Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

Welatê mîladan, Kurdistan

Cembelîyê Botî- 12/04/08-Colemêrg-

Li welatê me Kurdistanê berê  wek milad Cejna Newroz ê û Roja koça mihemet ji mekê jibo medînê dihat qebûlkirin. Pêre pêre rojabûyîna Îsa pêxenber jî , ji alîyê Ewropayîn ve kete welatê me.

Di van salên dawî de jî îcar roja girtina Ocalan di nav sîyasetvanan de bû mîladek nû. Niha jî roja jidayikbûyîna Ocalan dikin mîlad. Lê çi mîlad ne bi vî rengê rojbûna Ocalan e. Ji ber ku mîladên din kî bixwaze pîroz dike, kî naxwaze pîroz nake. Kes pê eleqeder nabe.

Lê alîgirên Ocalan di roja bûyîna wî û roja girtina wî de nahêlin Kurd dikanên xwe vekin, yên vekin jî bi gefan çavtirsandî dikin û lotikek newêrekkirinê li me dixin. Bê goman ewê roja mirina Ocalan jî bikin mîlad û bi darê zorê, bi me bidin pejirandin û lotikek din jî li me xin.

Kurdên dervayî PKKî yan jî hinek gotinên Ocalan ji xwe re kirine mîlad. Wek mînak: Roja Ocalan kevir li bavê xwe werkirî. Roja li Enqerê li ber heykelê Atatirko sekinî, heybetan serê wî girt û bû heyranê wî. Roja ku got: Wê li baþûr dewletek Kurdan çêbiba lê min nehêla. Roja got: Dîya min Tirk e. Roja got: Me sê salan alîkarî ji dewleta Tirkan stand. Roja got: Heke hûn heqê jîyanê bidin min ez ji xizmeta we re hazirim. Roja got: Li baþûr avabûna dewleta Kurdan xencereke li piþta dewletên rojhilata navîn. Roja got: Ez federesyona Tûrkî Cumhurîyetan diparêzim. Û wekî din.

( Bila kes dilê xwe negire, ev gotinên jorîn hemi gotinên Ocalan in, lewre me dubare kirin.)  

Yanî, Kurd ketine nav çirava rojbûn, pîrozkirin û lotikên mîladê. Îcar kîjan mîlad raste û di qalibê xwe deye xwedê zane

Mirov dikare van mîladan pir zêdetir jî bike, lê evqas bes in. Yan ji ber van mîladan emê tu kar û xebatan nekin, wê zar û zêçên me ji birçînan bimrin.

Lêre serpêhatîyek hat bîra min dixwazim bi xwendevanên Lotikxanê re parve kim.

Li bajarê Hekarya nevîyek Þêx Mihemet Selîm tê dinê.  Navê wî datînin Nacî. Bûyîna Nacî li Colemêrgê dibe mîlad. Wê miladê bi kêmanî sih salan domand. Heke zarowek jibo  malbatekê çebiba, digotin: Hinde rojan, an salan, an mehan, an jî hefteyan pîþtî an jî berî  Nacîyê Þêx hatîye dinê. Ango sih salan xwecihên Colemêrgê rojbûna zarowê xwe û çend salî bûna wan bi rojbûna Nacîyê Þêx re kifþ dikirin. Sih salan Nacî hirde, Nacî wir de.

 Rojkê jinek gundî dibe mêvanê mala cîranê Þêx. Jinika gundî ji cîrana Þêx dipirse: Xwîþkê  kurkê te kengî çêbûye? Jinika cîran: Roja Nacîyê Þêx bi xweve rîtî kurê min çêbûye!

Îcar em milletekî ecêb in gelî xwendevanan....