Lotikxane    

ARŞÎV...    info@lotikxane.com        lotikxane@hotmail.com     

    Magazîn, henek, gilî û gazin

 

Mahmûd Hewlêrî

mahmudhewleri@hotmail.com

 

DEXALETA NAM-DEGER Π SIYASÎ

Piþtî nivîsa min ya dawî ku weke hawarekê bû, dilê hevalên min sot. Roja ku nivîs hate weþandin, her sê rojnamevanên hevalên min, bi ser malê de girtin û gotin: Bes e kaka, te hetka me bir, qîma me nema tê ku tu navê me di nivîsên xwe de bi cih bikî. Em rojnamevan in, karê me bi lîstik û dek û dolabên Xêro û Dêro re tuneye. Eger tu wisa bikî, em nema diçine qehwexana rewþenbîran û emê li hemberî te, di  mehkemeya kûbra de dozê vekin. Tu dizanî ku li salona Þeraton,  ew rewþenbîrên wêranzar, nema pêça xwe didine me. Ji me inirîîîîîî ne!...

Çar ne çar min got: Baþ e kaka, hûn jî birevin, hun jî ji rastiyê birevin, biron Kaka biron… Bila kesên bê xîret û bêsilûk hespên xwe di holka siyasî û entelektueliya Kurd de bibezinin, hûn jî birevin. Ev jî çarenûsa xerab a gelê Kurd e. Xirabo, xirabooooo ye!

Lê min cardin anî bîra wan ku karê herî zor yê nivîskariyê, nivîsandina karên dexaletê ye. Her sêyan bi yek dengî got: Ev ji ku derket Kaka, tu dixwaze çi bibêjî!?

Min devê defterê vekir û got: Kaka binêrin, ev nivîs ji bo bêrîkirna bardaxên raqiya li Çîçek Pasaja  Stembolê ye, ku di nava entelên bi nifþê xwe Tirk in bêne vexwarin e. Gotina pêþî hawar e… Gotina duyemîn ezbenî ye, gotina sêyemîn bextreþî ye, gotina çaremin telaqreþî ye, gotina pêncemîn dexalet e. Kî dexaletê dike? Yek: Kesên gunehkar. Du: Kesên poþman… Sê: Kesên ber bi xiyanetê gav diavêjin. Çar: Kesên bê xelat û bê silûk. Pênc: Kurtîlxwer… Þeþ: Kesên melaq. Erêêêê, erêêê melaaaaqqqq!.

Kaka, ez gotina melaq jî, hinekî vekim û þîrove bikim. Ji ber ku ev gotin ji bo perwerdehiya hestên mirov jî tê bi kar anîn. Melaq: Mîna karikên mîjok e. Eger mirov sêwî be û fêrî lûtan bûbe… Fêrî kurtêlên ber tenûran bûbe, kaka ew kes ji zarokatiya xwe û heya temenê xwe yê dawî melaq dibin. Hemi dibin, diqusihin… Ar û arnamê nasnakin. Namûs û namûsnamê jibîr dikin. Ademiyet û ademiyetnamê diavêjin piþt guhên xwe. Silûk û rûmeta wan, di pariyê devê wan de ye.

Mirovên melaq, kesên herî derfehatî û zalim in. Diranê wan kaka, diranê wan di piþta stiwê wan de ne. Pora wan di aniya wan de þîn dibe. Mirov rûwê wan nabîne. Weke Hêstirên þemûs in, ku mirov  li pêþiya wan biçe gezan didin, ku mirov li pey wan biçe pihînan didin.

Dema têr xwarin, girêka xwe piþt werîs xistin, ya azinellah kaka, ya hefiz xwedoooo, dayika xwe difiroþin,  bavê xwe nas nakin.

Niha rewþeke wisa derketiye holê.

Pirranî,  piþtî ku Beko Ewan Metînger Mehmedok ku yek ji melaqên AKPê ye, çû baþûrê Kurdistanê, hinek kes û derdorên herêmê, kes û derdorên  ji bakur ku hesbel-qeder ji hêlîna bextreþiyê silikî ne, hevdîtin kirin, melaqiya mezin dest pê kir. Rastiya kesayetiya hinek kes û derdoran hate hildêran.

Bînerin kaka, binêrin melaqê mezin ku ocaxa bavê xwe tefand û ya apê xwe korîk kir, çi dibêje: Ezbenî û birayê delal Ehmedo Eltano, birêzanî dostekanî qedîm Alew Erato, û Yasmînî Çongeran  Emerîkano, min bêriya we kiriye. Min bêriya bardaxên tejî raqiya li Çîçek Pasajê kiriye.  Kanî ew roj, ku em bêne cem hev û bardaxan poþî hev bikin û bi ser dilkê xwe de berbidin û bibêjin, yarasiiinnnnn can ezizim yarassiiiiinnnnn?

Ax, dayê ax, xwezî bi wan rojên berêêêê!... Ez bi xwedê kim, tu bi xwedê ke, ew bi xwedê kin… Haaa îro ez li Hewlêr im, Monîca 120 hezar euro di bin min de ye, salona Þeraton û wiskiya di bara wê de berqebelî min e, diraveyên wê jî, ji sendoqa veþartî tê dayin, lê ez bêriya we dikim, ez bêriya þildim bildim dikim.  

