|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |
Xwarinek ji bakurê Kurdistanê

Xançepeklî Mihê
Tê gotin ku bi taybetî „Li cem mêran rêya aqil di madê re (aþik) derbas dibe“ Mimkune wê ev tarîf alikarîya wan kesan bike.
Malzeme pir e, ji bo ku tama xwarinê nereve gerek her tiþt li gor pîvanê linavhevkeve.
MALZEME
1 Welatekî dewlemend û dagirkirî.- bakure Kurdistanê
15-20 milyon Kurd- li gorî hûrgoþtê xwe hûn karin bikin 25 jî.
Serîkî mezin ji Kurdên Yalçin Kûçik.
3 Serî Kurdên mirîd.
2 Serî Kurdên bê îstîqamet.
4 Serî fesadî û rîwayet
5 Serî partiyên Kurdî yên helîim. ( Bi edep,giran û stuxwar.)
Nîv serî rewþenbîrên aqlê selîm..
Serîyek partîya Kurdî ya îslamî
Tasek navîncî ji malperên Kurdî yên internetê
6 Serî kanalên televizyonên netewî, lê ziman bi Kurdî, Farisî û Erebî
2 Serî kanalên nîv Kurd nîv Tirk, yên bi baharata Kurdî
1 Qutî Kurdên êzidî
25 kîlo tehlîlên siyasî
1 Kanalek radîoya Emerîkî
3 Serî mutahît û tucarê menfeatperest ku têkiliyên wan bi baþûr re gelek baþin.
3 Meþreb gendelîya kelandî
2 Meþreb burokratên berîlxwir
2 û nîv serî bûrjûvaziyên netewî- dewlemendên me yên nû.
250 gr edalet,
Hinek sîya minarê û tozek ji toza daholê
Kevçîyek çaya kontrola gelêrî.
Û cemawerek ku hindik dixwîne,dirûþmên siyasi gelek xweþ li bîra xwe digre, pir dipeyive û kanalên hunermendên bê huner seyr dike.
Gava xemgîn jî dibe Îbrahim tatlises guhdari dîke.
De afîyet û noþîcan be rebbî! Ji vê xwarina nûjen têr bixwin û têr vexwin!
SALATE
1 Serî (hûn bi kêfa xwe ne ) Kurdên ku li kolanên Ewrûpa li teneka /bibexþin daholê dixin, govendê digrin û dibên “Him û him ya Þêxê min”
Piçikek Kurdên Galatasarayî
2 Serî Kurdên ku ji partiyên xwe ra dibên ``Cemeat``
4 Sindoq çepikçî
Tozek Kurdên globalîst
Çend serîye biçuk ji Kurdên sosyalîst
Serîyek pîvaz
2 Îsotên Semsûrê
Nîv qedeh zeyta Efrînê
Baþê wê kî vê xwarin û zeleta nûjen çêke ? Ka ew mêrxas? Yan jî koma mêrxasên ku karibin milên xwe hildin û dest pê bikin?
Ji ber ku “xwarinpêjên” bakur bi teorîyên komplo meþxûlin, ji me re xwarinpêjêkî din gereke.
Pêþniyarîyek hêsan û zelal: Ya em ji dewleta Kurdistanê rica bikin, xwarinpêjekî bi deynê xwe bide me yan em xwarinpêjên xwe pev biguherînin.
Eger ne wa be, bi navê yezdan tu xwarin bi devê me neket û hûn sax!.
20/03/07-Xançepek-Amed-