|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
HELBESTEK NIFÞÊ NÊRÛMÊK
Û QÎÇEK BENÎÞT

Mehmûd Hewlêrî-24/10/07-
Min gelek caran pirsiye, gelo helbestên nêr û mê jî têne nivîsandin. Yan jî heya îro ciwamêrekî berhemekî wiha afirnaiye...
Berhemên wêjeyî, ku di nava hestên edebê de têne hesibandin hinekî nêrûmêk in, lê dîrekt û bê guman cûreyî nêrûmêk hatine afirandin. Ji aforîzmê cûdatir cûre... Ji romantîzmê cûdatir cûre... Ji lîrîzmê cûdatir cûre... Ji epîkê cûdatir cûre... Ji dadîzmê cûdatir cûre... Ji nûjeniya duyemîn cûdatir cûre... Ji destanî cûdatir cûre... Ji bîranînan cûdatir cûre... Ji otobiyografî cûdatir cûre... Ji lêkolînan cûdatir cûre...
Ji her cûreyî cûtadir cûreyî taybet û xweser...
Yanî cûreyê ku navê wê nêrûmêk be... yan jî Elîgulê!...
Heya weke îro kesî bersiva min nedaye...
Pêþî min ji Serbaz pirsî... Serbaz, bi çavên korîk li nava çavên min nêrî, got: Wisa tiþt çênabe kaka.... Ev cûreyê edebiyatê, li cîhanê tuneye...
Lê Ednan, ku ew jî di nava cîhana medya de þev û roj dike yek û dixwaze bigihe deverekê, hinekî dirêj axivî, got: Xeyooo, helbesta Ereban ya dema çilptazî, ku dibêjinê ya cahiliyê, (ji xwe cehalet tazîbûn e. Herçiqasî Ewropiyan tazîbûn modernîze kiribin jî) û çaqloqên wan xuya dikirin, gunikên wan ber bi hewa dibûn jî û piþtî cenabê Mihemmed ku cil û berg li Ereban kirin jî, nebû...
Koçer, ku ew jî rojnamevanekî li ser computerê ye: Ohooooo, helbestên Nerûda mêranî ne, yên Nazim Hikmet, hin nêr in, hin nêrûmêk in... Yê Cegerxwîn teva nêr in... Eger tu qîçek benîþt bike nava gotinên helbestê û bi hevûdin ve bizeliqîne, wê bibe nêrûmek û wesselaaam!...
Qîçek benîþt!...
Me di zarokatiya xwe de, dema þîrêza me xelas dibû, me qîçek benîþt bi kar dianî û kaxezên xwe bihev ve dizeliqandin. Bîranîna zarokaitya Koçer jî hate bîra wî heya ku ev mînak da...
Min jî îro biryar da kaka, ku ez helbesteke nêrûmêk binivîsim...
Kî çi dibêje bila bibêje û çi rexneyan dikin bila bikin.
Berî wê, dixwazim wateya nêrûmêk jî bibêjim....
Nêrûmêk.... Kin û kurt... Nêrûmêk = Elîgulê... Ne Elî ye, ne jî Gûlê ye... Lê her du ne... Yanî Elîgûlê....
Hun dikarin navê helbesta min jî wisa deynin kaka...
(......)
Digotin, li welatekî mirîþkek hebû...
Rojekê ji rojan, got ezê hêka betê bikim...
Gotin, bavo, qûna te ne ew qûn e, tu bike hêka betê...
Hêka betê wê te ji hev veçire û qûna te wê bidire..
Tu wî delala me, tu wî xweþika me, eger bidire qûna te,
Wê bi inirê Dîkê me...
Mirîþkê got: Ez ewle me li qûna xwe, ezê bikim hêka betê,
Bila bi inirê Dîkê me...
Mirîþkan çiq tê nekir, dawî hawara xwe gihandin Dîkê xwe...
Dîkê malê hat û bang da, li dora mirîþkê çû hat û got:
Ez qûna te nas dikim mirîþkê, tu çima dike hêka betê?
Tu bike hêka betê, wê biçirre her deverên te...
Yanî bidirrêêê qûna te... Ezê bifiskînim kê, bêyî te...
Mirîþkê got: Dîko... Gelek mêyik hene li dora te...
Býke kêf û seyrana xwe, nenêre li dirrandina qûna min..
Dîk got: Keçko biqere, rûne li mala xwe, bixwe garis û baçîkê xwe
Qîma xwe bîne bi qedera xwe...
Mirîþkê got: Ew çi gotinin kurooo gidyanoooo
Tu þerm naki dilîzi bi qedera min
Tu nizani me derxisitye hevsarê xwe...
Êdî em jî bûne þivan û gavanê xwe...
(.....)
