|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Zarokên xwe bi M.Arif bilorînin

Hozan Vitvito-22/08/07-Akademîya Muzîka Kurdî- Niha hûnê bêjin:”Ya starrrrr, ma ev Hozan Vitvito jî nav e gidîîîîî!” û ecêbmayî bimînin. Ê yabo heçê çend gotinan didize û dibe hozan, radibe navekî qirase li xwe dike û xwe dike Ristemê Zal. Hozan Filankes, Hozan Bêvankes, Hozan Teyrê Baz, Hozan Baþoke, Hozan Zirne, Hozan Piling, Hozan Fîlo, Hozan Deve, filan û bêvan. Min jî rabû navê xwe kir Hozan Vitvito! Ma qebhete qey? Na!
Werhasil, em vegerin ser mijara xwe. Dibêjin li Amerîkayê lêkolînek li ser muzîkê çêbûye û derketiye holê ku zarokên muzîka klasîk guhdarî dikin zûtir mezin dibin. Ne tenê mezintir, þarezatir jî dibin û lotikvanên qirase ji wan derdikevin. Dibêjin muzîk bandorek mezin li psîkolojî û tenduristîya bedena insên dike. Hem stresê kêmtir dike, tenduristîya ruhê insên diparêze û hem jî þewqê bi insên re çêdike. Yanî bi gotinek kurt; muzîk ji bedena insên re wek av û xwarinê pêwist e.
Dibêjin li gora lêkolînê zarokên ku muzîka klasîk (wek a Gerepêtê Xaço, Mihemed Arif Cizrawî, Miradê Kinê, Þakiro, Kawîs Axa ûwd) guhdarî dikin, biaqil, þareza û jîrek dibin. Zarokên ku muzîka rock, rap, hîphop ûwd (wek a Ciwan Haco) guhdarî dikin, dest bi kiþandina esrarê dikin, eraqê vedixwin û didin zîtirkan. Zarokên ku muzîka Arabesk yan muzîka bêserûber guhdarî dikin, (wek Îbo Tatlises û gellek hunermendên ku teqlîta wî dikin) dibin lehmecûncî û carna jî kêr û cilêtan li xwe dixin. Zarokên ku muzîka þoreþgerî guhdarî dikin, (wek Þivan Herûwer) carna germ dibin û carna sar dibin.
Werhasil em serê we neêþînin, îcar heger hûn dixwazin zarokên we þareza û jîrek bin, muzîka klasîka Kurdî bi wan bidin guhdarî kirin. Heger hûn dixwazin zarokên we lotikvan û zîtirkvan bin, muzîka Ciwan Haco bidin guhdar kirin. Heger hûn dixwazin zarokên we bibin lehmecûncî û di serþokên xelkê de bên girtin, muzîka Arabesk bidin guhdarî kirin. Û heger hûn dixwazin zarokên we bibin bombeyên zidî û xwe biteqînin, muzîka Þivan Herûwer bidin guhdarî kirin.
Lê na ger hûn dixwazin zarokên we hem þoreþger û hem neteweperest bin, þîretên Lotikxanê ji wan re bixwînin. Ma tiþtekî din ma heyran?