Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

    Mehmûd Badilî

 

mbadili3@hotmail.com

Bawerî bi rêjîma Turkiyê nayê

Hemû rasteqîn û destnîþanên dîrokî li ser dirêjahiya demê û ji alîyên siyasî, rewþenbîrî û civakî ve çesipandiye ku bawerî bi rêjîma turkiyê naye, nebûna vê bawerîyê jî bêtir li kiryar û rêgehên vê rêjîmê digel danûstandina wê bi pirsa kurdî re di hindirê turkiyê de bi taybet û bi pirsa kurdî re li ser asta kurdistanê bi gelemperî vedigere.

Pirsa kurdî û xwestekên miletê kurd li serxetê ( bakurî Kurdistan ) di gelek qûnaxan re derbasbûye – bêguman her qûnaxek taybetîyek wê heye – lê qûnaxa herî balkêþ piþtî heyþtiyan ji sedsala bîstan destpêkir, dema Partiya Karkerê Kurdistan di rêya þerê çekdarî re doza serxwebûna kurdistanê kir, û bi rengekî zanistiyane û ligorî terazûyên cîhanî û herêmî xebata xwe ber bi bilindbûnê ve dijî rêjîma turkiyê ajot, P.K.Kê bi zanebûn xwe nêzîkî derûna miletê kurd kir, ji hêlekê ve dema þoreþa xwe bi rengekî kurdistanî lidarxist û diruþma serxwebûna kurdistanê hilda, û ji hêlek dî ve dema ramanên marikisî – lînînî hilgirt, jiber qatê herî fireh û mezin ji miletê kurd tevde karker û cotkar in, û hokarê ku bêtir bû alîkar taku þoreþa P.K.Kê berdewam bike ew nakokîyên ku di navbera rêjîmên herêmê yên Kurdistan dagîrkirine de hebûn ( Sûrî û Tirkî ) (Iraq û Sûrî) (Îran û tirkî).

Lê piþtî helweþandina sovyat û rêxistinên sosyalistî terazûyên cîhanî tev hatin guhertin û rewþeke cîhanî nuh bi seroktiya Amerîka destpêkir, pêre hemî kêþe û alûziyên rojhilata navîn jî gurr bûn, rawestandina þerê Iraq û Îranê, dagîrkirina Kuwaytê ji hêla Seddam, rêzgarkirina Kuwaytê di rêya Amerîka û hêzên cîhanî re, raperîna 1991 li baþûrî Kurdistan, êrîþkirina leþkerên turkiyê ser sînorê Sûrîyê, girtina serok Ebdullah Ocelan, helweþandina rêjîma Seddam, rewþa dewleta Iraqê ya federal û demoqrat û rewþa baþûrê kurdistanê, raperîna 12 avdarê li binxetê 2004 an û alûziya çekên atomî yên Îranê….t.d, îca di nava van bûyeran û gelek guhertinên dî de pirsa kurdî jî – heger ne ligorî daxwaza me jî be – lê pareke pak ji peresendin û pêþveçûnê ji hêla cîhanî û herêmî bidestxist, hema serkevtinên baþûrê kurdistanê û rêzgarkirina parçeyekî mezin ji xakê wê ku nuha miletê kurd bi rengekî federal û demokratî di çarçewa dewleta Iraqê de desthilata xwe bi xwe dikin serfiraziyeke pirr buhaye li ber dilê her mirovekî kurd. Bêguman ev serkevtinên vê dawîyê bi nisbet pirsa kurdî li dilê rêjîmên ku Kurdistan dagîrkirine nehat û naye jî jiber bandora wê bi rengekî yekser yan ne yekser dê li pirsa kurdî di hindirê her dewletekê ji dewletê wan de jî bike, çiku miletê kurd li ser dirêjahiya dîrokê, kêlîkekê jî xebata xwe bo destxistina mafê xwe yî netewî ne rawestandiye, daxwaza miletê kurd bo azadî û jiyaneke aþtiyane herdem berdewam e, lê digel vê û wê jî de, dîsa wek hemû carên berê, pirsa kurdî ji siyasetên berjewendiya cîhanî re dibe qurban, hema Amerîka bi xwe yaku îro bi tevger û siyaseta xwe serektiya cîhanê tevî dike, sebaret bi pirsa kurdî re siyaseteke dulaneyî ( dusereyî ) dimeþîne, li hêlekê piþtgêriyê dike û li hêlek dî çavê xwe jê digire, wek ku niha çavê xwe ji vê cenga bi qirêj yaku toraniya turkiyê bi behaneya tunekirina PKKê di hindirê kurdistanê de ( li baþûr û bakur) lidarxistiye.