Erê Kaka, îcar hûn sê rojnamevan hatine û hûn dibêjin, hîq û boq, tu nema dikari navê me binivîse. Baþ e kaka nanivîsim, nanivîsîm… Pêdivî bi hîq û boqa we nîne!...  Ezê dostekî qedîîîîîmmmm ji yê Qaþo Kaþo, an jî Qaþo Yaþo bibijêrim û bikim qehremanê xwe. Û bi Agabeyî meleqî namdeger siyasetmedarî bêrîkê biçim “li Mahfelî Þerqê’ berdaxên Iraqiyê bi ser dilkê xwe berbidim. Oxxxxxnaaayyy!... 

Bila dayik û bavê ciwanên Kurd li serê çiyan, di zindanan de biþewitin û hûn jî li kolanên Hewlêrê gera xwe bikin, li pey rayedarên hêzên baþûrî bibezin ku hûn nûçeyekê amade bikin. De baþ e, kaka baþ e… Ezê di ser girrrêêê we re,  di vê nivîsa xwe de bibêjim: “Agabegim Uskudari geçer iken tirrre llalalla laaaammm”. Û masiyên Tarabya di restorantan de, li bendeyî nam- deger siyasetmedarî bêrîkanî ne  û ezê bibêjim, “de bixwe lawo bixwe, bavê te xwar Kurd xelas nebûn, apê te xwar Kurd xelas nebûn, tu jî û kurê te ku bi Kurdî nizane jî bixwe Kurd xelas nabin…“

Kî dibêje, Kurd mirduwa kaka kî dibêje, Kurd her hebûn kaka her wê hebin û wê hebiiiinnnn!. Erê raîmanelleh wê hebiiiinnnnn!...

08/01/2008-Hewlêr

 

 

Nivîsên berê

 

 

HAWARA SERBAZ!..

Serê sibehê, bi zîrrêna telefonê hilçeniyam...
Bi dengekî gijelokî, min got elooooooo! 
Li hemberî min dengekî hêrs û yarî got: Aloooteynnn…

Hîna min negot, aleyna we aleykû,mesalam û we rehmetullah û berakat! Mirovê hemberî min Serbaz bû.  

Di nava xilmaþiya xewê û westandina roja berîtir de, ku heya saet berî sibehê kar kiribû, berî ku biçim ser cihê xwe, devê min bostekê ji hev vedibû, dawî min got: "Xêr e Kaka?"
Ji dengê Serbaz diyar bû ku xwe ji hêrsa li hemberî rewþenbîrên bakurî xelas kiriye. Bi dengekî melûl, lê hinekî lerzok got: “Kaka, cêþî Tirk tewekel nîne, mesele çi ye, har bûye, ha ha êrîþ dikin vir û wir û dera din...
Ne dema Timurleng e Kaka, ne jî dema Xan Cengîz e, ne jî ya Selîm Yawuz e… Di parlamena Tirkan de, di Serfermandariya Artêþa Tirk de, di Qesra Çankaya de, li mala Denîz Baykal, ji mala Dewlet Bahçelî… Çiye xêr e!... Dewlet Bahçelî mirovekî bê dûnde ye Kaka, lewra dixwaze zarokên cîhanê teva bikuje…  Zelzele heye Kaka! Doh bû,  ciwan, zarok, navser, jin, kal tev li kolanan bûn. Niha jî cêþî wan li kolanên bajarên Kurdistan in, di nava zevî, mesîl, newal, beroj û nizaran de ne... Bakur ne bes bû dest avêtin Baþûrê Kurdistan… Mirov dibêje roja heþerê ye. Niha  ketin Baþûrê Kurdistan… Zûûûû were Kaka em biçin Xabûrê, em biçin Duhokê, em biçin ber bi sînor!"
Rastî ez ketim nava dudiliyan û hinekî tirs li dora min peyde bû … Lê min xwe zû da hev û got: “Kak Serbaz, fiþe ye… Ocaxa Yenîçerî, cardin lûtan dixwaze… Box bûye, qazan ji ser tifikê daniye… Ewê çend dewranan bidin xwe û pîs pîs vegerin qijleya  xwe…  Hinek lûtan ji Erdogan bistînin û rûnin”. Lê qet min nedizanî ku birrek rojnamevan derketine rê û ber bi Xabûrê çûne.
Serbaz dereng mabû, dixwest min û wesaîta min bi kar bîne…

Dema ku tezkere ji parlamena Tirkan derket, Serbaz dîsa, telefon kir û ez ji nava cihan rakirim, bibez birim cihê mitingê û mikrofon kire destên min got: Biro, biro ji kesan bipirse çima miting lidarxistine, ew bi çi armancê beþdarî mitingê bûye…

Niha jî dixwaze tiþtekî wisa bike…

Min nirx dida rojnamevantiya Serbaz, hem dilgerm bû, hem dilsoz û hem jî rûþiþtî… Berê digotin, 3 tiþt hene dilbiêþ, yek qereçî, yek mirîþk, yek jî mêþ…  Çiqasî tu kiþ dike wan, xwe didine pêþ… Îcar ya çaran jî, di demûdewranên me de rojnamevan in… Tu çiqasî dibêje, Kaka bes e, biron,  bes e, piþtre emê agahiyan bidin, ew xwe didine pêþ û pirs li ser pirsê dikin… Serbaz jî yek ji wan rojnamevanên ku paþde gavê navêje ye û pirsên wî jî di turikê wî de amade ne…

