Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Me di Gala Kurd de çi lotik avêtin?

Cemîlê Çargurçik-03/02/08-Stockholm-

Wek me berê gotibû, em wek Lotikxane bi nûnerekî xwe beþdarî Gala Kurd bibûn. Lê mixabin ji ber ku nûnerê me di xew de mabû, me fersend nedît em ji we re behsa encama Gala Kurd û têkilîyên xwe bikin. Werhasil, kêmasî ji me û lêborîn jî li we xwendevanan.

Em di 24/12/2008an de beþdarî Gala Kurd bûn. Me li ser navê Lotikxanê gellek siyasetmedar û nûnerên partîyên siyasî dîtin. Herweha me bi sekretera sefîra Amerîkayê re nîqaþek dûr û dirêj li ser pirsgirêkên gelê Kurd kir û me bêhna wê çikand. Di derbarê têkilîyên wan û baþûrê Kurdistanê de me ew da ber zixt û þûjinên Kurdewarî û qirik lê ziwa kir.

Wekî din me bi seroka Sosyal Demokratên Swêdê xanim Mona Sahlîn re jî qehweyek tehl vexwar û me jê re behsa pirsgirêkên gelê Kurd kir. Herweha me di derbarê kar û xizmeta Lotikxanê de agahdarî da wê û kir ku devê wê ji hev bimîne vekirî, þaþomaþo bû.

Gellek balkêþ e ku wan þexsîyetan lotikek ku em ne li bendê bûn li me xist û gotin ku “têkilîyên me bi baþûrê Kurdistanê re ewqasî germ bûne ku nayê gotin”.  Sedema vê têkilîyê jî bi destketinên baþûrê Kurdistanê û meþandina siyasetek netewî ve girê dan.

Beþdarên biyanî bi taybet bal kiþandin ser van çalakîyên ku di van salên dawî de dibin û pesnê Wezîrê Spor û Gêncan Taha Berwarî û ekîba pêre pir dan. Hêjayî gotinê ye ku Taha Berwarî bi mentalîte û aqilmendîyek Ewrûpî nêzîkî çalakî û têkilîyan dibe û ev jî di nava Ewrûpîyan de dibe ciyê þanazî û pesindana wî.

Siyasetmedarên Swêdî û Amerîkî berdewamîya têkilîyan hêvî kirin û bi taybet jî pirsîn:

Yaw what is Lotikxane qardeþim? Bad that is werry seksi name ellawekîl, hella hellaaaaa!” filan û fîstan.