Destdirêjkirina Turkiya toranî û êrîþkirina leþkerên wê ber bi baþûrê kurdistanê ve gelek armanc jê re heye, sedema sereke û bingehîn ku berpirsyarên wê jî eþkeredikin, armanca ku P.K.K ê biyekcar tunebikin, û ev armanc bi xwe bêçareye, jiber ji bêtirî sîh salî ve hemû rêjîmên turkiyê yên li pey hev hatine ev armanc yekem pêngav di bernameyê wan de bû, teva þer û cengên mezin li hember Gerêlayên serê çiyê yên leheng û mêrax û bi hemû çekên giran û nûjen lidarxistin lê herdem destvala ji þer derdiketin, bêguman herdem ziyana herî mezin ji hemû alîyan ve li rêjîmê bi xwe vedigeriya, û rûpela dewleta turkiyê bi gunehkarî û kuþtin û komkujiyê li cem rêxistinên mafên mirovantiyê dihate dagirtin ku ev rûpel bi xwe îro bûye sedema sereke ku nahêle turkiyê derbasbî yekîtiya ewropî bibe. Hin armancên dî yên veþartî jî ji vê destdirêjkirinê re heye, bêguman turkiyê wan eþkere nake lê bi rengekî diplomasî bi encama têkilîyên wê yî xurt bi civaka cîhanî re û bi taybet bi Amerîka re dixwaze wan bicîbîne, hin ji wan di van çend xalan de em ê xuyabikin:

1em- Rêjîma turkiyê li pêþ çavê xwe dibîne ku rewþa baþûrê kurdistanê roj bi roj ber bi pêþveçûnê ve diçe " desthilat, perleman, spah, ji bilî pêþkevtinên di warê abûrî û avahiyê de ", tirsa turkiyê ya bingehîn ji vê pêþveçûna ku çêdibe,  ku sibê desthilata herêma kurdistan di paþerojê de cîhekî baþ di civaka cîhanî de bigire û bi rolek xurt bandorê di siyasetên herêmê de bike û bandora xwe li pirsa kurdî di hindirê turkiyê bi xwe de bike, destdirêjkirin û êrîþkirina turkiyê ya bê sînor bi vê hejmara mezin ji leþkeran wek nameyekêye gef û kîna xwe têde dide xuyakirin û wek ku dibêjin binerin va em li ber pozê we ne gelekî lingê xwe ranedin.

2em- Pirsgela bajarê Kerkûkê ( bajarê betrolê ) ku herdem turkiyê dide xuyakirin ku nasnameya wê turkumaniye, îça nedûre ku turkiyê dixwaze astengiyan li ber rapirsîna ku dike çêbibe deyne taku kerkûk venegere  sînorê xwe yî xweristî û nekeve di bin desthilata herêma kurdî de, jiber turkiyê û civaka cîhanî tev dizanin ku Kerkûk bajarekî kurdistaniye, û gava ev bajar li kurdistanê vegere wek ku dilê wê lê vedigere.

3em- Turkiyê bi vê destdirêjkirinê nameyekê ji yekîtiya ewropî re jî diþîne, dixwaze ji wan re bide xuyakirin ku turkiyê xwedî roleke pirr giringe di herêma rojhilata navîn de û dikare bandorê li gelek kêþeyan bike, îca jibo derbasbûna hindirê yekîtiya ewropî dixwaze guhdana dewletên endam bi giringiya hêz û hebûna xwe vegerîne.

4em- Turkiyê dixwaze pirsa kurdî kêm û kulekî bike, vê pirsê wek kêmnetew dihejmêre û li ser vê bingehê danûstandinê pêre dike, ango ew li pirsa kurdî nameyzîne wek ku pirsa miletekî xwedî xak û mafe, pirsa bêtirî /40/ melyon mirov in, pêpar in ji hemû mafê xwe yî netewî û demokratî.