Hîna ez di nava hiþekî bê biryar de diçûm û dihatim, Serbaz got: Kaka ez li cafeyî rewþenbîran bendeyî te me û telefon girt... Çarneçar, ez rabûm, di nava kasûliyeke mêþmirî de min cilê xwe li xwe kirin û qista cafeyî rewþenbîran kir.
Bi rabûna min  re ajansa DIHA hate bîra min.
Lê min got, Serbaz bêyî wan gavekê navêje... Xwedê dizane ku Serbaz, Ednan û Rêdûr, berî telefonê bide min ew agahdar kirine...
Car din min dil nekir û destê xwe dirêjî telefonê kir. Çawa dengê Ednan hat, min got, ev kat û katên te teva baþ, Birêz Adnan, cenabî te çawa ye? 
dengê wî jî, liqasî yê min di nava girêdaneke þimadanî de hat... Xuya bû ew jî, nû nû ji xewa þêrîn radibû... Min di ber xwe de got: Gidîîîî, eger rojnamevanên gelê Kurd, mîna min û Ednan bin, weytîîîîî li Kurdan.... Bavo rojnamevanên cîhanê teva hinekî qereçî ne, hinekî rûþiþtî ne, hinekî jî baz û pêlewan in û macereperest in... Rebenîîî ji me dibare bavooo!... Tirkan tezkere derxist, artêþa Tirk ji erd û ezmanan hewa germ dibalivîne, bablîsok û toz û dumanê radike... Cebilxane li sinor kom kirin, rewþa awarte îlan kirin, aaaaa niha jî li gorî ragihandina Serbaz, eskerên artêþa Tirk ketine xakî Baþûrî Kurdistan… Hal û ahwalê me waweylê ye!...

Min di ber xwe de got: Ev segbav wê xakî Baþûrî Kurdistan jî mîna xakî Bakurî Kurdistan tarûmar bikin…
Piþtre min fam kir ku Serbaz, berî telefonê bide min, li Ednan geriyaye û gotiye: Kaka eskerî cêþî Tirk kete Xakî Baþûrî Kurdistan, rojnamevanê cîhanê, yên Tirk teva çûn Xabûrê, zûûûû werin em jî biron, zûûûû zûûûû zûûûû…

Hawara Serbaz, ji aliyekî ve  rojnamevan, ji aliyê din rewþenbîrên li wan mûn dikir jî rakirine ser lingan… Dawî rewþenbîrekî gotibû Serbaz:

-Kaka cihê hawarê ne ez im, fermandarî hêzên Pêþmerge ye, PKKe ye, bifermo telefone bide wan Kaka… 

22/12/2007-Hewlêr

 

 

 

 

SIYASETA  BÊRÎKÊ

 

Merheba Hewlêr!..

Dengê hawarê tê, dengê qîrên û teþqeleyan

Ji aliyekî ve Ereb, ji aliyekî ve  Faris, ji aliyekî ve Tirk, ji aliyekî ve Emerîkî...

Ji aliyekî ve jî dengê entelên Bakur...

Xwedê xerabike mala paç-xweriyê...         

Lût çiqasî þêrînin bavooooo!

 

Merheba Hewlêr!

Ji her çar derdoran ve siyaseta berîkê ketiye rojevê...

Min got, golikên paçxwer, Ednan û Serbaz gotin, ev peyv giran e, tewanbarî ye. Pêwiste tu biguhere... Min jî got, bifermon kaka, bibêjin, weke çi?

Serbaz, çavên xwe korîk kirin û bi dûrnêrîneke zîrek got:Kaka, ev siyaseta bêrîkê ye. Kîjan entelê bakurî tê baþûr, li devê dergehê kela Hewlêrê radiweste, mîna bazirganên sedsala navîn, çavên xwe li lûtan digerîne... Aaaaaa doh bû, entelekî ku hundirê wî xiþxiþîye û di ava kîmyewî ya serê wî de, tenê polemîk hene, got, aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd Emerîka ye... Kaka wa dibe? Gelo Kurd li ku ye? Çima ne gelê Kurd aktorê sereke be? Entelekî din jî, pêvajoya îroyîn û helwesta  hêzên baþûrî Kurdistan, weke taktîk binav kir. Na kakaaaaa, taktîk be jî divê Kurd li himberî hev taktîkan bikarneynin. Êdî dema taktîkbikaranînê derbas bûye kaka! Li himber dijmin erê, lê li himber Kurdan bikaranîna taktîkan wê bibe sedema bûyerên nebaþ canekem! Divê êdî em Kurd ji demokrasîya cîhanê dersan wergirin, dersên baþ. Dewletek wek dewleta Tirk a terorîst radibe partîyek wek DTP digire, serî li dadgehê dixe û pêvajoyek normal dide destpêkirin. Bo Kurd nikaribin vê pêvajoyê bikarbînin kaka! Lê em çi dikin? Em jî bê dadgeh û bê edalet hevdu dêþînin, partîyên hev digrin û mafê hev binpê dikin. Ma qey em wek dewleta Tirk jî demokrat nayên kaka!?.Ka mafê mirov? Ka demokrasî?

 

Kes jî dengê xwe dernayêxe...

