|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |
Ji Hikûmeta Heremî ya Kurdistanê re

Xemgînê Welat /Amed
Birêz Serokwezîr Neçîrvan Barzanî,
Wekî Kurdên welatparez dîtina pêþveçûnên baþûrê welatê me û bûyîna we ya serokwezîrê Hikumeta Yekbûyî, me pir serbilind dike. Em ji dil bawerîya we dikin ku hunê vî karî bi serfirazî bicîh bînin û xîzmeta netewa xwe bikin.
Wekî Kurdên bakûr ku bi sedan sal in bûne mexdûrên sîyaseta zilm û zordarîya dewleta tirk û ji ziman û nasnameya xwe bêpar mane, me berê xwe daye baþûrê welata xwe ku hun jî jibo 25 mîlyon Kurdên, li mezintirêîn perçeya Kurdistanê hinek pengavan pêþçav bavejin.
Wekî hun baþ dizanin, em hîn jî nikanin bi azadî Kurdî bipeyvin û bi zimanê xwe dayikê perwerdê bibînin. Ti derfet tune ne ku zimanê me bijî, biveje û pêþkeve. Seba vê yekê, rewþa zimanê Kurdî herku dihere xirabtir dibe û qisekerên zimanê me ya delal roj bi roj hindiktir dibin. Heyf e ku li paytaxta Kurdistana mezin, li Amedê jî zimanê rojane ya civakî, kulturî û siyasî bûye tirkî û ev yek eþekî mezin dide dilê me.
Ne hewce ye meriv bîne zimên ku, li ser vê rewþa xirab, PKK jî bi qasî dewleta tirk berpisîyar e jiber ku girîngî û qinyat neda ziman û kultura Kurdî. Wek, mamoste Îsmaîl Beþîkçî jî, di yek ji hevpeyvînên dawî anîbû zimên her çi qas PKK gelek caran qala Kurd û Kurdistanê dike jî, di hemî weþanên xwe de tirkî bikar tîne. Her çend wekî me gava dinî jî gotî, rewþa zimanê me xirantir bibe jî, di Roj TV,de nîsbeta tirkî pir zede ye û birêvebirên televizyonê ne di vê xem û fikara de ne.
Gava ev be, rewþa me ya reþbîn, em bi heyecanekî mezin li we dinerin ku, li derheqa Kurmancî ku, li dinê zimanê herî bindest e û zordarî û tadayîyên pir giran dîtîye, dengûbasên xweþik û pengavên xurt bibînin. Kurmancî ku zimanê ji 30 milyonan pirtir Kurdan e, rastî gelek zehmetî û dijwarîyên bêdawî bûye û ti car derfet nehatîye dayîn k ubi serbestî jîyan bike, bibe zimanê zanistî ye û di zanîngehan de were xebitandin. Qisekerên wê, her dem hatine eþkence kirin, lêxistin û kuþtin: hunermend, nivîskar û rewþenbîrên wê tim hatine ceza kirin û eþkence û zindan ketiye para wan. Wekî encama wan sîyasetên înkar û faþîstî, bi mîlyonan Kurd nikanin bi zimanê xwe yên dayike bipeyîvin û hejmarê Kurmancîexifan roj bi roj kêmtir dibe.
Rêzdar Serokwezîr,
Wekî Serokwezîrê Hikûmeta Heremî ya Kurdistanê, em ji we hêvî dikin ku, jibo parastina Kurmancî, demekî zutir hinek tedbîrên bistînin ku zimanê me yê þerîn, bi temamî ji holê ranebe û nemire. Bi dîtina me, divê bi tevlîbûna linguîst, rewþenbîr, nivîskar û lêkolînerên Kurmanc, li Duhokê konferansek were lidar xistin da ku seba parastin û vejandina Kurmancî biryar bete dayîn û rê û rêbaz werin dest nîþan kirin.
Her wiha, divê, hinek derfetên aborî werin peyda kirin ku pirtûk, rojname û govarên Kurmancî werin çap kirin û berhemên hînkirina Kurmancî mîna CD û programên kompîterî werin amade kirin.
Meriv dikane pêþnîyarên vî rengî zedetir bike lê em dixwazin nameya xwe dirêj bikin. Gava, daxwazî û hêvîyên me ji hikûmeta we bi vî awayî ne, ku rewþa Kurmancî ya tar û mar bete qenc kirin û birînên wê bete derman kirin, wan dengûbasên dûmahîyê ku ji baþûr tên, em dilþikestî kirin. Kurmancî ku li baþûr wekî Behdînî tê binav kirin, bê qedr û qiymet e û statûya wê jî tune ye. Her çi qas nîsbeta Kurmancîaxefan, ji yên Soranîaxefan ne gelek kêmtir in, cîyê daxê ye ku rêber û sîyasetvanên baþûr wekî kurê zirbavê li Kurmancî meze dikin û ti girîbgî nadine wê.