Birastî divê em qenc li hember vê êrîþkirin û destdirêjkirinê rawest in, û divê miletê kurd li herçar barçê kurdistanê bi hemû hêz û karînên xwe dijî wê kar bikin, û bêtir ji /20/ melyon kurdê hindirê turkiyê têt xwestin ku ew jî tev rabin û piþtgêriya P.K.Kê û girêlayê serê çiyê bikin, çiku dewleta turkiyê ji alî hindir ve pirr qelse û gelek nakokî hene tevgera kurdî dikare sûdeyê jê wergerîne, jiber sedemek ji sedemên hêza turkiyê dema berpisyarên wê dibêjin P.K.K ê rêxistineke terrorist e û tu kes ji kurdê turkiyê pêre nînin, ev kar bi xwe pîlaneke, rêjîma turkiyê dixwaze pirsa kurdî ji cewherê wê yî bingehîn rût û tazî bike, û vê pirsê bi gerêla tenê ve girê bide, û wek ku wan xistiye bala xwe dema gerêla yên serê çiyê tunebikin her ew pirsa kurdî jî tunedikin, nizanin ku pirsa 20 melyon kurd tucarî tunenabe, belê bêtir gurrdibe, ev ji hêlekê ve, ji hêlek dî ve divê destihilata herêma Kurdistan bizaveke berdewam bike taku leþkerên devbixwîn ji baþûr derînin, jiber destdirêjkirina turkiyê metirsiyeke pirr mezine li ser desthilata herêmê û tecruba wê yî federal û demoqratî bi taybet û metirsiye li ser pirsgirêk û hebûna kurdan bi tevayî.    

01/03/08-

  

Nivîsên berê

 

Miletê sûrîyê

Devê wî di axê de ye,  Lingê wî di feleqê de ye 

Ji dawîya pêncîyan ji sed sala bîstan ve miletê sûrîyê di rewþek pirr xirab û bêhûde de dijî, rewþeke reþtarî û bê aso ji hemû layên siyasî, abûrî, civakî û rewþenbîrî ve nemaze ji heyama desthilata jihevcudabûnê sala 1958 û vir ve, ya ku hemî kiryarên zordestiyê dijî milet bikarhanîn û bêtir dijî miletê kurd.

Bi vê desthilata paþverû re " desthilata jihevcudabûnê ", þemalên hêvîyê vemirîn, çûkên azadîyê baskobûn û mirin li ser þaxê darên ku reþereng ji hinavê diruþm û hêmayên beloq yên ku hatin avdan ji golên nijadperest, netewperest, regezperset û erebperestiyê li bejna xwe girêdan, û zaroka demoqratiyê bi destê be'esîyên þovînist û xencerên wan yên ser bi jehr û ciyawaz û kuþtin û zimanjêkirinê xwînî bin ax bû.

ji wê demê ve û ta roja îroj destê rêjîma sûrîyê di xwînê de ye, di xwîna hemwelatiyên wê de ye, û miletê sûrîyê nemaze miletê kurd devê wî di axê de ye û lingê wî di feleqê de ye, hiþê mirovê kurd di rêya xwendin û dibistanên ku tev bi zimanê erebî ne, bi rewþenbîriya erebî hatiye dagîrkirin, û bikaranîna pirojeyên siyasî yên þovînist di herêma kurdî de wek hejmartina awarte û zinara erebî bi armanca guhertineke demografî ji herêmê re, û bêparkirina miletê kurd ji hemî mafên netewî û demoqratî û mandelkirina hebûna wî yî netewî ku netewa duyem piþtî ya erebî di hindirê welêt de li ser xakê xwe yî dîrokî dijî.  

Ji wê dîrokê û vir ve rêjîmê di afirandina pûtên tirs û ziravqetandinê de avahiyeke pirr pêþketî bi cîh anîye, ji bilî pûtên kesayetî yê, pûtên di warê diruþmên siyasî de wek diruþma "azadî, yekîtî û sosyalistiyê", û vê dawîyê rêjîma nû ya niha  desthiladar e hinek diruþmên nû li wan pûtan zêdekir wek diruþma "peresendin û nûjeniyê" ku bûye mîna benîþt di devê her berpirsyarekî biçûk û mezin de, lê li ser zemînê tevde vir û derew in tiþtek ji wan diruþman ne ji dûr û ji nêzîk ve bi pêk nehatiye, û em ne di wê bawerîyê dene ku wê bi pêk bê jî, jiber kirêtiya siyasî û abûrî ya ku niha li sûrîyê peydadibe li ti deveran wek wê peyda nabe, vajî vê rêjîma îroyîn konê paþketinê li ser serê miletê xwe vegirtiye û di bin de þûrê ciyawazkarî û regezperestiyê li ser zengiloka vî miletî tûjdike, roj bi roj rewþa abûrî bi paþ ve vedigere, û birçîbûn bi rengekî berfireh belav dibe, qatê mezin ji milet hejar û geda ne, û qatek jê " bêroqrat û kombirador" zengîn û maldar dibin, siyaseta birçîbûnê ku bi zanebûn ji hêla berpirsyarên desthilatê ve tê kirin, pê re siyaseta kuþtin û girtin û lêdanê, pê re devgemkirin û qedexekirina azadî û demoqratiyê hiþtiye ku milet " Ereb û Kurd " sernixûm, serlijêr, xemgîn û perîþan bimînin, û rêjîm li ser lingê xwe di lewendiya zor û stemê de berdewam bike, tev ku em bawer in rêjîmên bi vî rengî tucarî berdewam nakin dê rojekê bê nêzîk û ne dûr ew ê di xwîna xwe de vegevizin, jiber rêkûpêka siyasta îro ya ku ji hêla Amerîka û dewletên Ewropî ji bo rojhilata navîn tê kirin nema rêjîmên bi vî rengî yên Þimûlî: serokên sermedî û xwedayî, rêjîmên xwînmij, zordest û terrorist dipejrînin.     

