirsim teres ! Bêje der barê karê me de, te çi tiþtên nû wergirtine ?
- Belê mamoste, vaye min ev navgîn bi xwe re aniye ku rewþa hewayê du rojan pêþde dizane û mirov hay dike ku haziriyên xwe bike…
Dotira rojê, Hemdan ligel gerînende diçin çolê ku navgîna haydar taqî bikin (tecrûbe bikin). Hemdan navgîna xwe datîne û bîskekê biþkuv, morik û kepsûnan didewsîne !!
- Mamoste ji vir heya du rojan dinya çiksayî ye…
- De baþ e, Eferîn…
Hêj Ednan û gerînende diaxivin, kalemêrekî þivan bi lez digihîne cem wan û jê re dibêje
- bilezînin bapeþkek pir girgîn tê, heke hûn pê re negihînin, hûn ê li ber lehî û lêmiþtê biçin…
Rastî jî hêj ew biçekî bidûr neketine, bahozek rabû û baraneke bi devî kun bi ser wan de barî ku hema parîk mabû ew bi lêde biçûna !! Hingê gerînende rahêjt destên þivanê kalemêr û got
- Kalo tu bi xwedê dikî ji min re bêje te çawa zaniye ku ev baran dê bibare ?
- Ya ibnî, bes kera me qulaq û guhên xwe rep kir, û dûvê xwe xiste nav lingan, hingê em dizanin ku baran dê bibare…
Çaxa gerînende wiha bihîst, wî rahêjt yaxa Hemdên, berve kalemêr kir û jê re got
- Kalo tu kera xwe bi vî kerî ji keran naguhêrî ?
Ji lotikên Dîno!!
Heke hûn bixwezin jiyana mirovên “dîn” nas bikin werin cem min, ev bûye deh sal in ez li ligel mirovekî dîn dixebitin (kar dikim) û her roj bêtirî 4 katan em ligel dixebitin. Dema mirov li dêm û rewþa wî binihêre, dê bêje ev dîn kurê dînan e, lê rastî hew wisa ye, dibe ew bi þêwazê xwe çirkîn û pintî xuya bike, lê heke tu têkevî kûrahiya hiþê wî deryayeke ji raman û têgînên puxte, ku kesî berî niha li ser wan hiþê xwe negerandiye ye.
Berê bi gotina (hiþmendiyê ji devê dînan bigire) ez mat dimam, lê xuya ye ev biwêj jî ji ezmûneke ketwarî û rasteqîn tê û pir caran ew kesên ku bênirxî û pintîtî di kesayetiya wan de derdikeve pêþberî mirov qet ne nîþanên mirovekî ku der hiþê xwe tevdigere, berevajî, dema tu li ba wî rûdinî û guhê xwe didî gotinên wî ku çawa bîrnasiyeke nebêj dihûne, hingê tu dizanî dînên rast kî ne!!
Berî demekê ez û mirovê xwe li ser jiyana mirov rawestiyan û em der barê vê mijarê ketin gengeþiyê! Nebêjin ev nûserê nûgiþtî bi dînan re rûdine û gotinên dînan radixe ser rûpelên toreyê! Ez dizanim hûn ê hinekî zivêr bibin, û ez jî hew kalînan ji we dikim, çimkî jiyana me Kurdan ji dîn û bodeleyan miþt e, çi dînên siyasî, cikavî, aborî, û a tev dilêþ jî, rewþenbîrên dîn û bodele!!
Der barê jiyana mirovê min î xwedîgirav (dîn)e, wisa dibêje
- Mirov zarok tê ser rûyê dinyayê û zarok dimire
-Çawa?! ez dibêjim
Dibêje
- Ez zar bûm dayîka min cil û ser min diþoþtin, pê re ez mezin bûn, ew nema cilên min diþo, îro jî ez bi xwe diþom û siba dema ez bimirim dê dîsa serê min biþon... De ka bêje çawa mirov zarok nayê cîhanê û zarok namire!!
Rojeke din ez bi karê xwe mijûl bûm, mirovê min dîsa hat ber serê min û got
-Mihemed, ez îro bûme Êzidî
- Çawa, ez pirsîm?!
- îro ez li nav kolanan dimeþîm û mîzê li min da siqintî(zorê), û min li derve mîzt, ma ne dibêjin Êzidî li derve dimîzin(ev têgîneke di nav Ereban de der barê Êzidiyan belav bûye) vaye min li derve mîzt û ez bûme Êzidî!!