Li gorî, Komîteya Herdemî ya Navên Coxrafîk ya Birîtanî
www.pcgn.org.uk/The%20Kurdish%20Toponymy%20of%20Northern%20Iraq.pdf hejmara Soraniaxefan 2.8 mîlyon e (% 10.6 nîfûsa Îraqe) û yên Kurmancîexef jî 2.2 mîlyon in (% 8.4 nîfûsa Îraqê). Her çend, di navbera van her dû zaravayan ferqek mezin tûne be jî, cîhê daxê ye ku Kurmancî di vê rewþa pir nizm û bê qûymet da ye.
Dîsa, bê gumanê ku Kurmancî dayalekta Kurdî ye ku ji alîye % 75,a Kurdan tê axaftin. Her wiha ji nav hemî zaravayên zimanê Kurdî, bi tenê Kurmancî li her çar perçeyên Kurdistanê tê peyîvîn û wekî em dizanin Soranî tenê li hinek beþên Kurdistana Baþûr û Rojhilat tê axaftin.
Heger Kurdistan yek perçe ye û em gîþ birayên hev in, vê çaxê, pêdivî ye jibo Kurmancî û Kurmancîaxefan betir rêz û ihtîram hebe. Eþkere ye ku bi red kirin û tûne kirina Kurmancî, gelê Kurd nikane bibe xwedîyê zimanekî hevbeþ û yekgirtî. Jiber vê yekê, þermekî giran e ku em di wan rojên dawî de rastî hinek raport û nivîsan tên ku birastî dilê meriv pir diþkenin.
Berî her tiþt, nîyetaka gelek cîddî heye ku Kurmancî/Behdînyê ji seranser Kurdistana Baþûr rakin û hemî dersên xwendinê bikin Sorani. Ya diduyan ev e ku, me bi dilgermî xwend ku, li ser navê Hikûmeta Heremî ya Kurdistanê, we kontraktek bi Microsotf re îmze kir, ew þîrket Windowsa Kurdî derxîne. Wekî tê zanîn, ev çend sal in, bi peþengîya Kurdên Bakûr bizavek dihat meþandin ku Microsoft, bernameya Windowsê bi zimanê Kurdî hazir bike. Lê, wekî mîlyonan Kurd, dilên me bû perçe perçe ku me xwend ew kontrakta we îmze kirîye bi tenê Soranî ye û bi tîpên erebî ye. Wateya wê jî ev e ku, em ango Kurdên Bakûr digel kurdên Rojaba nikanîbin ji vê programê sudê vergirin û vê programê bikar bînin.
Em ji dil hêvî dikin ku, van tiþtên hatine gûhên me ne rast in û hikûmeta we li ser Windowsa Kurmancî jî, bi Microsoft re kontrakt îmze kirîye.
Serokwezîrê hêja,
Em Kurdên serbilind in û her tiþtên giredayî Kurd û Kurdistan hez dikin. Her çend em Kurmanc bin jî, em biçek Soranî jî ferbûne lê ne ku ew dayalektek taybet û bilind e lê jiber ku perçekî zimanê me ye. Divê Soran jî hezî zimanê me bikin û qedr û qiymet bidinê wê. Bi qedexe kirina Kurmancî yan jî bi biçûk dîtina wê em nagehjin derekî. Divê rind were fehm kirin ku gava Kurdên Kurmancîaxef zimanê xwe jibîr bikin, ew dest bi axaftina tirkî, erebî yan farisî bikin lê ne soranî! Em hemî zaravayên zimanê Kurdî hez dikin û dive jibo wna gîþkan rêz were dayîn. Lê divê baþ were fehm kirin ku Kurmancîya þerîn ji Ehmedê Xanî, Melaye Ciziri, Feqiye Teyran, Ehmede Beyazidi, Cegerxwin û ji dengên bedew yên Mihemed Arifê Cizirî, Hesenê Cizirî, Eyþe Þan, Meryemxan, Mihemed Þêxo, Karapetê Xaço, Þeroyê Biro, Kawîs Axa û ji yên din emanet maye û erka her Kurdek e ku vî zimanê hêja û sipehî biparezin ku ji nav pelên dîrokê hinda nebe. Ku ew zimanê delal hinda be û bimire, em dê li mirovahîyê stû xwar bin û dîrokê ti car me efû nake.
Wekî me gava dinî jî anî zimên, wazîfê me her Kurdan ev e ku Kurmancîyê biparezin û qiymeta wê bilind bikin û zarokên xwe jî ferî Kurmancîyê bikin. Di vî warî de, rolekî mezin dikeve ser milê sîyasetvanên Kurd mîna we, çimkî hûn Serokwezîrê Kurdistana Baþûr in û tenê vê perçê welatê me azad e û hêvîya mîlletê kurd li ba we ye.
Em ji dil hêvî û bawer dikin ku hikûmeta we, jibo parastin, zindî kirin û pêþve birina Kurmancî, di demekî zutir de hîn xîzmetên pêþçav bike û tedbîrên pedivî bistîne û Windowsa Kurmancî jî bibe pengava yekan.
Bi silavên Kurdîtîyê
Li ser evîndarên zimanê Kurdî
Amed- Kurdistan
-----------------------
(Têbinî: Ji malpera Peyamaazadî hatiye girtin)