Ji berdêla dijber bin, dengê xwe bilind bikin, em hevdu mafdar derdixin û dûrî pirsgirêkê diaxivin. Ev giyanî têkçûyî, ev helwesta paçxwerî, nikare pirsgirêkên gelê Kurd bîne zimên. Tenê dikarin  çavên xwe berbidin lûtan... Ev jî Siyaseta bêrîkê ye kaka..!.   

 

Merheba Hewlêr!...  

Biraderê Serbaz rast dibêje. Eger enteleên Kurd di vê pêvajoyê de, helwesta hinek hêzan bi taktîk þîrove bikin, tiþtên din têne bîra mirov. Nezanî, xeþîmî, lût, yanî siyaseta berîkê. Me dora hev pêçaye û dixwazin hevdu bi “mirina reþ” ji holê rakin. Dijminê sereke yê Kurdan Tirk jî, bi salane bi mirinên cûda gelê Kurd ji holê radikin. Dema nikare  û hêza dewleta Tirk tênagihije û dikeve nava zaafiyetê, serî li riyên birakujî û bikaranîna Kurdan dide.

Hewlêr, niha di vê astê de û di qonaxa ketina rewþeke xerab de ye.

Demên berê jî em ketin rewþeke wiha ya dîlzar... Me li hemberî þantaj û lîstikên dewleta Tirk destên xwe danîn serhev û rê ji þerê birakujiyê re vekir. Ev jî xeterek mezin e kaka..!  

 

Merheba Hewlêr!

Hawar daketiye... Qîr û teþqele  zêde bûne...

Û bêhna xwînê tê... Bêhna goþtê kizîrî tê...

Hewlêr, tu çawa dikari bibi êtûn û firinên þewitandina mirovên Kurd?

Hewlêr tu çawa dikari bibi holka pîkola entelên paçxwer?

Hewlêr, tu çawa dikari bibi cihê dildaxa dayikên Kurd?

Hewlêr, tu çawa dikari bibi kezîkurê pepûkê?

 

27/11/2007-Hewlêr

 

 

 

 

PIZANÊ ZAROKÊN NETEPTE

 

Dibêjin, zaroka jîr, pizanê xwe bi destê xwe diqetîne.

Herçiqasî ev gotin ji bo Ristemê Zal nehatibe gotin jî, piþtî tiving derket, mêrxasî qêlek bû, teknolojî mêrxasî tirrek bû. Yanî, di demjiyana teknolojî de, mirov nikare behsa cîwamêrî, ciwanmerdî bike. Nexasim ji bo kesayetiyên ketî. Ew kesayetiyên ku dikarin, dayika xwe, xwiþka xwe û xesûwa xwe bifiroþin... Misqalî zirre exlaq bi wan re tuneye..

Eþkereye ku car din, çûkan civanê xwe li nava garisê Mema daniye..

Mema Kurd in... Di vê demê de, li hemberî Kurdan konsepteke dijwar dest pê kiriye. Kurd, di devê tivingê de ne. Di vê dema nazik û aloz de, kesên ku pizanê xwe qut kirine jî, ketine nava hewldanan. Ew kesên ku di dema ji nava çaqloqên dayika xwe derketin û pizanê xwe qetandin, ne hejmareke zêde ne. Lê mêþek jî dikare dilê mirov bixelîne...

 

Piþtî hevdîtina Bush û Erdogan, rewþenbîrên Herêmî Baþûrî, ne bi tevahîbin jî, ketin nava hewldanan. Ber êvarî, rewþenbîrekî navser,  bêhnbirehayî hate dîwanxaneya rewþenbîran. (Berî ku hêrsa rewþenbîr bînim ziman, dixwazim bibêjim ku dîwanxaneyî lokalî rewþenbîran, cihê gengeþiya rojane ye. Her çiqasî, ne mîna kursiyê baxçeyê azad yê Ingilîstanê be jî, nimûneyekî baþ e...)

Modernîzasyona bê koordînekirî nîþan dide... 

 

Îcar, dema rewþenbîr hat û dîrekt çû dîwanxanê, her kesî berê xwe dayê... Wî jî nemerdî nekir, bi dengekî bilind, got: Birêzan, guhdarî bikin... Wisa nabe kaka, wiha nameþe... Pêwiste em rewþenbîrên Baþûrî bikevin nava hewldanan, çalakiyekê lidarbixin... Ev çi exlaq e Kaka... Kesên ku pizanê xwe qetandine teva, a niha li Sheraton, salona wîp, zîp, kîp, tîp axir navê wê çiye nizanim, rûniþtine û pizanê welatê Kurdistan qut dikin. Me dizanî ku Kurdistan dayika Kurdan teva ye. Me, ne dizanî ku Kurdistan, tenê dayika Qaþo, Hejîro, Dikelbabano, Hisênikê Pozlîkîtko, Hizb-ul Monîka ye... Komek mezin e Kaka... Hejmara wan derdorî 20 kesan e... Bardaxî wîskî, cîntonîk di destê wan de ne ha ha vedixun. Vedixun û gotinan rêz dikin... Be her qurtek quzelqurt re, ristek tezbiha þêxekî terîqê gotinan rêz dike.

 

Bi gotina dawî re, rewþenbîr rabû, ber bi dergehê derve meþiya... Dimeþiya û digot: Biron, biron, li hemberî wan xwîzikên ku pizanê xwe qetandine meþekê lidarbixin...

