Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Pêla Nû

 

Mahir Kaynak

 

Li ser pirsa destpêka pêlek e nû a terorî þik/xemginiyên me zêde dibin. Li aliyekî, raya giþtî li ser çalakiyên nû yê El Kaîde, bi rêya nûçeyên îstibaratê tê ronî kirin û li aliyê din, di tv an de dîmenên perwerdekirina tîmen anti-terorê tê nîþandan.

 

Ez ji mêj ve nûçeyên "dezgehên istixbaratê hayê xwe ji çalakiyek e terorî heye, lê istixbarat, li ser cî û awayê çalakiya terorî, zaniyariyên xwe tune ye" nikarim fêm bikim. Di demên wisa de nûçeyên bi vî rengî têne belav kirin û îdîa dikin ku, bi firehî çi zaniyarî nehatiye bi dest xistin.

 

Di van rojan tê zanîn ku, li kolanên Stenbolê mînûbûsek digere û tê de 4 ton daringên teqîniyê (bombe) heye. Dezgeha polîsan, ji bo girtina mînîbûsê bi tevayî kar û xebatê dikin. Dihête zanin ku, daringên teqîniyê ji ser sînorê bakurê Iraqê (Baþûrê Kurdistanê) derbasî welêt (Tirkiyê) kirine.

Li aliyê din, bi tona daringên teqîniyê li Iraqê heye/derdikeve holê. Lê kes nizane bê kaniya xwe çi deverê tê. Zaniyariya li ser hêza terorî ku wan bombeyan li Iraqê diteqîne, navên rêvebirên hêza terorî û cihê domana jiyanê a terorîstan, bi teferûat tuneye, çi kes li ser wan tiþtekî nizane.

 

Mirov dikare ji du awiran nêzî pirsê bibe:

 

Metoda yekem ku niha tê dîtin, diyarkirina cîhê kesê terorîst û girtina wî ye. Dema çalakî pêk anî be, cezekirina wî ye. Þîniya ji bo qûrbanên terorê tê girtin, dibe navgînek ku bi rêya/saya wê xizmên kesê qûrbanbûyî ji terorê nefretê bikin û xelk li dijî terorîzmê yekîtiya xwe li dora rêvebirên xwe pêk bînin.

 

Dema mirov ji awira duwê li pirsê binêre, dikare bîne zimên ku, terorîzm þiklek þerkirinê ye û mîna alternatîfa hêza leþkerî hatiye pêþxistin. Kesên tekoþîna xwe bi rêya terorê dikin, mîna þerê leþkerî, armancên xwe yên polîtîk hene. Rêvebirên wan bê sedem derneketine holê û ne amator in. Terorîzm, mîna þêweyê þerê din, qarargehên xwe, plançêker û aqilmendên xwe, ji bo kata þerî jî þervanên xwe hene. Þerê wan jî, mîna þerê din ji aliyê dewletan ve tê îdare kirinê.

 

Hedefa arteþa di þer de ne ew tenê ye ku, xesarek e mezin bighêjîne hêza leþkerî a reqîbê xwe. Serleþkeriya artêþê, di çarçoveya plan û stratejiya dewletê de þer dike û tedbîrê ji bo têkbirina neyarê xwe û rê li ber armancên wan digire. Xesara dijminî bi vê rêyê bi wate dibe. Her wisa mirov zane ku, di dema þer de dikare kes bêne kûþtin û pêwîst e ev yek jî li ber çava bê girtin.

 

Dema mirov terorîzmê weke awayekî þer bipejirîne, berî hemû karan avakirina navendek e biryardayînê pêwîst e. Destpêka þaþ a yekem ew e ku, mirov bi hêza artêþê þerekî wisan bike. Terorîzm, þêweyê þerê xwe cewaz e û þerê wê bi hêza artêþê û metodên eskerî nabe. Bêtesîrkirina teroristan jî nikare weke îþareta serkevtina þerî bê pejirandin. Di tekoþînek e wisan de armanca mirovî, paþxistin û têkbirina projeya kesên li dijî xwe ye. Tekoþînek e wisan pir berên xwe heye û pêwîstiya xwe bi gavên aborî, civakî, çandî, polîtîk heye.

 

Ez dê nivîsa xwe bi nimûneyekê bi dawî bihênim. Weke mîsal, em wisan hizir dikin û gelek caran li deveran dihênin zimên ku, Emerîka piþtgiriya PKK ê dike. PKK li welatê me çalakiyan dike û dema baweriya me rast be, kesên ku leþkerên me þehîd dike, mirovên bêsuc dikûje, piþtgiriyê ji Emerîka distîne. Anku li piþt wan hêza Emerîak heye.

 

Lê dema mirov ji awirek e din li pirsê binêre û senaryokî nû binîvisîne dê rewþ bê guhertin: Welatekî din zane ku DYE piþtgiriya PKK ê dike. Ji bo ku di navbêra Tirkiyê û DYE de nexweþî/nakokî/þerekî pêk bîne an derxîne, di bin navê PKK ê de çalakiyan bi dizî pêk tîne. Û navê PKK ê ji bo armancê xwe bikar tîne.

Ev tenê mîsalek e ji dorê ye û ev aliyê þerê terorîzmê jî heye.

 

Mahir Kaynak

Mahir Kaynak pisporê pirsên"ewlekarî" û "terorîzm"ê ye. Di 1934 an li Entabê hatiye dinyê. Dibistana bilind a þerkirinê (leþkeriyê) di sala 1953 an de bi dawî anî. Demekê serleþkerî kir.  Li zanîngeha Stenbolê dersên aboriyê da. Di Dezgeha Îstixbaratê a Netewî-MIT ê de kar kir. Piþtre teqawît bû. Niha di rojnameya Starê de qûncika xwe heye. Me, ji ber giringiya pirsa terorîzmê li Kurdistanê nivîsa Kaynakî wergerand kurdî (Zarathustra News).