Gelî xwendevanên hêja, eger hûn vê nivîsê derî exlaqê çapemeniyê bibînin, gunehkarî ne ya min e... Hun tev dizanin ku em û Tirk bi salan e têkildarên hev in û di þer de be jî em her du basik ketine tora hev. Her roj, “bila îstîsna” her saet li medya Tirkan temaþe dikin... Medya Tirkan exlaqê çapemeniyê jî kiriye bin lingan ha ha, ha ha diperçiqîne û gemarî kiriye... Bandora wê li me jî bûye...
Çapemeniya Tirkan li gorî exlaqê Yenîçeriyan
tevdigere... Hûn dizanin ku yenîçerî jî, ocaxa zarokên revandî ye... Ocaxa
Yenîçeriyan wiha arzan negirin destan kaka. Ji vê ocaxê derdorê 60 Sadrazamî
Azam derketin û wezîrtiya milê rastê yê Padîþahên Osmaniyan kirin. Herçiqasî, 40
ji van Sadrazamî Azam, ji aliyê Dewletlûyên Cîhanþûmûl î Osmanî ve hatibin
kuþtin jî.. Mîratzadeyên hinekan ji wan îro, li serê civaka Kurd bûne bela...
Belayeên bi qesewaaat!..
Eger tiþtekî wisa hebe, çavkaniya gunhekariya vê babetê çapemenî û medya Tirkan
e... Ji niha de lêbûrîna xwe dixwazim kaka!..
24/10/2007-
| Nivîsên berê |
Rojek ji rojan

Mehmüd HEWLÊRÎ-19/10/07-Hewlêr-
Rojek ji rojan....
Rehme li dayik û bavê guhdêr û xwendevanan...
Ya Allah, ya Yezdan.... Me çîrokek heye ji dîroka hêrik û kavilan...
Tirkan tezkere derxist û kirin hawar.
Bi tank û topan kirin toz düman û dixan...
Dibêjin “Em in cengawêr cîhanþûmil û xwediyê þûr û mertal û riman
Eger hûn PKK ji Baþûr dernexin... Karayilan, Bayik û Aydar...
Bi hevre kelepçe nekin, zincîr û lele nekin...
Em tên û li ser serê we bikin tofan...”
Wê roja ku Tirkan bi tirr û fisên xwe dikirin toz û dûman
Xweliya tifik û tenûran hildidêran... Gelê Kurd li Hewlêr...
Amed, Mêrdîn, Silêmanî û Dihokê rabûne ser lingan
Digotin: “Ne bi gotin û galgala dikana Qaso û Misto ye
Em ne Kurdên berê ne ku ji bo Roma Reþ bibin þûrkêþ û þervan
Em in zarokên rojê nebiyê Med û Mîtan
Qet em rê nadin, telqareþ, zordest û dagirkerê Tirkan...”
Guhdar û xwendekarên delal û çelengvan
Em gihane dawiya çîroka xwe, ji bilî nijadperestên Tirkan
Rehmet li dayik û bavan...
HEJÎRÊ HAÞO

Mehmûd Hewlêrî-09/10/07-Hewlêr
Nebêjin ev çi
nav e.
Bi xwedê navekî ku pêwist bû bêhtirîn dirêj bibe. Ji ber ku xwediyê vî navî, di malaqiyê de cih nade
Ji sedema malaqiyên vî neciwamêrî, rewþenbîrekî li kolana Brukselê gotiyê: Tu çi palêsî gidîîîî! Ew jî keniyabû. Lewra me xwest vê mijarê ji payîtexta Yekîtiya Ewropa Brukselê, dirêjî payîtextaq Herêma Federa a Kurdistanê Hewlêrê bikin.
Serbaz telefon da min û got dixwazim te bibîninm. Me li qehwexaneyî rewþenbîran civan da hev. Serbaz, hinekî dereng hat, lê dema kete hundir, mîna gamêþekî hêcbûyî, duxan di firnikên wî re difûriya...
Ez hinekî tirsiyam. Hîna min bixêrhatin nedayî, bifermo ne kirî Serbaz bi hêrs got: Kaka, ev rewþenbîrên Bakurî çima wisa ne? Qet þerm nakin, nizanin rûmet û silûk çiye?
Min, matmayî got: Kaka, te xêr e, te kiþûmat dane ber xwe, bêguman xususiyeta wan birêzan jî, yên baþ û ne baþ hene, beþên ji hev cûda ne? Çiyeee, te xêr e?
Serbaz, li ser hev û du sê caran bêhna xwe kûr kûr kiþand û elhemda xwe anî, þehidand û got: La hewle we tileûbileeeeh!... Laaaa îlaha îlelaaaah û bêxîretî...
Min tu wate neda vê hawara îlahî û asûmanî...
Serbaz, piþtî bêhna xwe bi gotinên îlahî û asûmanî pêçan û hildêrane nava çavên min got: Hejîrek hatiye... Haþo ye, Maþo ye, çi jehr e nizanim Kaka. Dibêjinê Hejîrê Haþo!.. Pirtûkek nivîsiye...
