|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Ji tirsa Lotikxanê bi dizî çû Bexdayê
Firildeq Elî- 11/07/08-Stenbol- Çûna Kasimpaþali Recebo ne diyar bû. Geh digotin wê biçe Bexdayê û geh jî digotin:”Na canim, ji van teþqelên navxweyî fersendê nabîne û naçe”.
Lê agahîyên ku ji Îstîxbarata Ergenekona Lotikxanê ketine destên me ev in, ku Recebo ji tirsa ku wê Lotikxane pê bihese û lotikan li wî xe, çûna xwe eþkere nekiriye.
Hinek jî dibêjin:”Na qardaþim, allahime kîtabime ew ji çewalan tirsiyaye. Nexwestiye kes pê bihese da ku hinek çewalan nexin serê wî jî” filan û fîstan. Lê di her halûkarê de Lotikxane bi çûna wî hesiya û dîsa Recebê me li xezeba lotikên me xelas nebû.
Dibêjin Receb beg û Nûrî El Malikî paþa hevdu bi germayîyek kesanedî hembêz kirine û hevdu guvaþtine. Di derbarê tunekirina PKK de hevdu birine û anîne û di gellek meselan de heman tirr kirine.
Îcar di hevdîtina Mam Celal û Recebo de qiyamet rabûye. Mamo Recebo ewqasî hembêz kiriye ku parsûyek Recebo þikestiye û bûye kazewaza wî. Piþtî xwarina goþtê elokan jî, Recebo dîsa bi dizî li balafirê siwar bûye û li nêzîkî Anitkabîra Mistoyê Kor danîye.
Werhasil, tirs pîs e û xwedê tirsa Lotikxanê bi ser kesî veneke rebbî!
|
|