Mixabin yek rewþenbîr,  ji cihê xwe neqeliqî û neda pey rewþenbîrê hêrsbûyî... Mîna gotinên wî, ne bihîstin dest bi karên xwe kirin.     

Piþtî nîv saetê, rewþenbîrê hêrsbûyî vegeriya, li devê derî bi dengekî bilind: Çarenûsî gelî Kurd bêdengî ye Kaka... Rewþenbîrên Kurd mêþmirî ne... Belengaz in... Tevizî ne... Felc in... Derwêþ in... Derwêþên bê erbane Kaka...

Car din kesî bersiv neda... Fiþþên pê ket û çû anîþka herî teref rûniþt...

Rewþenbîrê hêrsbûyî diberxwe de diaxivî:

Xîret maye di gotinê de...

Namûs maye di bin lingan de...

Exlaq têk çûye...

Maqultî, dibin þûnikê jinbavê de pelixiye...

Ciwamêrî bûye telaqreþî...

Mêrxasî bûye derew û nîq...

Rastî bûye baqê nîskan...

Zanîn û nezanîn bûye gorîfa xerboqî...

Dilsozî ji hev hatiye veçirîn...

Ademiyet pûç bûye!...

 

Li gorî van gotinan tiþtekî ku mirov lê bimîne heyirî û weke nirxên civakî bide pêþ nemaye... Tovê waweylê, bizrê mîrate, heveynê kûfikî  maye li holê... Teknolojî pêþket, ademiyet mir... Ne merd û merdanetî, ne jî adem û ademiyet maye...

Maf, nirx, ademiyet di bîrên petrolê de û berdaxên di destê Qaþo, Hejîro, Dikelbaban û hwd. de  hatine xeniqandin. Zilm e Kaka... Katî demûdewrana îro þûrê zilmetê ye... Yanî zordestî û pêkarîbûn, çarçoveya êrîþkeriyên micalkeysî û derfehatê hêdî hêdî teng dike.

Lê vê carê, ne tenê Tirkan, zarokên ku pizanê dayika xwe qut kirine jî,  tixubê Kurdan teng kirin... Tirkan dixwest ku telaqreþî, bêbextî û zordestiya welaqî bi hêz bikin. Tê zanîn ku welaqî dola qantirê ye...  Mirov li pêþiya qantirê biçe gezan dide, li pey qantirê biçe, pihînan dide...

 

Tirkan dixwest navbera Emerîka û Kurdan xera bike. Zarokên pizana dayikên xwe birîne jî ketine nava hewldanan...  Ha ha, ha ha ji bo çend otilmeyên qulorîk, bextê xwe reþ dikin û navbera hêzên Kurd xera dikin. Ew kesên ku bi nan û ava Roma Reþ mezin bûne, niha bextreþiyê di devên xwe re dimîzin.  Karûbarê rewþenbîrî kirine kîsik û xelîtkên xwe û ha ha, ha ha li pey xerakirinê dikûdînin.

Ew kes, ji Dola Qantirên Tirk xeraptir in, bêjelekiyê dikin...  

Ew mirov, ne ji berbetanê ûrê xwe bi tenê, ji rovî tirtirkê diavêjin.

 

10/11/2007-Hewlêr

 

 

 

 

EFSANE Û REWÞENBÎR    

 

04/11/07-Hewlêr-

Efsane dikelin... Gotinên jibîrbûyî di nava kela efsaneyan de difûrin... Kezîkûrên çîrokan, bi destanan re dikine tirat... Û kesên ku  rewþenbîriyê melaqî dizanin, stuwê xwe li ber çend otilmeyan ditewînin, di nava kurê ciwamêran de rûdinin û diaxivin. Ne jin in ku mirov bibêje wan, ‘wey li te kezî kurê”. Lê yek gotin heye ku pirranî xelkê dora Dihokê bikartînin, dibêjin: Xwelîser!...

Gelo wê xêr bike... Na kaka, gotin ligel mirovên wisa xêr nake. Mirov tif bikê wan, dibêjin baran e...
Weyla li vê kesnediyê!....

Kesên wiha ku dikarin otilemayan qulorîk darvebikin û di stuwê xwe bikin, bi navê gelê Kurd ketine nava tevgerê û ha ha xwe li ber tava heyvê hildidin. Geh di vê kanala Tirkan de stuwê xwe dirêjî ber nîr dikin, geh di kana din ya Tirkan de bejnûbala xwe ditewînin. Ya rastî Tirkiya wan jî xweþ e... Tirkiyeke qerf dikin!...

Yek ji van kesan Mehmedî  Na-Mertîner demeke dirêj li ber PKKê geriya. Heya bi Brukselê çû. Dît ku tiþtekî ku dakaribe ji nava lepê PKKê derbixe û bike kîsikê  xwe nîne, li  piyê paþ vegeriya...  Berî hilbijartinên Tirkiyê kete nava tevgerê, geh li baþûr bû, geh li bakur, geh li Enqerê, geh li Stembolê bû... Yek bi yek  çû serdana Kurdan... Kurdên ku av bi wan germ û sar dibe... Bi rayedarên Baþûrî re jî kete nava têkiliyan... Rayedarên me jî mîna tiþtekî di nava guwê xwe de bibînin kî diçe, dergehê xwe vedikin û bi wan re rûdinin, çaya ceylan bifermoyî wan dikin... Demekê nexweþiya rewþenbîrên bakurî bû, beza ber bi baþûr... Mafî wan e kaka!... Baþûr ne milkê bavê kesî ye, Kurdistan e, her kesê Kurd be dikare biçe welatê xwe... Ayaaa, ku ne ji segbavî be çûna baþûr... Ya Mehmedî Na-Mertiner  ji segbavî bû kaka!...  

