Li Kurdistanê namûs bûye bexdûnis

Cemîl Cewher-17/04/08-Hewlêr- Li ser bextê rojnama Rûdawê be rebbî, dibêjin li baþûrê Kurdistanê 10 hezar keçên Kurd perda keçkanîya xwe dirûtine û eyba kuna xwe veþartine.

Dibêjin xwedêgiravî jina Kurd Fewzîye xanima 48 salî hingî perda keçkanîya keçên Kurd dirûtiye, bûye pispora dirûtina perde û arkuna jinan. Yanî, jê re dîplome ne lazime. Heger Fewzîye xanim bi a me dike, bila serî li pirtûka rekorê Guînnessê xe û em bawerim wê yekser bibe yekemîn!

Hesab li cem we. 10.000 keçên Kurd û dirûtina perda keçkanîyê?

Li ser bextê fesad û ewanan be, dibêjin ev 10 hezar keç ji alî gencên qûnde, berpirsiyarên doxînsist, mela û þêxên zinêkar ve hatine xapandin û lotik li ser lotikê li wan ketiye. Îcar qaþo Fewzîye xanim jî qencîyê bi wan dike û ji bo ku neyên kujtin perda keçkanîya wan bi ta û derzîyê (ê hinekan ji ber ku qalind e bi þûjinê) didrû û dîsa wan tîne ser sêhra berê.

Êêêêêêêêê, gelî berpirsiyar, mela û þêxên zinêkar! Ma we ji bavê xwe fedî nekir hûn namûsa keçên Kurdan biherimînin kakaaaaaa!? Baþe lao, hey xwedê agirek bi doxîna we xistino, ma jinên Ereb têra xiyarê we nedikirin haaa? Ma meriv zinê bi dê û xuþkên xwe re dike hey topa heyva Remezanê li binguhê we ketino!

Îcar dibêjin “çima keç û jinên Kurd xwe diþewitînin yan tên kujtin?

Ê lao ma ku xort, berpirsiyar, mela û þêxên qûnek keçên me biçirînin, wê çilo ew reben xwe neþewitînin û neyên kujtin haa!

Wey ez di vê edalet û azadîyê de bimîzim erê welle û hew! Ne li vê azadîyê be û ne li vê bênamûsîyê be û xelas!