Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Mîss Germany

Sosin Bermal-03/02/08-Berlîn- Bedewa Elmanya hat hilbijartin. Bedewa 18 salî Kîm Valerîe lotikek li bedewên din xistin û zora wan bir.

Her çiqasî hinek pisporên jinên bedew dibêjin:”Nayê xwarin lê hema ji tunebûn çêtir e” jî, lê xuyaye xwedê daye Kîm Valerîe xanim û ewê bi saya bedewîya xwe bigihê meqsed û miradê xwe.

Yaw birastî wê Kurd kengî “Mîss Kurdistan” hilbijêrin?

Ez bawer nakim. Hûn zanin bê çima ne? Ji ber ku Kurd Kurdekî din di ser xwe re qebûl nakin. Wê herkes bêje “ez û ez” û wê di pêþbirkê de dest bavêjin kêr û xinceran.

Werhasil, ka hinekî li bedewa Elmanya binerin bê çi dikeve serê we.