Siyasetên kujtar, kuþtin, girtin, lêdan, zimanjêkirin û birçîbûnê ligorî ferhenga guhertinên qonaxa îroj nema tên pejirandin ne ji hêla hemwelatiyan ve yên di heman welatî de dijîn û ne ji hêla siyaset û yasayên cîhanî û rêxistinên maf û mirovantiyê ve, lê rêjîma sûrîyê hîna li wê dahola berê dixe, hîna wê siyaseta qirêj û gemarî derbarî miletê xwe bikartîne, bi sedan kes "kurd û ereb" di zindanên rêjîmê de morîkên temenê xwe bi tayê mirinê ve bidarvedikin, tarîyê dicûn, kînê dadiqurtînin, bi darê zorê miþkên mirî dixwin, nexþên xweragirtinê bo serbestiya welatekî azad dirêsin, berê herî mezin ji miletê sûrîyê di bin tajanê birçîbûnê de dijîn, bi sedan mal û kuflet li parîyê nanê xweyî rojane mat dimînin, bi hezaran ciwan li kolanan þev û rojên xwe ji bêkarî di valahiyê de diborînin, ku vê bêkarî û valahiyê gelek ciwan ber bi vexwarina celebin ji "Hebên" sergêjkirinê ve ajotine, û bêtir ev diyardeya metirsî di herêma kurdan de belav dibe, hema li bajarê Hesekê li taxa Salihî û Ezîzîyê berçav xuya dike, û li bajarê Qamþlo jî li hinek taxên wê peyda dibe, û li paytextê li herêma Ruknedîn ku bêtir daniþtîyên wê kurd in ev diyardeya ha berçav e.

kerîyê birçîbûnê roj li pey rojê pirrtir û firehtir dibe, hejmara girtiyan û kuþtiyan jî bilind dibe, û rêjîm ne hay û ne bayê wê ji hemwelatiyan heye, tenê di dirêjkirina temenê xwe de dirame, û di afirandina þêweyên nû de bo diziya miletê xwe û birçîkirin û zikreþî û zordestkirina wî diponije.

Ev rêjîma ha, li gorî þopandina me ji tevger û kiryarên wê re, mirov tu hêvîyên guhertinê têde nabîne, hîç guhertin ne di bîra berpirsyarên wê de ye, û qet baweriya wan bi guhertinê nayê, Çimkî çi guhertina ku çêbibe dê azadî û demoqratiyê bi xwe re bîne meydanê, gava azadî û demoqratî bê meydanê ew ê milet jî beþdarî desthilatê bibe, li vir cîhê rêjîma þovînist – ku milet bîrwer û wêrek be – namîne, û demoqratî taku rast û durist be divê miltê sûrîyê bi hemû netewên xwe beþdarî piroseya siyasî ya welêt bibe, û her hêlek ligorî hejmartina xwe di dezgehên wê de cîh bigire, hemî netew li pêþ destûrê wek hev bin digel rêzgirtina taybetiyên her netewekê. Îca jiber vê sedemê û hin sedemên dîtir rêjîm dikeve wê bawerîyê ku guhertin xizmeta mana wê nake.

