Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Dilê min þewitî!

Miradê Omerî- 18/02/08-Zurîch- Rojbaþ  gelî xebatkarên Lotikxanê.
Ez doh li nav sûka Zurîchê, li ser vegera malê li koma tirrekên Kosovayiya rast hatim.
Min dizanîbû go ewê serxwebûna xwe wek welatik azad diyar bikin. Helbet bi xêra Emerîka û Ewropayiyan.
 

Lê kolan bi wan tirreka mabû, îca vir vira wan bi trimpêlêt nû, çûn û hatina wan bû.
Dilê min bi min þewitî gava go min wan dît. Çawa hinik tirrek, mirovnî bê esîl bûn xwedî welatik azad û milletekî wek me go em ji wan bi deh qata zêdetirin, hîna bindest û xwelî li ser in. Bi xêra hizba eloka û xwarzîya Tirka, bindestiya me dom diki. Çiyê babam " demokratîzm,  sosyalîzm, dijminatiya Emerîka û quzelkert!" Ma go ne bi xêra Emerîka û Ewropîyan be em azad dibin?

Wextî ez bibeecim ji kerbê van mirovên go me ji xwe re bikartînin ellawekîl!. Erê kuro, bela xelk azadîya xwe, serxwebûna xwe êlan bikin û lotikên azadîyê bavêjin, em xwelîli ser jî li kolanên xelkê, zikek têr zikek birçî li derya nin. Ma ew bû edalet yabo!
Werhasil, ez ne li dijî serxwebûna Kosovayê mi. Lê wek min got, mixabin mirovin bê esil û xwe nenas in. Wek em giþ dizanin go ew zêdî 500 salî xulamê Osmanîya bûn. Hîna jî ew dibên Osmanî bapîrê me nin û keyfa wan ji wan re tê. Wan bi kesî jî nadin, yeka wan nakin dido. Ji ber wê ez ji wan re dibêm "mirovên bê esil, xwe nenas"
 

Werhasil, ez serê xwe û we neêþînim, dilê min êsîya kezeba min þewitê.
Bi hêvîya wê rojê go em jî serxwebûna xwe pîroz bikin û em jî li kolan, sûk û asîmanan li ser gerdûnê gêr bibin.
 

Kurdek bêxwedî û penaber ji Zürîchê, Swîssre.
Miradê Omerî