Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Dijminatîyek ne di cîh de li ser malbata Yilmaz Erdogan (Mikremîn)

 

Xalidê Colemêrgî-08/11/07-Colemêrg-

 

 

Van heyaman di hemi malperên Kurdan û Roj tv de zehf  heqaret li Erdoxanîyan hatin kirin. Qaþo sedem jî ew bû ku Yilmaz sedhezar lîre arîkarî daye artêþa Tirkan. Lê berî ku mirov malbatekê rûreþ bike,  hewceye mirov di derheqa wê malbatê de hinek tiþtan bizane. Ezê çend tiþtên  ku ez dizanim jibo xwedevanên Lotkxanê, pêþkêþ bikim.

1-      Namik Erdoxan: Li Wezareta tendûristîyê Muþteþar bû. Ji ber ku Kurdperwer û þoreþger bû ji alîyê dewleta kûr de hat kujtin .

2-     Yilmaz Erdoxan: Herçend li Enqerê xwendibe, berhemên wî bi Tirkî bin jî, çu wextan Kurdînîya xwe înkar nekiriye. Demên kesê nikarîbû bibêje ez Kurdim, derket televizyonê got: Ez Kurdim ,navê keça min jî Befrî ne; (herçend ne dengbêje jî) bi Hulya Avþar ê re kilamên Kurdî gotin . Gellek arîkarîya wî jî gihiþtiye hejaran. Li Culemêrgê tendurustxanek jî ji kîsê xwe û brayê xwe Mistefa ava kiriye  

3-     Adil Erdoxan : Dema min dibistana destpêkê dixwend ew midûr û serokê mamostan bû. Wê demê ji alîyê dewleta Tirko ve, yasayek derket û li gor wê yasayê heçî kesê  dîploma dibistana ewil (îlk okul )  tuneba nikarîbû di dezgehên dewletê de bixebitîya. Adil Erdoxan bi kêmanî hezar dîploma daye kesên xwendin û nivîsandina wan nîne.  Îro dewletserê Adil xoce, bi deh hezaran Culemêrgî nanê xwe dixwun. Kurekî wî li çîya di gerîlatîyê de birîndar bû , bi dilketîya xwe re revîya û niha jî jiyana xwe bi kêmendamî ( seqetî ) didomîne.  Ez careke dîn vegerime ser babetê.  Dema li çîyayê Cudî diwanzde leþkerên Tirko hatin kuþtin , televîzyonan zarokên wan ên rût û pêxwas nîþan dan, cergê miov jibo wan disot. Tirko kurên baban diþîne kujtinê û li zarowên wan jî xwedî dernakeve.. Jiber hindê jî kanalek televîsîonê  jibo van yêtîman alîkarî kom kir. Yilmaz jî sedhezar lîre da. Lê ku artêþê dît madarek mezin pare kombûne,  serekerkanê wê Buyukanit got: Divê ew pare bên ser qontoya mehmetçik. Ma karîbûn nedin? Em bêjîn Yilmaz bi zanatî pare dan , ma karîbû nedaba! ? Her Kurdek dizane çavên hemi nijadparêzên Tirko li ser çend kesên popûlerên Kurd e û li wan bi hacet in. Ma tiþtê hatî serê Ehmet Kaya me çi zû ji bîr kir!?  Ma Ehmet popîlerên Kurdan bi sitrana xwe ya “ Ben ettîm sîz etmeyîn allah aþkina” ( min kir hûn nekin  jibo xatirê xwedê  ) þîyar nekirin!

 

 Roj tv ê sê rojan di derheqa vê malbatê de çi hate ser devê wan gotin, bêbextî û direwên bêmirês li wan kirin. “ Lê, çi ba etar hebe wê difiroþe û diqîre”. Baþe Roj tv çi digot :

1-      Malbata  Erdoxanan Culemêrg ê, meþa li hemberê Pkkê amade kirine.

2-     Yilmaz Erdoxan  û Muhsîn Qizilkaya hewalên dewletê ne.

3-     Malbata wan malbatek dijminê Kurd in û hwd.

 Baþe Roj tv boçi ev gotinên ne di cih de li vê malbatê kirin?

1 – Herwekî min li jor jî got, kurekî wan di nav Pkk ê debû û ji wan veqetîya.

2-  Çend caran xwestin peran ji Yimaz bistînin û pêre rûnên ( ji ber ko Yilmaz wan baþ nasdike ) qebûl nekir.

Meþa Culemêrgê û malbata Erdoxanan: Berî her tiþtî ji malbata Erdoxanan tinê Adil xoce maye, temenê wî jî heftê û pênç salan zêdetire. Ne eþîra wî heye, ne jî qurucî ye. Herkes jî dizane meþ dewletê çêkiribû,  bi zorê zaroyên  mekteban, parek ji qorucîyan û memûr mecbûr kiribûn ku bicin meþê. Derdê Apoyîyan û Roj tv kifþ e, birîna wan a heyî dixure û dibên : Dem ev dem e, ji me re hilketîye.  Emê hinek” rîxê bavêjin dîwarê spî ,heke girt va girt heke negirt, dê dews (þop ) a wê bimîne” .

Lê rastî ez  di têgehiþtinê de zehmetîyê dikêþim bo çi malperê me yên din  neheqîyê li vê malbatê dikin  û wek nezanan tevdigerin!?