Bêguman rêjîm bawerî û danasînê bi firehhejmartina netewan di hindirê sûrîyê de nîne, danûstandina wê bi milet re wek ku tev zarokê Qehtan û Idanan in, di ser vê re wek ku tev be'esî ne û leþkerê serok in, " xwezka leþkerbana, bibûrînin… lê wek ku tev kûçikên serok in", di bin sîwana bendê heyþtan de ji destûrê " partiya be'es pêþrewa dewlet û civakê ye ", îca di bin sîwana vî bendî de kujtarên kuþtin, birçîbûn, lêdan, girtin, devgemkirin û tunekirina mafê demoqratî û merovantiyê bi rengekî eþkere bikartîne, wek karê ku ewledojehan li hember xwepêþanda miletê kurd - ku li bajarê Qamiþlo dijî êrîþkrina leþkerên turkiyê derketibûn - xaza hêsir barîn û gulleyên bira teqandibûn, encama vê bûyerê bi dehan kes birîndarbûn û Îsa mela Hesen tevlî karwanê pakrewaniyê bû, tevlî pakrewanê þewata sînema Amûdê û raperîna duwazdê avdarê bû, û nuha dîsa rêjîmê dest bi girtinê kiriye, hema ji demek nêzîk ve çend kesên xuya yên di Îlana Dimeþqê de hatin girtin wek Elî Ebdella, Dr. Ehmed tueme, Ekrem Elbunî, Ceber Elþûfî, Dr. Yasir Elî'tî, Dr. Fidaa Elhoranî û Mihemed Hecî Derwîþ..t.d, bêguman ev girtin bi xwe nîþana neguhertinê ye, bo sala 2008an û salên di pey re bên baþtirîn sembol û baþtirîn name bû ji miletê sûrîyê tevan re ku rêjîm eþkere ji wan re dibêje, destê xwe ji guhertinê biþon, û hîç neramin ku wê rewþa we ya abûrî xweþ bibe, ango tama devên xwe xweþnekin û çavên xwe bernedin xweþîyê, divê devên we girtî bin û destên we li ser hev bin û serên we di ber we de bin, divê devên we di axê de bin û lingên we di felaqê de bin.

 16/01/2008

 

 

Tirkên Toranî

qûna xwe ji derpê derxistine

 

 

Dîroka Tirkiya Toranî ji hemî xelkên cîhanê û bi taybet xelkên herêma rojhilata navîn ve baþ xuyaye ku mîna gurê devbixwîn bû, herêm tev xêr û bêra wê xistin nav dev û lepê xwe. Dewleta Osmanlî û Sefewîyên Îranê Kurdistan kirin du perçe bi incama þerê ku di navbera wan de li Çaldîranê lidarketibû.

Piþtî ku dewleta Osmanlî qels û lawaz bû wek hate pesindan bi "mêrikê nexweþ", Fransa û Ingiltera welatê Ereban û Kurdistan dagîrkirin, dûv re li hev parkirin ligorî hevpeymana 1916 ê, Kurdistan bû çar perçe her perçeyek ket bin desthilatdariya dewletekê (Tirkî, Îran, Iraq, Sûrî). Perçeyê herî mezin - xak û milet - di bin desthilatdariya Tirkên Toranî de ma, û ta roja îroj miletê Kurd li Kurdistana bakur bêpare ji mafên netewî, demoqratî û azadîyê.

 

Dewleta Tirkî bi rengekî eþkere dengê xwe di rêya ragihandinên xweyî taybet û giþtî de digihîne xelkên cîhanê ku Kurd li cem wê nînin, û Kurdên hene jî ew bi xwe Tirkên çiyan e, êdî bi vî rengî mafên Kurdan ku di ser 25 melyonî re hene mandel dikin û danasînê bi hebûna wan nînin.

 

Bêguman partîya PKKê di rêya têkoþîn û çalakîyên xwe re ji destpêka sala 1984 an û vir ve, rewan li kêþeya Kurdî di Tirkî de vegerand û çalaktirîn partî bû ku kêþeya Kurdî tevrakir û livand ta gihiþt radeyeke bilind ku danûstandin li ser maseya dewletên cîhanê bi tevayî bê kirin. Nemaze piþtî girtina birêz Ebdella Ocelan.

Li gorî van peresendin û guhertinên ku roj bi roj çêdibin, pêdivî ye ku desthilata Tirkîyê li rewþa xweyî hindirîn vegere û bi mejîyekî vekirî danûstandinê bi rasteqînên li ber destê xwe bike. Kêþeya Kurdî di hindirê Tirkî de ne xewn û xeyal e. Belê rastîyeke helkewteye divê bê çareserkirin û mafê miletê Kurd li gorî rêz û destûrên cîhanî bigihêje wan, wek ku ji mafê her miletîye serbest û azad li ser xaka xwe bijît û mafê xweyî çarenûsî bikar bîne.

