Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

NAMEYEK %100  VEKIRÎ  JI FERHAD ÞAKELÎ RE

 

 Belqityê Zimançors-25/11/07-Swêd-

 

Gava min di Televizyona TISK de li FERHAD ÞAKELÎ guhdarî kir, piþtre jî gava min di Qezeteya Lotikxanê de rismê Ferhad ÞAMKERÎ dît, elawekîl û Xweda alim û zana ye, Mistefa Kemalê Makedonî ku xwe kiriye bavê Tirkan hat ber çavê min.

 

Ê de lawo Ferhado, Ataturk û azbata xwe, tevî wê ordiya bi zirp û qewet,  ev 84 sal in dijminatiya Kurmanciyê dikin, mîna serê neynoka te xisar nedanê. Îcar tu dikarî xisar bidi Kurmancî? Oxlim, bi aqil be.

 

Ferhado lawo, elfeba latînî ku 5 milyar mirov pê dinivîsin, ma tê karibî ji holê rakî? Oxlim te hiþê xwe xwariye?

 

Ferhado lawo, em dibêjin "Êdî bes e, em kerîtîyê hew ji Ereban re dikin. Tu dibê naaaa, em ê hê jî bikin." Oxlim ma tu þêr û keran ji hev nas nakî? 

 

Ferhado lawo, emrê min 89 sal e. Elawekîl eger ez weke caran xort bûma, eger ez mîna caran li ser kewna xwe ya berê bûma, minê kiriba ku pariyê te yê mezin herdu guh mabûna, ew guh jî bi devê keran çûbûna. Lê, aaaaax, mala kalîtiyê xirabe.

 

Lawo Ferhado,

Eger tu mirov ba, tu ji materyalistiyê derbasî idealistiyê nedibûyî.

Eger tu mirov ba, tu ji qoministiyê derbasî rasterêtiyê nedibuyî.

Eger tu mirov ba, tu ji Maocîtiyê derbasî Faristîtiyê nedibuyî.

Eger tu mirov ba, tu ji Kurdperwertiyê derbasî Erebperwertiyê nedibuyî.

Eger tu mirov ba, tu ji xizmeta zimanê Kurdî derbasî dijminatiya zimanê Kurdî  nedibuyî.

Eger tu mirov ba, tu ji nijada Kurd derbasî nijada Xumeynî nedibuyî.

Eger tu mirov ba, tu dê doktoraya xwe di Dîwana Melayê Cizîrî de dabûna.

Eger tu mirov ba, te 45 xwendekarên Kurmancî guraxwarî nedikirin.

Eger tu mirov ba, te paþnavê xwe nedikir Þamkerî.

Oxil wele tu ne tu war î, lê "gava þêr ne li malê be, ji pisîkê re dibêjin Evdirehman."

 

Silav li hemî Kurdperweran, ji xeyn cahþ û xayîn û Kurddijminan.