Ew jî rewþenbîr e!...

Lê Kaka!... Ya rastî min fam ne kiriye..  Li bakurê Kurdistanê pîvanên rewþenbîrî çawa ne?  Bi weqiyan tê pîvan, yan bi ritilan... Berê li Silêmanî digotin “ritila Batmanî”... Ritila Batmanî çawa bû nizanim, lê xuya ye ji ya Silêmanî cûda ye... Dibe ku pîvanên rewþenbîriya Kurdên bakurî jî bi “ritil û qopana Batmanî” be!..

Batman!.. Efsaneya sedsala bîstûyekê... Yanî petrol!... Dema li rûdêna mirov dikeve reþ dike... Îcar mirov di kolanan de bimeþe, dibe rûreþ... Ritil û qopana Batmanê jî ne tiþtekî wiha be?  Lê Kaka, rewþenbîrên bakur, hîna bi Tirkî diaxivin, hîna bi Tirkî dinivîsin, hîna bi Tirkî xewnan dibînin, hîna bi Tirkî hev bûs dikin, hîna bi Tirkî seyranê dikin, hîna bi Tirkî eskeriyê dikin, hîna bi Tirkî kovaran derdixin, hîna bi Tirkî siyasetê dikin, hîna bi Tirkî li çareseriya pirsgirêka Kurd digerin, hîna bi Tirkî destava xwe dikin. Aaaaa Kaka, paþnavê wan jî bi Tirkî ye...   

Hîna þipê ettehiyatî dixwînin, rûniþtî elhemdû dixwînin û dibêjin, em misilman in, Tirk jî misilman in, em bira ne... û di aliyê siyasî de, kotqulêriyê dikin.

Kotqulêrî kaka!... yanî ji kîsî gelê Kurd merdiyê dikin.

Ji kîsî xelkê merdî, pêþiyan gotiye: Namerdî ye... Rewþenbîrên weke Mehmedî Na-Mertiner  namerdiyê dikin. Navê wî li ser e Kaka!.. Ji bo gelê Kurd gavek ne avêtiye, nivîsek ne nivîsiye, rojek zext û zor, êþ û azarî ne dîtiye, sîleyek Tirkanî nexwariye, dijuniyek Tirkanî nexwariye û dixwaze bi navê gelê Kurd serpereþtiyê bike.

Ev jî dibe rewþenbîriya Kurd... Kaka, ev canbazî û efsûnbazî ye!...

Du xisletên taybet ku di bedcanê rewþenbiriya wiha de, dikarin bijîn e..

Ew kesayetiyên nikûs, her dem reçeteyên miriyan didizin. Ji ber ku tiþtekî wan, firazeyeke wan ya bi zad û ber û berhem tune ye. Tenê lawlabaz in!...

Mehmedî Na-Merdiner, di qatedralan de qesîdeyan dixwîne... 

Em teva dizanin ku qesîde, li bejna qatedralan nayên.

Ji Mehmedî Na-Mertiner weye ku Kurd hîna di sedsala navîn de dijîn. Ketiye nava hewldanan û  destanên wê sadsal û heyaman dinivîse... Lê malbata mirovaniyê di sedsala bîstûyekê de ye û Gelê Kurd jî, li hemberî sembolên faþîzma dewleta Tirk têkoþîn û berxwedaneke mezin dide. Mehmedî Na-Mertiner  di guhên gê de dijî... Bi sedan Voltaîre Kurdan çêbûne. Hêdî hêdî diranên hiþmendiyê didin xuya kirin û kirêtî, gemarî, bêsilûkî, bêexlaqiya mirovên weke te paqij dikin.  

Na Kaka, mirovên wiha ne sêwelek in, ne jî keçelonek!... Dizanin çi dikin. Mehmedî Na-Mertiner  xeleka navbera AKP, Artêþ û Terîqatan e...  


 

 

 

Rêkxirawî Tuwaletî Alafranga û çarenûsî kelebab

 

 

27/09/07-Hewlêr-

 

Þikir ji xwedê re þikir!.. Þikir ku dîplomasiya Kurdan, li lobiyên otêlên weke Þeraton, Hawraman û Çarçira, li restaûrantên weke Batmaz çêdibin. Bi xwedê û pêxemberên 4 olên semawîîî, kes nema dikare býbêja ku Kurd mirduwa…!

Kurd her hebûn, ewê her hebin.

Lê þifêrê taksiyê, ne di fýkrê min û hevalê min de bü. Li devê otela Þeraton hiþt ku xwîsiya me di gewriya (qirika) me de bimîne.

Hîna em peya nebûn, þifêr pirsî: “Kaka hûn jî heyetî diplomasî ne?”

Berî ku ez biaxivim, hevalê mýn got: “Na Kaka, em rojnamevan ýn. Em dixwazin li lobiya Þeraton, li dîmen, tevger û tefasîla dîplomasiya Kurdan binêrin. Selim Baban û hevalên xwe ji Swêd hatine. Rêkxirawî Tuwaletê Alafranga damezrandine. Em dixwazin wan bibînin.”

