|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Birêz serokkomarê min

Di destpêkê de; bi hêvîdariya biharek aþtiyane, weke ku di jiyana jîndaran de ji nû ve afirîneriyek pêk tê, di jiyana civaka Kurd û Turk de jî afirîneriya pêwîst rû bide ez, ji bo aþtî, biratî û hevparebûna civakî, bi hemû kûrahiya hestên xwe, ji dil û can xwestekên xwe yên xweþî, baþî û li ser vî hîmî bexteweriyek bêdawî pêþkêþ dikim. Ez wek hemwelatiyek azad ê Komara Turkiyeyê û endam û rewþenbîrekî civaka Kurd vê nameyê; bi pêwîstdîtina ragihandina berevajîkirina hin pîvanên bingehîn ên dadê ji we re dinivîsim.
Belê, weke rewþenbîrekî civaka Kurd ê ku xwe ji hemû pirsgirêkên Turkiyeyê berpirs dibînê vê nameyê dinivîsim. Hêvî û gumana min jî ew e ku di nêzîktêdayina we de jî êdî þêweyek çareserker ango, biaram û hûrbîn bi pêþ bikeve û ev berbiçav bibe. Lewre pirsgirêkên Turkiyeyê, weke hemû rewþenbîrên xwezan eleqedar dikin min jî eleqedar dikin û di vê merhaleyê de pir baþ tê dîtin ku nêzîktêdayina dadyane nebe, mirov nikare qala þêweya çareserker bike.
Bêguman ji bo pevrebûna mirovan têkiliyên dadyane nebe nabe. Ev yek weke ku ji bo hevseran pêwîst e, ji bo pevrebûna gelan hin bêhtir pêwîst e. Lewre têkiliyek dadyane nebe, bi zext û zorê, heta bi hetayê gel bi hev re namînin. Pêdiviya pevrebûnê pûç dibe wê gavê. Dîroka cîhanê ya dema dawîn bi mînakên bi vî rengî dagirtî ye. Bêguman ev tiþtekî zanistî ye. Ez vê yekê çima dibêjim; wek gelê Kurd û Turk ku ji 1071î ve pevrebûnekî balkêþ pêk aniye, ez bi bawer im ku di vê merhaleyê de divê mirov bala xwe bide pîvanên dada nava têkiliyên wan. Bêguman sedema hemû pirsgirêkan heye. Hûn jî pir baþ dizanin ku tu pirsgirêk bê sedem dernakevin holê. Lê hûn jî baþ dizanin ku marîfeta mezinantiyê ew e ku bi nêzîktêdayinek dadyane werin çareserkirin. Ez bi bawer im ku tevgerînek bi vî rengî li hember civaka Kurd jî were nîþandan ango; ji qompleksê dûr, diyalogekî sererast bê nîþandan ewê destpêka çareserkirina pirsgirêkên welatê me dest bi çareserkirinê bike. Lê belê hûnê jî teqdîr bikin ku zimanê mirov û nasnameya mirov qedexe be! Ji ber nivîsana bi zimanê xwe yê dayîkê mirov ceza bigire, li wê derê av disekinin. Lewre hûn jî dizanin; ew kesê vê yekê bipejirîne xwe înkar dike.
Ji ber vê sedemê ez bi bawer im pîvanên bêdadî yên bi vî rengî hê jî berdewam dikin. Weke ku min di derheqê dozgerê Komarê yê Amedê, Mûammer Ozcan de daxwaznameya bi zimanê xwe nivîsî, naveroka daxwaznameyê dane aliyekî, di derheqê min de doz hate vekirin û ji ber ku min bi Kurdî nivîsiye 6 meh ceza li min hate birîn. Çendek berê jî li cem dozger min got; “ez Kurd im, ez dixwazim bi zimanê xwe yê dayikê ango, bi Kurdî biaxivim” dozger; “hûn cudakar in! Li vir bi tenê bi zimanê Turkî tê axaftin! Ku hûn bi Kurdî biaxivin hûn çima nasnameya Komara Turkiyeyê hildigirin!? Ku hûn bi Kurdî biaxivin herin bakurê Iraqê! bû. Bêguman ev helwest; siyasîbûna dada Turkiyeyê dide nîþandan. Û kesên ku ji çanda hemdem, pîvanên dada hemdem dûr in, nikarin dadê pêk werînin. Ew feraset û kesayet mixabin bi wan re nîne. Ji ber vê yekê; nikarin bêjin; Zagona bingehîn a Turkiyeyê, hebûn û xwe îfadekirina çandên cûda dipejirîne û nikarin bibin ewlehiya vê xwestekê. Ez hêvî û guman dikim ku rêveberiya Turkiyeyê di binê vê hevoka pêþniyara civaka Kurd de nepelçiqe.
Nizanim hûn çiqas ji van pirsgirêkan agahdar in, lê em; bi van pirsgirêkan re her roj rû bi rû ne û ji we helwestek çareseriyekî dadyane hêvî û guman dikin.
