|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
FLAÞÞÞÞÞÞÞÞÞ!
Kurek ji Mamo re çêbû!

Mihemed Soran-03/01/08- Silêmanî-Þabaþþþþþþþ....Þikir ji dana xwedê re, þikir ku Mamê me Celal Talabanî bû bavê kurekî din û piþtî 70 salîya xwe bi miradê xwe þa bû. Niha hûnê bêjin:”Ya starrrrrr Lotikxanê dîsa çirandddddddd!” Lê na baba, bi telaqê bê fitû xilafî di gotina me de nîne.
Dibêjin berî çendakê Mamo serdana Kerkûkê kiriye û bi rayedarên Cepheya Tirkmen (yan jî Partîya Tirkmenelî) hevdu dîtine. Di vê hevdîtinê de lotikên Sorankî û Tirkmenkî hatine avêtin û xwedêgiravî wê guhertinên berbiçav di asta îdarî a civata Parêzgeha Kerkûkê de çêbibin. Yanî, wê Partîya Tirkmenelî jî di îdara Kerkûkê de cîh bistînin û pirsgirêkên xwe bi dîyalog û demokrasîyê çareser bikin.
Îcar dibêjin rayedarên Tirkmen Elî Mêhdî û Tehsîn Kehîye ji kêfa re dest bi lotik û zîtirkan kirine û çend tirrên Tirkmenkî kirine. Lê bi taybet Elî Mêhdî gotiye:”Serok Talebanî bavê hemû Iraqîyan e. Bi tenê serokê Kurdan nîne” filan û fîstan. Yanî bi kurt û Kurmancî, Mamo bû bavê Elî Mêhdî û Tirkmenan û qûþ li dêya wan qetand.
Îcar ma derewe ku em bêjin kurek ji Mamo re çêbû kaka! Hem jî navê kurê wî kirine Elî Mêhdî Tirkmenoxlî ellawekîl!
Werhasil, yabo me zanîbû ku zarokek di 9 meh û 10 rojan de çêdibe, lê Mamê me di nava nîvseetê de tirr ji Tirkmenan berda û bû bavê wan. Ma ev jî ne kerameta xwedê ye canekem!
Wey pîroz û bimbarek be rebbî! Lê em meraq dikin ka wê jinmama me Hêro xanim çi ji Mamê me re bêje. Helbet ew jî tenê xwedê û Lotikxane zane û hûn sax!