Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Raya me ji te re ellawekîl!

Antonîo Vêga- 10/04/08-Roma- Di 13-14 Nîsanê de hilbijartinên Îtalyê dest pê dikin û ji niha de partî, dezgeh û namzetên serbixwe lotik û zîtirkan davêjin. Di nav wan namzetan de star û lîztikvanên pornoyê (seksê) jî hene ku yek ji wan jî Milly D'Abbraccio ye.

Mîlly xanim bi þêweyek wilo ketiye hilbijartinê ku herkes bawer dike wê ew têkeve parlamentoyê û biserkeve.

Werhasil, xanim Mîlly D’Abbraccîo wêneyê kelef û kulîmekên xwe kiriye wek afîþ û li dîwaran xistiye. Li ser afîþê jî nivîsandiye: "Dengê xwe bidin vê qûnê. Qûna min qet derewan nake, bi ez bi serê Îsa û Mûsa kim qûna min ji rûyê siyasetmedaran pak û paqijtire“ filan û bêvan. 

Îcar namzeyê serokatîya belediya Romayê Franco Grîllînî jî 100 hezar kondom li xelkê bela kirine ku xelk raya xwe bidin wî.

Ez serê we neêþînim, em virde wêde nizanin, lê bi sê telaqan raya me ji Mîlly D’Abbraccîo re ye û xelas!

Ma qûna paqij û xweþik ji rûyên siyasetmedarên sextekar ne xweþtir û bixêrtire canim, wîî!