Min got: Kaka, dive tu bizanibe ku ew kes ne Bakûrî ye. Ya duyem, pirtûk nivîsîbe baþ e, çima tu diinire?
Serbaz, kire niçe niç û serê xwe hejand û got: Bisebire Kaka, cenabî te meselê nizane...
Çarneçar ez bê deng bûm, Serbaz berdewam kir: “Hejîrê Haþo, berî 8 mehan hatibû Konferansa Þand û Huner û di axaftina xwe de tenê pesnê Perîþana Keçel da û got, jineke wiha devçarox e, dêlika guh çermeloqî ye, wisa pozbilîkîtke... Ew jinî di dema xwe de mîsyonerî dewleta Beljîk bû, di encamê de bi keþeyekî re zewicî... Ev jî tuneeee!... Balaaaam!... Dawî li ber rayedarên herêmê geriya, lavlav-kir, kûziya û got, dixwazim di derbarî Barzaniyê Nemir de pirtûkekê binivîsim. Temenî Hejîro zêdetir ji heftêyî ye, lê pirtûkên wî yek e nabe du... Piþtî ku tirê wî bûne fis dixwaze xwe weke nivîskarekî, weke rewþenbîrekî navdar bide nasîn û rayedarên Baþurî bixapîne. Dawî xwe gihande rayedaran, malaqî kir, dev û stuwê xwe xwar kirin û “mana xwe li Baþûr” erê kir. Li otêlekê hate bi cîh kirin. 8 meh darbas bûn Kaka... 8 meh.... Niha jî, pirtûka wî anîne cem min, dixwazin ez wergerînim zaravê Soranîîî... Kaka Kurdiya wî mîna geyayê li dara spîndarê tê pêçan e û di nava dirih û striyan de xeniqî ye. Gijonek û xerpîþonkî ye!.. Gotinên Tirkî weke “pox” li ser zimanê wî ye û haha-haha bi kar tîne. Min got, Kaka ev ne Kurdî ye, Tirkî ye, dibêje “pox” ketiye ser zimanê me... Lê, pirtûk dijunên li dijî PKKê ne Kaka... Çi alaqetî Barzaniyê Nemir û PKK bi hev re heye Kaka... Rojnameya min xwest ez hevpeyvinê pê re bikim, devê xwe vekir û li dijî PKKê, li dijî Apo axivî... Min got, Kaka, mijara me pirtûka te ye, ne PKK û ne Apo ye... Were ser nîrê zêrîn.. Were saaedetê... Lê di her gotina xwe de bi nîrê zêrînde rît û bi ser saadetê de mîst... Aaaa niha, ez ji wir têm... Min dîn û sewesî bûme Kaka...
Di cih de min, bangî garson kir ku çayên me nû bike...
Lê min newêrabû devê xwe vebikim. Di nava
bêdengiyê de bendeyî axaftina Serbaz bûm. Fiþþêna firnikên wî bi dawî hatibû,
hinekî jî aram bûbû, lê di nava xwe de difûriya.. Piþtî çayên me hatin, destê
xwe avête çanteyê xwe û pirtûkeke weke broþûrê derxist û avête ber min.
Min got broþûr e... Lê, dema min li nava pirtûkê û bergê pirtûkê yê paþ û pêþ
nêrî. Min dît ku pirtûka birêzanî Hejîrê Haþo bû. Teva 59 rûpel bûn... Min di
destên xwe de bir û anî, min kir û nekir navek lê ne kir, pirtûk e, biroþûr e
tênegihiþtim. Li gorî rûpelên norman 9-10-11, herî zêde 12 rûpel dikirin.
Min di berxwe de got: Piþtî 8 mehan, li oteleke 5 stêrik, tenê nivîsandina buroþûrekê þerm e... Kirêtî ye, heqareta li nan û xwêya xwarî ye....
Min ji Serbaz pirsî:
-Kaka, te ne pirsî ev çiye?
Serbaz:
-Min pirsî Kaka, got, ev bingeha pirtûka ku ez binivîsim e...
Devê min ma ji hev...
-Kaka, piþtî 8 mehan... Ev henek-pê kirina bi rayedarên Baþûrî ye, Hejîrê Haþo dixwaze, 8 mehên din li otêlê bimîne, peran bistîne haaaa!..
Serbaz, bi hêrs:
-Kaka dive ku em li ser vê mijarê rawestin. Beþek ji rewþenbîrên Ewropa û Bakur Herêma Federe kirina pêgiha rantê, kirine mêrga çêriyê, alifê xwarinê, delavê vexwarinê...
Serbaz hinekî rawestiya, keserek berda û berdewam kir: “Kaka, ev jî ne bes e nakokiya navbera hêzên Bakur û Baþûr kûr dikin, ji bo berjewendiyên xwe gelacî û fesadiyê dikin.”
Min, di ber xwe de got: Bi Êlim rast dibêje, loooooo!....