|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Ev jî nameta sosyalîzmê ye

Bengîn Elegez-12/03/08-Moskova- Piþtî ku sosyalîzmê ber avêt û Gorbaçov civak serûbinê hev kir, xelkê Rûs jî çelqo-belqo bûye û di navbera sosyalîzm û kapîtalîzmê de gêj bûye. Ji xwe alkol û vodkayê hiþ di serê wan de nehiþtiye û ew qûnek kirine.
Werhasil, dibêjin grûpek ku qaþo mafê heywanan diparêzin çûne muzeya ji muzeyên Moskovayê û çalakîyek kesanedî li dar xistine. Di muzeyê de doza mafê paraztina heywanan kirine, lê di wê navberê de li wan rabûye û ji bo xatirê heywanan hevdu dane ber lotik û zîtirkan. Muze kirine kerxane û tirr ji hevdu berdane.
Werhasil, piþtî ku fîþekên wan nemane û sisto-misto bûne, rabûne ji muzeyê derketine û berê xwe dane malê.
Wille û bille we mafê paraztina heywanan kir tirr! Xêra xwedê ye yabo, hem mafê heywanan biparêzin, hem bazdin ser hev û hem jî meþhûr bibin.
Ma ev bi destê kê dikeve babam!