Rojeke dîtir hat ba min û bi rûkenî ji min re got
- Mihemed tu dizanî pêxember mîna kerê ye!!!!
- Law ev çi gotin e law, þerm e, min bi hêrs lê vergerand
- Na na xwe pir bêzar neke, ez ê ji te re bi rêbazeke bîrnasî þîrove bikim... Niha karê sereke yê pêxemberan çi bû? Karê wan veguhestina barekî ku xwedê danîbû ser piþta wan, ne wisa ye?
- Belê belê, min got!
- Nexwe tu çima xwe bêzar dikî, Ker jî mîna pêxemberan veguhêzerê barê ku xwedanê xwe radixe ser piþtê. Ker wî barî ji cihekî dibe cihekî din û peywira xwe dike rajeya(xizmeta) mirov... her wisa pêxember jî barê xwe ji cihekî bir cihekî din û peywira wî kete rajeya mirov... Teraziyeke çemekî (manitqî) ye, ne wisa ye? Nexwe Pêxember ker kurê Keran e… mirovê min pêde çû û carik din ji min re got.
- Tu tim dibêjî ez mirovekî bi gengeþiyên lojîk bawer dikin, û wek tu dizanî gengeþiyên lojîk jî rist û alavine aqilyane dixwazin, vaye min mînak û alavên xwe derpêþ kirine û heke tu ji serinca min bi guman î, ka alav û bahaneyên xwe derpêþ bike û gumana min berevajî bike!!!! Bi gotina wî re min serê xwe xar kir û ez bêdeng li karê xwe vegeriyam....
li benda lotikine din ji ‘dînê’ me bin....
MIN TENÊ SING HILKIR!
Mihemed Elî / Efrîn
Bavê Bêndektê XVI, Silav li te, Ezbenî tu çima wisa singan hil dikî û paþê dibêjî te tiþtek nekiriye? Ka ez vê çîrokê ji te û lotikxaneyê re bêjim, ka bê singê te çi li welatê Ereb û Mislimanan kir û nekir!
Carekê þeytan û kurê xwe î teþqelekar ve di ber gundekî re derbas dibûn, roj rokeke germ e, tîna wê bêhna herduyan çikandiye û hew dikarin tebat meþa xwe berdewam bikin… Kurê þeytên dibêje “bavo, ez tî me, ez hew diþêm berdewam bikim, ez ê biçim vê malê gulmeke av vexwim…” Þeytan jî ji ber ku kurê xwe baþ dinase ku çi marke ye! Jê re dibêje “kurê min biçe lê tu teþqeleyan neke ha, ez te baþ dinasim, dema tu diçî cihekî tu bêyî xirakirina wir venagerî…!”
Kurê þeytên soz da bavê xwe ku ew tiþtekî neke. Li wê malê jî wî her wiha av vexwar û bi lez vegerî nik bavê xwe. Bavê wî jê re got “ne te tiþtekî der-rê nekir kurê min?” “Na bavo na, tenê ez li singekî velukumîm, ew ji nîvê hewþê çikandîbû, ez tirsîm ku kes ji malê jî lê velukume, rabû min ew hil kir” kurê þeytên got û meþa xwe li nik bavê bextreþ tev domandin…
Kurê þeytên tenê sing hil kir! Gelo hilkirina sing çi çê kir û çi nekir?! Mala ku kurê þeytên av lê vexwaribû gayek li nîvê hewþê girêdabûn, û kevaniya wê malê jî bihal bû, ango avis bû, wexta ku singê ga hilbû, ga rasterê çû ser kevaniya malê û quçek li zikê wê da, kevaniya malê yekcar beravêt û di xwîn û xirarê de ma! Pêre dema mêrê malê hat û dît ku jina wî ji ber quça ga beravêtîbû, wî di cih de û ji ber tengezariya xwe ga kuþt. Jinikê beravêt, ga hat kuþtin, mala mêrik xirabû û kurê þeytên tiþtek nekir, tenê wî sing hil kir...!
Bavê Bêndektê XVI, ev çîrok li ser te û hemû oldaran, û haþayî kafiran, pir xweþ dimeþe. Lewre bila oldar vê çîrokê nexwînin ha, çimkî dibe ew jî bibin gawir, jixwe ev bendeke ji Selmanê Rûþdî ye…