Þifêrê taksiyê serê xwe hejand ü kire niçe-niç…

Rastî min tu wate neda niçe-niça þifêr. Jý sedema ku rojnamevan hinekî, qereçî ne, hinekî rüþiþtî ne… Pêþiyê Kurdan dibêjin: Sê tiþt hene dilbiêþ. Mirîþk, qereçî û mêþ, çiqasî tu berdidî wan û dibêje, biçe, ew xwe didine pêþ… Îcar rojnamevanî di jiyana civaka Kurdan de pîþeyekî nû ye. Naxwe wê rojnamevanan jî di nava tiþtên dilbiêþ de cih bigirin û bêne hejmartin.

Diyar bû ku  mûwek di vî mastî de heye. Min pýrsi: “Kaka, te çima kire niçe-niç?”

Þifêr: “Kaka,  hûn dixwazin rewþ û tefasîla dîplomasiya Kurdan fêr bibin? Biron, biron em biçin çayxaneyî qoziya li hemberî Kalê?”

Ji ber ku karê me hebü mýn got: “Wez-î me ne musaîd e, cenabê te bi kurtî be jî bibêje baþ dibe, li vegerê emê li çayxaneyî rewþenbîrekan hev býbînýn”.

Mijara giring bû, “çaranûsî Kurdistan li meydanê bû. Em jî rojnamevan bûn, pêwist bû em fam bikin.Selîm Baban jî berê di KNKê de bû û gotinên ji xwe mezintir bi kar dianîn, niha jî li baþûr e, car din hêkên mezin dike. Ligel Kurdan dibêjin, kesên ku hêkên mezin bike, qun lê diçire…

Þifêrê taksiyê, li me zîvirî ü dest bi axaftinê kir: “Kaka, ev çend roj in, Hewlêr diheje, gundî di nava tevgerê de ne, dixwazin meþekê lidarbixin, paþê jî mitîngekê lidarbixin. Ew mûrdarî hûn dibêjin, hatiye… Ew kemûkurtî Selîm Kelebabî… Rêkxirawi Tuwaletî Alafranga ava-kirduwe. Projeya wî ya yekem, kuþtina kelebabî Baþûr e.  Dosyayek  kiriye bin çengê xwe û dixwaze bi Kak Mesûd  re, bi Kak Nêçîrvan re hevdîtinan bike, dosyayê pêþkêþi cenabê wan bike.”

Min xwe ne girt: “Normal e Kaka, çi ziyan heye. Ew jî siyasetmedarek e, rewþenbîrek e, dixwaze… “

Þifêr gotina min qut kir, hinekî bi hêrs: “Kaka, cenabet we dizanin Kelebab çiye?”

Min got: Na!.. Þifêr berdewam kir: “Kelebab, yanî dîk… Dîkên serê sibehî bang dikin… Baþ e!.. Hun têgihiþtin? Baþ e… Ev mirovê lut-xwer, kemkûrtî Selîm,  nam-i deger Kelebab, bi vê projeya yekemîn, dixwaze çuwalek pere hilde û biçe. Her dem li Þeraton radize, pereyên wê jî desthilatdarî dide. Çima baba, xêr e!.. Pereyê zixanan e, pereyî dayik û babê þehîdan e..”

Herçiqasî em neçar mabûn jî, meraqa me zêde bûbû, me got: Bifermoo berdewam býke…

Þifêr cihê qûna xwe xweþ kir, got ü beland: “Kaka, Kemûkurtî Selîm Kelebab Rojhilatî ye. Di demê  de li Rojhilatî Kurdistan, serokê pêþmergeyan bû. Di dema serbaztiyê de zewicî. Roja dûyemîn ya zewaca xwe, avratî  Cenabî Kelebab,  nazdarî kirduwa ü got: Qurban Selîm,  heya sibehî xew ne kete çavên min, ranezam. Kelebabî gund qîr kirin û bang dan. Dîk, mina mêran, mafî jinan bin pê diken. Ez þepirze ü pejmûrde bûm… Heyran, tu serbazî pêþmergeyî çareyekê bike.

Selîm Kelebab, rahiþte keleþinkofa xwe û derkete nava gund, Kelebabî gund teva qetil kirduwa. Dilê gundiyan þewitî… Jinan ji aliyekî ve, mêran ji aliyê din ve kirin qîr û qiyamet. Selîm Kelebab guh neda kesî… Bi ser de… Belêêê bi serde, gundiyên ku dengê xwe derxistin kutrawa… Li wan da… Bi kulm û þeqaman, bi pihîn û ingijkan, li wan da… Bi lêdanê gundî ji halekî kirin halekî din… 

Îcar ev Kemûkurtî Qeþmer hatiye, projeyek dibin nave “Parastina Jinan ji Kelebaban” amade kirduwa. Gel narehet e Kaka. Gundî hawar dikin Kaka. Kemûkurtî Kelebab, roja yekem hat û got: “Nasnameyî medeniyet tuwaletên alfrenga ne… Me dizanî, ew bi xwe nexweþê tuwaletên alafrenga ye. Car din me got, xem nake, hinek lûtan dixwaze. Lût pirr in, têra wî jî, têra yên weke wî jî hene. Lê, zêdekariyan dike Segbab, dibêje mafî jinan bi qetilkirina Kelebaban ve girêdayî ye“.