 

Lê Toranîyên Tirkan, general,berpirsiyar û siyasetmendên wê vê rastîyê nabînin, belê di kuleka derzîyê re lê dimezînin. Hînekê ew hizr û ramanên Embiratoriya Osmanlî – Etatorkîperest di serê wan de digere, ku Kurdan tune bikin wek ku Ermen tune kirin di rêya kujtarên komkujî ku bi serê wan de anîn.

Îroj dîsa Tirkîya faþist, bi hinceta PKK ê, alozîyên  di hindirê xwe de dixwaze derîne jiderveyî sînorê xwe, leþgerên xwe li ser sînorê Kurdistana baþûr rêzkiriye da ku êrîþî Kurdistanê bike û þerekî vala û bê encam lidarxîne. Digel ku Tirkîyê bi xwe di wê bawerîyê de ye ku bi nisbet PKK ê dê destvala vegere û nikare tu ziyanê bigihîne wan jiber pêþmergeyên PKK ê di cîhekî asê de ne. Lê meram û mebesta Tirkîyê ne PKK ê ye, mebesta wê ji vê êrîþkirinê ku herêma Kurdistanê a fedral, firehhejmar, demoqratî û serkeftinên ku bi dest xwe xistine û cîbicîkirine helweþîne. Ev daxwaz ji mêj ve di serê berpirsiyarên desthilata Tirkî û hemî desthilatên Kurdistan dagîrkirine de digere.  

 

Hevpeymanên – duyem, sêyem, çarem - ku hercarê di navbera wan de lidardikevin vê daxwazê eþkere dike. Hema va serdana serokê Sûrî Beþar El Esed û peyva wî dema dibêje " ji mafê desthilata Tirkîyê ye ku bizavê di ber xakê xwe de bike", û desthilata Iranê ji hêleke dî ew jî pelûlê lihevdixe û xefkan ji xewnên miletê Kurd re vedide.

 

Êdî desthilata Tirkîyê eþkere qûna xwe ji derpê derxistiye, eþkere dibêjin em avakirina dewleteke Kurdî qebûl nakin û ta ji me bê em ê dijî wê rawestin.

Lê bila ew û desthilatên dî (Iran û Sûrî) di wê bawerîyê de bin, dê bapêþa tecruba Kurdistana baþûr zû ya dereng wê derbasbe hindirê wan jî.

 

Pêdivîye ku desthilata Tirkîyê bi rêzaneke nû kêþeya Kurdî çareser bike, êrîþkirin û karê leþgerî vê kêþeyê çareser nakin belê bêtir alozîyê dijwar dikin û astengan peyda dikin. Divê berpirsiyarên Tirkî derîyê danûstandinê vekin, û danasînê bi mafê miletê Kurd yê netewî, demoqratî û hebûna wî bînin. Yan na ew derpêyê ku îroj libadikin dê li serê wan bigere.  

                  -----------------

 

Pozkulav in

bê rêz û rav in

 

 

 

Roja sê‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏þemê 9/10/2007, li ser televizyona Cizîrê di bernameya " Eliticah elmuakis " de, birêz Þêrezad Adil Eyzîdî û pozkulavê be`esî Ibrahîm Elûþ, rû li rû li hember hev mêvanê Dr. Fêsil Qasim bûn.

Gelek pirs û babet ji hêla Qasim ve li ber destê herdu mêvanan hatin raxistin. Pirsa herî balkêþ kêþeya Kurdî û pirsgela fedralî yê bû. Di nav re hin babetên dî jî hatin raxistin wek kêþeya Kerkûkê û hejmartina 1957 an, mafê çarenûsî ji miletê Kurd re, perçebûnên ku di destpêka sedsala bîstan de li ser destê dewletên kolonyal " Fransa û Brîtanya " çê bûbûn û girêdana wan bi pirojeya Emerîkî ku nuha dixwaze li Iraqê pêkbîne di rêya bicîkirina fedralîyê re bi rengekî durist li ser bingeheke demoqratî û þaristanî ku hemî miletê Iraqê di bin sîwana wê de bi hebûna xwe hest bikin.

