|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
LOTIKXANE
JINA MIN LI MIN DIXE!

Mistoyê Þerpeze. 12/11/07-Kurdistan-
Dîsa ez ketim nav raman û fikaran û min xwe bi xwe got: Ez herim ba kê giliyê vê jina xwe bikim, ez ne çim ba kê? Ha ku min dît, va ye ez li civatekê me û zilamekî niçande min, got: Lotikxane, Lotikxaneeee.... Hema min jî rahiþt pênûsê û vê arezûhala hanê nivîsî:
LOTiKXANE MIDÛRIYETA PARASTINA MÊRÊN BINDEST
Ez dizanim ku Kurd tev bindestên dijmin in, lê ez bindestê jina xwe me. Jinik her roj qotedarekî hildide û li min dixe. Gava bixwaze xwarin dide min, gava bixwaze min dixe nava ciyê xwe, ez dibêjim oooooxxxx! Gava naxwaze, ne xwarin dide min û ne jî dihêle ku çavên min li doxînê bikevin, wey pepûk ez im! Ma ji vê zulmê zêdetir zulm li dinyayê heye? Lê þeva ku jinik kêfa xwe ji min re tîne, ew þev ji min re NEWROZ û SERSAL e, geh Laleþ e û geh jî Geliyê Elî Beg e. Ez jî hema dibêjim, þabaaaaþ ji Yezdanê dilovan re...
LOTIKXANE!
Dibêjin, Xwedê heqan bi heq dike, sedeeeq amenna! Lê ev e 39 sal in, ez di vê niheqiyê de dijîm, deng jê nehatiye. Heta niha xêrxwazekî negotiye jina min: Çima tu vê zulmê li mêrê xwe dikî? Ne pêþmerge û ne jî gerîlla, ne siyasetvan û ne jî nivîskarekî alîkariya min nekiriye, ebed... Lê hema her kes dibêje, mafê jinan û mafê jinan.
Xêrxwazek tune ku bêje lê mafê mêran? Ma zilam jî ne Kurd in? Ma zilam jî ne mirov in? Ew mafê ku Dewleta Kurdistanê daye pisîkên Kurdistanê, nedaye mêrên Kurdistanê. Madem ku Mam Celal pisîkek Kurdan nade guran, çima min ji devê dêleguran xilas nake?