Rastî, devê me ma ji hev…

Ecêêbe gidîîîîîîî, hewqasî jî nabe haaaaaa!...

 

Flaþ,flaþ, flaþþþþþþþþþþþþ!

Li baþûrê Kurdistanê Partîya Hizb-Ûl Monîca hat damezirandin

 21/09/07-HEWLÊR:

Piþtî ku George Bush, lotikek li dayika Saddam Husen û Eliyê Kimyewî da, bêhna Kurdên Baþûr hate ber wan. Desthilatdariya xwe, parlamena xwe ava kirin.

Lê ji sedema ku "Hizb-ul Bombekanî Islamî radîkal" li dijî George Bush dest bi ser kir û enflasyona bombe-teqînan dest pê kir, Iraq bû "Diyar-i cehennem"…

Her çiqasî Hizb-ul Bombekanî Islama radîkal, bi destek û arîkariya dewletên weke Tirkiye, Sûrî û Îranê li dijî Bush þer dabe destpêkirin jî, li Herêma Federe a Kurdistanê pêþketinên têr hêvî û mizgînî dest pê kirin.

Lêêê, bi avakirin û damezrandina Herêma Federe a Kurdistanê re, li Bakurê Kurdistanê "enflasyona rewþenbîran" jî dest pê kir. Kesê ku hefsarê xwe qetand, gerefatek kire stuwê xwe, du pitikûnîv xwendibûn, beziyane herêma Baþûr …

Di demeke kin de Baþûrê Kurdistanê bû holk û arena lotikxaneya rewþenbîrên Bakurî. Balkêþ bû,  teva jî, axaftin û gotinên xwe, di çarçoveya siyaseta li dijî PKKê amade kiribûn. Vê siyasetê di destpêkê de heq û pere anîn. Lê dem û heyam zû hatin guhertin; rayedarên baþûrî, nerin ku ev kesên li devê deriyê wan dikûzin, tenê li "lûtan" digerin.

Rewþenbîrê herî dawî ku gef û gezan diavêje kes û derdoran Yaso Qaso ye…

Kurdperweriyê ji kesî re nahêle, lê yek nivîs bi Kurdî ne nivîsiye. Di jiyana xwe ya Kurdewariyê de jî, her dem li ser milên xêro û dêro rûnistiye û bilind bûye. Yaso Qaso, heri dawî di nivîseke xwe de, bi gef û gezan êrîþ dike. Ji bo mirovekî dibêje: "Ez, ji bavûkalên xwe de dewlemend im, xwedî qerwaþ û xulamok im, tu ki yi?"

Ya rasti di dile min de neçû… Min got, ez rastiya Yaso Qaso hildêrim, naxwe ewê gelekî bi nav firaxan de bice û her deverî bilewitîne, heram bike. Dinya jî bê,  firaxan  bi "axa sor" jî biþo, helal nabin.

Yaso Qaso, ji sedema ku di guhe ga de dijî, nizane cîhan biçûk bûye û her kes wî nas dike û dizane "kî ye, ne kî ye". Yaso Qaso kurê Ferman e. Ferman mirovekî feqîr e, nekêr e û nikare kurê xwe bide xwendin. Hawara xwe digihine birayê xwe Kemal. Apê Yaso Qaso, li ser hawara birayê xwe biraziyê xwe Yaso Qaso dike  kur-hilî û mezin dike. Ev cûrekî sêwîtiyê ye. Sêwîtiya navmalî, yanî xulamokê bi nan û avê..

Îcar mirovên sêwî, çiqasî dikarin bibin xwedî qerwaþ û xulamok gelo? Yaso Qaso, hîna  "sêwîtî" ji ser xwe ne avêtiye. Niha jî sêwî ye..

Erêêê, bi xwedê û pêxember, Yaso Qaso, aaaa niha jî sêwiyê devê deriyê rayedarên baþûrî ye.

Gelooo, Yaso Qaso çi ji gelê baþûrî re kiriye, bi kîjan heq û huquqî, bi kîjan ked û xwêhdanê, bi kîjan berxwedan û tekoþînê li ser xwîna þehîdên basûr rêdinê? Heya doh bû, ji bo rayedarên ku þev û roj li serê çiyan þer dikirin, gotinên bêmirês rêz dikirin û sênî û beroþên PKK dialistin. Niha jî, gotinên bêmirês ji PKK rê rêz dike, sênî û beroþên partiyên baþûrî dialêse. El fiqr –ul qebih!..

Mirov zinê dike ne bi dayik û xwiþka xwe re bavooo.

Ohooo, Yaso Qaso bi pesindariyeke bê þermî, dibêje: "Niha jî di bin min de erebeya MONICA heye û bihayê wê 120 hezar ewro ye."

Dinya tev dizane ku Yaso Qaso, ne ew ciwamêr e ku bi ked û xwêhdana xwe 120 hezar ewro qezenc bike. Dinya tev dizane ku, bihayê erebeyan bête 1200 ewroyî jî, ji qûna kurhiliyê apê xwe Yaso Qaso, nayê da ku dikaribe bikire.

Dema ku me ev çîrok ji þifêrê taksiyê re got, þifêr keniya û got: Kaka mizgînî be, wî jî Hizb-ul MONÎCA ava kirduwa, lê suwar dibe… Xem niye Kaka, bixêr be ya xew, bixêr be xew!...