Herdu mêvanan her yek ji alîyê xwe ve bizav di ber bîr û bawerîyê xwe de dikirin. Mamosta Þêrezad bi mejîkî vekirî û bêhnek fireh bizav kir taku dadîya pirsa Kurdî li ser maseyê ji xelkê re raxîne ku ji mafê miletê Kurd e ew jî wek hemî miletên cîhanê bijî. Pirsa fedralî di destûra Iraqê de cîbicî bûye û ji hêla milet ve bi tevayî hatiye hilbijartin, û va tecruba Kurdistanê li pêþ çavê we ye bi rengekî ji rengan bi serkeftin berdewam dike. Ji ber vê yekê me Kurdan pirojeya Emerîkî hilbijartiye û em dibînin dê fedralî hemû alozîyên Iraqê çareser bike.

 

Lê ev bersiv li dil û hiþê Ibrahîm Elûþ nehat, qûna wî nema cîh girt wek ku îsota tûj têde be, xwêdan pêket û dest bi sixêfan kir, gelek kirêtî jî kir. Ji xwe be'esîyên þofînî û faþist mejiyê wan zingarî ye û hindirê wan tev kîn û sext û qirêj e… Elûþê kirêt got: “Hûn Kurd dixwazin Iraqê perçe bikin, we Emerîka anîye herêmê, serkêþên we Telebanî û Berzanî nokerên Emerîka û Israîlê ne, ne ji mafê we ye ku dewleta we hebe, perçebûna Iraqê dê rêberîya perçebûnê di herêma rojhilata navîn tevî de bike, ê Îran, Tirkî û Sûrîyê jî perçe bike ji ber Kurd li wir jî hene. Kurd kêmnetew in û avakirina dewletek serbixwe ne ji mafê wan in. Hewîya Kerkûkê Erebî ye û hejmartina 1957 an vê yekê diçespîne. We Kurdan vê dawîyê hewîya wê  bi guhertin dan, we bera Ereban dan û Kurd li þûna wan birûniþtin dan”…

Bêguman herçarê Dr Qasim jî zixt li Elûþ dida ku bêtir bide nav û kîn û hiqd û kirêtiya xwe li ser Kurdan valake, ne ê hevin û xwîn li cem kesên bê mentiq nabe av…

 

Lê birêz Þêrezad ew peyv û gotin ji wan re nehiþt, û got: “Hey olan oxlî olan, ma heta kengî hûnê bi mentiqê keran nêzîkî pirsa Kurdî bibin? Yekem: Iraq ne dewletek Erebî ye, hey ker vê yekê fêm bike, Iraq dewletek ji du netewan (Kurd û Ereb) biserhevhatî ye, û Kerkûk wek Berzanî yê nemir gotiye " dilê Kurdistanê ye " ligorî hejmartina 57 an Kurd ew yên pirr bûn ji her netewên dîtir. Lê Seddamê xwînmij gava hat ser hukim zinara Erebî li Kerkûkê pêk anî, Kurd ji cîhê wan rakirin û Ereb li dewsa wan çandin. Tev ku ji mafê me ye, em îlana dewletê bikin lê me nekir û em reza xwe bi fedralîyê tînin ligorî nîr û qonaxa îroj. Duyem: Ne me Kurdan Emerîka anîye herêmê, rêjîmên we Ereban ew anîne, ev rêjîmên Efleqî, mejî zinger, be'esîyên diktator, dûvre tu têkilîyên me bi Îsraîlê re nînin lê vajî vê balyozên wê li gelek dewletê we hene û eþkere ala wê li wan dewletan li ba dibe. Sêyem: Heger hûn dibînin me Iraq perçekiriye ma dewleta Sûdanê jî em dixwazin perçe bibe?

Êdî her miletek ji mafê wî ye ku wek bixwaze jiyana xwe hilbijêre, û miletê Kurd ji roja roj de bindestî û koletî hilnebijartiye. Þoreþ û serhildanên Kurdan herdem lidarbûn da ku serbest û azad li ser xaka xwe bijîn. Îca cîbicîbûna mafê çarenûsî bo miletê Kurd baþtirîn çareserkirine bo kêþeyên rojhilata navîn ku her miletek serbixwe bijî”.

 

Werhasilî, çiqasî kek Þêrezad pozê Elûþ difirkand pozê wî nediþewitî û li ber xwe nediket. Heq pê re heye ku pozê wî neþewite, jiber li ser tiþtê pîs û kirêt û qirêj perwerde bûye. Duyem idyolojiya be'esîtîyê li ser bingeha tunekirina yên dîtir ava bûye. Ji ber vê yekê diktatorîyet û xwînmijandin û kuþtin perçeyekî giring ji kiryarîyên endamên wê ne, nemaze kesê ku dibe berpirsiyar û desthilat dikeve destê wî, xerîzeya ajelîyê li cem gurr dibe.

Lê di wê bawerîyê de bin, mentiqê dadî, mirovahî û azadîyê herdem li hêla kesê xwedî maf, mentiq û bawerî ye, û tucaran mafê miletan wenda nabe. Eger xeba hêvî û dilxwestin hebe.    

 

12/10/2007

 

 

 

Marê bin kayê ye

" pêvedana wî ji ya desthilatê jî notir bû "

 

Di roja înê 5/10/2007 an de, bêtirî sedan cemawer digel hin hêz û partîyên Kurdî li bajarê Qamiþlo (meydana Hilêlîyê) bo helkeftina bîranîna çel û pênc salîya hejmartina awarte 1962 an ya þovînî û regezperest kombû bûn, Tevde bi mebesta ku dengên xwe dijî siyaset û zor û sitema ku rêjîma Sûrî ya desthilatdar li miletê Kurd dike hildin û xebata xwe bi rengekî hevbeþ gurêxbikin dijî pirojeyên þovînist û regezperest yên hebûna miletê Kurd kiriye armanc da ku wî tune bikin û jikokêve rakin.                                                                                                                   

 

Lê mixabin, ta di karekî hevbeþî wilo jî de, em lotikan li hev dixin, ji dêvla ku em lotikên xwe bikin yek û ber bi desthilatê ve bavêjin, em bi hev vedidin û lotikên dijwar li derqûn û ruwê hev dixin.

Îca çi kare…?! Karekî hevbeþ ku hemî miletê Kurd, dil bi hisret û kovan û bi çavekî kul di hêvîyê de þev û rojên xwe dirêsin, karekî ku partîyan bi xwe qirik û gewrî li hevdu birrîne taku carekê ji caran di meydana xebatê de bi hev re bikin, lê xuya dike lotikvan nahêline mîna ev karên ha herine serî û bi cîh bibin…

 

 Erê birano, lotikvan di hindirê serkêþiya tevgera Kurdî de pirr in, nemaze ew kesê ku wek marê di bin kayê de ku bi kerrî bi mirov vedide û hindirê wî miþt kîn û nexweþîne, lotikên wî pirr dijwarin, ji yê desthilatê jî notir û dijwartirin…

Vê carê lotikvanê me, xwedê jê razî be, Xêredîn Mirad bû, li wê meydanê û di nav wan xelk û kes û hêzan de – em jibîr nekin kesên ewlekar  jî li hawîr û navê hebûn – wek nêrîyê kol lotik dan xwe û got: Hîç çênabe, ez.. ez  û gelek caran got ez qebûlnakim Partîya Çepê Kurd bi me re beþdarî kar bike, û hîç û ebed heger hûn serê min jî jêkin ez nahêlim peyva xwe bêje û nerîn û helwesta xwe li meydanê raxîne…

Çiqasî Partîya Yekîtî li ber geriyan û di ber wî de dan lê mixabin sûde nekir û hiþê wî nehat serê wî ku karekî pirr xerab dike ku berî her kesî ziyanê digihêne partîya xwe û kesayetiya xwe… Lê bêtir fiþînî pêket û serê wî sincirî… zîtok û lotikên wî ji yê desthilatê germtir û xurtir bûbûn.

 

Werhasilî, Partîya Çepê Kurd tev endamên xwe yên beþdar bûbûn biaqil derketin, karên xwe bi mêranî û serbilindî birin serî û ji cîhê xwe neliviyan taku xelk tev ji ber hev belav bûn.

Lê tiþtê balkêþ û çak ku hat meydanê ji miletê Kurd re yên ku li wir amade bûbûn, reþ û sipî ji hev veqetandin, derew û rastî ji hev naskirin… Naskirin bê kîjan partî herdem dixwaze bêtir kar û xebata hevcivakî, hevbeþî bê kirin û kîjan partî dijî vî karî ye… Ya dîtir kîjan partî bi dilekî rast û hiþekî vekirî xebat û xwebêja xwe bi hevdû ve girêdide, û kîjan partî miletê xwe bi peyv û sembolên  qelew dixapîne…

 

De xwedê di vê roja birûmet de, Xêredîn Mirad ji Partîya Azadî re bihêle, û serê wî sax be li ser karê ku kir… ta careke dî hûn û karê hevbeþ di xweþîyê de bimînin.